MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 48, rêbendan 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Husein Muhammed: Divê Sedam çawan bêt mehkemekirin?
Susan Sachs: Delîl bo tawanên Sedamî berdest in
Sedat Yurtdaş: Semînarek li ser biratiya gelan
Fuad Sîpan: Trajediya siyaseta kurdên bakur -II-
Şahînê Bekirê Soreklî: Nêçîrvanî
Jîr Dilovan: Dîroka osmanî ya xwînawî
Fuad Sîpan: Lîstikên Osmaniyan xelas nabin
Hamíit Qliji Bérai: Raî kurd da Europa
Metîn Kewê Dilxêrî: Xwendina pirtûkên kurdî


TIRAJEDIYA SIYASETA KURDÊN BAKUR -II-

Fuad Sîpan: [email protected]

Almanya, 22.12.2003

Min di nivîsa xwe ya yekem de tirajediya siyaseta Kurdên Bakur hinekê vekiribû û dixwezim vê mijarê dîsa bi hin mînakan bidomînim. Bêguman mirov nikare siyaseta bi sal û deman tenê bi gotarekê û an jî çend gotaran bîne ziman.

Armanca min ne ew e, ku bi kûr û dûr li ser pirsa tengasiyên siyaseta Bakurê Kurdistanê bisekinim. Ez bawer dikim, ku hemû partiyên Kurdan û welatparêz baş dizanin, tengasiyeke mezin li ser siyaseta kurdan, him li Kurdistanê û him jî di qada navnetewî de heye. Lê pir mixabin li ser vê mijarê zêde nayê sekinandin, an jî di çerçoveyeke pir teng de li ser têye sekinandin.

Partî û rêxistinên Kurdên Bakur hên jî xwe ji îdeolojiya Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim, Sosyalîzim û Komînîzimê xelas nekirine. Kemalîstên Tirkan ev îdeolojiya qaşo sosyalîzimê ji welatên qaşo sosyalîst kopya kirin û di kurdan gerandin, ku tevgera kurdan bi gotinên derew meşxûl bikin û bi vî awayî tevgera me bişkînin. Kemalîstên tirkan bi siyaseta qaşo sosyalîzmê ev bi salan e kurdan dixapînin û heta niha jî di vî warî de bi ser ketine.

Ez fêhm nakim, ku çima? Kurd vê rastiyê nabînin?!. Dema hin kurdên ji partiyên cida diqetin û têne ba hev, ku partiyeke nû ji bo kurdan ava bikin, serê gotina wan sosyalîzm e û binê gotina wan sosyalîstî ye û hwd. Van kesana prosesa guhertina cîhanê nabînin, xwe gorî rewşê naguherînin, tenê bi îdeolojiya sosyalîzimê xwe xeniqandine û tu dibêjî qey di cihanê de ji bilî vê îdeolojiyê wekî din tu tişt nîne û sosyalîzim li ser wan hatiye dapo kirine.

Sosyalîzim, Komûnîzim, Marksîzim, Lenînîzim, Stalînîzim û hwd.

Karl Marx û Friedrich Engels Fîlozofên pir jîr û jêhatî bûn, ku teoriya Hegel pûç kirin û hîmê îdeolojiya Sosyalîzim û Komûnîzmê avêtin. Bêguman him Karl Marx û him jî Friedrich Engels bi niyeteke pir pak û durist ji bo kêra gelan îdeolojiya sosyalîzimê ava kirin. Lê bi bîr û baweriya min qasî ku Karl Marx û Friedrich Engels bi niyeteke pak û dirist bûn, ewqas jî xeyalperest bûn. Çumkî wan ol (dîn) red kirin û wek efyon dîtin, loma bi ser neketin. Lê li aliyê din, wan jî nizanîbûn, ku dê piratîka pergala sosyalîzimê çawa be?. Piratîk jî di dawî de bû felaket.

Hewceyê gotinê ye, ku bêjim xerabiyên bi navê sosyalîzim û komûnîzimê hatine kirin, Karl Marx û Friedrich Engels di vê mijarê de hatin bi kar anîn. Lenîn bi destê zorê hate ser text û Stalîn jî bi navê sosyalîzimê teror kir û Fîdelê dîktator jî hên bermayînê sosyalîzimê diparêze û hwd. Îdeolojiya ku dawiya wê felaket be û ne mimkin e, ku di nava civata kurdan de bingeh bigire, gelo çima? Kurd ewqas ji bo vê îdeolojiyê îsrar dikin. Îdeolojiya sosyalîzimê teorî ye û dê wek teorî jî bimîne. Ez tu carî bawer nakim, ku ev îdeolojiya dîsa wek pergal di pêşerojê de ser bikeve.

