Ji xwedayan e ew yê bi te re rûne,
yê ji nêz ve bibîze dengê te yê şirîn
û kenê te
û evîna te
kenê
te
Dil di sînga min de geş dibe.
Dema li te dinerim
qet
deng ji devê min dernakeve.
Dema ji nişkê ve te dibînim
zimanê min dilerize, agir dikeve leşê min
ti tiştî nabînim
vizînek guhên min dadigire
xuh bi leşê min de tê
gehên min direcifin
ji pûşê hişk
zertir im.
Yê bi gurriya evînê dil şewitand
Hatî: te baş kir:
min bêriya te dikir,
te yê dilê min
bi gurriya evînê şewitand
niha hatiyî
kerem ke hind car
hindî em ji hev dûr bûn