Hatingirtina Sedam Huseyn rêyek zelal li ber dost û dijminên wî vekir. Bo dostên wî diyar bû ku êdî roja wan û stem û zordariya wan li xelkê dikir nema. Bo dijminên wî xwiya bû ku tirsîna ji vegerrîna wî êdî ne hewce ye.
Bo hemû dinyayê berçav e ku diktatorê berê yê Iraqê tawankarî dijwartirîn û dirrindetirîn zilma dijî mirovan e. Ti şik û guman tê de nîne ku divê ew bêt cezakirin ji ber êriş û gefên wî hem li ser axa Iraqê û hem jî li ser welatên derdorî xwe pêk anîn.
Divê Sedam û kesên mîna wî li dadgehan bên darizandin ango mehkemekirin. Lê ne bo tolhildanê. Bo pêkhatina heq û hiqûqê. Bo ku ew bibin îbret bo hemû zordar û diktatoran.
Mixabin pirrî caran diyar bûye ku mehkemekirina têkçûyiyan ji alî serkeftiyan ve tenê siyasetek kêfî ye. Hin kes tên tawanbarkirin û cezayên giran jî distînin lê gelek ji diktatoran kariye xwe ji dadgeh û mehkemeyan biparêzin û ta wek qehreman bên hesibandin jî. Jixwe yên serkeftî - çendî diktator û stemkar jî bin - nehatine cezakirin!
Lê niha kesek stemkar girtî ye. Niha ew dikare bêt cezakirin. Lê niha têkbirên wî, Dewletên Hevgirtî yên Amerîkayê (DYA) li gel hevpeymanên xwe, dikarin nîşan bidin ku dadwerî û hiqûq bi awayek birêk û adil û dadperwerane pêk bê. Derfet û delîv di dest hevpeymanan de hene ku Sedamî li gor rêç û rêbazên dadweriya navneteweyî bidarizînin (mehkeme bikin) û girantirîn cezayê heyî jî lê bibirrin. Lê ev darizandin divê ne bo tolhildanê be. Cezakirina Sedamî divê wisan be ku kesên wî zilm û zor lê kirine hest pê bikin ku ew gihiştine heqê xwe.
Baştirîn dadgeh bo Sedamî, Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî ango DTN (ICC, International Criminal Court) e. Li vê dadgehê Sedam dê li gor dadweriya (hiqûqa) navneteweyî bihata cezakirin. Mixabin ne ihtimal e ku ew li vir bêt darizandin ji ber ku ne Iraqê û ne jî DYA peymana damezrandina wê dadgehê îmze nekiriye.
Ihtimaltir dixwiye ku Sedam dê bi destê dadgêrrên (hakimên) iraqî bi xwe, li Iraqê bêt mehkeme- û cezakirin. Di rewşek wek ya niha Iraq tê de, mixabin ne gengaz e ku darizandinek dadperwerane pêk bêt ji ber ku iraqiyên li hember Sedamî bêalî tine ne: her iraqî yan piştgirê wî yan jî dijminê wî ye. Dadgêrrên serdema Sedamî, hemû sempatîstên partiya wî ne. Iraqiyên kêrî karê dadgêrriyê bên lê li serdema wî ne dadgêrr bûn, ew in ku Sedamî ji wan hez nedikir yan ta rikerast dijî wan bû. Lew ew jî dê dijî Sedamî bin ango ne bêalî bin.
Pêwîstiya dadgêrrên iraqî dê bi pisporên dadwerî yên navneteweyî hebin daku bikarin cezayek dadperwerane bidin Sedamî; cezayek wisan ku hem zorlêkiriyên Sedamî razî bike û hem jî ne cezayek kêfî be. Ya herî baş dê ew be ku ev pispor ne amerîkî û ne jî ereb bin daku ne alîgirên amerîkiyan û ne jî yên Sedamî bin. Pêdivî bi pisporên ewropî (belkî brîtanî ne tê de) dimîne. Mixabin kêm - ger qet - dadwerên ewropî dê bixwazin di darizandina Sedamî de beşdar bibin. Wek em dikarin bi ihtimaliyek mezin pêşbînî bikin - mixabin be yan na - encama mehkemekirina Sedamî dê îdam ango hikmê mirinê be. Ji ber ku hema hemû dadwerên ewropî dijî hikmê îdamê ne, ew naxwazin di ti pêvajoyek wisan de cî bigirin ku ihtimal e encama wê dana hikmê îdamê be.
