MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • Ji rojên gundek vê deştê
    Ehmed Mihemed Îsmaîl


    Li ciyê xwe raweste, li her çar hêlên xwe li deşta beyar a derdorî xwe binere, ji ber piyên xwe dest pê bike... zevîşovek nûkêlayî digel xanîkan. Li rexê şovê cokek kêmav a gavek - du gavan pan, ber bi jêr dadiçe. Bila bala te li ser wê nebe ka çima ev cok di vê deşta hişk û req re dibore. Tu binere, ta çav bisihirîne her ax û toza sor, her bagerr û babelîska ber bi esmanan bilind dibe... Destê xwe bo çavên xwe bike sîwan û sîtavk û berê xwe bide dûrtir... ne girek, ne sîberek, ne şênatiyek bi ber çavên te dikeve. Tavilê çavên te diçikin û jê venabin: komek xaniyên axîn, nêzî bîst-sî mal, serên xwe dane hev. Mîna ku tirsa wan ji tiştekî hebe, li rex zeviyê teng li hev civîne. Ber bi rojhilat ji komika malan tu girek rût dibînî; bi gorran hatiye rapêçandin.

    * * *

    Birrek zarokên pêxwas ên gund, hin ji wan zikwerimî, bêhn bi ser kûçikekî xistiye, zend û best hildayî ji vê kolanê bo ya din bi dû se ketine, li her kuncika gund çerx û zivirok pê kirine... Gihiştin gumtikê raberî mala Xaltîka Eyşê. Duyan ji wan gavên xwe sist kirin. Fekirin hevdu û ji zarokên din ên arihayî veqetîn, ta xwe gihandin serê girik, ziman di devî de hatibû xwarê û her helke-helka wan bû.

    Yekî parçeasinek di destî de bazda nav zeviya pêşberî xwe, yên din bi destên xwe yên ji axê qirêj çalek vekolî. Wî serûçavên xwe yên di tozê re mayî hildan û bala xwe da mala Xaltîka Eyşê... Deriyê tenekeyî yê jengêgirtî ev çend roj bûn girtî bû. Ji aliyê zeviyê ve bi bilindiya çend piyan bi xiş û keviran dîwarkek hewşê hatiye lêkirin. Tevî ku Xaltîka Eyşê îro ne mîna rojên din li ber derî bû jî, mirov dikarî ciyê rûniştina wê diyar bike; hind pala xwe dabû dîwarê axîn ku şopa xwe lê hêliştibû. Bîskekê berê xwe ji derî negirt, bi devê bitoz bi derd got:

    - Nahêlin zarok biçin hewşa wan?

    - Ew her car şekiresorkan dide me, çawan nahêlin!?

    - Diya min niha ji min re got: eger kurê wê bihata, wê dê şekiresork bidana.

    Herduyan matmayî li hev nerî û lîstin û yarîkirin vehiştin.

    - Ew êvar tê bîra te ku bangî me kir?

    * * *

    Çend roj berî niha bû, mîna niha ew li serê gumtik dilîstin. Ew demek bû ku Xaltîka Eyşê jî li ber derî rûniştî bû, ji elinda spêdeyê ta tarîtî dadiket, wê pala xwe dida dîwarê hewşê û berê xwe dida deşta pêşberî xwe... Roj hê ava nebûbû, bi dengek lerizokî gazî wan kir:

    - Wirya, Azad, werin.

    Wan di cî de xwe gihandinê. Wê rûniştî destê xwe gihand berîka kirasê xwe, şekirok danê û gotê:

    - Ev ne ti ne... Bila şekiresork bo sibê bimînin.

    Wê şevê Wirya û Azad ji Xaltîka Eyşê zêdetir bi peroş û kelecan bûn bo şev zû bibore. Ta dereng xew bi çavên wan neket û nenivîn. Lê ku razan jî, ta spêdeyê di nav deryaya şekiresorkan de lîstin. Sibê zû gihan hev û berev ciyê lîstina xwe bi rê ketin. Xaltîka Eyşê wek her car li ciyê xwe bû.

    Zelamên gund li ber dîwarê mizgeftê serên xwe dabûn hev... Li ber rojên din, gelek kes neçûbûn ser kar lê herdu zarokan ti hay û aga ji heys û beysa gund nebû. Xeyalên wan her li ser şekiresorkan bûn. Gelek pê neçû, yek ji zelamên gund çû cem Xaltîka Eyşê û wiha gotê:

    - Îşev wan zanîbû ku dê bêt...

    Tenê ew wisan jê re got lê Xaltîka Eyşê hemî mesele fam kir, qîjînek jê hat û dev-û-dev ket erdê. Bi çardestî birin hindir... Du roj pê neçûn, du gorrên din ên nû li serê girik hevdu hemêz kirin.

    * * *

    Wirya û Azad bi dagirtina çala li pêş xwe mijûl bûn. Wirya hinekî pûnijî û got:

    - Em biçin.

    - Kû ve?

    - De tu were!

    Ji nav darbiyên mala Wirya wan du çiqilkên qamîş hilkişandin, li kêleka herdu gorrên nû çalek bû koland û av dan.

    * * *

    Niha jî li ciyê xwe raweste, li her çar hêlên xwe li deşta beyar a derdorî xwe binere, ji ber piyên xwe dest pê bike... zevîşovek dewisandî digel çend xanîkan. Li rex şova dewisandî cokek teng a gavek du gavan pan ber bi jêr dadiçe. Yekser cokek avê dikeve xeyalên te...

    Destê xwe bo çavên xwe bike sîwan û sîtavk; ta çav bisihirîne her ax û toza sor, her bagerr û babelîska ber bi esmanan bilind dibe. Berê xwe bide dûrtir... ne girekê, ne şênatiyekê dibînî. Tavilê çavên te diçikin: bermayiyên komek xaniyên axîn, nêzî bîst-sî mal. Berev rojhilat ji komika malan li ser girekî çar-pênc davên qamîş daçemîne hindavî du gorran û sîberek teng jê re çêdikin.

    1/1980
    Çapa orîjînal: Le rojjimêrî dêyekî em xware da

    Ji soranî: Husein Muhammed, 2003

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1