Vî çendî..
Sozên te,
Bûne bênderek derewîn
Tev xav dikelin
Yek bi serî nebû
An te wan li min
Benckirine
Qene
Qaçax û qedexeye
Ev şoza,
Nizanim çima..!?
Ku tev bêjî dizên
Û
Yek soz bi cih nabe
Qene
Soz li dunyê neman,
.. Ew şelafiya dilê germ
Û
Melevaniya pêrîkirinê
Qe melhema birîna kûre,
.. Di tarî bariya şevê de
Min derî yê xwe vekiriye
Liber xewnên te
Çendî du serî dizên
Çi ewr be
Û çi sayî be tora dil..
Yarê ..
Mehdar ji te
Ji ber vê çendê sozên te
Tev xav û rijî dikelin
Tev kelê û tisî dimeyin
Tev kerik û beravêtî şêntên
..Vî çendî
Her dimîne
Sozek bi cih nebû.
****
2- BENDE-WARÎ
Çima..
Evîn di dilê te de raza ye
Mîna
Pûtekî yezdanê kevnar
Bê lav û limêj şiyar nabe?
Çima sare û bêkêre..
Ew
Mohra badîhewa lêxistiye
Bê pîvan û hijimar
Derbas nabe,
Çendîn tovê simbil
Bi jor de radibe
Ber bi baranê ve dibane,
Û
Çendîn baran tê ji dûr ve
Bi ewrê xwey girnijî ve
Ber bi jêr de dadibe
Li zevîyê xwe dibare,
Çendî li çendê
Kî li bendî
Û kî bendewarî..?!
Êdî ..
Çima vê çendê ..
Dil bûye
Armancê tîrên demê
Û ji min û xwe re
Dûriyê dirêse
Xeydan
Bi tenva pîrê vedizelîne
Û sozê dayî
Vediçirîne vala,
Ew tama şêrîn
Dûrî dirana dixîne
An ta'liyê dimeyîne,
Ew
Wargehê çîmen û buharê
Dadigere biyebana
Û diguhere.
******
3- DEMA KAT
Ey demên bi katî buhirtin..
Çima
Nagihên ravê berrikên xwe
Çima
Sozên avis çarçefkirine
Kerik û rijîne
Ji hêviyên rengîn,
Çima
Hûn liber dêwan mane
Di bin xêliya reş de
Mexel-hatine,
Ew soz û dadîyên resenî
Ew daxwaza pêxemberî
Çima
Resenvana beravêtî kirine
Û bi derewên çak
Xemilandine,
Mixabin..
Tu bersiv jêre tune
Ji belî
Li cem dildar û dilqertan,
..Ey demên bi katî buhirtin
Ji mêjve
Awirên şêrîn beravêtî dibin
Ew pêrgîbûn naçin serî
Ew
Lihevhatin venekin yek derî,
Ji wan
Peyv û gotinê ezberkirî
Ji wan
Xewnê nîvco man kizirî
Û hêviyên
Şipya hêwirîn xaçkirî,
Ew û ew..
Û nizanim çi û ne çi dilo ..?
Tev çûn û bi qertî buhirtin
Û bi pêla qerta
Giheştin lata kurtêla.
*****
4- TEWANÎ
Çi erzan bûye dil li cem te ?
Çi bêkêr bûye evîn li dil te ?
De ezê çawa ji nûv de
Piştî xeyd û dilmayiyê
Masiyên xwey zêrîn
Bavêjim
Ava derya tey qeşagirtî
Ku melevaniya xwe bikin ,
De ezê çawa kewên rengîn
Li ezmanê mijgirtî berdim
Û bifirînim teqlan,
An çawa
Stêrkên xwey biriqandî
Bavêjim
Şevbêrka ezmanê tey tisî
An
Tariya demûş û qirgirtî,
De ezê çawa
Beranê xwey tî
An hespê xwey birçî
Li çêra pirêza beyar
Biçêrînim,
An ezê çawa
Çûk
Û çivîkên xwe bilûsînim
Li ser
Şaxa dara tey tazî û hişk,
**
Yarê.. li vir
Va ez matmayî mame
Buhitî me
Li kuçka çar riya
Û
Xaça Îsa
Li ser pişta mine diyarî
..Û hîna
Dil qeşmûş negirti ye
Ku dûre ji zayîna aştiyê ve..
5- PÎRÊ XEMA
Vî çendî
Pêjina yarê nayê
Û viyana wê
Dev ji min nagere
Hemû çare li min girtîne
Û hezar çira vemirîne,
Çiko..
Vê cara dawî sed derî
Liber xem
Û derdê lawirî vekirîne
Çibikim kelê ye
Çidikim rijî ye
Ango
Dem qeşa-girtî ye
Kêlîkên wê
Pûç û kerrikan dirêse
Tev
Bêrîkirin û bijokiya min
Çi rêbûrîn
, dibin birîn û ahîn
Çi sawîr
, dibin kovan û axîn
Çi û ne çi..
Çendî bûme pîrê-xeman
Û bazekî bask şkestî
Diçêre ji mirar û beratan
Nola
Mekûka li serê sidê û ridê
Yek ta dihûne û dirêse
Vajiyê
Birîn ji birînê tên
Û kul ji kula tên
-Mixabin-
Û yek derman tune..
Vê cara dawî
Hezar çira vemirîne
Û yek çare nîne
Ji bilî sawîrên
Lawirê demên berê.