Xort:
Were, dilbera min, ji çiya were,
ji Çiyayê Libnan were bal min!
Gupikên Amana bihêle,
bihêle lûtkeyên Senîr û Hermonî,
wargehên şêran,
çiyayên pilingan!
Yara min, dezgirtiya min,
te biriye dilê min!
Bi awirekî te ew bir,
bi morîkek gerdenîka xwe.
Ax, çend şirîn e evîna te,
yara min, berdiliya min!
Ma mey çi ye li ber evîna te!
Xweştir e ji hemî belseman
bêna milhemê te!
Hingiv ji lêvên te diteyise,
zimanê te şîr û şekir e.
Yar, bêna Çiyayê Libnan
ji cilûbergên te tê!
Parçe 2
Xort:
Yar, dilbera min!
Tu baxçeyek girtî yî,
gulistanek çeperkirî, kanîkek parastî;
biheştek î ku li ber robarên wê
şên dibin hinar,
çendîn fêkiyên çêjdar,
xena, nerdiz,
nerdiz û sehrem,
[---]
belsema herî baş.
Tu kaniya gulistanê yî,
bîra ava jiyanê yî
ya avên çiyayên Libnanê tênê!
Zerî:
Rabe, bakur, rabe, başûr!
Li gulistana min bide
da bêna belsemê belav bibe
û yarê min gulistana xwe
û berhemên wê wergire!