Hişmendî û zanîna dîrokê, mîna neynikê ye. Mirov xwe û demên xwe yên
bûrî tê re dibîne. Herwiha rewş û pêşeroja xwe, li gor zanîn û ezmûnên
dîrokê birêkûpêk dike. Mirov bi dîroka xwe dibe xwedî hîm û bingeh.
Mirovê bê hîm û bê bingeh mîna dara bê rah e.
Pirsa “dîrokeke çawa” pir girîng e. Berî her tiştî dîrokeke rast ku ji
aliyê zanyarên dîrokê ve were pejirandin, pêwîst e. Mirovê ku dîroka
xwe nizanibe, binyata xwe jî nizane. Herwiha yê binyata xwe nizanibe jî,
nabe xwedî kesayetiyeke rêzdar.
Em kurd dîroka xwe qet nizanin. Mixabin, nezanî bûye qedera me. Em
naxwînin. Hîndekariya xwendinê ne bûye para me. Em ji xwendinê direvin. Lê
weke tê zanîn, xwendin ronahî ye, xwendin çav û gavin. Xwendin asoya
mirov fireh û balûpal dike. Bi xwendinê mirov serbilind û zana dibe.
Ji ber ku xaka me kurdan, ji aliyê çar dagirkerên nijadperest û mîna
guran ve hatiye parvekirin, pêwîste em ji hemû gelên cîhanê bêtir dîroka
xwe fêr bibin. Fêrbûna dîroka me tenê ne bese, pêwîste em dîroka
dagirkerên welatê xwe jî fêr bibin. Herwiha em bizanibin ka em an ew li ser
vê xaka pîroz xwedî maf in.
Dîroka tirkan me jî têkildar dike. Lewra em kurd gelekî li ser axa
mezopotamya yê herî qedîmin, dîroka me diçe BZ 4 000 sal. Lê Tirkên ku
dagirkerek ji yê welatê me, 932 salên xwe li ser vê axê qedandine (sala
1071an bi arîkariya me kurdan ketin Anatolyayê).
Dîroka Tirk a li ser vê axê hemû talan, xwîn, kuştin û wêrankirin e.
Dîroka wan a ku me bi xwe jî di dibistanan de dixwend, ji rastiyê gelekî
dûr e û hemû derew e (vê yekê ew bi xwe jî tînine zimên).
Ez dixwazim îro hinekî Osmaniyên ku hemû rayedar û giregirên Tirk, bi
şanazî behsa wan dikin, bidim nasîn. Qaşo emparatoriyeke cîhanê ye û
padîşahên wê xelîfeyên ola îslamê ne. Di destê min de pirtûkeke bi navê
“Dîroka Osmanî ya Bixwîn’’ heye. Ji aliyê parêzer Îsmaîl Metîn ve hatiye
nivîsandin. Lê taybetiya vê pirtûkê eve ku hemû bûyer û qewamên hatine
nivîsîn, bi belge û bi mêjû ne. Ango qet ji cem xwe tiştek tevlî
nekiriye. Pêncîh û sê pirtûkên ku sûd ji wan hatiye girtin, nirxê vê pirtûkê
zêdetir dike. Di vî derbarî de ez naxwazim dirêj bikim. Fermo hinek
bûyerên sereke em bi hev re bixwînin:
“Osman Beg, apê xwe Dundar Beg bi destê xwe xeniqand. Miradê Yekem,
lawê xwe Savci Beg bi destê xwe kuşt. Yildirim Bayezîd deh birayên xwe ji
bona text dan kuştin. Çelebî Mehmed birayê xwe Îsa da kuştin. Miradê
duyem birayê xwe Mistefa da kuştin û çavên birayên xwe yên din jî mîldan.
Fatîh Siltan Mehmed, ji bo siltantiyê birayê xwe Ehmed ê di pêçekê de
da fetisandin. Bayezîdê duyem, birayê xwe Cem ê ku bazdabû Îtalya û
zarokên wî dan kuştin. Yavuz ji bo siltantiya xwe, hemû xizmên xwe dan
kuştin. Qanûnî kuştina lawê xwe Mistefa temaşe kir û ji bilî lawê xwe, çar
neviyên xwe jî dan kuştin. Miradê sêyem, çawa derkete ser text, pênc
birayên xwe dan kuştin. Mihemedê sêyem, ji bo siltantiya xwe nozdeh
birayên xwe dan kuştin. Osmanê duyem, birayê xwe şahzade Mihemed da kuştin.
