MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Husein Muhammed: Divê Sedam çawan bêt mehkemekirin?
Susan Sachs: Delîl bo tawanên Sedamî berdest in
Sedat Yurtdaş: Semînarek li ser biratiya gelan
Fuad Sîpan: Trajediya siyaseta kurdên bakur -II-
Şahînê Bekirê Soreklî: Nêçîrvanî
Jîr Dilovan: Dîroka osmanî ya xwînawî
Fuad Sîpan: Lîstikên Osmaniyan xelas nabin
Hamíit Qliji Bérai: Raî kurd da Europa
Metîn Kewê Dilxêrî: Xwendina pirtûkên kurdî


Evangelische Akademi Loccum:

Aşitîya navbera gelan

Sedat YURTDAŞ: [email protected]

Di 12-13-14 Sermawez 2003’an de Li Elmanya’yê li Loccum’ê –bawerdikim gund e- bi amadekarîya “Evangelishe Akademi Loccum” ê –ku 50 km nêzî Hannover’ê ye- beşdarê konferansekê bûm.

Konferans, bi sernivîsa “When is the a Matter of War and Peace at Home…” (Di Malê de Wê Kengî Şer û Aşitî bi Mane xwe bibîne…) –heye ku xelet wergerandibe, bibexşînin- li dar ket.

Sernivîsê jêrin jî; “The role of exile-/ diaspora communitis in the development of crises and sivil conflikt management” (Rola cıvata dîaspora/sirgûn ê di qeyran (krîz/confilikt) û di şerê navbera sivîlan de pêşte birin, bi rêk û pêk kirin) bû.

Konferans li ser sê şerên di navbera civatên etnîkî bû. Ji sê foruma pêk dihat. Ji wana yek, “Şerê Israil-Filîstîn”, dido “Şerê Tirk-Kurd” sisê jî “Şerê Tamîl-Sinhales/Srilanka” yê bû. Yanê… Li ser sê mesele yên gelek germ…

Ji Tirkîyê bi tenê Dr Kemal Parlak –Serokê berê ya DEPa Îstenbol’ê- û ez vexwendiyên vê konferansêbûn. Ji bo ku em di despêka konferansê nerevînin em rojeke berê çûn Loccum’ê. Li Loccum’e kalekî devilken em pêşwazîkirin. Mifteya odeyên me yê veqetandî da me û li du kelandina qahweya me ji baxçeyê Akademiyê em girtin û anîn. Di pêy re me fêhmkir ku Prof. Calliβ’e. Bi xêra zu hatinê me hem Akademîya ku em vexwendibûn ji nêzve naskir û hem jî gundê ku Akademî lê me qasî ji derve dihate xwuyakirin naskir.

Loccum, cihekî mîna hemû Elmanya yê bi dar û ber bû. Hemû avahî û xanî bi avadanî yê sor bûn. L êli gorî wê piçûkîya xwe, gelek market, dûkan, galerî yên eraba û kafe tê de hebûn. Em ketin hundurê çend dûkan, û markete kê. Market bi qasî Migrosa me ya Amedê hebû. Lê hîn en ê hindik dû hebê din jî hebûn.

Lewra me bi xwestin an bêxwestin serê gavê wêrê/Loccum û welat/Amed-Wan-Mêrdîn û hrd. Dida ber hev.

Heye ku nifûsa Loccumê 3-4 hezarek hebe. “Gelo ji Loccum’ê rojê çiqas çop derdiket?”

Nizanim. Lê bêyî şik her rojên xwedê ji heman malan poşetek dûdû, -bawer dikim ji pirr ên wan ji ber ku baca wan dadikeve dû-sê cûre- cop derdiket/derdikeve.

