MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Ehmed Mihemed Îsmaîl: Ji rojên gundek vê deştê
  • Tosnê Reşîd: Jinebiya Enfalê
  • Sedat Yurtdaş: Jehr
  • Jiyan Alpîranî: Me însan dît...
  • Pîr Rustem: Medya
  • Mûsa Silêman: Bask, evîn û hin nameyên dî
  • Tosnê Reşîd: Yê ne ji me
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Çend bûyer ji jiyana Mele Tahir
  • Jiyanname: Wêrekî û tirsonekî

  • Medya
    Pîr RUSTEM: [email protected]


    Piştî şikestineke riswa, ji hemêza pîreka xwe derdikeve. Hêdî- hêdî destê xwe yê çepê ji bin seriyê wê dikşîne. Kûr bala xwe dide sîngê wê, ku bi yek şêwî bihna wê dertê. Dinase ku Padîşaha xewê ew xistî bin baskên xwe. Ji oda razanê derdikeve û derbasî ya mêvanan dibe. Dest davêje kasêtekê û dixîne (misecelê), mûzîka stirana “Eyşa Ibê” li odê belav dibe. Cixara xwe kûr- kûr dimije, xelekên dû dertên, fereh dibin... ferehtir dibin. Yek ber bi wî ve tê; lê tê pêçan; xwe li qirika Mîr Cano dalîne. Bihin lê diçike, çav di serî de sor dibin; ji cihên xwe dertên. Lê dengê qêrîna wî dernakeve.

    Di dema ku Mîr Cano dikeve devê xeleka cixarê, Padîşahê cinan komcivînekê, ji cinên herêma Efrînê re li dardixe; wan dide hev û bi zimanekî tirş loman ji wan dike. Heya roja îro Mîr Cano nebûye mêvanê wan, lewre ji du cinan dixwaze ku herin wî bînin.

    Mîr Cano dibîne ku kasêt gihîşte dawiyê; deng hate birîn. Hêz dide xwe ku rabe kasêtê vegerîne aliyê din. Lê ji berî wî destekî din xwe dirêj dike û riwê Medya ji piş derî derdikeve. Riwekî sar e; tîna rojên destgirtiyê jê nayê. Wî pirê caran, di demên ku bi tenê bi hev re dilîstin, digot wê: “ez li ser tiliyên xwe bi tirs im”. Gava wê dipirsî çima, bi dilekî sipî lê vedigerand: “Tirsa min ji tîna dilê te pir e, ku tiliyên min, mîna mûman, li ser riwê te biherikin”. Kenê wê jî dihêşt ku ew sersend bikeve. Medya ramanên wî naskirin, berkenî bû û seriyê wî xiste hembêza xwe. Lê Mîr Cano ew kutekuta, ku di kêliyên wilo de tên bihîstin ,ne bihîstin; naskir ku wî seriyê xwe daniye ser sîngekî bê dil. Dil jê reviya bû. Hingê Mîr Cano behitî; ket. Berî ku ji behtiya xwe şiyar bibe û bixwaze van guhartinên, ku di pîreka wî de çê bûne, nasbike, wê nişka bûneke mezintir danî ber wî; jê xwest ku rabe cilên xwe li xweke.

    - “Çi bi te hatî?!. Hema li katjimêrê binêre!. Berdestê sibê ye.

    - “Rabe, emê herin mala bavê min. Min xewneke ne rind bi wan dîtiye. Bi zimanekî ziwa vegerand.

    - “Ma çê nabe em heya ro dertê bimînin?!. Ew bûk û zavayê hefteyekê ne û wî nedixwast dilê wê bişkîne.

    - “Ez banga xwe dikime te ku tu bilezînî. Mîr Cano nihirî ku çavên wê tijî hêsir bûne; mîna “Dilopeke Baran” ê bi ser lêvên wî de barî.

    Şeveke Nîsanê ye. Lê şeveke sar û tarî ye. Bayekî tûj û qêrîn e; tûyê giyaneweran qij dike; dihêle konê tirsê, di dilê mirov de, bilind bibe; li piş her gavekê, dêwek li pêş te serî hilde. Di vê şeva ne xurust de, ewê kê ji xew şiyar bike. Lê Medya bersiv da; “çima emê herin yekî ji xew rakin, ka em bi terektorê herin, erê hinekî şev sar û tarî ye, lê gund ne dûr e”.

