MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Ciwanê Ebdal: Sozên xav (5 helbest)
  • Ebdulrehman Efîf: Hespek di ber kaniyê re dibeze
  • Elîxan Loran: Bêhestê
  • Konê Reş: Heyamo ji wan re bêje
  • Welat Kaljîn: Sirûda Alaya Kurdistanê
  • Dildar Îsmaîl: Ey bihara Qamişlo
  • Konê Reş: Bila wiha be, zeriya min
  • Katri Vala: Min vexwe
  • Sapfo: Yê bi gurriya evînê dil şewitand
  • Solveig von Shoultz: Çavên min dixwazin rûyê te maç kin
  • Geoffrey Chaucer: Herdu çavên han min dikujin
  • Stirana stiranan

  • BÊHESTÊ
    Elîxan LORAN: [email protected]


    “mirin xweştir ji vî halî”
                 Farisê Bavê Fîras
    
    ez bê mam
    ew Nûhê neketiye keştiya xwe
    lê hev temî kiribûn
    bi serê hev sond dixwar
    stêrên min bila ji te re be
    çirûsk be deng be bêhn be
    de huş be emrê min
    tenê mirin be
    
    xêrxwazê zembilfiroş gelo kî ye ?
    min di bin nenûka xwe de
    Zembilfiroş kedî kir
    yek gellek e
    navê yeqîna yî
    yek ta por yek caran mirin
    yek bi yekê ye xwediyê sîngên qul
    
    hewî hat ser min
    ji heft rengê keskesorê avis bûm
    û her roj di vî bajarî heft derî de
    di her derî  de min xwe kuşt
    bi qasî mirinên min
    li ber jiyandinek xwe ket
    kirasê xwe li ser xwe çerand
    evdalno bêwarno sêdarno
    û ê wek we
    hûn di mala xwe
    ya sebir ya sebir
    ya star!!!
    stûyê min de pizik derket
    
    di gora xwe
    kefênê xwe bikim weris
    yan xwe daliqînim
    yan ji bibim kembera nava te
    min bijdîn
    ez dîn bim jî
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1