Miradê çarem, ji bo text sê birayên xwe bi hev re dan kuştin. Mahmûdê
duyem, Mistefayê çarem kuşt. Yavuz Siltan Selîm bavê xwe Bayezîdê duyem
da kuştin. Mistefayê yekem, piştî girtineke dirêj hate kuştin. Osmanê
duyem, di zîndana Yedîkule de hat kuştin. Siltan Brahîm li seraya xwe
hate kuştin. Siltan Ehmed ê duyem, hate jahrdan. Selîmê sêyem, li serayê
bi şûr hate perçekirin. Yavuz, Yunis Paşa li ser hespê wî bi şûr kuşt.
Yavuz Derwêş Paşa da xeniqandin û serê wî bi destê xwe jêkir. Selîmê
sêyem, Ehmed Paşayê kurê Sadrazam Dukak, bi xencerê kuşt.’’
Weke ku tê dîtin, kêm padîşah û paşayên Osmanî bi fermana xwedê mirine.
Ev yên ku ji xwîna wan bûn bi vê şêweyê dihatin kuştin. Êdî gelo
hindikayiyên weke Kurd, bi taybetî Kurdên Elewî, Asûrî, Ermenî, Nastûrî,
Keldanî, Ereb, Çerkez, Gurcî, Boşnak, Tatar, Tirkmen, Rûm û hwd. di bin
destê van gurên dev bi xwîn de çi dikirin?..
Ez çend mînakên balkêş tenê bidim, hûnê têbigihîjin: “Kuyucu Mirad Paşa
serê sîh hezar Kurdên Elewî jêkir û ji siltan re şiyande Stenbolê, ji
aliyê din ve çal kolan û sîh hezar Elewî jî avête van çalan. Ji bo vê
yekê jî navê wî bû Kuyucu (çalvan).
Yavuz Siltan Selîm, di sefera ser safewiyan de, serê çil hezar Kurdên
Elewî jêkir. Li Kurdistanê kaniyeke avê çêkir û li ser ferşê vê kaniyê
wiha da nivîsandin:
“Kurde firsat vêrme ya rab dehre sultan olmasin Ayagini çarik siksin asla iflah olmasin Vur sopayi al lokmasin karni bile doymasin Bu çeşmeden Rum içsîn gawur içsîn Kurde nasip olmasin’’
Kurdiya vê çarîneyê wiha ye:
“Yareb fersendê nede Kurd bo dehrê nebe siltan
Çarox lingê wî bigre bi xwe şa nebe ti caran
Dar lêxe parî ji dev bigre zikê wî nebîne nan
Ji vê kaniyê Rûm vexwe gawir vexwe nebe nesîbê Kurdan’’
Fatîh Siltan Mehmed, dema çû şer, ji Tirkmenên ku bi xwe re biribûn
hero çarsed kes dikuşt. Yonguç Paşa jî, zarok û jinên van Tirkmanan ên ku bi şûn ve mabûn, dan kuştin.
Di serhildana Nur Elî Xelîfe de, (20.07.1512) pozê (bêvil) 600 Elewîyî
hat jêkirin û şiyandin Stenbolê.
Kuyucu Mirad Paşa, ji serê deh hezar Celaliyan pîramîd çêkir.’’
Bi van çend mînakan be jî, ez bawer dikim ku dîroka Osmaniyan ê we
hinekî bide hizirandin.
Herwiha hûnê wan kiryaran beremberî kiryarên lawên wan ên îro bigirin û
encamekê jê derînin.
Dewleta Osmanî piştî şerê cîhanê yê yekem têkçû. Piştî vê têkçûnê hemû
gelên di bin serdestiya wan de, yeko yeko serbixwe bûn û bûn xwedî
dewlet. Tenê em kurd ji nezanî û bê xwedîtî di bin tûmê wan de man. Digel
vê yekê, Kurdistana ku bi peymana Qesrîşîrîn (1639) di navbera Osmanî û
Safewiyan de bûyî du beş, di encama şerê cîhanê yê yekem de jî bi
peymana Lozanê (1923) bû çar perçe. Herwiha Kurdistana ku pêşî di bin destê
Osmaniyan de, vê carê jî kete bin destê çar dagirkerên ji hev dev bi
xwîntir ku mirovatî ne bûye para wan. Êdî li çar perçeyan serhildan û
berxwedanên gelê Kurd bi qirkirin û tinekirinên hovane, bi xwînê hatin
tepisandin. Li Başûr serhildana Şêx Mahmûd û şoreşa Mistefa Barzaniyê
Nemir, li Rojhilat serhildana Simkoyê Şikakî û Qazî Muhamedê nemir ê
damezrînerê Komara Kurd a Mehabadê, li Bakur, serhildanên Agirî, Qoçgirê,
Amed û Dêrsimê, herî dawî jî şerê rizgariya neteweyî ku di bin serokatiya
Abdullah Ocalan de hatî meşandin...