Wek kesek bi prensîp dijî hikmê îdamê, ez baş di vê helwesta ewropiyan digihim. Lê ev sedem nabe ku rêxistinên mafên mirovan xwe ji erk û berpirsiyariyên xwe vedin aliyekî. Dixwazim em ji bîr nekin wan hemû tawanan yên ku Sedamî di zêdeyî wan bîst salan de kirin ku Iraq bê şert û şirût di destên wî yên asinîn de bû: destpêkirina şerrê Iraq û Îranê, qirr- û hindakirina nêzî 200 hezar kurdan li salên 1980yê di wan êrişan de ku bi navê Enfal tên nasîn, kîmyabarandin li kurdan - bi taybetî li bajarokê Helebçe ku lê zêdeyî pênc hezar kesên bêguneh mirin -, dagirkirina Kuwêtê, perçiqandina serhildanên kurdan û şîiyan û derkirina nêzî du milyon kurdan ji Iraqê... Mixabin lîsteya reş bêdawî ye! Lê her yek bi tenê jî ji van tawanan dikare xweser jî wek tawan dijî mirovatiyê (crime against humanity) bêt hesibandin.... Ger rêxistinên mafên mirovan bixwazin bi berpirsiyariya xwe rabin, ew dê her tiştî bikin daku delîlên heyî yên tawanên vî zordarî berçav bibin û ew ji ber wan tawanan bêt darizandin.
Ez dizanim ku gelek rêxistinên mafên mirovan - di nav de pirr bi xurtî Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) jî - dijî hikmê îdamê dixebitin. Dipejirînim ku ev ne tenê mafê wan e lê her wiha erk û berpirsiyariya wan e jî. Dizanim ku salane bi biryarên "dadgehan" dawî li jiyana bêhejmar kesên bêtawan jî tê anîn. Hê xebatek pirr xurt bo rêgirtina li ber van neheqiyan divê. Ji navê Amnesty (efû) jî diyar e ku divê ew dijî van neheqiyan dengê xwe bilind bike. Lê dixwazim kampanyaya "impunity" ya Amnesty International bînim bîra me hemûyan ku ev çend sal in em pê dijî hindê derdikevin ku kesên tawankar nehatine cezakirin. Me xwestiye ku mîmarên komkujiyên Yugoslavyayê, Rwandayê û Kambodyayê û hwd bên mehkemekirin daku yên zorlêbûyî bigihin heqê xwe û diktator bitirsin ku êdî ew nikarin her tiştî bi dilê xwe bikin.
Belkî em hemû yên niha li vir dijî hikmê îdamê bin. Ger wisan be, tiştek pirr baş e. Hêvîdar im rojek nêz em li cîhanek bêîdam bijîn. Ev hêviya min e. Hatingirtina Sedamî vê helwesta min naguherrîne. Lê dîsan jî divê em ji bîr nekin ku peymanên bingehîn yên mafên mirovan hikmê îdamê qedexe nakin. Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî ango PNMSS (International Covenant on Civil and Political Rights) û ta Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan ango PEMM (European Convention on Human Rights) rikerast rê didin hikmê îdamê.
Kerem bikin herdu jêrbendên pêşîn ji benda 6 ya PNMSS:
"1. Her mirov ji sirişt ve xwedî mafê jiyanê ye. Ev maf divê bi qanûnê bêt parastin. Nabe ti kes bi kêfî ji jiyana xwe bêt bêparkirin.
2. Li wan welatan, yên ku hikmê îdamê hilneweşandiye (ango hêlaye / hiştiye), cezayê mirinê dikare bêt ferzkirin tenê ji ber dijwartirîn tawanan li gor qanûnê ya ku li dema kirina tawanê navîş bû û ne dijî bendên vê Peymanê yan Peymana Rêgirtina û Cezakirina Tawana Tevkujiyê. Ev ceza dikare tenê wek hikmek dawîn yê dadgehek kêrhatî dayî bêt bicihanîn."
Em ewropî ji hiqûqa xwe ya dadperwerane pirr serbilind in. Lê ta bingehîntirîn peymana mafên mirovan ya ewropî, Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan (PEMM), jî rê dide îdamê. Fermûn jêrbenda 1 ji benda 2 ya PEMMê:
"Divê mafê jiyanê yê her kesî bi qanûnê bêt parastin. Nabe bi mebest jiyana kesî jê bêt standin ji bilî bo bicihanîna cezayekî dadgehekê yê ku li ser qanûneke vî hikmî dide hatiye dan."
