MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • Jinebîya Anfalê
    Tosnê Reşîd: [email protected]


    Min di şevêke kolêcê da şiîrên xwe xwendin. Piştî çend rojan Serbest nêzîkî min bû û got, wekî şiîrên min gelekî wî xweş hatine, bi taybetî şiîra ‘Berbang’. Bin bandûra wê şiîrê da wî tablo kişandibû. Tablo nav kaxazeke mezin da pêçayî bin milê wî da bû. Wî ew vekir û dirêjî min kir: ‘Min ‘Berbang’ a te bi vî teherî dît. Ev bira bibe dîyarî ji alîyê min da. Ez evîndarekî talanta te me’. Paşê em ê gelek caran ser van gotinan bikenîyana, lê hingê ez soro moro bûm û min nizanibû çawan bikim. Gelo çiqwas wê rast bibe, eger ez ji xortekî hema bêjî nenas tablokî çawan dîyarî hildim. Dayka min wê nebêje; ‘Porê te kurbe, dûrî bav, bira, xelkê ji me ra çi bêje, tu çawan ji destê xortê xelkê dîyarîyên usan hildidî?’ Lê merdaya wî bi min xweş hat û min ew tablo hilda.

    Ji nêzîk va nasîya me bi hev ra tune bû. Me bêtir li sivdera kolêcê hev didît û peyvandina me bi hev ra ji silavê derbas nedibû. Lê vê carê ew usan bi merdane nêzîkî min bû, qey bêjî em nasê bîst salî ne.

    Û ew merdaya wî bi min xweş hat.

    Min ji dayka xwe ra got, wekî em bi hev ra dixwînin û ji mêj va hev nas dikin. Wê serê xwe teherekî hejand lê tişt negot.

    Ew tablo û şiîra ‘Berbang’ teherekî bûn pira di navbera me da, hema bêjî bûne mukurhatina evînê. Êdî ji dûr va em bi hev ra dibeşirîn. Me rîya xwe timê hev dixist. Bêyî ku ji hev ra bêjin, em herdu jî zû zû diçûne pirtûkxanê û pirtûkxane teherekî bû cîyê hevdîtina me. Carana, gava em ji xwendin û nivîsarê diwestîyan, bi hev ra derdiketin, carên usan dibûn, me bi hev ra diçû qawe vedixwar.

    Min tablo bi diwêr va darda ne kiribû. Lê çiqwas ez di mal da tenê bimama, min ê tablo derxista, di fêza masa xwe da dardakira û demeke dirêj lê mêze dikir. Ser tablo çîya bûn xwe hev pêçayî û tîrêjên Roj ê, ên yekemîn ji piş wan xwe avîtibûn esmana.

    Çiqas jî cara yekemîn gava hatin xwezgînîyê min, bavê min got: ‘Na, hê dema keça min mêr kirinê nîne’, lê gişkan jî zanibû, wekî ew hinekî xwe giran dike, dilê wî heye min bide.

    Piştî şîranîyê me xwarin, rîya mala me ber Serbest vebû. Ew zû zû dihate mala me, gelek caran em herdu tenê diman. Em diketne kêf û heneka, me hev hiz dikir. Wan rojan me usan jî ji xwe ra plan çê dikirin. Min gelekî zû texmîn kir, wekî Serbest ji hunermendîyê der kêm tiştî zane, xema kêm tiştî dikşine. Lema jî, piştî zewacê, divêt giranîya malê bêtir min hilda ser xwe. Hê berî şayê Serbest ji min ra digot, tu ê bibî malxuya mala me.

    Me herduyan jî xwandina xwe temam kiribû û zûtirkê şaya me kirin.

    Divêt ew bibûya destpêka pêkhatina planên me.

    Lê usan ne bû…

    Ji roja şaya me sê meh derbas bibûn. Mîna vê gavê ew roj tê bîra min.

    Bira ew roj here, venegere!

    Serbest kovarek di dêst da dixwend, min jî kinc ûtû dikirin. Paşê Serbest demjimêrê nihêrî, kovar ji destê xwe danî û got: ‘Dereng e, êdî nîvê şev ye, em herin razên’. Min got: ‘Tu here, vî karê dest xwe da ser hev da bînim, ez ê jî bêm’. Serbest nêzîkî min bû, destê xwe bi stuyê min ra bir, ez ramûsam û hêdîka di guhê min da got: ‘Dereng nemînî, ha’ û berbi jûra razanê çû.

