Me însan dît
ji bo bidomîne jîyana xwe a wek qirnîya bi xwîna însanan dimijîya.
Me însan dît
Ji bo tatmînkirina hestên xwe yên faşîstî bi tank û topan zarok didan pelçiqandin û pê dikenîya.
Me însan dît
Ji bo nav û dengên xwe wek teyrên beratan ên kuli ser laşan dimelisîn, li ser keda însanan rûdinişt û digevizîya.
Me însan dît
Her tim biqirîn her tim bipesin bû, di civatan da mêrxas û egîd bû lê dema ku zor lê diqewimî li çav sîya biketa dilerizîya.
Me însan dît
Bi çavên kor bi guhên kerr û bi zimanê lal di nava rastîya xwe da û ji rastîya xwe dûr wek bîyanîya dijîya.
Me însan dît
Dihat kuştin, dihat pelçiqandin haya je nedibû. Le ji bo protestokirina kuştin –pelçiqandina xelke diket kolana û bi drûşma diqêrîya.
Me însan dît
Ked dikir xebat dikir lê dema ku diket dijwarîyê li kirîniyên xwe xwedî dernediket û ew cîh dihîşt û direvîya.
Û
me însan dît
wek tîrêjên tavê diqelişandin sîngên şevên tarî û rohnî dikir hemû dinya.
|
|