Bawer dikim ti pêdivî nîne bi ravekirinê destnîşan bikim ku ev bend bi zelalî rê dide cezayê mirinê. Lê ger kesek li ser vê dudil be, pêşniyaz dikim ku ew kes xwe bispêrin çendîn biryarên Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan (DEMM, European Court of Human Rights). Dawîn biryar li ser hindê, ku hikmê îdamê ne dijî teksta bingehîn ya PEMMê ye, doza Öcalan dijî Tirkiye (Öcalan v. Turkey) ye ku adara 2003 hatiye dan.
Bêguman gelek ji endam-dewletên Konseya Ewropayê (Council of Europe) hin yan hemû zêdenameyên (protocol) PEMMê jî îmze û pesind kirine. Yek ji wan zêdenameyan (zêdename 6) li ser hilweşandina ango nehiştina hikmê îdamê ye. Lê wek baş diyar e, ev zêdename ne mecbûrî ne û her dewlet-endam dikare li derî wan bimîne, û jixwe gelek mane jî û ew mafê wan e jî...
Niha hin ji we dê bipirsin ka têkiliya Iraqê yan DYAyê û Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan bi hev re çi ye madem ti ji wan herdu welatan her ne ewropî ne!? Belê, ti têkiliya wan bi hev re nîne. Lê min xwest bi vê nimûneyê diyar bikin ku pisporên dadwerî yên ewropî dikarin beşdarî mehkemekirina Sedamî bibin bêyî ku dijî ku dadweriya xwe ya ewropî bikin ta ger Sedam bêt îdamkirin jî. Bi nimûneyekê dixwazim vê yekê zelal bikim:
Federasyona Rusyayê endam-dewletek Konseya Ewropayê ye ango wê Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan îmze û pesind kiriye. Lê hikmê îdamê hê li wir heye. Ger niha kesekî tawanek dirrinde li wî welatî kiribe, ew kes dikare li wir bi hikmê îdamê bêt cezakirin. Bi ihtimaliyek mezin ew kes dê serî li Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovî bide û hilweşandina vê biryarê hêvî bike. Ger ev dadgeh bibîne ku dadgehên rusî her tişt birêkûpêk li gor qanûnên welatê xwe kiriye û ev qanûnên wî welatî ne dijî pîvanên dadweriya navneteweyî ne, hingê ev dadgeh neçar e biryara dadgehên rusî rast û durist bipejirîne û hikmê îdamê li ser kesê tawanbar bihêle. Ma dadgêrrên ewropî dê xwe ji her serîlêdana rusî vedin aliyekî daku hikmê îdamê nepejirînin? Bersiv bê dudilî "na" ye.
Lew hêvî dikim ku dadwerên (hiqûqnasên) ewropî beşdariya di darizandina (mehkemekirina) Sedamî de li xwe astengkirî nebînin. Pêdivî û pêwîstiyek berçav û bingehîn bi wan heye. Hem amerîkî û hem jî iraqî - çi dostên û çi jî dijminên Sedamî - dê pitir bawerî bi ewropiyan hebe. Herwiha bawer nakim biçûkhesibandina dadgêrrên iraqî be ku wê jî bibêjim ku pirsgirêka wan ne tenê ew e ku baweriya hemû iraqiyan bi wan nayê. Yek ji astengên bingehîn li ber wan, neşarezatiya wan ya di warê dadweriya (hiqûqa) navneteweyî de ye. Bi beşdarbûna xwe, dadwerên ewropî dikarin hem alîkariya wan bikin û hem jî nirxên xwe yên dadwerî li nik iraqiyan bi cih bikin.
Ya li jor hatî gotin hem bo iraqiyan û hem jî bo ewropiyan derfet û delîvek zêrrîn e. Hêvî dikim ku bi ber avê de neyê berdan.
Pirr spas bo ku we kêlîkek ji dema xwe ya bihagiran gorî vê peyva min kir.
___________________________
* Ev gotar bi zimanê fînî di semînarek dadwerên (hiqûqnasên) Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) de hatiye xwendin.
** Nivîserê vê gotarê xwendekarek dadweriyê (hiqûqnasiyê) yê li ber derçûnê (amadebûnê) ye. Rişteya pisporiya wî mafên mirovan (human rights) û dadweriya mirovanî (humanitarian law) ne. Ew danerê Ferhenga Peyvên Dadwerî ya Kurdî-Îngilîzî / Kurdish-English Dictionary of Legal Terms ango MAFNAME ye. Yek ji dawîn nivîsarên wî yên zanistî li ser guherrandina qanûnên Iraqê ji alî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve ye. Nivîsar bi inglîzî ye: Amendments to the Penal Laws of Occupied Territories