Havîna çû min carekê telefonê Birêz Şevket Akalin kir. Akalin wê demê, li Wanê şevirmanê serokê Beledîyê bû. Me li halê hev û dû pirsî. Dûra wî gotin anî ser mijareke balkeş. Got:

Ez nûha ne li Wan’ê me. Bi peyvir hatime navçeyek li dora 5 hezar kesî. Ez çend rojin li vira kar dikim. Lê bala min tiştekî gelek ecêb kişand. Tû nê bawer nekî, lê bike. Di vî navçeya de çop çênabe. Ji navçe çop dernakeve! Xizmeta çopê tûne! Çop naye ber-hev-kirin…

Em bi ecêbmayî li ser peyivîn. Ew peyv wê gavê li wêrê ma. Lê dema ku ez li Loccum’ê digerîyam, ew navçeya ku navê wê nabvê bîramin, qet ji heşê min nediçû.

Gelo di navîna her dû rûniştgehan de ferqa çopê çiqase?”

Lewra mirov dikare bi hêsanî bibêje ku dewlemendî bi derketina çopê, an xizanî jî bi derneketina çope re rasta rast girêdayî ye. Cihê bi çop dewlemend, cihê bêçop xizan e. Êdî mirov dikare bi hêsanî dawî lê bîne. Çop tunebe, zik birçî; zik birçîbe çav jî mêjî jî birçîye…

Ev vegerin ser konferansê…

Evangelishe Akademi Loccum” ê bi hevkarîya “İnstitute for Peace Research and Security Policy, Hamburg”, “İnstitute for Development and Peace, Duisburg” û “Berghof Center for Constructive Conflict Managemant, Berlin” ê konferans pêk dianî.

Konferans bi axaftina Prof. Dr. Jörg Calliβ –Berpirsîyarê civînê- vebû. Bixêrhatinî da kesên beşdarbûyî û mafê gotinê da, Dr. Norbert Ropers.

Mîrza Ropers, di ber texteyek kaxizîn sekinî, ku li ser bi Îngilizî “Xwe bide nasîn-Çima ez dinivîsî” û dest bi gotinê kir. Di pêpelûka yekemîn de got bile her grup di nava xwe de hev û dûn as bikin. Xwe bidine nasîn. Bi qasî deh deqîqeyan me di nava gruba xwe ya “Şerê Tirk-Kurd” de hev û du naskir.

Di gruba me, kesên ku di lîsteyê de hebûn; Dr.Jochen Hippler, INEF, Duisburg, Awat Asadi, NAVEND e.V., Bonn, Bayram Ayaz, teacher –mamoste- Lindlar, Cinur Ghaderi, journalist –rojnamevan- Dülsseldorf, (Ji Radyoya Dortmundê) Metin İncesu, NAVEND e.V., Bonn, Nehat Salim, NAVEND e.V.,Bonn Dr. Kemal Parlak û ez bûm.

Kesên ku navê wan di lîsteyê de hebû û nehatibûn jî hebûn. Ew jî, Dr Huseyin Ağuiçenoğlu, University Heildberd, Ass.Prof. Dr. Sherzad A. Ameen Najjar, University Salahaddin, Arbil –ji ber ku vîze negirtibû nehatibû-, Cahît Başar, rojnamevan, Dusseldorf, Dr Gülistan Gürbey, FU Berlin –Ji ber nexweşîya xwe nehatibû- Dr.Ferhad İbrahin, FU Berlin, Haydar Karaboya, University Göttingen, Dr. İlhan Kizilkan, University Konstanz, Aaras Marouf, clerical worker, Saarbrücken, beşdar nebûbûn.

Lê hinek jî ji derveyî lîsteyê beşdar bûn. Evana jî, Osman Örs, Xwendevan –bi eslê xwe ji Kayseri’yê l êli wêrê hatiye dinê û mezin bûye- Barış Özyurt, Xwendevan -ê biologîê lê beşdar bûbû- Zair Gasimov Xwendevan, -bi eslê xwe ji Azarbaycanê- Necatî Arslan, Asistanê Prof. Calliβ, û yeka Elmanî, Mehmet Balci, Geneva Call –Ji Swîsrê- û Marlena Bona ji Bremen’ê beşdar bû.

Gruba me bi hejmarî kêm bû. Gruba herî qelebalix ya Tamîl û Srilankaî ya bû. 36 kes beşdar bûbû.