Divê em tiştekî tu carî ji bîr nekin, ku ol (dîn) di civatan de rola herî girîng digire. Di civata kurdan de jî wisa ye. Piraniyan kurdan ji ola îslamê ne. Îslamiyetî di civata kurdan de wisa bingeh û kok girtiye, ku loma tu hêz û quwet nikare vê rewşê biguherîne û bi kopiya îdeolojiyan gelê Kurd îqna bike. Pirsa olan ne tenê di civata Kurdan de, her wiha di hemû olên din yên di cîhanê de hene, ola xiristiyaniyan, ola cihûyan û hwd. jî wisan e. Rola olan di civatan de ne tenê li ser civatê û jiyana sosyal heye, her wiha tesîra olan li ser siyaseta dewletan jî heye. Ger em di cîhanê de qiyasek li ser şeran çêbikin, şerên di dîrokê de çêbûne, ji sedî nod zêde li ser olan çêbûne. Loma ol di jiyana civatan de wisa kok girtiye, ku ji bilî daxwaza demokirasiyê tu tiştek nikare bikeve nava civatê û xwe bide qebûl kirin.

Ji ber ku kemalîstên tirkan kêmasiyên kurdan baş dizanîbûn û hên jî wisa ye, loma wan bi hemû quweta xwe gelê Kurd bi tiştên bê bingeh meşxûl kirine û heta niha jî bi ser ketine.

Divê partî û hêzên kurdan berî her tiştî bi siyaseteke nû û nûjen, bi bîr û bawer derên ortê û dest ji vê îdeolojiyê berdin; û bila bi siyaseteke pirrengî û pirdengî têkevin nava civata Kurdan. Siyaseta ku helwesta kurdan rast û durist neparêze, ew siyaset ji tengasiyan xelas nabe û dê têk here. Gelê Kurd bira pezê kesî nîne û tu kes jî nikare têkoşîna gelê Kurd bi gotinên vala û bi parastina bermayiya (döküntü) Kemalîzimê biparêze. Dijminê kurdan yê herî mezin Kemalîzim e û yê dudiyan jî îdeolojiya sosyalîzmê ye. Yan Kurd viya fêhm dikin û an jî bila dest ji serî tevlihevkirinê berdin û rê ji mirovên jîr û jêhatî re vebe, ku ew siyasetekî bi gorî daxwaza gelê Kurd û gorî rewşa cîhanê bidomînin. Siyaseta Kemalîzim û Stalînîzmê ji bo kurdan siyaseteke herî ye.

Li aliyê din partiya ku nû ava bûye (KGK) ji xwe re dibêje, ku goya ew bi tevayî ji îdeolojiya Lenînîzmê xelas bûne û partiyeke nû ye. Ka em binêrin rastî wisa ye an na? Ev partiya ji xwe re dibêje, Kongira Gel a Kurdistanê. Partiya ku bêje, Kongira Gel a Kurdistanê, yanê xwe tenê xwediyê gelê Kurd dibîne. Di vir de navê gel tê bikaranîn. Kongira Gel A Kurdistanê xwe di destpêkê de pir baş bi navê xwe eşkere dike, ku ew hên ji pîskolojiya Marksîzmê, Lenînîzmê û hwd. xelas nebûne. Çumkî navê gel dane ser xwe û xwe wek xwediyê gelê Kurd dibînin û tu dibêjî qey gel li ser wan hatiye dapo kirin.

Kesên beriya hilweşandina qaşo welatên sosyalîst dîtibin, baş dizanin, ku wan dewletan jî di her kirinên xwe de bi navê gel diaxivîn û tevdigeriyan. Navê teşkîlata polêsên wan, leşkerên wan, meydan û kolanên wan jî bi gotina gel dest pê dikir. (Polêsên Gel, Leşkerê Gel, Meydana Gel, Kolana Gel û hwd.).

Partî bi guhertina nav û hin naverokan tenê nikarin xwe biguherînin. Ev mantiq gelê Kurd wek malê xwe dibîne. Di cîhanê de gel nabin mal û milkê tu kesî û tu kes jî nikare gel li ser xwe qeyd bike.

