MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • Yê ne ji me
    Tosnê Reşîd: [email protected]


    Bajarê me gelekî mezin e. Niha êdî baş nayê bîra min, lê carekê gotin, nizanim du mîlîyon, yan sê mîlîyon meriv di tê da dijîn.

    Navenda bajêr gelekî bedew e. Gava ez nû hatibûm û min hê ji xwe ra kar ne dîtibû, zû-zû diçûme wir. Paşê çend caran min zar birine wir gerê. Lê niha êdî ew hewasa berê ne maye, eger çûyînek hebe jî tenê ji bo xwepêşandanan diçim.

    Dibêjin devê derîyayê jî gelekî bedew e, lê ez tu caran neçûme. Me çend caran xwestîye jî herin, lê carê karek çê dibe û çûyîna me bi şûn da dikeve. Lê em ê rojekê herin.

    Lê ez xwe ji xwepêsandinan bi şun va nagrim. Em gerek xizmeta gelê xwe bikin.

    Rojên xwepêşandinan em ber derê komela xwe berev dibin, basa komelê kirê kirî sîyar dibin û diçine navenda bajêr. Hinek xelk bi erebên xwe, bi tirênê tên, lê ez timê bi komelê ra diçim. Berî xwepêşandanê serokê komelê perçeman dide destê çend kesan û ew pêşîyê diçin, yên mayîn jî didine pey wan. Salek, dudên pêşin min jî perçem digirtin, lê niha êdî nagrim. Em di rê da sloganan jî dibêjin, yek dibêje, yên mayîn jî lê vedigerînin. Piranîya sloganên me bi tirkîne, lê carana em bi înglîsî jî dibêjin.

    Gava xwepêşandan temam jî dibe, dîsa em basê sîyar dibin û vedigerne ber derê komela xwe.

    Komele hema bêjî mala me a duyemîn e, em qet na hevtê carekê diçin wir.

    Min çi dixwast bigota, rast e em di vî bajarê mezin da dijîn, lê dî vî bajarê mezin da bajarê me, ê biçûk heye.

    Ev êdî bi rast bajarê me e; dikan ê me ne, bazar a me e, kolan ê me ne. Heta qesavê bajarê me jî, bi piranîya xwe va, goştê helel difroşin. Rast e, qawe û rêstoran jî ên me ne, lê em heta mêvanek tune be, naçin wan cîya.

    Vê carê diçî dikanê nasan dibînî, diçî bazarê nasan dibînî, diçî zara xwe ji dibistanê hildî, nasan dibînî. Çawan herî nav gundê xwe!

    Yekî çînî li bajarê me dikan vekirîye, goştê mirîşkan difroşe. Carekê min dixwas mirîşkan jê bikirim û ji xwe ra dijibart, piş min got: “Helal e, helal!’ Ez bi hêrs zivirîm, min tirê xweşîyê xwe li min dike, lê çi binhêrim, wê devê xwe gazekê vekirîye û dibeşire. Beşera wî ewqas bê mûr bû, wekî ez jî bêyî hemdê xwe beşirîm. Niha em ji wî ra dibêjin ‘çînîyê me’.

    Heyderê me carekê jê ra got, divêt te sunet bikin, yanê na melle gotîye mirîşkên tu difroşî heramin, em êdî wan mirîşkan nakirin. Feqîrî bawar kir. Îcar çûbû pirtûk ser ola îslamê peyda kiribûn û xwendibûn. Piştî çend rojan ji Heyder ra gotibû, wekî tu ne rastî, yê şerjê dike gerek sunetkirîbe, yê difroşe ne eseye. Îcar niha Heyder çiqwas diçe dikana wî, divêt ez ê te sunet bikim.

