MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Ciwanê Ebdal: Sozên xav (5 helbest)
  • Ebdulrehman Efîf: Hespek di ber kaniyê re dibeze
  • Elîxan Loran: Bêhestê
  • Konê Reş: Heyamo ji wan re bêje
  • Welat Kaljîn: Sirûda Alaya Kurdistanê
  • Dildar Îsmaîl: Ey bihara Qamişlo
  • Konê Reş: Bila wiha be, zeriya min
  • Katri Vala: Min vexwe
  • Sapfo: Yê bi gurriya evînê dil şewitand
  • Solveig von Shoultz: Çavên min dixwazin rûyê te maç kin
  • Geoffrey Chaucer: Herdu çavên han min dikujin
  • Stirana stiranan

  • HESPEK DI BER KANIYÊ RE DIBEZE
    EBDULREHMAN ŞÊX EFÎF: [email protected]


    -1
    
    Min kişand hingulîska ba bi dû
    Xwe de û hatim welatê
    Xwe…
    Min eciband bejna memikên
    Te û esirandin devê xwe û
    Hatim welatê sînga te
    Min xwe di ber te de dirêjkir
    Û xweş bû navka gula
    Navka laşê te
    Min xwe ji xwe hezkir
    Bi hingulîska keçikaniya te...
    Min xwe zarokkir
    Û bi ser xwe de guvaşt min
    Xweşikiya te
    
    -2
    
    Helbestek ji helbestê derket
    Û şibiya min...
    Rahişt balafirekê kaxetî û ta
    Kişand dilê havînê
    Amûdê ji Amûdê derket û rahişt
    Talikekî û qewsikekî rîhanê
    Û ji qewsikê rîhanê ez
    Pekiyam…
    Ez pekiyam hindirê helbesta
    Ji helbestê derket...
    Geriyam li helbesta ji min û
    Minminîkê firiya...-
    Dîsa …zehmet bû !!!
    
    -3
    
    Di tirênê de bê te
    Ko şaşbibim
    Li te binerim û şaşbibim
    …
    Berf dibare
    Darek ji dûr ve
    Bêhnek ji dûr ve
    …
    Di camên tirênê re libadibû
    Stêrka porê te
    …
    
    Heyvek spî ji rojê radibû
    Û diket sînga te
    Zelal dilê wê
    ...
    Ji dûr ve tu
    
    
    -4
    
    Tiliyên xwe di ser kulîlka
    Te re dibim – laşê çira min
    Vêdikeve
    Ez hinek gîhayê te dixwim
    ...
    Tu vêdikeve
    Minminîk
    Sordibim- spîdibim û
    Bi ser te de nizimdibim...
    Tu min di xwe de
    Kûr divê
    Xurt divê
    Çira te gurrdike hîn min
    Dixwe û di te de
    - Vedimirim û vêdikevim
    Tu diçire û diçirise !!
    
    -5
    
    Ez bi nexweşiya paîzan ketime
    Bi nexweşiya gulistanan
    Bi bask ketime
    Ji  bask ketime…
    …
    çiqasî dûr e
    Ezmanê eniya te
    Av û xwêdana binçengên te
    Devê te û kulîlka
    Rehnên te û kulîlka
    Rehnên te!!
    
    -6
    
    Rûdinêm û evîn di min de
    Şiyardibe
    Nanivîsim û evîn min û
    Pencerên nivîsandinê dinivîse
    -	Wilo hesan e
    -	Wilo dirim xewê û ew ji min
    Re evînan û Memozînan
    Dicivîne... min ji xwe
    Re karek peydakir jê nan
    Bixwim
    Min ji xwe re helbestek
    Anî û bilûrek û çûkek û
    Bi baskê çûk rabûm û
    Min bi çiçikên helbestê
    Girt!!?
    
    
    -7
    
    Ez li ser kevir
    Û helbest ji destên min dikevin
    Ez hildikişim ser darê û
    Bîranîn ji min û darê diweşin
    ...
    ...
    Li ser gîhayê par – me li ser bi tênis
    Lîst
    Dibiriqe …dibiriqe çavên evîna me
    Birçî…
    Li wir maye bi zikê xwe lawaz
    Bi tiliyên xwe zarok…
    
    -8
    
    Ko te xwe nema dît û tim
    Êşiya bê sedem ... Tu yê bibe
    Helbestvan... Û di pîrekên
    Dilê te de… A vaye qitikek
    A vaye kulîlkek kevirî
    -	Wê kulîlk jidêvla qitikê bifire
    -	Wê qitik jidêvla kulîlkê bigirî
    ________
    Û tu dê razê wek bexçeyê paîzê
    Û tu dê palde wek çiyayê ne ti welatî…
    
    
    -9
    
    Li ber gula te me-
    Ax- Kevir jî hîn li vir
    Gul li ser kevir
    Kevir li ser
    Û
    Ba
    Bi hezar hespî
    Û
    Nazik in poz û lêv
    Nazik ava vê sibehê
    Êşa vê sibehê nazik û
    Tûj
    Kevirê li bejna gulê
    Koçerên kerwanên
    Ba
    Bi şûrên wek gulê tûj û
    Tûj…
    
    
    -10
    
    Şimamoka çiya
    A veşartî
    Hespek di ber kaniyê re
    Dibeze
    Kaniya spî
    A êzîdiyan
    Zimanê sor û zer
    Şimamokek li ser hespekî
    …
    Destê te yê pîrekekê spehî
    Çavên kûr û tarî
    Û ev navka te ye
    Şeva kaniyê
    ...
    Ev sedsal in bi laşê te
    Yê veşartî re
    Radizêm…
    
    -11
    
    -Wer…wer
    Blûr ji kulîçên evînê
    Xanî bi dûmana tenûrên laşên nazik û spî
    -Wer ...wer, çavşêrîn!
    Li sîka xwe dilikumim
    Bi ser dev û poz de dikevim
    Heshesûk dikevin mijankan
    Dest dibin werîs
    -Wer...wer, yê vê biharê
    Di buxçikê de evîna te
    Û keroşkek
    ...
    Çavên çûkên zer dil
    Dinikilînin...
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1