Dr. Ropers di pêpelûka duyemîn de, em veqetandin çar gruba. Grubek kesên rêvebirîya desthilatdarî, organîzasyonê pêştebirinê û kesên nêzî dewletê; yê dido ya organizasyonê devreyî hukmatê,; yê sisê ya akademîsyen, perwerdeyî û lêkolînera yê dawîyê jî ji “yêdin” an pêk anî.

Dr Ropers, di pêpelûka sêyemîn de berê kesên li Elmanya dijîn û û najîn, kirin du beş, pêy re y3e nava Elmanya yê, kesên ku xwe ji şer berpirsîyar dibîna û kesên nabînin kir grup. Yê derve jî kesên li welêt dijîn û najîn cihê kir.

Di van heman waxtan de Dr Ropers, li gorî nerîna xwe di her gavî de notên xwe digirt.

Li dû vê xebatê re, ji bo navîna kahweyê belav bûn û di pêy navberê re jî her kes bi gruba xwe re li dersxaneyekê/salonekê hate ba hev û xebata xwe domand.

Civîn, di pêy “hev û dû nasîn û navbera kahwe” yê şûnda di sê salon an de cûda cûda destpêkir.

Berpirsîyarê gruba me Dr. Jochen Hippler: “Emê di civîna xwe de, li ser peyva dîaspora yê bisekinin. Dîaspora çîye? Kane çi bike? Tesîre wê li ser welêt çîye? Navîna dîasporayê û deweletê ku li dijîn çîye? Dîroka wî çîye? Dîaspora çawa li welêt û li gelê xwe dinêre? Kesên welêt li dîasporayê çawa dinêrin? Rexneyên wan, hêvîya wan çine? û hwd. Hûn bi pirs, şîrove û nirxandinên xwe rê li ber civînê vekin. Pirsên mijarê derxin holê.”

Lê ziman nezanî bareke pirr girane. Mirov mîna gêjikan mecbûrî temaşê û guhdarîkirinê dimîne. Bêyî wê, ji rûyê ziman nezanîyê mirov him pirr wext wenda dike him jî pirr wext dide wenda kirin. Her carê tiştên ku têne gotin ji bo mirov tê wergerandin û her cara ku mirov tiştekê dibêje ew tişt tê wergarandin. Di herdû wergeran de jî bêşik di gelek cihan de rûhê axaftinê gelek jê dişkê an ji binve dimre.

Dirêj nekin. Hemû kesên beşdar li gorî zanîn û nerîna xwe fikir û pêşnîyarîyê xwe li ser gotina “dîaspora” yê ramanên xwe dianîn zimên. Ji van fikir û ramanan Profesorê me pirs/senivîs sadir dikir û pirs ew sernivîs li ser kaxizake kartonî dinivisan. Ew kartonê nivisî jî, li gorî mijarê li ser textê polê raptiye dikir.

Pirs/sernivîs amade kirin di dawîya xebata rojê de encax bi dawî bû. Di encamê de 4 grup pirs/sernivîs û 3 senivîs jî bi du gruban re têkildar lê bi serê xwe hate nivîsandin. Serhev 26 sernivîs hate bicih kirin.

Gruba yekemîn; tespîta hal:

“Kîjan grup hene?”

“Rola rêxistinan û kesan”

“Li dîaspora yê kesên li dijî dialogê”

“Di vê babetê de çi lêkolînên ehîl hene?”

Gruba duwemîn:

“Halê bizava Kurda ya ku dewleta tê de dijîn –Welat- digel halê pêşberî hev”

“Li welatên lê kîjan pêşnîyarîyê çareserkirinê hene?”

“Ji van pêşnîyarîyên çareserîyê, karin piştgirîya kîjanê bikin?”

“Serxwebûnî, otonomî an rêyeke din?”

“Tarîfa koça hundurîn”

“Bi kîjan hêzan re karin dîyalogê çêbikin?”

“Hêzên muhatap kînin?”