    Xelkê bajarê me bi piranîya xwe va tirk û kurdin. Xelkên mayîn jî li bajarê me hene, lê hindikin, ew bajar bi me tê naskirin. Ji ber ku pir kes naxwazin bên bajarê me xanîya bikirin, nirxê xanîya li bajarê me himberî şûnên mayîn, nizmtir e. Hemî li şûnekê xanî arzan bin, kirîya wan jî arzan dibe. Lema jî xelkê nû tên xwe me digrin, tên bajarê me û sal bi sal jimara xelkê me li vî bajarî mezintir dibe. Lê pir kes jî gava xwe digrin, dewlemend dibin, diçin li deverên din, deverên biha ji xwe ra xanîyan dikirin.

    Em bi êvaran carna diçin malên hev, berê zû bi zû diçûn, paşe hêdî-hêdî ew çûyîn kêm bû. Salê çend caran em bi hev ra diçin seyranan. Dîsan jî berê zû, bi zû, lê niha dereng-dereng. Berê hema bêjî gişk bi hev ra diçûn, lê niha bir bûne, bûne çend koma. Lê dîsan jî gava komele wî karî hildide ser xwe, hema bêjî gişk bi hev ra tên. Vê carê gişkê berê û gişkê niha jî ne yekin. Berê tenê komelek bû û hema bêjî gişk endamê wê komelê bûn. Lê niha sê komelene û her komelek seyrana xwe dike. Par bû, pêrar bû Newroz bi hev ra kirin. Baş jî bû, lê sala dû ra dîsan her komelekê Newroza xwe kir. Menî çi bû, heta niha jî ez nizanim.

    Jîyana me tê bêjî ketibû rê û ji xwe ra diçû, mîna li gund; dema garan êvarê ji çêre dihatin, çêlek xweber diketne rê û dihatin ber derê xweyê xwe. A jîyana me, rojên me jî usan bûn, bi rêkê ra bibûn nas û herdem di wê rê da diçûn.

    Carna, eger mirovê yekî ji welatekî din bihata, gelekan ji me ew mêvan vedixwende mala xwe, yan jî rêstoranê û hurmet jê ra dikir. Salên pêşin hema bêjî gişkan mêvan vedixwandin malên xwe, li malê sivre vedikirin û gazî çend kesên mayîn jî dikirin. Lê niha kêm mirov mêvanan veduxwînin mala xwe. Bêtirî wan mêvana dibin rêstoranên tirkan. ‘Qêmîşî jinê xwe nakin’, Heyderê gundîyê me dibêje.

    Eger van mêvanê ji der hatî navê derxî, hema me zanî bû gerek kingê herin mala kî, kingê kî wê gazî te bike mala xwe, tu gerek kingê gazî kî bikî mala xwe.

    Te hew nihêrî ez êvarê ji kar diçûme mal, xanima min ( vê gotinê jî em li vir fêr bûn, me berê digot jina min) dibêje: ‘Tu zanî, ne, gerek em îşev herin mala filankesê’, yan jî ‘Em gere gazî filankesê bikin, hingê wan gazî me kirîye’.

    De îcar em ê heta nîvê şevê rûnên, em ê gundên xwe bînin bîra xwe, bûyarên ji jîyana xwe bînin bîra xwe. Dû ra em ê bêne vî bajarî û em ê bêjin ka kî xanîyê nû kirîye, bi çiqasî kirîye. Kî ereba nû kirîye, kî çend caran çûye welat.

    Me usan şevbêrîya xwe dikir. Xwe tiştên usan jî timê dibûn.

    Bi rastî jî jîyan xweş bû, hêsan bû.

    Lê çawa pêşîya gotîye ‘çira kesî heta sibê vêketî ne maye’. Vê xweşîya me jî dirêj dom nekir. Du sal berê yekî doktor hate bajarê me. Nizanim qet doktorê çîye û çi kara min di doktorîya wî da heye! Heynese, got ez doktorim, me jî got, ser seran, ser çavan.