    Hê Serbest negihîştibû derê jûra razanê, gava dêrî xistin. Me li çavên hev nihêrî, em benda tu kesî nîn bûn. Min xwast herim derî vekim, lê Serbest nehîşt:

    - Raweste, ez ê vekim. - Zivirî û çû derî veke.

    Wî çawan zerza dêrî vekir, şeş, hevt kesan derî zerp tev dan û bi carekê ra dakutane hundur. Gişke bi çek bûn. Du kesan dest xwe da destên Serbest girtin û bi piştê va badan, yekî jî tiving rasî min kir: ‘Tu dengê xwe bikî, ez ê te bikujim’. Ên mayîn ketin nav pirtûk û kovaran, nav kinc û nivîna. Di nav sihetekê da mala me serobinî hev kirin. Ne jî digotin ka çi digerin.

    Piştî şayê min di qulçekî tabloya Serbest dîyarî dabû şiîra ‘Berbang’ bi destê xwe nivîsî bû û me ew tablo fêza masa xwe da darda kiribû. Me herduya ji xwe ra navê wê tabloyê kiribû ‘gistîlka nîşanîyê’. Em wê bawarîye bûn, wekî ji bo zewacê, me şiîr û tablo pev guhastine. Ji bo me ev wek gistîlkên nîşanîyê bûn.

    Yekî ew tablo ji dîwêr anî xwar, di destê xwe da çend cara wergerand, nivîsara ser xwand û vegerîya ser Serbest:

    - Ev tablo te kişandîye?

    - Erê.

    - Nivîsara ser jî ya te ye?

    - Na, nivîsar ya xanima min e.

    - Îcar çi? Bi vî tabloyî û şiîra ser nivîsar hûn çi dixwazin bêjin?

    - Berbang destpêka roja nû e, tîrêjên rojê jî ji piş çiya berbangê dertên û dibine nîşana roja nû. - Serbest xwest bi hemdê xwe şiro veke.

    - Na, di vir da tiştekî nixamtî heye. Çira niha şeva tarîye, wekî hûn bendî roja nû mane. Hûn dijî vê rêjîmêne, hûn guhastina wê dixwazin. Tablo gişk çîyane û roj jî ji piş çîya dertê. Ev çîya jî nîşana pêşmêrgane, hûn bendêne guhastin ji alîyê wan da bibe.

    - Na, usan nîne! Di vî tabloyî da tu sîyaset tune, ev tablo tenê hişîyar bûna gerdûnê tîne ber çavan, çi ku şiîrê da tê gotin.

    - Baş, em ê tablo bi xwe ra bibin, yên ji te ra şiro vekin, hene. - Û tablo hilda.

    Hinek pirtûk bi zimanê înglîsî bûn. Wan yeko, yeko ew pirtûk nîşanî Serbest dikirin û dipirsîn, ka ew pirtûk di der heqê çi da ne. Pirtûk bêtir ser hunermendîyê bûn, lê dîsan jî çendeka guman kire dilê wan û ew pirtûk jî bi xwe ra birin.

    Ew ê tiving ser min ra girtibû usan jî ma heta ên mayîn karê xwe temam kirin.

    Gava Serbest ji mal derxistin, ew carekê ser milê xwe zivirî, li min nihêrî û got:

    - Ber xwe nekeve, min tu tiştekî xirav nekirîye, ez ê zûtirkê bêm.

    Pey gişkan ew ê tiving ser min ra girtibû derket. Berî derketinê wî ji min ra got:

    - Ez va diçim, hema dengek ji te derê ez ê hin te, hin jî mêrê te bikujim.

    Ji wan bê xwedêyan her tişt dihat bawar kirin, lewma jî heta dengê motorê hat birîn jî, min newêribû dengê xwe bikim. De îcar paşê bû zare-zara min. Taxa me gişk ser min da hilşîyan, lê wê çi bikirana, hema bêjî tu şevên usan ne dibûn, wekî kes nebirana.

    … Çend salên pêşin ez hema usan benda wî bûm, min tirê wê va bê. Yekî derî dixist, min tirê ew e, min banz dida ser xwe, dengek dihat, min tirê ew e…

    Serbest di jîyana xwe da tu tiştekî ne qanûnî ne kiribû, ew ji karê sîyasî dûr bû. Jîyana wî, ew hunermendî bû, tabloyên wî bûn, planên me bûn. Wê çi şerî bavêjnê, çi menîya lê bigrin, min nizanibû.

