Çavên min dixwazin rûyê te maç kin.
Nikarim çavên xwe ji te ragirim.
Bivê-nevê, ew dixwazin rûyê te maç kin.
Tênek nerm ji çavên min ber bi te ve diherrike,
li ser milên te dibizive
û hêdîka derhêlan hinda dike
û min digihîne te, nêzî lêvên te
û li herderê dorberî te --
nikarim çavên xwe ji te ragirim.
Li vir rûniştî me, dest di hemêzê de,
wan nagihînim te û qet jî napeyivim.
Lê çavên min rûyê te maç dikin,
ji xwe diçin û kes nikare min rawestîne,
diherrikim, kes dê di vî halî de min nenase,
nikarim biçikînim vê herrikê,
vê zelaliya bêdestpêk û bêdawî --
lê gava taliyê awirekî didî min,
awirek bêhay, pirsker, biyan,
xwe radestî destên xwe dikim
û vedigerrim bin qepaxkên çavên xwe.