    Roja yekemîn hat komela me, êdî negot ez mêvanim, ez doktorim, ka xwe di şerma xwe da bigrim, ka xwe hinekî giran xwey bikim, bi carekê ra dest pê kir; ‘hûn gerek di komela xwe da bi tirkî nepeyivîn, bi rîya zimanê tirkî bi mîlîyona xelkê me bi zor hatine bişkavtin, asîmîle kirin’.

    ‘Ay babam, çi karê te ye, ez di komela xwe da çi zimanî dipeyivim’. Paşê jî em meriv ne dêmokrat û sosîyalîst in, zimanê tirkî û gelê tirk nînin dijminê me, dijminê me hukumata Tirkîyê ye’.

    Tu gazî dikî mala xwe, pera serf dikî, hurmetê jê ra dikî, dîsan dest pê dike; ‘hûn gerek bi zarên xwe ra tenê bi zimanê kurdî bipeyivin’. Ê hêrsa meriv radibe! Çend kesên ji komela me xastibûn lêxin jî, lê temenê wî mezin e, rûmeta temenê wî girtibûn.

    Baş e em li welatekî aza dijîn, yan li welatekî din hukum bidana destê yekî usan, wê em gişk bavîtana girtîgehê.

    Dostekî min ê tirk heye, ji çepê tirkan e, mêla wî gelekî ser pirsa kurdan heye. Gelek caran tê civînên komela me jî.

    Ez gava nû hatibûm, min nikaribû kar bidîta, wî camêrî alî min kir, kar da min. Min di rêstorana wî da derdan dişûştin. Ez îcar çiqwasî kar gerîyam, tu kesî kar ne da min. Bi gilîkî miroveki zane û baş e. De minê çi bigota, erê, min jê ra got, wekî mirovekî xwendî hatîye nav me, doktor e û ji me ra dibêje zarê xwe bişînin dibistana kurdî, di malê xwe da bi kurdî bipeyivin. Kenîya. Got: ‘Guh medinê, derew e! A, va ye em zarên xwe dişînin dibistana tirkî, di mal da jî bi tirkî dipeyivin. Lê çi fêde. Wê rojê min cîkî xwend, wekî piştî du hezar salî tenê çar ziman wê bimînin; înglîsî, erebî, îspanî û çînî.’ Bi xwe tirke jî, lê got tirkî jî namîne. Ecêve, ha! Em jî dibêjin bira zarê me fêrî tirkî bibin, wekî paşê kêrî wan bê.

    Dîsan jî ez û jina xwe em bi hev şêwirîn û me dît, wekî hê başe zara bişînin dibistana tirkî, bira ji xelkê me neyên birîn. Paşê jî kî zane sibê dikare usan bibe em vegerin welêt, wekî zar tirkî nizanibin, wê nikaribin bijîn. Lê kurdî wê çawan bikin, bi kurdî niha tenê çend kal û pîrên gundê me dipeyivin.

    Ew diktorê me jî bê kar e. Ev du salin dike, nake, nikare ji xwe ra kar bibîne. Çawa tê xuyayê dixwaze zarên me herin dibistana kurdî, wekî bi xwe li wir mamostatîyê bike, ji xwe ra kar bibîne. Yanê na, wekî kara wî tê da tunebîya, çi karê wî zarê xelkê ketîye ka dişînne dibistana kîjan zimanî. Vê hênê kî xema zarên xelkê dikşîne.

    Me di pirsa kar da jî xwest alî bikin, lê nexwest. Memûdê pismamê min karê sîvaxê dike. Xwest wî bi xwe ra bibe kar û hinek pere bidê, lê nexwest, divê ez nikarim karê sîvaxê bikim, min tu caran karê usan ne kirîye. Îcar çi êdî destê me tê, bal me karê doktora tune! Memûd got jî; ‘Ez zanim jî ez ê zirarê bikevim, lê tişt nabe, mêrê mezine, em gerek alî bikin’.