“Kesên şunda vedigerin kanin çi bikin? Turkîye û Iraq”

“Halê reforma û helwesta meya mijarê”

“Astengîyê li ber dîyalogê”

Gruba Sêyemîn: “Kurdên Turkîyê, Surî û Iraqê dîasporayê çawa dibinîn?”

“Hevîya welêt ji dîasporayê çîye? Dîaspora xwe de çi rolê de dibîne?”

“Hêvîya Kurdan ya ji koçberîyê”

“Li Tirkîyê, Iraq’ê rismê Tirk û Kurd, Ereb û Kurdan”

“Kîjan faktor di van risman de rol dilîzin?”

“Li dîsporayê pêyvendî û nakokî; Kurd û Tirk”

Gruba çaremîn:

“Di navîna welêt û dîasporayê de fikir û raman,”

“Yekîtîya bawerî yên din çawane?”

Sê sernivîsên bê grup an di navina gruba sisêyan û çaran de mayî:

“Polîtîkayên YE (Yekîtîya Ewropa)”

“Polîtikayên Elmanyayê”

“Hêvîyê Elmanyayê ji dîasporayê”

Mîrza Hippler, li pêy tespîta nerînê xwe yê civîne eşkere kir.

“Dîaspora, carina li welêt hal gelek giran dibe, kare ji alî maddî alîkarê welêt bibe. Lê alîkarî di nav wextê de digûhere. Serqisê tesîra dîasporayê li Tirkîyê û Iraqê cûda cûda ye. Li Iraqê avakirinek heye. Bi vî alî piştgirî hewceye. Bi vî alî de xwestik jî hene. Bi vî alî de tiştên ku hatine fikirîn jî hene. Avakirina sîyasî de, di amadetîya pêştabirina kanûnabingehîn de karin alîkar bibin. Ji dîasporayê hêvî hene. Hewceye pêşbazîyek destpê bike.

Encax dema em li Tirkîye binêrin, faalîyetek hindik dixûyê. Alîkarî hîn dijwartir e. Li gorî ‘Krîterê Kopenhagê’, di çerçova pêvajoya endametîya YE destpêka reforma heye. Lê hewceye ku vana têkevin rê. Kemalîzm herçî ku diçe qels dibe. Ji ber vê yekê pişka îslamî di dîaspora û li Tirkîye kane tevkarîya demokrasîyê bike.”

Civîna me ya roja yekemîn bi bijartina, du nûnerên cîvîna hevbeş û du nûnerên civîna dawîn şunda bi dawî bû.

Roja dido ya, saet li dora heşta şîyar bûm. Mîna rojekê berê serê xwe şûşt û daketim salonê. Bi tevlî Birêz Parlak em careke din derketin meşa sibehê. Cergî ku em çûbûn Loccumê em hînê meşê bûbûn. Lewra li Loccumê hewayeke paqij, rêyên paqij, derdorek bê dêng û heşnayîyek xweş hebû. Aramî belav dikir. Xweşîyek li dilê mirov direşand.

Civîn di pêy taştê ya sibehê re destpêkir. Mafê axaftinê yê Birêz Azadî bû:

“Dîaspora Kurd bi hebûna xwe, bi şêweya hatina xwe û têgihîna jîyana xwe ji hev cûda ye.

Kesên ku ji bo kar û xebatê ji Tirkîyê hatin, ji ber ku ji bin tirsê hatibûn, li navnasê xwe xwedî deneketin. Eynî hewa kişandin. Lê kesên k udu 75an hatin bizanabûnek polîtîk hatin. Yek ji wan îsmet Şerîf Wanlî bû. Bi armanca perwerdeyî yê hatibû. Him li derdora akademîsyena bû û him jî berdevkê Mistefa Berzanî bû. Disala 1959an de li Elmanya yê li nêezî Frankfurtê li Weisbadenê civîmnek li dar xist.

Di navbera sê grubê dîaspora Kurd de di warê zanîna polîtîk de cûdatîyek mezin heye. Di heman demê de Kurd avahîya her çar welatî li derve dixin. Bi pirranî peywêndî û meyildarîya wan cûdaye. Lêh inek husûsîyet hene ku wan bi hevre girê dide. Gelek komela yên karkeran, komela yên polîtîk çar parçe tîne hinda hev.