Hewceyê gotinê ye, ku li ser serokatiya Abdullah Öcalan jî çend gotinan bêjim. Wek tê zanîn KGK di destpêka damezrandina xwe de biryar da, ku ew Abdullah Öcalan wek serokê gelê Kurd dibînin. Di dinyayê de li tu welatekî serokên gelan tune ne, serokên partî û dewletan hene. Ev bûyera ku Abdullah Ocalan serokê gelê Kurd e, di cîhanê de bûyereke nû ye, ku kenê dinya-alemê jêre tê.

Mantiqê serokê gel di bingehê de ji faşîzima Kemalîzim û ji faşîzma Hitler û Mussolini tê. M. Kemal xwe wek kalê (mezinê) tirkan bi biryara parlemanê îlan kir. Adolf Hitler jî ji xwe re digot, ”Führer” (serok). Hitler bi destê zorê gelê Alman dida qêrandin, ku jêre bêjin “Heil Hitler” (bijî Hitler).

Tûlê Tîkrîtê, Sadamê qirş û qalê dîktator, bermayiyê ereban jî xwe wek serok îlan kiribû û wî jî bi destê zorê erebên Iraqê didan qêrandin, ku bila di şeqamên Iraqê de jêre bêjin “bi can bi xwîn em bi te re ne hey Saddam”.

Mirovên ku kompileksê wan yê biçûk bûnê hebe, baweriya wan ji wan tune be, pisîkolojiya wan xerab be, tirsonek û newêrek bin, êdî nizanibin çi bikin, hewceyê tiştên wiha dikin.

Ji me kurdan re rêberên zana, jîr û jêhatî lazim in, ne serokê gel. Pêwîst e, Kurd welatên ku têde demokirasî hene, wek Amerîka û Ewropa ji xwe re bikin mînak, ne welatên dîktator û hov.

Alternatîfa demokrasiyê di cîhanê de tune ye. Yan Kurd vê fêhm dikin û yan jî dê ew tucarî di siyasetê de ji tengasiyan xelas nebin û bi ser nekevin.

Di nava Kurdan de, ne ku mirovên jîr û jêhatî tune ne. Ez bawer dikim, ku potansiyeleke pir mezin heye, lê ev potansiyel, xwedî rêxistineke demokratîk nîne. Bi taybetî kesên ji siyasetê dizanin û dikarin ji kurdan re rêberiyê bikin, yan bêdeng in, yan xwe hên ji hin tengasiyan xelas nekirine û yan jî ji bo wan astengî têye derxistin.

Rêxistinek û siyaseteke çawa ji kurdan re dibê? Ezê dîsa vegerim ser mijarê.


KURDÊN BI ŞEREF? Û KURDÊN BÊ ŞEREF? Û ŞAŞIYÊN MEDYAYA PKK Ê

Fuad Sîpan (Fuat Akpinar): [email protected]

Almanya, 25.12.2003

Xwendevanên hêja! Ez bawer dikim, ku ser nivîsê bala we kişand, çima kurdên bi şeref? Û Kurdên bê şeref?

Ez loma dixwezin vê babetê gengeşî bikim, çumkî ev çend sal e di bernameyên Med-TV, Medya-TV û ev demek e, ku di Radyoya Mezopotamya de jî, êdî gelek caran kesên telefon dikin, ji bilî gotinên vala û siloganan di dawî de wiha dibêjin, “em kurdên bi şeref û bi namûs silav dikin”. Û hin caran jî ji kurdên li ber çavê wan bê şeref in? re jî çêran dikin.

Ev mantiqa ku “Kurdên bi şeref? Û Kurdên bêşeref?” di destpêkê de ji hin kesên di nava PKK de bi desthilat in di Med-TV û Medya-TV de hate avêtin. Ev mantiqeke pir erzan e, ku zerara wê ji kurdan re heye, loma divê Kurd dûrî vê mantiqê bimînin û dev jê berdin. Çumkî mirovên vê mantiqê diparêzin, tenê xwe bi şeref dibînin. Loma ew kesana wisa dibêjin. Kurdên vê mantiqê diparêzin û dibêjin, “em kurdên bi şeref û namûs silav dikin”. Ne diyar e jî ku ew çiqas bi şeref in? Gengeşiyek wiha, ne hêsan e, paşê dê derketin ji vê gengeşiyê pir zehmet be. Loma divê, Kurdên ku xwe bi namûs? Û bi şeref dibînin, dest ji vê mesela şaş, ku dawiya wê pir xetere ye berdin.

