Dûjeh ji kevirên dilê wan kesan hatiye avakirin yên ku dibêjin: "Ti ji min nayê!"
Heywood Broun

Li wî cihî, yê serdestiyê nade bend û girêk û sinoran; li wî cihî, yê bindestî û bêzarî nayê pejirandin, li wê derê bawerî bi xebatê heye.
Mehmûd el-Mes'edî

Min carekê bihîst zarokek dihat şîretkirin: Wî tiştî bike yê ku jê ditirsî.
Ralph Waldo Emerson

Di jiyanê de herî zêde pêdiviya me bi kesek wa heye yê bistehiyê (cesaretê) bide me daku em wî tiştî bikin yê ku em dizanin.
Ralph Waldo Emerson

Yezdan alîgirê wêrekan e.
Ovidius

Yê bihêz ew e yê ku hem amadeyî şerr e û hem jî dikare şerrî paşve bixe.
Lucanus

Wêrekî qet tine ye; hemî pileyên tirsê ne.
John Wainwright

Mirin direve ji her kesî yê ku ti qîmetê nadiyê.
Daryos

Baştir e şêr bî rojekê, ne mih bî hemî jiyanê.
Elizabeth Kenny

Bistehiya xwe berhev bike û dest ji tirsa têrxem berde.
Vergilius Maro

Her afirandin wêrekî ye.
Christian Morgenstern

Çepikên tenê kesekî jî xwedî bandorên mezin in.
Samuel Johnson

Nizanim ti tiştî bistehtir ji hêz û hinêra mirovî ya bi gavên jixwebawer dikare jiyana xwe xweştir bike.
Henry David Thoreau

Pîvana nirxê rast û resen: ka can dikare xwe li ber çiqas rastiyê bigire, ka wî bistehiya çiqas rastiyê heye.
Friedrich Nietzsche

Wêrekî belkî êşek dijwar be.
Graham Greene

Bi rastî wêrek bûye yê yekem kes bû ku oyster xwariye.
Jonathan Swift

Wêrekî ew e ku ji du xirabiyan ya kêmtir bibijêrî.
Stendhal

Rîskan bigire! Hemî jiyan rîsk e. Herî zêde ew pêş dikeve yê diwêre û dixebite.
Dale Carnegie

Ger ti newêre, ti wernagire jî.
John Heywood

Nefret dikim her tiştî yê zanîna min zêde dike lê daxwaza xebatkirina min geş nake.
Johann Wolfgang von Goethe

Bes e suhbeta li ser qenciyê. Bi xwe qenc be!
Marcus Aurelius

Mirovên qenc stêrên dema xwe ne, ronahiyê didin serdemên bên.
Ben Jonson

Pirraniya me razî ne ger tenê bikarin mal û namûsa xwe destlênekirî biparêzin.
Niccoló Machiavelli

Felsefe rêya kirinê nîşan dide, ne ya gotinê.
Lucius Annaeus Seneca

Yê li janên xwe binale, dibe bendiyê wan; ti kes nagihe heqê xwe ger xwe ranekêşiyê.
Kaarlo Kramsu

Hêvî dikim bizanim ku ji goriyan im, ne ji celadan.
Adam Michnik

Li derazînka dilwasiyê ji xwe bipirse ka diwêrî îro çiqas bistehiyê bikarneînayî bihêlî.
Tommy Tabermann

Bistehî ji hêzên mirovî ya bihêztirîn e. Dema fêrî wê bibî, ti tişt nikare te bişkîne. Ti tişt.
Norman Vincent Peale

Bihêz û bisteh bin... çiku ezdan, Xwedayê we, li gel we dimeşe. Ew we bi tenê nahêle û berê xwe ji we nagire.
Peymana Kevn

Wêrek berdiliyên Felekê ne.
Vergilius Maro

Yê vîn û îradeyek xurt hebe, dinyayê wek xwe lê dike.
Johann Wolfgang von Goethe

Ya giring ne jiyan e lê ew bistehî ye ya ku mirov diîne jiyanê.
Hugh Walpole

Ji yên tirsonek re bibêjin: Dilêr bin, netirsin.
Peymana Kevn

Ma dê jiyan çi ba ger me bistehiya cerribandinê neba.
Vincent von Gogh

Xwe ji bîr bike! Mereqa xwe bide ser bistehiyê.
Norman Vincent Peale

Dinya wek gezgezînkê ye. Ger tila xwe bikiyê, dê bi te vede. Lê bi destê xwe bişidînî, ti li te nake.
Edward G. L. Bulwer-Lytton