Di lêkonîna dîasporaya unîversîteyan de Kurd hima bêjin tûneye. Zimaneke ne zimaneke dewletê yê fermî be, lêkolîna we jî bi îmkan nabe. Dewlet destûrê nadin.

Rêxistinên Kurd yê dîasporayê nedîyarîyekê dijîn. Demeke derbasî dijîn. Ji alîyekê dixwazin bibin berdevkê welêt, jialîyekê j îli vira dijîn.”

Li ser her axaftinê şunda gelek kes nerîna xwe, pirsên xwe an liberbûna xwe tîne zimên. Lewra gelek tiştên ku di wê navîne de têne gotin bi tevayî wergera wan çênedibû. Xulasa wan dihate wergerandin. Me gelek tişt direvandin.

Min di mafê axaftina xwe de;

“Hîn birinê dema şer nekewîya ye. Birînê 30-35 hezar kesên mirî hîn diêşê. Lê ji 1999ê virve ji ber pevajoya aşitîya PKKê, an bi gotineke din ji ber pêvajoya Îmralî’yê bêşerî heye. Lê ev ne aşitîyek rêk û pêk e. Ji wê demê û virve di gelek waran de tiştên baş qewûmî.

Kûştine faîlên nedîyar hate birîn. Rêxistina paramiliter Hîzbûllah hate belwkirin. Valakirina gundan –ji ber ku gundên ku bêne valakirin neman- sekinî. Di qanûnabingehîn û di gelek qanûnan de guhertin çêbûn. Hinek piçûk hinek mezin 7 pakêtên guhertinên qanûnan derket. Cezayê îdamê rabû. Ji bo hin sûcên sîyasî di maneya baxşînê de gûhertin çêbû. Biryarên ku li DMME (Dadgeha Mafê Mirovan yê Ewrûpa) yê dij hatine dîtîn rêya ji nûve darazandinê vebû. Lê mixabin hîn hevalê me yên DEPê (Partîya Demokrasî) ne hatine berdan. Astengî yên li ber navên Kurdî rabûn, li bêyî derbasbûna dengên Kurdî “x,q,w,î,ê,û” yê. Halku, azadîya zimanekê azadîya dengên wê jî, tîpên wê jî divê. Lê di heman demê de gelek astengîye mezin jî hîn li holê sekinîne. Kurd ji ber ku, % 10 beraja hilbijartinê didome ji 2 Adar 1994a virve hîn devreyî Parlamanê ne. Bi navnasê xwe nayêne temsîlkirin. Mîna gelek partîyên sîyasî ku hatine girtin, DEHAP jî di bin bandora girtina Dadgeha Qanûnabingehîn e. Ji bo mafê weşana Kurdî di Radyo û TV de qanûn derket, lê hîn rêzname derneket. Eşkere ye ku wê rêzname derkeve jî wê pirr teng be. Ji bo hînbûyîna kurdî qanûn derket lê hîn ji ber astengîya destpê nekir. Ji alîyê din; bexşînek polîtîk divê. Rakirina qoricîtî (cerdewanî) divê. Ji bo aşitîyek mayînde, çareserkirîyek mayînde divê. Lê gelek tiştên dîrokî jî lidar dikevin. Mîna festîval, konser û panelên ku li hemû heremê li dar dikevin. Mîna ‘Konferansa Zimanê Kurdî’, ku hefeteyek berê li Amadê li darket. Di vê konferansê de ji hemû parçeyên welêt, ji Ewropayê û ji Sowyeta berê gelek zimanzan,wêjenas rewşenbîr beşdarbûn. Ev destkeftîyek gelek mezine. Hewceye em qîmeta tiştên wa xweş bizanibin. Em werin ser mijara Konferansa vê gavê:

Guman dikim ku Kurdên ku heya 1970’i yeko yeko jibo xwendinê an ji bo dan û standinê hatin dîasporayê ne polîtîk bûn. Lê 1971ê şunda derketina devreyî welêt bi sedemê polîtik bû. Li ser Derbeya 12 Îlonê 1980î bi hezaran kesên polîtîk derketin derveyî welêt. Ji vanan hinekên wan çûn Swêdê pirrên wan hatin Ewrûpa Elmanyayê. Koçên mezin di pêy 1984a destpêkir. Sedemê vê koçan, ji ber ku aborî bi tevayî gelek xirabe; him aborî, him ewlekarî û him jî polîtîk bû. Jê pirrên wan hatin Elmanyayê. Lewra di encamê de Elmanyayê-Ewropayê milîtan-gerîla gîhand lê Swêdê nivîskar, zimanzan, çîroknûs û helbestvan gîhand.

Îro ku çalakîyên li welêt, nemaze li Amadê hefteyek berê konferansak lidar ket û çalekîyên di nava salê de diqewûmin dide xwûyakirin ku, dîaspora li Swêdê heyînîyek Kurdan ya gelek girîng e.

Guman dikim ku peywira dîasporayê xwe di virda nîşan dide. Ji bo ku gelê Kurd zimanê xwe, çanda xwe, wêje û hûnera xwe pêşte bibe, alîkarîyek gelek mezin divê.”

Dr.Kemal Parlak jî diaxaftina xwe de, zêdetir û bi awayî zanistî li ser koça Kurda ya li bajarên mezinan, nemaze li ya Stenbolê sekinî. Tabloyek gelek xeter anî berbiçav. Ji bo çareserîyê wekhevîya qanûnabingehîn pêşnîyar kir.

Li gorî beşdarvanan axaftinên me herdûya hev û temam kiribû.

Gotina dawî ya Dr. Jochen Hippler bû:

“Li Ewropayê, li Elmayayê sê cûre fotografê Kurdan hene. Yê yekem ‘penaber’î ye. Mîna pirsgirekek hundurîn tê te dîtin. Fotografê dûwem, ‘mexdûr’î ya wan a. Mexdurîya ku bi Helebçê xwe bidinyayê da nasîn. Yê sêyem, bi pirranî xwe di çalakîyên PKK berê de çavkanîya xwe dibîne, tawanbar, bertawan, çalakvan, tevlihevkiryarî ye. Ev hersê resim bi xwezayî serê Ewropayîya tevlihev dike…

Dizanim mijarên meneqedîyan lê yê din jî bi serê xwe mijarên lekolînê, mijarê pirtukanin.”

Civîna me ya cûda cûda bi dawî bû û êdî em hersê grup bihevre civîyan. Fikir û nerînê her grubê du kesa bilêvkirin. Roja din jî heya nîvro axaftinên gruba bi dirêjahî hate veguhestin.

Di vê navberê de, ji Swîsrê ji Genova Callê Birêz Mehmet Balci jî neçûbû konferansek Hollandayê li darketî. Sedemê biryardayîna konferansa me ya ku em hêvî dikin di 5-6 Adar 2004a liAmedê lidar bixin li ser bi firehî rawestîyan. Ji bo dilsozî û amadetîyên wî jê re ji nuha de sipas dikim.

Çend hevokên dawî

Ji bo min tecrûbeyek mezin bû. Mazûvanên mazûvanîya xwe bêkêmanî bi cih anîn. Eşkereye ku Manastira Loccumê ku di sala 1163an de hatîye avakirin, berhemek gelek dîrokî û hêja ye.

Li gorî ku sponsorîya konferansê Wezareta Derve ya Elmayayê kir/îye, texmîna di paşerojê de Elmanya di pirsgirêkên Rojhelatanavîn de wê xwe bide pêş, nê bê piştek e.

Biryara ku hate dayîn di paşerojê berê li “dîasporayê”, dûra li welêt bajarên mîna Stenbol, Amed an Enqerê de “dîaloga sivîl Tirk-Kurd” destpêkirin e.

22 Sermawez 2003

[email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1