    Ew jî nikare ji xwe ra kar bibîne, hema usan diçe ku dest pê dike; ha di malên xwe da bi tirkî nepeyivin, bi kurdî bipeyivin, zarên xwe bişînne dibistana kurdî, pirtûk, kovar û rojnamên kurdî bixwînin. Bi ya wî be, divêt ez wan hinek perê bi xwîdana enîya xwe qazanc dikim jî bidime pirtûk û kovarên wî. Ez ê teze bibim profêsor, lê çawan, qet bê pirtûk dibe!.

    Carekê di komelê da dîsan dest bi şîretên xwe kiribû, digot gerek guh bidine xwendina zarên xwe, gerek zarên we bibin xwendî, wekî sibê kêrî gelê xwe bên. Erê, em jî zanin wekî xwendin baş e, lê îcar xwe her tişt di xwendinê da nîne. Va te jî xwendîye, ne karî kêrî xwe bêyî, ne karî kêrî xelkê bêyî. Xortên me nexwendî hene, pêşe hîn bûne, binhêre şane-şînên çawan ava kirine. Lê ew jî di xanîkî biçûk da kirê dimîne, wê di wir da jî bimre.

    Berê me baş jî rûmeta wî digirt. Kî derê çi bibûya, me ew dewat dikir, di şevan da me gilî dida wî. Lê serê gotina wî parastina zimanê kurdî bû, binê gotina wî parastina zimanê kurdî bû. Devra bûya, mêvandarîkê bûya, seyranekê bûya, li kolanê bûya, gotina wî ev bû. Êdî ewqas gotîye, wekî Fatma jina Mehmed wê rojê li komelê tinazê wî dikir: “Hûn gerek di nav nivînê da bi jina xwe ra kurdî bipeyivin, hûn kurdî nepeyivin…’ Gişka sihetekê zikên xwe girtibûn, dikenîyan.

    Îcar niha eger em kurdî jî bipeyivin, gava ew nêzîk dibe em diqulibînne tirkî. Ew jî êdî ji me sil dibe, carana gava dibîne em bi tirkî dipeyivîn, serê xwe dihejîne û dûr dikeve. Edî tiştekî nabêje.

    ‘Em ê usan te fêr bikin, ha, dew didî Haco!”

    Me ewqas rûmeta wî girt, lê ew rûmeta me nagre. Carana dema civînên komelê gava yek bi tirkî dipeyive, ew dihêle û ji hundur dertê. Wê çi bibe, sihetekê, du siheta bi tirkî bibhêyî. Dibê ez bi tirkî nizanim. Ê, nizanî fêr bibe. A, malbeta Husên, ji devera Mêrdînê hatibûn û gotineke tirkî nizanibûn. Lê ewqas çûn hatin komelê, wekî niha tenê Husên û jina xwe kurdî dipeyivin, zarê wan yan êdî tenê bi tirkî bi hev ra dipeyivin, yan jî înglîsî. Dilê mirovan hebe wê fêr bibe. Lê dilê wî tune. Ew ji bo çi bi înglîsî fêr bû, lê bi tirkî fêr nebû? Teherekî bi zimanê tirkî kirîye eynat. Bê ziman çi te kirîye, ha. Xwe ziman nîne dijminê te.

    Niha, gava li komelê civînek, tiştek dibe, em êdî gazî wî nakin. Me êdî ew ji xwe dûr xistîye. Dema ew tê jî, lawik gişk îşaretê didine hev; ‘Yê gono hat’ û kî bi kurdî jî dipeyivî, dest bi tirkî dike.

    Çiqwas jî dibê ez bê alîme, tu rêxistinên sîyasî ra ne girêdayîme, lê dîsan jî me texmîn kirîye, wekî ew me hiz nake. Em tiştekî jê ra nabêjin, lê ya dila bira dilan da bimîne, em tiştên usan tu car ji bîra nakin.

    Min bihîstîye li cîkî gotîye, wekî dixwaze ji vir here. Bira here, hevt kevir pey bin, bira penîyên wî di vir da bin. Çiqwas zû here, ewqas baş, em bê doktor jî dikarin bijîn.

    12. 06. 2000

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1