Di 07.05.1969 carekedin hatim Dunyayê..
lê..!..û ev cara yekemîne ku cegerdikim û bidegelî..bi dengekî bilind
dibêjim ku ez dîsan Mirî hatim ser rûwê Zimînê ''Miîye.."dengê Textor Nafiz
ket guhê min; du hêstirên germ ji çavên bavêmin Sofî Ehmed ê Xerat biser
rûwêminde ketin;dengêwî ji dereke kûr dihat ji birayêminî mezinre Smayîl
digot "Gora wî bikolin.." Min xwest bêjim:"Na..!..vêcarê na..Fersendakê bidin
min..wiha nekin eve şensêminî dawîye.." lê min qet nikarîbû ti livê bidim
xwe ..Qîra diyamin bilindbû û xwe liser hemû dengên din girt "Na..lawkêmine..kezebamine
tucar nahêlim hûn wî binax bikin..min pêşî binaxbikin pasşê wî.."
Ez zaroka dehemînbûm.."Tu û hêzeke mezin, veşartî, ketine çilê hev... Hêzeke
bêcir,heftgiyan;bigir û tije Evîn..herheft giyanê xwenûjînbûnawê xwe li
canê Zarokate a dehemîn girtine wîjî ew himbêzkirine..ew bixwejî dizane
ku ewê gelekî biêşe..derd û eleman biceribîne ..wê kurmên Aramê hêwî laşê wî
bibin..lê Giyanên wî ên serhişk, egîd û cengene wê tucar wî bitenê nehêlin..Ew
serêxwe tucar ji Felekêre natewîne..Qedera tejî ku tê piştawî di rêwitiya
di gerînoka jiyanêde bigre.." Di roja heftan de jineke cengene wiha ji diya min
Nûra Abêre got.
Û bîst û çar sal bivî awayî min bûrandin..!
Mirî min bi zarokên Taxêre dilîst..diçûm dibistanê..mirî Evîndar dibûm... diketim
serê govendan.. himbêza cengên bi Rûm..Megûl..Firs..û pêxwasên Mûhemedî re..lê
dengê stranênmin mîna perdakî ji çîçekên Buhareke xemgîn û swareke westyayî
ku bitenaxwe di cengeke girande maye.. swarek ta bi qada şer jêre bûye xefk, sistbûye..û lingên mihînawî têde diçin xwar..êdî ez mirîbûm..digel ku hemû kesan
bidemêre jibîrkiribûn ku ez mirîme..lê min jibîr nedikir..Mirî nikarin
jibîrbikin ku ew mirîne..û heger ew carcarna jibîr dikinjî lê dengên lingên
Zindîyan ku pêl gorênwan dikin..kenênwan bilez bibîrtînin ku ew mirîne..
Wateyên cî û demê libamin tunebûn..lê min zanîbû ku jînmirinamin tiştekî
gelekî biwateye û gelekan acizdike.."çawa ew bê fermaname dimre..dengên
leşkerên dewltê dihat min ku liber deryê hewşê ji diyaminre digotin fermandar
wî dixwaze.."
Lê... qet nefikirîm ku serêxwe bitewînim,min dizanîbû ku Felek libende
min û vê yekêye.
Li kolan û kuçên şaran kurmên aramê biminre bûn..ji aramamin ciz dibûn
bêhêvî û kêr diman..ta ku yeko yeko dev jimin diqeriyan,liser kevirên welatê te
yê sar li ber lingan diçûn..
Ev başûr e..û ev rojhilat e..îro êvara pêncşenbê ye..ji roja ku min
tu nas kirîye tişt hin bi hin wate ji wan re çêdibe..dixwazim dîsa serê dîlanan
bigrim..bikenêxwe yê bêcir û stranên Evînê guhên welatête yên bigemara
bank û fabrîkan tijebûye bilivînim,dilêwî yê sarîsar dîsa bi serpêhatîyênxwe
germ bikim...
Bîna..Sabîna.. li min negre lê rengên vî welatî girikîbûne..ez dizanim
kes jimin bawernake,ne Xanima ku li Viyêna jiminre dipirsî"çawa bi van
çavên reş û degel tu karî livan welatên sar û tar bijî" nejî fermandarê
polîs li Duisburg ku nikarîbû fêmbike çawa ez dikarim bi vê hêz û vînê
hezkirinate hilgirim..
Mîna ku gelekên din bawer nakin ku rojbûna xwe nizanim..û ew ne gereke
ku roja 07.05.1969 be..
Ez lehengê dawîme,didilêminde heft Êlên cengenan dijîn tevî sixêfênxwe,stranên
Flamingo û rêwîbûnaxwe ya bêdawî..
Ez bêcirê dawîme, dihundrêminde Mindalekî bêhedan heye, ku fêmnake çima
mirovê vî welatî dema ku kolan ji otombîlan valabejî lihêviya lampa sor
radiwestin ta ku kesk bibe..!?..
çima ken..girî..xew..hişyarbûn..EVÎN..gûkirin..hemû divê ligorî zagonanbin..gelo
kê ev zagon danîne..ma wî qet evîn naskiribû..??
Keçê dînê şefaqa sibêye..fabrîke û nehtorên vî welatî dikarin lihêviyame
rawestin..lê ne çivîkên beyanê, ne bêhna xaka lihêvîya baranê..nejî Evîn
nikarin rawestin..ew tucar lihêviya kesî nasekinin..
Bera Mencenîqên heft dewletan liser serê minbin..
Destûr û Qanûnên heft serdeman bidin ser piştamin..
Ezê tucar nefikiri, ku ezê têkherim...
Tenê..pencerê şarê Wuppertal li ber Evînê negre...
MUSES 27.12.2002