MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • Jahr
    SEDAT YURTDAŞ: [email protected]


    Roj.

    Rooj...

    Lê ‘ne-baş”! Ne “rojbaş!’

    Ev gotina xweş, ev gotina şêrîn, ev gotina bêhnveker; dilveker, çavrohnîker, hêzcivîn, sînerjîk…

    Ji te re, ne “rojbaş”

    Ev gotina ku car heye, dikare hemû hişkayîyan bicarekê de bi tesîrek efsûnî nerm bike. Hemû şikestinan biveherîne. Ev gotina ku bêşik dikare nenasan nas; nasan jî nêzxas bike. Êdî ji te re tunne! Teqez tunne!

    Li te nayê. Ez êdî nikarim bibêjim. Ji te re, hew û hew dibêjim.

    Dêleva wê gotinê, li gorî dilê te: Ji te re; “Ne-rojbaş!.. Na-rojbaş!.. Roj-nebaş!”

    Mîna nifira qewûmî. Ji bo îro, ji bo sibe, dusibe û ji bo hemû sibehên paşerojê “Roj-nebaş!”

    Bizanibe. Min di wê sibeha hênik, sibeha rohnî a buharê de careke din; careke dawîn, hewl da xwe, ku ez hestên xwe zeftbikim. Qahre xwe ya sor bûyî sar bikim; haşbikim. Bêhna xwe ya teng bûyî, fireh bikim. Lewra careke din, ji te re mîna her car, mîna her sibeh, dîsa devliken, dengliken, çavliken; bibêjim: “Rojbaş”

    Min li te nihêrî. Lêvên min jihev vebûn. Peyv di heşê min re bihûrî. Çavên min li ser te hatine girêdan. Dev û diranên min, pidîya min, ji bo gotinê amade bûn. Gumandikim ku heşê min jî, ji vê yekê re hima hima razî bibû. Dor hatibû ser zimanê min. Zimanê min ê –ku li gorî hinekan hinek dirêje- ku ne dide paş ne jî dide pêş; wê di nava kelîyekê de, bi tenê di nava kelîyekê; waxtek çav qirpînekê, wê bilivîya û ew peyva destpêka sibehên dilxweşker wê tevlî hewayê bibûya. Xwe bigîhanda guhên me. Mîna her roja, pêrgî hev hatin ê. Mîna her sibehên hevdidîtinê.

    Lê mîna heft kes, bi heft benda zimanê min girêdabin, ziman li min nagerîya. Di devê min de werimî. Hilnehat ezmanê devê min. Dev û diran li min kilît bûn. Têlên dengê min qerimin. Heşê min sekinî. Hestên min cemidîn. Lêvên min lerizîn. Perdeyek reş hate ber çavên min. Bêhna min çikîya. Pî û bask li min şikestin. Miçiqîm. Tûka min neçû xwar. Kef û kufik bi devê min ket. Mîna ku bi edrê bikevim.

    Min nikaribû… Min nikarîbû… Min nikarîbû, wê pêyve hêsan;du kîte, ji te re bibêjim…

    Lewra, devê min ji alîyekê, diranên min ji alîyekê, bêhna min, çavê min heşê min jî ji alîyekêve,bibaryarî ve digotin:

    “Ew heq nake!..”

    Û vedigerîyan ser te û bi vegotina xwe didomandin;

    “Tu heq nakî!..”

    Min guh da dengan. Heman dengan, bixwe bixwe re digotin. “Ne gotineke ji dil, ne nerîneke bi evîn, ne jî coşek bi hestên pîr û pak û têr û tijî heq dike!..”

    Tu ji bo wan, ji bo min, mîna dujmina herikîna çemê hestên min bibûyî. Tu bibû qasidê hestan. Te xwestibû çavkanîyên hestên min kûr bikî; bixetimînî. Te xwestibû, wî çemê bi pî û bask, şêlî bikî, zûha bikî; di erda reş da bedrî û herî.