Kêm in li vê dinyayê ew asteng yên mirov bi hêz û hinêrên kêm jî nikariyê.
Henry David Thoreau

Divê em biwêrin, hê jî biwêrin û paşî wêrekiya xwe bidomînin.
George Jacques Danton

Mirovên qenc herdem wêrek in lê yên wêrek ne herdem qenc in.
Kungfuçe

Divê bistehiyê hem çav û hem jî dest hebin.
H. G. Bohn

Bo yê têr bisteh her welat warê wî ye.
Demokrîtos

Mirovê bisteh dikare li biyanistanê jî her wek li warê xwe bijî. Ne sirişta lêmangehê lê helwesta mirovî bi xwe çawaniya jiyanê diyar dike.
John Lyly

Cidî me; li berdêlan nagerrim; lêborînê daxwaz nakim; gavekê jî paş ve na-avêjim û têm guhdarîkirin.
William Lloyd Garrison

Mêrek wêrek bo peydakirina helwesta pirraniyê bes e.
Andrew Jackson

Hemî bo yekî û yek bo hemiyan.
Alexandre Dumas

Her ramana nû pêşî raya kêmaniyekê ye ku tenê ji kesekî pêk tê.
Thomas Carlyle

Bistehî vegir e. Dema mirovek wêrek helwesta xwe diyar bike, yên dî jî ji xwe piştxurt dibin.
Billy Graham

Wêrekî ji qenciyan ya herî sadetirîn û girrtirîn e.
Herman Merville

Wêrekî li bazarê tiştê yekem giring, duyem giring û sêyem giring e.
Thomas Fuller

Yezdan ne canê newêrekiyê lê canê xurtiyê û jihevhezkirinê û pakiyê daye me.
Mizgîn (Incîl)

Qehremanî bilindiyek e ku ne yên qels û ne jî yên kêmbawer dikarin bigihinê.
Henry Amiel

Bo yê dilêr ti tişt nîne çênebe.
Jacques Coeur

Hişyar bin, di baweriya xwe de qayim bin, gernas bin, xurt bin.
Mizgîn

Yê heq qet naheje.
Mizgîn

Nîne ti gef û talûke ya ku mirovê bawer nikare serî jê bistîne. Rêya pîroziyê ji deriyê sebr û wêrekiyê dest pê dike. Yê wêrek bi aramî û hêminî pêrgî asteng û dijwariyan tê û wan radimale.
Axel Fredenhom

Bisteh be daku hêzên mezin alîkarî te bin.
Basil King

Biwêre ew be yê ku baş dizanî ku dikarî bibî; biwêre bibe ew mirovê mezin yê ku ti car nebûyî.
Norman Vincent Peale

Kes hene ji taqeta xwe pitir dikin, hin jî ji bistehiya xwe pitir dikin.
Marthurin Régnier

Şans diyarî mirovên wêrek hatiye kirin.
Ennius

Şerrvanê çeleng hêrs nabe.
Laotse

Jiyan berxwedan e lê ne ceng e.
John Burroughs

Ta pêşî ne newêrek bî, nikarî bibî egîd û qehreman.
George Bernard Shaw

Egîd ne ew mirov e yê qet natirse; mirovê wisan tenê ehmeq e.
Egon Friedell

Tirs û hêvî dikarin ji hev bên veqetandin, û nîne tirs bêyî hêvî, wek ku nîne hêvî jî bêyî tirsê.
François de La Rochefoucauld

Tirs yekem tişt bû ku xweda afirandin.
Cæcilius Statius

Tam wek ku kelemçe yê girtî û yê çavdêrê wî bi hev ve girê dide, wisan hêvî û tirs jî bi hev re dimeşin; tirs dide pey hêviyê.
Seneca

Leşê birîndar ji destlêdanek nerm jî direve; siya vala mirovên xembar bi tirsa xwe dadigire.
Ovidius

Ne bela û mirin tirsnak in lê tirsa bela û mirinê.
Epiktetos

Tirs zimanî lal dike.
Terentius

Her kes ji xwe ditirse û her kes tirsên kesûkarên xwe pêkenok dihesibîne.
J. A. Spender

Tirsê pirr çav hene.
Miguel de Cervantes

Tirs bi asanî wa dike ku mirov bawer bike ku ya herî kembax dê biqewime.
Quintus Curtius Rufus

