- Dema tu mirî, dê bixwazî biçî Biheştê yan Dûjehê?
- Bi rastî nizanim. Hewayê Biheştê xweştir e lê heval û hogir hemî li Dûjehê ne.
- Çend misilmanên fundamentalîst bo ajotina tirimpêlê (erebeyê) pêwîst in?
- Du. Yek dê bo ajotinê û yek jî bo ji Qur'anê bixwîne ka tirimpêl çawan tê ajotinê.
- Çima her kes naçe Biheştê?
- Ger her kes biçûya, dê biba Dûjeh.
Du hevalên hev mirin. Yek çû Biheştê, yê din Dûjehê. Yê biheştî xwest hevalê xwe bibîne. Rê jê re hat dan û herduyan hev li ser sinorê Dûjehê dît.
- Li jêr rewş çawan e?
- Pirr baş e. Em seet dehî danê spêdeyê dest bi kar dikin û seet duyî danê êvarê paydoz dikin. Xwarin xweş e û hindî bixwazî, didin. Jixwe keç û jin jî merd in. Li jor çawan e?
- Xwarin ne xirab e lê em neçar in ji spêdê seet şeş ta êvarê seet heşt kar bikin. Û ti zewq jî nîne.
- Çima wisan e?
- Mirov kêm in.
Du heval pirr mirovên qenc bûn, wan ne alkol vedixwar û ne jî cigare dikêşan. Herdu çûn Biheştê û di nav xêr û xweşiyan de bûn. Rojekê yekî ji yê din re got:
- Xwezî me li ser dinyayê alkol vexwariba û cigare kêşaban. Em dê deh sal zûtir hatiban vir.
Ger Dûjeh hebe, dadgêrrên wê tirk, ronakbîrên wê ereb, zanayên wê faris û bazirganên wê kurd in.
- Kî mirovê dawîn yê dinyayê ye?
- Z-dem.
- Bo çi Xwedê nehêla ku Adem û Hewa sêvê bixwin?
- Tema û nemerd bû.

- Bo çi jiyana Hewayê xweş bû?
- Xesû nebû.
- Çi tiştek e ku bi pêşiya Adem û bi paşiya Hewayê heye?
- Tîpa A.
- Ji çi diyar e ku Adem bêaqil bû?
- Jinekê jê re behsa gunehkirinê dikir û wî her sêv dixwar.
- Gelo hewayê bêbextî li Ademî kir.
- Ya rast, teoriyek heye ku dibêje ku mirov ji meymûnan in.
- Gelo Hewa ji bilî Ademî li gel kesek din jî raza?
- Eger ne wisan ba, pa mirov dê çawan ji meymûnan ban.

Adem ji Xwedê pirsî:
- Te çima Hewa wisan spehî çêkir?
- Daku tu jê hez bikî?
- Pa te bo çi ew bêaqil çêkir?
- Daku ew ji te hez bike.