    Xwesî, xezûrê min, tîyên min, derge dîwan nehîştin, wekî neçûnê, lê tu kesî gilîkî rast neda destê wan. Tu kesî ji wan ra negot, ka kî birîye, ji bo çi birine, ku da birine, zêndîye yan kuştîye. Pir caran min ji xelkê dibihîst, wekî ev planeke hukumatêye bi navê ‘Anfal’ û seva te bibin û bikujin, bes e tu kurd bî. Lê min ji tu kesî bawar nedikir, hêvîya xwe nedibirî. Çira çi bû hema usan mirovên am û tam bibin, bikujin. Çira kurd ne misilmanin, wekî Anfal ê dijî wan bi kar bînin. Ne Anfal dijî kafiran e.

    Min zanibû, wekî Serbest zêndî e, min tu caran bawar nekir, wekî ew dikare kuştî be.

    Û ez şev û roj benda wî bûm. Rojên min gişk mîna hev bûn û gelekî giran diçûn, her yek qey bêjî dibû salekê. Pêwendîyên min bi mirovan ra lap kêm bûn. Hema bêjî tu kesî derê min venedikir, min jî nedixwast bêyî Serbest tu cîya da herem. Ez bendê bûm Serbest bê û em bi hev ra herin mêvandarîyê.

    Tenê bûn bû teherê jîyana min. Gava dinîya li min dihate hev, bîna min teng dibû, min xwe disparte şiîra, tabloyan, ew ji min ra dibûn berbîn, mefer. Bê guman ez ne wê bawarîyê bûm, wekî di wan da hunermendîke mezin heye, lê wan nîn bûya, ez ê yan dîn bûma, yan jî minê xwe bikuşta.

    Min berê tablo nedikişandin. Piştî birina Serbest tablokî wî nîvîşkan mabû. Ez çiqwas ber ra biçûma, bihatama, hinekî ber radiwestîyam, min lê mêze dikir. Min digot bira usan bimîne, heta Serbest vedigere, wê temam bike. Usan çar meh derbas bûn. Rojekê jî min filçe hilda destê xwe, got ka ez hinek tişt ser da zêde bikim, ka Serbest bê wê texmîn bike. Paşê rojê tiştek min ser da zêde kir, heta rojekê jî min texmîn kir, wekî tablo qedîyaye. Min ew derxist danî qulçekî malê û dest bi tablokî dinê kir.

    Hêdî, hêdî destên min fêrî filçê bûn, fêri molbêrtê bûn. Di serê min da dîdem peyda dibûn, min reng texmîn dikirin.

    Bê guman her tişt bo min zelal nîn bû, ka renga çawan tev li hev bikim, kîjan reng ji bo çi baş e. Ez bersiva pirsên xwe di pirtûkên Serbest da digerîyam û wan pir pirs ji min ra zelal dikirin.

    Carên usan dibûn min qulçekî tabloyê da şiîr jî dinvîsîn.

    Lê min şiîr û tabloyên xwe nîşanî tu kesî ne dikirin.

    Rojên min, hema bêjî gişk mîna hev dihatin û diçûn. Di jîyana min da tu guhastin ne dibûn. Lê ez benda guhastinan bûm. Ez bi wê hêvîyê bûm, wekî rojekê Serbest wê vegere û di jîyana min da her tişt wê bê guhastin.

    De îcar min ji bo wan guhastinan plan çê dikirin.

    Planên min gişk ji hatina Serbest dest pê dibûn. Paşê zar, mezinkirina zaran, zewaca wan… Lo heta digihîştme nevî, nevîçirkan jî. Ji alîkî mayîn va pêşengên Serbest li Avropa vedibin û em bi hev ra diçin.

    Hinek planên min jî ser wê hîm dibûn, wekî çawan Serbest bigihîje mal, em rêkê bibînin û ji Îraqê derkevin. Gelek hevalên me derketine û niha li welatên Avropayê dijîn. Ew ji jîyana xwe pêxweşin. Li wir tirs tune.

    Girî jî bibû beşekî jîyana min. Hema bêjî roj tune bûn, wekî ez negirîyama. Carna hema usan, bêyî hemdê min, ez rûniştî te hew nihêrî hêstir ji çavên min barîn.

    Bi vî teherî sê sal, heyşt meh û pênc roj ji roja birina Serbest derbas bûn. Êvarekê jî di jûra xwe da rûniştî min dinvîsî, gava texmîn kir yek li min dinhêre. Ez bi tirs ser milê xwe zivirîm û çi bibînim, wê Serbest li piş dêrî rawestîyaye. Min şabûna nizanibû çi bikira, ez rabûm, wekî herim xwe bavêjme pêsîra wî. Lê wî bi carekê va ez dame rawestandin û ji min ra got:

    - Ji cîyê xwe ranebe, hema tu rabî, hew êdî min dibînî.