Nizanim ka divê ji çi bitirsim lê dîsan jî ji her tiştî ditirsim.
Ovidius

Tirsê wêrekî dayê.
Ovidius

Tirsa mezin bi wêrekiyê tê niximandin.
Lucanus

Pirrî car tirsa mirovî digihe wê pileyê ku mirovî dike zêde-wêrek.
Otto Weiss

Neçar dimîne ji gelekan bitirse ew mirov yê ku gelek jê ditirsin.
Laberius

Wek çawan wêrekî jiyanê dixe talûkeyan, tirs jî wisan wê diparêze.
Leonardo da Vinci

Hemî tişt kêmtir tirsnak in ji ku dixwiyin.
William Wordsworth

Tirsa ji talûketiyê deh hezar car tirsnaktir e ji talûkeyê bi xwe.
Daniel Defoe

Ne hewceyî şûrî ye ew yê ku ne bendiyê tirsê be.
Mahatma Gandhi

Di jiyanê de divê ji ti tiştî neyê tirsîn. Divê tenê bo têgihiştinê bêt têkoşîn.
Marie Curie

Gelek kes wa pirr ji mirinê ditirsin ku qet dest bi jiyanê nakin.
Henry van Dyke

Tirs hişî dide yê bêhiş jî.
pendek frensî

Ti hest hindî tirsê mirovî bêpar nakin ji hemî hêz, hinêr û hişê wî.
Edmund Burke

Dersa jiyanê fêr nebûye ew yê her roj ji azmûna tirsê derneçe.
Ralph Waldo Emerson

Tirsîn cuda ye ji hindê ku bihêlî tirs kuriya te bigire û te li dor xwe bizivirîne.
Katherine Paterson

Tek awa ku bikarî pê ji stresê bifilitî ew e ku rû bi rûyî tirs û gumanê bibî û lê binerî ka ew bi rastî çi ne.
Joan Borysenko

Divê em tevî tirsê jî bixebitin - ne ji ber wê.
nenas

Tirsa ji jiyanê êşa xweşdivî ya sedsala bîstê ye.
William Lyon Phelps

Tirsa ji pêşerojê rastiya vê gavê xwehr dike.
J. S. Dorian

Li kuncika tarî ya nezaniyê herdem tirs şên dibe.
Maksîm Gorgî

Wê bike ya jê ditirsî, dê tirsa te vemire.
Ralph Waldo Emerson

Tirsa ji evînê tirsa ji jiyanê ye, û kesên ji jiyanê ditirsin êdî sê-ji-çar pişk ji xwe mirî ne.
Bertrand Russell

Kembaxtirîn tirsonekî ew e ku bizanî ka çi ye qenc û wê nekî.
Kungfuçe

Tirsê li derî da. Bistehiyê derî vekir. Û li pişt derî ti kes nebû.
nenas

Bila bi dilşadî li bîra me be ku ji belayan yên herî dijwar û kembax ew in yên ku qet nayên.
James Rusel Lowell

Tirs kembax dike.
pendek fînlendî

Ew ji xeyalên xwe ditirsin.
Marcus Annaeus Lucanus

Sawêr xwe nîşanî tenê wan kesan didin yên ku lê digerrin.
pendek elmanî

Tirsê xweda û bêşermiyê paşa afirandin.
Prosper Joylot de Crébillon

Ji ti tiştê te bihîstî netirse ta ku bi xwe nebînî.
Aysopos

Zanîn jehra dijî tirsê ye.
Ralph Waldo Emerson

Hindî pitir li xwe hişyar bî, dê pitir bikevî belayan.
Jean de La Fontaine

Talûketî tirsê diafirînin, û tirs talûketiyên nû.
Richard Baxter

Bêguman bo yên ditirsin ev dinya tijî talûketiyan e.
George Bernard Shaw

Wey Yezdan, min jî bistîne, / bibe nav Gulistana Mergê / çiku bizdok û behecok im / li herderê erjengiyan dibînim / di mirovan de ji her tiştî pitir.
Eino Leino

Pitir ji di rastiyê de, em di xeyalên xwe de êş û azaran dikêşin.
Lucius Annæus Seneca

Kêm tirsonekî hay ji hemî tirsên xwe heye.
François de La Rochefoucauld

Gelek bû kul û kovan di jiyana min de lê ji wan yên herî kembax ti car negihan miradê.
James Abram Garfield

