Herdu çavên han min dikujin;
nikarim xwe li ber bedewiya awirên te bigirim:
dilî li min diperritînin.
Tenê tu bi şekerpeyvên xwe dikarî
birîna teze dîsan bikewînî.
Herdu çavên han min dikujin;
xwe li ber awirên te ranagirim.
Jiyanê yan jî mirinê diyarî dikî,
şabanûyê, dizanim;
dema bimirim, dê rastiyê bibînî.
Herdu çavên han min dikujin;
xwe li ber bedewiya te nagirim:
dilî li min diperritîne.