    Ez di cîyê xwe da sar bûm, mam. Min li wî mêze dikir û ji çavên xwe bawar ne dikir; nav van sê sal û heyşt mehan da tu tişt ne hatibû guhastin, heta kincê wî jî ew kinc bûn, bi kîjana va ew ji mal derxistin, birin. Qey bêjî lezekê pêş da biribûn û niha vegerîya bû mal.

    Min carekê jî hizing da xwe wekî rabim, dîsan ji min ra got:

    - Min ji te ra got, ranebe. Yan tu naxwazî êdî min bibînî?

    - Ji çi ra, qet te bîra min nekirîye?

    - Min bîra te nekira, ez ne dihatim. - Di dengê wî da teherekî sarbûn hebû û wê sarbûnê şeka min dişkênand. Min xwest guhasinekê bikim vê rewşê.

    - Tu rûnê, ez herim mizgînîyê bidme dê û bavê te.

    - Na, ji kesî ra tiştekî nebêje.

    - Çawan? Dayka te seva te ewqas hêsir barandine, lê mizgînîyê nedimê! - Min got, ji cîyê xwe rabûm û berbi dêrî çûm. - Tu rûnê, va ez ê wan bînim. - Ez vegerîyam, beta vebûye. Di wê rojê da ez tê gihîştim, wekî ew xalî nîne, wekî hatina wî şertên xwe hene û her tişt gerek bi gotina wî be. Usan nebe, beta vedibe. Wekî ez bi gotina wî nekim, rojekê jî dikare here û êdî venegere.

    Û ev deh salin, çiqwas ez di mal da tenê bimînim, wê bê. Ev deh salin bi wan kincan va tê. Min carekê jê pirsî ka ji bo çi kincên xwe naguhêze, berê got: ‘Ez van kinca hiz dikim, me bi hev ra kirîne’, lê paşê ser da zêde kir: ‘ Ji bo min êdî tu caran guhastin nabin, ez ê heta hetê ha bimînim’.

    Êvarekê, gava Serbest dîsan hatibû, min got hela ji cîyê xwe nelipite, ez wênê te bikşînim. Ew kenîya û got, de bikşîne. Wêne gelekî baş derket. Berî wê min tabloyên xwe nîşanî tu kesî ne dikirin, lê nizanim çi ra min xwest wî tabloyî qet na nîşanê hevala xwe, Narîn ê bikim. Û gava ez û Narîn tenê man, min tablo derxist û nîşanî wê kir:

    - Ev min duh êvarê kişandîye, gava Serbest hatibû bal min. - Min paşê teherekî ji van gotinên xwe şerm kir, serê xwe kire ber xwe û got. - Lê ew nêzîkî min nabe, gava ez berbi wî diçim, ew beta vedibe.

    Narîn ji gotinên min şaş û metel ma, çend caran min nihêrî, tablo nihêrî û ji min ra got: ‘Te ji min ra gotîye, ji kesî mayîn ra nebêje, wê ji te bawar nekin’. Bi texmîna min wê jî ji min bawar nekir û fikirî, wekî ez dîn bûme. Ez ji kî ra dibêjim, kes bawar nake, wekî Serbest tê bal min. Nizanim çawan bikim, wekî bawar bikin. Xwe wan nabim di mala xwe da nadim rûniştandin, wekî Serbest bibînin. Hemîn gava kesekî mayîn di mal da hebe, Serbest tucar nayê mal. Carên usan jî bûne, wekî di mal da bûye û yekî dêrî xistîye. Ez radibim herim derî vekim, piş xwe va dizvirim, Serbest tune. Nizanim çawan diçe, wekî ez texmîn nakim. Min çend cara gotîyê jî, wekî Sedem nemaye, muxabarat nemaye, lê dîsan jî xwe ji kesên mayîn vedişêre. Tenê hingê tê, gava ez li mal tenê me. Gava derî dadayî jî dibe, dîsan jî ez hew dinhêrim himberî min rawestîya, yan rûnişt. Min carekê jê ra got, min kilîta dêrî guhastîye, tu çawan derî vedikî. Kenîya, qilîçka xwe nîşanî min kir û got: ‘Ez bi vê qilîçka xwe dikarim derên cihanê gişkan vekim’.

    Dayka min çiqas xwarineke xweş çê bike, çiqwas mêvan bên mala wan, wê bişîne pey min. Lê ez nikarim dirêj di mala bavê xwe da bimînim. Divek Serbest bê, bibîne ez ne malim û dilê wî ji min bimîne. Carna usan dibe, ez diçim, lê benda xwarinê jî nikarim bimînim. Dayka min ber min digere, ‘La, lawo, xwarin êdî kelîyaye, hema hinekî bi me ra bixwe, bira dilê dîya te jî hêsa be, wê çi bibe’. Lê ez namîmim.