    Em mat mabûn. Tevlî çemê gurr û har. Ew çemê ku hîn û hîn bi xwe re jîyane ter û teze dibe devera û belav dike. Ew çemê ku hîn û hîn dişo; paqij dike. Şîn dike, can dide, rûh dide, feraset; hêvî dide.

    Lewra boyaxa ruyê te xwe berda jêr. Tu eşkere bûy li nik min. Tu derketî rastê. Tu li holê yî.

    Xwe veneşêre. Bêfêde ye. Tu hatî girtin. Min rûyê te yê, di binê maskeyan de dît. Hemû maskeyên te, ji ber rûyê te rabûn. Bi tevayî tu têyî dîtin.

    Lê lê hestkûjêrê heya rûhê te jî, ji min ve xwîya ye. Ruhê te yê nexweş. Rûhê te ye bi hîle. Tişteke veşartî êdî nemaye li ber min.

    Ka bibêjim tu çî yî?

    Tu leyistikvanek î. Mîna ji gelekên wan masûm û bêgûneh xwûyayî û dilîzî. Tu di bin bêdengîya xwe de, di bin xweşikahîya xwe de -ku mîna nazên yaran dixûyên- bi min dilîzî. Tu bixwe, bi der dora xwe, tu bi duristîya hestan; tu bi xwezayîya hestan dilîzî. Tu bi firehîye hewayê, bi xweşikahîya avê, bi tarîtîya şevê, tu bi stêrkên ezmanan, tu bi stêrkên danê sibehê; bi Leyl û Mecnûn, bi Zembîlfiroş û Xatûnê, tu bi tîrêjên roja nû hildayî, tu bi dilopên qirra li ser çêran, tu bi firrîna pinpinîgên azad dilîzî.

    Lê perde ji ser rûyê te, ji ser te û ji ser lîstikên te rabû! Ez ne nêçîrê dahfên te me. Ez ne çûka di nava destên te de me; ku biperpitim.

    Lewra ji nava derewên te yê evîn tijî, min hestbazarîya te ya giran, bi çavên dila dît û bi guhên dila bihîst. Lewra ez êdî ne mîna girtîyekî, dîlekî, nêçîrekî bêderfet li ber te; li ber sekrata mirinê me.

    Mirûzê xwe li xwe bike.

    Xezeba xwe lixwe bibarîne.

    Kerba xwe di xwe de têke der.

    Hersa xwe di xwe de haş; êşa xwe di xwe de baş bike.

    Nefrate xwe di xwe de biqedîne. Nerijîne li ser dinê. Li der dora xwe. Wêda here! Nerijîne li ser min jî...

    Herre!..

    Ger dikarî, awirên xwe yê ji agirê neşûştî afirî, bavêje hêlekê. Jê bifilite. Gotinên te yên ku bi tisînîyan maran, bi fîtîk ji devê te hildipekin, serhev bibire.

    Ya na ev ne yek, ne dudo. Ne sisê û ne jî çar… Te hemû tixûb dane ber lingan. Lingên te êdî eyba rûyan nasnakin.

    Lê her tişt… Heya derekê...

    Ew kert, ew neqeb, ew bûhêrk bi şûnde ma. Ji bo min û ji bona te. Lewra ez bi rastî jî êdî nikarim, ji te re bibêjim…

    Ez nikarim te û rûyê te yê bi maske, bêgotinîya te ya bi hestbazar, dahfên te yê curbecûr, xeydokîya te ya bihesab xweş bibînim.

    Lewra roj jî ji te re, başî-nebaşî jî ji te re.

    Lê dil çawa bikute, mirêka dil jî welê xwîya dibe. Welê olan dide, şewq dide, şewl dide, deng vedide. Mîna çinînan.

    Te tovên jahrîyê çinînin. Bivênevê, dê tu jî şitlên jahrîyê biçinî.

    Lewra di cihê xatirxwestinê, birêkirinê, oxirdayînê; di cihê rojbaşa pîroz; hilde fêkîya xwe. Fêkîya xwe ya ji jahr ê:

    “Roj-jahr!..”

    16 Adar 2004
    [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1