MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • ÇEND BÛYER JI JIYANA MELE TAHÎR DE (BEŞA II)
    Metîn Kewê Dilxêrî


    Mamosteya Balkêş

    Rojekî rojan birayek Mele Tahîrê Hseynê Kewê çû cem kekê xwe. Wî dema jî Mele tahir xwendekaran re fêr dida.

    Birayê Mele Tahîr ê Ýsmaîl kekê xwe re go; “silav keko,” Mele Tahîr jî; “wa alêkîme selam tu xêr hatî xweşî hatî birayê min ê pîçûk Ýsmaîl”. Paşê; “dê û bav ê min çawane? Birayê wî jî; “başe keko, silav dikin.”

    Paşê Mele dit ku xwendekarek wî hat. Piştê vê yekî Mele bi nişka ve revîya çû ber rêya xwendekar. Mele Tahîr xwe tewand û destên wî maçî kir, xwendekar jî destên mamosteyê xwe.

    Birayê Mele jî gelek hêrsa xwe ji vê bûyerê re anî.

    Piştê xwendekar çû hûndîrê dibistanê, bira Ýsmaîl kekê xwe re bi şêweyekî hêrsî; “tu çi diki keko? Çima destê zaroka ramûse dikî?”

    Mele jî; “çawa?” Ýsmaîl; “lê tu çil salîyê ev jî hina zarok e. Çima te destên wî paç kir?” got.

    Mele hinek kenîya paşê pişta birayê xwe mizda û got; “Birayê min, tu qasê xwe dizanî, ez jî qasê xwe dizanim.”

    Henekvan Mele

    Rojekî rojan Mele Tahîr ê Hûseynê Kewê û birayê wî ya pîçûk çûne çiyayê Bilicanê bo êzinga dara.

    Bi hev ra hinek êzing û darik berhev kirin, li paşê Mele bi nişka ve qîrya go; “hirç” û bilezî di cem birayê xwe de revîya jêrî. Mele hem direvîya hem jî “kuro hirç tê! Bireve” digot. Bira Ýsmaîl jî di şaş û paş de ma. Ji xwe re “çi dibe” piştre jî; “çima kekê min Mele mi dihêle û direve?” Paşê bixwe ve “birayê min Mele di xeterên wisa de min van deran wilo û tenê bernade. Ew çi rewş e.”

    Mele jî disa qîrya “hirç tê! Tu çima narevî?” Ýsmaîl jî; “welle keko birayê min ê nasî Mele Tahîr di xeterên wisa de min tenê bernade û nareve! Lewma ez narevim. Erê welle bawer jî nakim ku hirç tê.”

    Mele jî herdu destên xwe rakir jorê; “Xwedê ev rewş çi qas rinde. Bira kekê xwe, kek jî birayê xwe nas dike û wisa jî bawer dike. Ev nîmet e. Spas.”

    Rojaneya Meleyê Spasdar

    Mele Tahîr ê Hûseynê Kewê, panzdeh sal rojane nivîsiye. Di dawîya her rojê de spas û şikira xwe gotiye. Yani roja wî xweş jî derbasî be ne xweş jî derbasî be disa spasîya xwe gotiye.

    Meleyê spasdar wan rojaneya xwe de çi kiriye û çi bûye wan a nivîsiye.

    Mele despêka nivîsên xwe di sala 1959ê de kiriye. Lê mixabin nivîsên çar salî winda bûye. Niha jî destên me de 15 saliyê wî heye. Yanî sala 1963ê bir êz diçe heta sal û roja mirinê 1977 yê.

    Belê xwendekarên Mehname, min biborin ji ber ku salek berê de min gotibû “mixabin Mele qe berhemên nivîsî bernedaye.” Erê min lêkolinê xwe kûr kir û mele 18 sal rojane girtiye. Niha jî 15 sal rojaneya Mele heye.

    Min hemî xwend. Meleyê belengaz zehf kişandiye. Hîç roja rind nediye. Xwe bo mirov û gundîya xilaz kiriye. Disa jî spasîya xwe gotiye. Qe kes re tiştên kirêt û nebaş negotiye. Hêvîya xwe ji Xwedê re hîç bernedaye. Ango; “wa Xwedê te çima wisa kir,” yan jî, “tu çima wisa diki?” nepirsîye. Her tim “spas Xwedêyê Mezin” gotiye.

    Çend rojane wek mînak

    18 Rêbendan 1963 înê
    Roja inê di gundê Xirbeşerê de me zehf gotar(nutik) da. Herkez gelek şa bû û ev qas jî eciband. Gava min xutbe dixwend zehf mirovan cirifî. Ji Cenabî Barî medet dixwazim.