Bêtirsî piran li pey xwe, tirs wan li pêş xwe dişewitîne.
nenas

Şkence ye ji wan tiştan bêt tirsîn yên ku ti çare bo nîne.
Anakharkis

Tirsê wêrekiya wî zêde kir.
Publius Ovidius Naso

Hin tişt hene nikarî jê birevî lê dikarî bişkînî.
Lucius Annæus Seneca

Xinêkar e yê hest bi tirsa pîroz dike, kembax e yê dilê xwe req dike.
Peymana Kevn

Mirin jî tenê bûyerek ji jiyanê ye.
William De Morgan

Ma ti kes dibe kole ger ji mirinê netirse!
Euripides

Gelo mirov çawan dikare azad bijî? Bi bêqîmethesibandina mirinê.
Agis

Ta em ne amadeyî mirinê bin, em dest bi jiyanê nakin.
William Cornwallis

Yên bawer dikin ku dê ebedî bijîn, rezîl dijîn.
Publius Syrys Sententiae

Ma yê ji mirinê netirse dê çawan bi mirinê bêt gefkirin?
Laotse

Bêhişî ye bitirsî ji tişta dê her biqewime.
Publius Syrus

Tirsokî bêhişî ye.
John Florio

Ew dijî yê wêrekiya xwe radigire.
Johann Wolfgang von Goethe

Mirin tenê meşîna di dinyayê re ye wek dostan yên li deryayê diseyirin.
William Penn

Mirin tenê rêkek e ku divê pê ve biçî daku bigî bal Yezdan.
Thomas Parnell

Xeyal dikim ku mirin rêvingiyek xweş e ya ku diçimê piştî ku min hemî erkên xwe bi cih anîne.
Ella Wheeler Wilcox

Mirin xewek kûr ya ebedî ye.
Quintus Horatius Flaccus

Mirin tenê xewnek ebedî ye.
John Florio

Di mirinê de dinivî bêyî ku xewnan bibînî.
Napoleon Bonaparte

Bêriya welatê neyî dikim çiku bi her tiştê heyî kerrixîme.
Edith Södergran

Mirin tenê çûna nav jiyanek dî ye.
George Pettie

Mirin destpêka jiyanek dî ye.
Michel de Montaigne

Encax di mirina xwe de mirov bi temamî diwelide.
Benjamin Franklin

Ger roja xwe ya hesabê bizanî, dê herdem di mirinê de bijî.
Publius Syrus

Tirs herdem bend û zincîr e.
nenas

Jana herî dijwar ne ya ji şkenceyê ye lê ya xweamadekirina bo wê ye.
Îvan Gonçarov

Ti tişt mirovî nabizdîne ji bilî tirsê bi xwe.
Francis Bacon

Cihê tirs lê hebe şerm jî lê heye.
pendek ewropî ji sedsala 16ê

Cihê şerm lê hebe tirs jî lê heye.
John Milton

Birecife tu yê ku tawan kirine yên ku bê ceza mane.
William Shakespeare

Yê xelk jê ditirse, divê ji gelekan bitirse.
Decimus Laberius

Ger tirsê bixî dilê gelek kesan, divê tu bi xwe hê ji wan pitir bitirsî.
Periandros

Tirskar bi xwe ji xelkê pitir ditirse.
Claudius Claudianus

Tirs vedije li wan bi xwe yên ku tirsê belav dikin. Ger tirsê bixî dilê xelkê, divê tavilê bi xwe ji tirsê bibehecî.
Lucius Annaeus Seneca

Divê ji wî bitirsî yê ku ditirsînî tevî ku ew mêş be û tu gamêş bî jî.
Se'diyê Şîrazî

Yê tirsê belav dike bi xwe herî zêde ditirse.
Sir Thomas Overbury

Jiyan asan e bo wî yê şerm nake.
Dhammapada

Taybetmendiyek mixabinî hevpar e bo hemî welatiyên hêzdar: tirsonekî.
Voltaire

Bêwec e ji yê tirsonek dilovaniyê bipêyî.
Sir Thomas Malory

Tirsonekî maka stemê ye.
George I

Stemkar tirsonek in.
Thomas Draxe

Wek hemî tirsonekan, wî jî xwe dispart zilmê.
Charlotte Brontë

Tirsonek bû dijî yên bihêz û stemkar bû dijî yên hejar.
Percy Bysshe Shelley

Hem bêhêvîtî û hem jî pêbawerî çavên xwe ji tirsê digirin.
Sir William Alexander Stirling

Tirsonekî ye bixî stuyê xelkê wê berpirsiyariyê ya ku bi xwe jê direvî.
Julio Cortázar

Hewceyî wêrekiyê yî daku biwêrî bitirsî.
Michel de Montaigne

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]