Bikirr: Çima pirtûkên bi zimanê kurdî zehf biha ne?”
Pirtûkfiroş; "Hêja kiriyar! Gelê kurd pirtûkên
kurdî naxwîne. Banekiya wan ya xwendina pirtûkên
kurdî tine ye. Û lewme zêde dernakeve.
Ji bo wî pirtûkên kurdî biha ne."
Demek berê xwendekar bûm lewma perê min jî hindik bû. Lewma min û pirtûkfiroşekî me ev axiftin kir. Lêbelê dîsa ez diçûm min pirtûkên kurdî distandim. Ji bo hînbûna min û alîkariya weşanên kurdî.
Belê me re ev pirtûkan gelek biha bûn.
Rojekî bi roj disa çûm cem pirtûkfiroşgehekê. Li wê derê min pirtûkek eciband û bihayê wê pirsî. Pirtûkfiroş bersiva min da. Lê bi rastî pirtûk zehf biha bû. Min jî got: "Çima pirtûkên kurdî gelek biha ne." Xwediya Dersim Kitabevi jî got: "Kurd pirtûkên xwe ango pirtûkên kurdî naxwînin. Banekiya wan (adetê wan) yê xwendinê pirtûkên kurdî tine ye."
Ev gotina mêrik hezar car rast e. Lewma em dibêjin ev bûyerek xemgîn e. An jî ev gelek bûyerek mezin e. Lê ev bûyer problema me ye.
Mixabin pirsgîrekên me yê wilo pirr in. Kurd hem kêm pirtûk dixwînin û hem jî li pirtûkên kurdî nabin xwedî.
Li Tirkiyeyê milyonan kurd hene û firotina pirtûkê kurdî lib bi lib e.
Pirraniya mirovên me qet pirtûkên kurdî nastînin û naxwînin. Ne lê dipirsin û ne jî guh didinê. Lê gava pesna wan pirtûkan jî bikî, qe pêwendî nabe.
Mirovên me yê hindik jî nagere û napirse. Lê gava tu pesna pirtûkên kurdî bidî, guh didin. Lêbelê hewl nadin û dibêjin hîç tê nagihim.
Hindikek jî kurd pirtûkên kurdî distînin û dixwînin. Perê wan hindik be jî ji bo wan zay dikin. Hem, ji xwe re hildide hem jî diyarî dike. Qet jî jî poşman nabe. Ev kom gelekî hindik e. Xwezî zêde be.
Ez diqîrim, hey kurd! Çima hûn pirtûkên kurdî naxwînin? Rast e ku di dinê de milyonan kurd hene û hemî jî pirtûkên cûr be cûr dixwînin. Lê mixabin pirtûkên bi kurdî naxwînin. Em dibêjin, hinek pirtûkên xwe jî bixwînin. Hinekî li pirtûkên xwe bibin xwedî. Ew prtûkên kurdî yên we ye, ne yên biyaniyan in. Bila hûn dîsan pirtûkên biyanî jî bixwînin. Lêbelê pirtûkên xwe jî bixwinin. Xwendina pirtûkên wan rind e. Lê xwendina pirtûkên kurdî jî rind e. Ger hilnedî û nexwînî, rindiya wan nizanî.. Bixwîne.
Erê, mafir tu kurd î, pirtûkên kurdî hilde û bixwîne. Daku weşanên kurdî pêşve biçin. Gava nikarî bixwinî, tişt nabe, hinekî hewl bide bide xwe, hinekî xwe pê ve biwestîne. Paşî tu dibinî xwendin çawa hêsan e.
Bê hewl û bê çalakî hîç tişte ava nabe. Erê nabe. Destê xwe dirêjî pirtûkên kurdî bike, bistîne û bixwine. Li hewl û têkoşinên xwe jî, ji kesê din re zay neke. Wê carê tu dibinî weşanên kurdî çawa jîndar dibe.
Dawiya nivîsê xwe bi gotina Mele Seidê Kurdî kûta bikim. Dibêje; “xwendin, xwendin, xwendin.”