Gelo lawên wan Osmaniyên xwînrêj ango dagirkerên Tirk çi kirin?
Dêrsim, Qoçgirê, Amed, Agirî, Newala Qesaba, bûyera Muglali û 33 kurdên
gundî, leşkerên Tirk û gerîlayên serjêkirî, herî dawî jî 4 000 gundên
şewitî, bi milyonan Kurdên koçber, bi hezaran ên windakirî, bi hezaran
kuştiyên ku kiryarên wan ne diyar û bi hezaran girtiyên zîndanan,
bersiva vê pirsê dide.
Mirov dikare wateyekê bide helwesta dewleta Tirk a li hember Kurdên
Bakur. Lêbelê bi destlêwerdana DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) ya li
Iraqê, faşîstên Tirk careke din rûçikê xwe yê qirej û gemarî nîşanî
tevaya cîhanê dan. Li hember Kurdistana Başûr ku her bostek axa wê bi xwîna şehîdan hatî şûştin, gef û gur kirin û ketin nava dek û dolabên kalkên xwe yên Osmanî. Lê qet nizanîbûn ku cîhan ne cîhana sedsala 19an e. Wan ji xwe re digot dîsa emê Kurdan qir bikin û dê ji me re bimîne. Herwiha bi hemû hêz û hêzana xwe amadekariyên li gor ku navê kurd jî li Başûr derbas nebe, pêkanîn. Lê bi biryarbûna di serî de Kurdên Başûr û dû re Kurdên her sê perçeyên din jî, mîna roviyê ku nêçîrvan bibîne û teriya xwe bêxe nav paqên xwe, guh çeqel kirin û bi xwe de hisisandin.
Dijmin û dagirkerên me li çar perçeyan jî xedarin. Xasûkin, bi dek û
dolabin. Kîndarin, bi rik û rîpin. Xwînrêj, xwînmij û stemkarin...
Baş e li hember vê yekê em Kurd çi dikin? Qaşo weke ku welatekî me yê
azad hebe, partî, sazî û rêxistinên me hesûdiyê ji hev dikin. Li hember
hev çavnebar û bi zikêşin. Ji hev re dibin benpê û asteng. Lewra li dû
hesabên piçûkin. Partî, sazî û rêxistineke ku ji bo Kurdewariyê tiştekî
baş bike, pêwîste bi dilovanî, bi dilxweşî û bi şanazî were teşwîqkirin
û herwiha mafê wan were dayîn. Mînaka gefên Tirkiyeyê û Kurdistana
Başûr, tiştek nîşanî me Kurdan da: YEKÎTÎ!..
Di vê dema ku fersendeke mezin hatiye ber lingê gelê Kurd de, kesên ku
ji yekîtiyê birevin, ezê ji xwîna wan guman bikim. Lewra hê ji bo me
her tişt ne qediyaye û kevirên Rojhilata Navîn ku ji cîh derketin,
rûneniştine. Têkoşîn û berxwedana mezin niha pêdiviye.
Êdî gelê Kurd ê li çar perçeyan û tevaya cîhanê, pêwîst e dest bidin hev û bi hindikayî di xala neteweyî de bibin yek. Dîsa bila her kes xwedî partî, rêxistin û saziyên xwe be.
Bi vê mînaka Osmaniyan min xwest ku ez kiryarên lawên wan ên Tirk nîşan
bidim. Lewra pêşiyên me gotine . “Çêliyê mar, bê jahr nabe’’.
(*) “Dîroka Osmanî ya bi Xwîn (Osmanlinin Kanli Tarihi), Îsmaîl Metîn,
Tumzamanlar yayincilik, 1998 Stenbol, 426 rûpel (sayfa).