    19 Rêbendan 1963 Paşin
    Roja yekşemê birayê min Ehmed çû. Oðir be. Îro mina roja bihar bû. Mirov nizanî bû ev demsal zivistan e.

    20 Rêbendan 1963 Yekşem
    Hewa zehf baş bû. Mina bihar bû. Hemit yê Mihemet guherand em jî zehf kêfxweşî bûn. Piroz be amin. Min dema nivro zehf gotar da. Herkez şa bû. Ji bo dayina başbûyî re ji Cenabî Barî hem dikim.

    21 Rêbendan 1963 Şemî
    Îro hewa mina havin bû. Mirov germê de heliya. Dilana birazê Hemid bû. Me roja xwe rind derbasî kir. Hem jî zehf stran guhdarî kir. Jûnî be, amin. Xwedê hezke her dem wisa biçe. Amin, amin, amin.

    2 5 Rêbendan 1963 Duşem
    Bayê înê rast e. Di xwendina waiza min de zehf gelan hate xiroşê(heyecanê). Ev qas jî hezkirin. Zehf hevalên biyanîya hebû. Ji Cenabî Barî re berdewama wî dixwazim. Mihê Gûzî me re ziyafet da. ….

    01 Adar 1963 Ýnê
    Îro hewa zehf xweşe. Birayê min Ehmed ji gundî Xirbeşerê çû mal. Îro ez di nimêja inê de vaiz dam. Min çi çi got. Xweşîya herkezî çû û ecibandin. Min roja xwe xweş derbasî kir.domahîya wî, ji Yezdanê Mezin re dixwazim. …

    23 Gulan 1963 Pêncşem
    Îro rind û vekirî û germe. Apê min Hesen, Feqî Ehmed û Xalê min Evdilbaqî ve me savar xwar. Êvarê hemî civat çay vexwar. Xalê min Evdlbaqî şevê me re mêvan bû …

    13 Puşper 1963 Pêncşem
    Îro hewa zehf germ û vekiriye. Me, ji gundê Xeçîlî tevgêr kir. Êvar çûne Kûtkayê bo mêvanîya mala Ezîz. Me şeva xwe bi xeberdan ve xweşî derbasî kir. Berdewam be. …

    25 Berfanbar 1963 Çarşem
    Ez îro ji Xirbeşerê rabûm û çûm Xaçîlîyê li mala Bişarê re bo mêvantîyê. Min xwest Meleyê wan bim, nebû. Tişt nabe binêrim. Dawîya me xêr be amin. …

    01 Rêbendan 1964 Çarşem
    Îro hewa xweşe. Ez malê bm. Ûsîv nexweş bû. Jûnî be amin. Me roja xwe rind derbasî kir. Min şevê xweş raza. Ev sêr oje ajalê me naçêre. …

    25 Reşemi 1964 Sêşem
    Îro destek berf barî. Şemsî ber êvarê nexweş bû. Min Ehmed re nameyek şand. Min roja xwe rind derbasî kir. Heydo ba min di şevê de Şemsî ve axifî û cem wî runişt. Berdewama wî Xwedê re dixwazim. Xwedê alîkar be. …

    29 Reşemi 1964 Paşîn
    Ba tine. Îro hewa zehf xweşe û germ e. Ez û Seîd îro ji Xaçîlî hatin e Soktîlî. Zehf şa bûn û kêrdarî bû. Her dem wisa dixwazim. Amin, amin. …

    01 Rêbendan 1965 Înê
    Îro hewa gelek germ û vekiriye. Yanî mîhan di her deri de diçêre. Berf di erdê de tine ye. Yanî hewa îsal başe û germahîya wî jî zehf rinde. Hetanî şev jî germe. Min êvarê di mala Hecî Mistefayê de çay vexwar. Çend roje komê tereşê min dizandine. Binêrin. …

    25 Avrêl 1965 Şemî
    Me îro bira xwe vekir. Genimê xwe derxist. Ehmed û Zilfinaz û Sîloyê Zîbo hat. Osmanî Kûtî jî hat. Min heyşt tenege genim firot û roja xwe bi kêf(sefa)ve derbasî kir. Kurê Sîlo Memed, hatina hevalê Ehmed, min re got. Yanî min roja xwe bi sefa ve derbas kir. Zehf mêvanê me heye. Bo van rojane Xwedê ra hezar caran spasdar be …

    31 Berfanbar 1965 Înê
    Îro yanî hewa gelek veirî û germ e. Mirovan birkir ku ev demsal zivistan e. Û zivistanê nepejirand. Erd ne spiye.mîhan gelek xweş diçêre. Ev qas e tenê çiyan û nevalan de berf heye. Mirovan şev jî ne cemidî. Min jî tîzbîya xwe winda kir. Nimêja înê me çêbû.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1