    Serbest li bajarê me hunermendekî naskirî bû, tabloyên gelekî xweşik dikşandin. Tabloyên wî dadanîn pêşengehan jî. Carekê jî, gava hatibû, min jê ra got, ka hinekî zêde bimîne, tablokî dîsan wek berê bikşîne. Got na, ez niha êdî tabloya nakşînim. Sura min, a hunermendîyê e bal te dîhar bûye. Niha êdî tu dewsa min tabloyan dikşînî. Di dû ra min hê zêde mêla xwe da ser tabloyan.

    Êvarekê min xwest ji wî ra şiîrên nû nivîsî bixwînim. Min çendekên evîntîyê jî xwendin. Berê min jê şerm dikir şiîrên evintîyê bixwînim, lê vê carê min serbest xwendin. Gava min devtera xwe girt, serê xwe hejand û got, ‘cihan gişk serobinî hev bû, ewqas tişt hatin guhastin, lê tu qet nayêyî guhastin’. Divek gotina wî rast e, lê çi gerek bal min bihata guhastin, ez nizanim.

    Min carekê jê ra got, ka navnîşana xwe bihêle, ez ê ji te ra nama binvîsim. Kenîya, ‘Çira tu nizanî li Kurdistanê post kar nake, name wê çawan bigihîjne min’. Paşê hinekî melûl got, ‘ Dema tu bixwazî min bivînî, ez ê bêm, qet xema nexwe’.

    Nav van deh salan da qet nehatîye guhastin, dîsan ew Serbest ê deh sal berêye, dîsan ew kincin, dîsan ew simêlên tenikin ber lêvê. Lê ez mezin dibim, hinekî jî qalin bûme.

    Hevtîya çûyî min gotê, wekî piştî çend salan ez ê lap pîr bibim û tu ê nexwezî min bibînî. Êmê bîstekî bêdeng ma, paşê got: ‘ Xên ji te gişka ez ji bîra kirime’.

    Duh na pêr dayka min dîsan hatibû. Berê hinekî ser min da girîya, paşê çîroka xwe ya herdem dest pê kir: ‘Lawo, heta kinge tu ê ha bimînî, axrîya te wê çawan be? Em çawan bikin, bextê te jî wa bû. Ya Xwedê e, keça min, heta niha kî pey mêran ra xwe kuştîye. A, tu niha jî mêr nekî, çend salên dinê êdî kes wê te nexweze’.

    Ez van gotinan hema bêjî ezber zanim. Du, sê rojan carekê wê bê û van gotinan bêje. Dayka min gelek derd dîtine, lema jî ez naxwazim dilê wê biêşînim û ber dilê wê da têm. ‘Dayê, mêrê min heye û pirsa cihê bûnê jî tu caran nehatîye meydanê. Îcar çawan dibe, ez wî bihêlim û herim mêrekî dinê bikim.’ Ser van gotinên min çavên wê tijî hêstir dibin û hêdîka dibêje: ‘De ka em rojekê herin mala şêx, bira ji te ra niviştekê bike, wê çi bibe’. Ez dîsan jî ber dilê wê da têm: ‘Baş, dayê, kingê pêwîst bû ez ê ji te ra bêjim’.

    Û her car bi hêstir û girî ji bal min diçe.

    Birakî min jî dema Anfalê birin û jina wî di mala bavê min da ma. Piştî du salan malbavanê wê hatin û keça xwe birin. Niha sê zarên wê ji mêrê duyemîn hene. Gava çavê dayka min wan dikeve, kizîn ji dilê wê tê.

    Diya min dixwaze ez jî mîna bûka me mêr bikim. Lê ez ê çawan mêr bikim, gava mêrê min heye û ser min da tê.

    Îro jî dayka min dixwas bihata, lê min got neyê, karê min pir e. Wekî dayka min bê, Serbest wê neyê, gava kes bal min hebe ew nayê.

    Çend mehên pêşin min dixwast jê ra bêjim, wekî qet na şevekê bal min bimîne, lê min şerm dikir. Lê niha êdî em hînî vê rewşê bûne. Em bi êvaran heta nîvê şevê dikevne galegalên şîrin û ez texmîn nakim, ew kingê ji bal min diçe. Çawa tê xuyayê, ew dimîne heta ez bi xew ra diçim, paşe dihêle, diçe.

    01.10.93

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1