    Ronahiya çireyên tirektorê hinekî hovîtiya şevê ko kir, lê konê tirsa di dilê Mîr Cano de hilneweşand. Ev nelêdana sîngê Medya, dihêle ku xwaziya di devê wî de bibe mast. Bi rêva, çend caran, siyê hin mirovan ket pêşiya wan. Lê wî vedigerand ser dilê wêranketî ku, sîka darên zêtûnê, mîna dêwekî ji xwe re dertîne. Di wan kêliyan de eger karîba riwê yê li nik wî dimeşe bidîta, wê zanîba çi li benda wî ye.

    Berî ku ew bighên gundê Miskê, dengê tirektorê vedimire; ronahî winda dibe; Mîr Cano dixwaze jê peya bibe û zanibe çi çêbû. Bi dilekî vemirtî dinase ku ew, li şûna tirektorê, li darekî siwar bûbû. Di cih de ser-gêjî dikeve û dengên hin mirovan, ji kûraniya “Çaleke Reş”, dikevin guhên wî. Dikenake nikare çavan bipişkivîne.

    Demeke giran û sar di ser re diçe. Padîşahê cinan fermana şiyarkirina Mîr Cano dide. Cinek berve wî tê, sivik “Ayetek”e cinan li ber seriyê wî dixwîne û pif ser riwê wî dike. Mîna ku yek ji xewa miriyan vegere, Mîr Cano çavan hildide, li dora xwe dinêre, dibîne ku di nîvê komcivîneke jin û mêran de, li ser postekî, cih girtî. Di aliyê herî jorîn de riwê bavê Medya dibîne. Di nik wî de pîreka wî rûniştî. Ji wan û bi jêr de, malbeta pîreka wî rûniştine. Tikes ji malbetê nemayî ku di komcivînê de ne beşdar e.

    - “Piyaleke av bidinê”. Bavê Medya dibêje kesekî destsipî. Lê Mîr Cano ti tiştî di piyalê de nabîne. Dixwaze, ji van pêkenînan bike qêrîn. Nasdike ku ziman jê standine. Piştî ku ewê destsipî piyala bê ji nav lêvên wî dikşîne, vedigere li cihê xwe rûdine.

    Careke din bavê Medya dest bi axaftina xwe dike: “Ev bû hefteyek ku te keça me standî. Heya bi vê kêliyê te ew ji keçaniyê nekirî. Eger tu ne mêr î, çi yê te ji wê hebû”. Gotina bavê Medya mîna “Latê Sîzêv” bi ser seriyê Mîr Cano de tê xwar.

    - “Ez nikarim hêsrên wê bibînim. Her ku min dixwast xwîna wê birjînim, min di çavên wê de didît ku min kêreke heşaşan xistî destê xwe û sipîtiya berfê, bi çilpikên xwînê, riswadikim”. Wî nizanî çawa û kengî zimanê wî vegerandibûn.

    -"Tuyê nuha beşdariya mêraniyê, di kêliyên wilo de nasbikî”. Hîn wî gotinên xwe ne biribûn serî, deriyê şikefta ku komcivîn têde li dar xistine vedibe û riwê Onac Rîm dikeve bin ronahiya fîska ku di kuncikê pixarê de danîne. Ew kes, bi gavine bê dudilî, pêle Mîr Cano dike û berve kuncê şikeftê yê reş diçe. Bêyî ku mirov tiştekî di wê tariya kunc de bibîne, Mîr Cano diheste ku Medya xistine wir.

    Dema dengê girî û qêrîna wê bi aso û guhên Mîr Cano dikevin, ew ji cih tê avêtin. Lê ev werîsên ku lê hatine pêçan, wî ditevizînin. Tenê gotina na.. na ji wî derdikeve û di çirûskeke ronahiyê de, riwê xwe, di kuncikê şikeftê yê reş de, dibîne.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1