Zeriya min !
Bela wiha be;
Bela pêvedanên
Sibehên vê payîzê
Dîrokê tomar bikin
Seh direyên û
Kerwan qunaxê
Dispêre qunaxê
Bela seh bi kewtkewt bin.
Darên beriwan
Ku ne li ser çiyayên bilind bin
Şîn nayên
Stêr li ser bênderan
Nayên dîtin.
Zeriya min!
Ji wan gere
Çax û demê me nîne
Ku em tozê ji ser pêlavên xwe
Daweþînin
Çi daxwaza ewên ku,
Bi zikreşî hewildidin
Hezkirin û çakiyê
Nizim bikin
Bela wiha be
Guh li wan neke.
Bawer be,
Wê gul di destê me de
Şîn bên û
Tûmê zindiyê di mala me de
Bê danîn...
Li paş nezîvire, Zeriya min
Bila dexsok û kînok
Xwe bi zîwan û xurêla me re
Bi westînin
Em xwediyê kerwanê ronahiyê ne
Dergehên deryayê li ber me
Vekirîne
Em xweş dikarin bi tîpan
Mora xwe li pişta salan û
Kesan xînin...
Bela wiha be Zeriya min
Lê ku kazînî ji dengvedanê hat
Pêwîst e em bilivin pêş
Pêş ji me re ye
Ma tu nizanî;
Çendîn qunaxên fireh
Di navbera hezkirina me û
Qurqura beqan de heye..
Vexwe Zeriya min
Nûşîncan be
Peyal bi dûv peyalê de
Li ber destê te rêz dibin...
Tê bê çi ku sibe an dusibe
Ez dûrî te ketim
Gelo tê ji min re
Deryayê biçine an
Çiyayan biçîne ..!
Tê bê çi ku min ji te re got:
Zeriyê min!
Min bêriya te kiriye û
Bela qurîncek û stirî
Têkevin nav laşê wan de...
Wê çi bibe ku tu ji min re bibêjî:
Min bêriya te kiriye
Tu zanî Zeriya min;
wê hingê ezê bibim
Mîna xortekî 16 salî
Erê 16 salî û
Bela wiha be
Zeriya min.