Kesên dibêjin, “Kurdên bi şeref? Û yên bêşeref?”, dubendiyê jî dikin nav kurdan û êdî mafê wan jî namîne, ku ew qala sî an jî çil mîlyon Kurd bikin û bêjin, hejmara Kurdan ewqas mezin e. Çumkî mantiqa ku ew diparêzin, tenê xwe xwediyê Kurdistanê dibînin.

Bêguman dijminên kurdan ji kêmasiyên wan baş îstîfade kirine û hejmareke ne kêm ji kurdan ji bo berjewendiyên xwe baş bi kar anîne û hên jî tînin. Lê divê dîsa jî şaşiyeke wiha bê mantiq neyê kirin û di pirsa Kurd û Kurdistanê de, dûr û dirêj hêsab bêye kirin.

Divêt şoreşa başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de ji hemû Kurdan re bibe mînak. Berya sala 1991ê bi sed hezaran caşên bi Saddam re kar dikirin hebûn. Van caşana di 91ê de refên xwe guhertin û ketin nava şoreşê. Eger partiyên Başûr mantiqa “kurdên bi şeref? Û yên bê eref?” Biparêstana, dawiya wê wê biba felaketeke pir mezin. Kurdên ji dijminan re kar dikin, rojekê dê rastiyê bibînin û refên xwe biguherînin; divê derî ji wan re jî vekirî be. Lê gava di destpêkê de gengeşiyeke wiha xeter û bê mantiq li ser “Kurdên bi şeref? Û Kurdên bê şeref?” Bêye kirin, dawiya wê ji bo kara kurdan nîne. Dijminên gelê me her dem ji vê mantiqê û ji qelsiya Kurdan îstîfade kirine. Divê Kurd êdî bi aqilê xwe tevbigerin, ne bi hîsên xwe. Û divê siyaseteke wisa bêye ajotin, ku ew kurdên ji bo berjewendiyên dijminan kar dikin, rojekê bixwe fedî bikin. Gengeşiyeke wiha, “kurdên bi şeref? Û yên bê şeref?” dê dijminên kurdan dîsa jê îstîfade bikin.

Hewceyê gotinê ye, ku çend gotinan li ser daxwaza temaşevanên Medya-TV û guhdarên radyoya Mezopotamya, ku hin caran bi rêya telefonê di bernameyên zindî de daxwaz dikin, ku stranên hozanê gelê Kurd ŞIVAN PERWER jî bibihîzin bêjim. Çiqas şerm û fedî ye, ku pêşkêşkerên (moderatorên) ji bernameyên zindî berpirsiyar in, ji vê daxwaza kesên bi rêya telefonê di bernaman de beşdar dibin, wiha dibêjin, “li me biborînin, kaset û CD-yên ŞIVAN PERWER li ba me tune ne“. Ez ji pêşkêşkerên di bernameyên zindî de pêşkêşkeriyê dikin tiştekî nabêjim, çumkî ew mahkumê siyaseta kesên der mafên Medya PKKê de berpirsiyar in û loma mecbûr in, ku bi gotinên derew bêjin, ku kaset û CD-yên ŞIVAN PERWER li ba me tune ne.

Ev ambargoya li ser Şivan Perwer biryareke siyasî ye. Dijminên gelê Kurd jî ji dengê Şivan Perwer ditirsiyan, hên jî ditirsin û nahêlin, ku stranên wî bêne strandin.

Ewên ku ambargo dane ser dengê Şivan Perwer, nikarin di pêşerojê de hêsabê vî sûcî bidin. Çumkî Şivan Perwer dengê Kurdistan e, çumkî Şivan Perwer perçek ji dîroka Kurdistan e, çumkî Şivan Perwer yek ji wan e, ku hîmê kevirê stûna tekoşîna tevgera Kurdistan e. Ji ber ku Şivan Perwer rast e, dirist e û ji ber ku Şivan Perwer nikare derewan bike û ji ber ku Şivan Perwer li dijî koletiyê ye û naxwaze bibe kole, loma li ser stranên wî ambargo heye û ev ambargo jî ambargoya dijminan nîne, ya kurdan e.

Belê Şivan Perwer bûye êşrişa ambargoya wan kesên qala azadî, demokirasî, biratî, medenî û şaristaniyê dikin û ew kesên daxwaz dikin, da ku qedexe li Kurdistanê li ser stranên kurdî û navên kurdî rabe.

Ev çi? Tofan e, ev çi rûreşî ye, ev çi? Şerm e û ev çi fedî ye, ku bi destê kurdan têye serê kurdan.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1