Çi dadgeha dozekê li Seddam Huseynî vebike, dê destpêkek serkeftî hebe bi saya iraqiyên mişextî, komên kurdî û rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî yên zêdeyî deh salan xebitîne bo diyarkirina berpirsiya serokê berê yên Iraqê di tevkujî û tawanên din yên navneteweyî de.
Dozek dijî Seddamî, dozek ku pîvanên delîlan bi cî bîne daku kesê bertawan li dadgehekê bêt tawanbarkirin, hê temam nebûye, dadwerên li gel wan koman got.
Lê xebata 12 salên borî, wan got, dê bi asanî têra bingehê vekirina dozekê bike, bi taybetî ew tawan ku Seddamî ferman da ku çekên kîmyawî li dijî kurdên sivîl bên bikaranîn, gundên wan bên şewitandin û ew bi hejmarên mezin bên telaftin.
Ta niha, pirr kêmtir pêşketin di damezrandina dadgehekê li Iraqê de çêbûye li ber berhevkirin û ravekirina delîlên gengaz yên dijî Seddamî û hikûmeta wî. Encûmena Hikûmî ya Iraqê, di bin çavdêriya rêveberiya dagirkerî ya Amerîkayê de, tenê hefteya borî biryar li ser dadgehek taybet ya iraqî bo tawanên şerr da.
Iraqiyên di encûmenê de dibêjin ew nikarin pêşbînî bikin ka kengî dadgeh dikare dest bi xebatê bike çiku wan ne avahî, karmend, pare, dadgêrr yan ewlehî bo dadgehê heye. Çendîn serokên iraqî jî gotiye ku ew naxwazin dozan vekin hindî ku welat di bin dagiriyê de be.
Lê hemû li ser hindê hevbîr dixwiyin ku Seddam û hevkarên wî divê li Iraqê, ji alî iraqiyan ve, bên darizandin ango mehkemekirin.
Serok Bush gotiye ku ew dê "bixebite li gel iraqiyan bo peydakirina rêyekê daku wî (Seddamî) li gor pîvanên navneteweyî mehkeme bikin".
Gelek iraqiyan ji bîr nekiriye ku yekem Serok Bush rê da ku Seddam li ser desthilatiyê bimîne piştî têkçûna Iraqê di şerrê Kendavê de li 1991ê û hêla ew bi serbestî û zordariyek mezin serhildanên kurdan û misilmanên şiî biperçiqîne.
Piştî dîtina alîkariya çendîn serokên ereb û cîhanî ya bo Seddamî, gelek iraqî naxwazin biyanî têkilî karê wan bibin.
"Me mirovên dadperwer li vir li Iraqê hene yên dikarin bi alîkariya pisporên navneteweyî, dadwerên xwedî tecrûbe li dadgeh û akademiyên din, dadgêrrên me dikarin wî mehkeme bikin", Mufîd Muhemmed Cuwad el-Cezaîrî, mişextiyek berê yê niha şalyarê çandeyî di hikûmeta berdemî de, dibêje.
Yek ji kêm nerînên dijî van, ta niha, ji yek ji keçên Seddamî, Rexadê, hatiye ku piştî şerrî wê û dayika xwe û xwişkek xwe pena xwe spartiye Urdinê. Di hevpeyivînekê de li gel televizyona satelîtî ya erebî, El-Erebiye, wê got ku divê babê wê ji alî dadgehek navneteweyî ve bêt mehkemekirin.
Lê tevî van pirsên siyasî yên ser dadgehê jî, pisporên mafên mirovan ta ji têkçûna [rejîma] Bexdayê xebitîne daku dozan berhev bikin dijî endamên desthilatiya berê li ser tawanên şerrî, tawanên dijî mirovatiyê û tevkujiyê.
Bi tonan belgename ji alî kurdan ve hatin bidestxistin li sala 1991 dema wan dîsan dijî Seddamî ser hilda. Li ber berevaniya amerîkî û brîtaniyan, wan karî dosyeyên (faylên) polîsan û sîxurî raguhêzin Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bo şirovekirin û parastinê.
Sandra L. Hodgkinson, serkêşa koma dadî ya berdemî di rêveberiya dagirkerî de, gotiye ku îraqî konsentreyî heşt bûyerên cuda yên serdema Seddamî bûne, ji kuştarên kurdan ta daliqandinên ragihandî yên misilmanên şiî ji 1979ê ve. Ev sedem dikarin li gor dadweriya navneteweyî bingehên dozvekirina li dijî wî bin.
Ta têkçûna [rejîma] Bexdayê li nîsanê, dozên kurdî herî zêde bal dikişand. Komên mafên mirovan tê dikoşîn dozekê li dijî hikûmeta Iraqê vebikin li ser bingehê tawanên dijî kurdan li destpêka salên 1990ê lê bi ser neketin dewletekê bikin alîkarê vekirina vê dozê.
Paşî, Wezareta Karûbarên Derve [ya Amerîkayê] û komek Amerîkayê diravdayî ya bi navê "Indict" (Darizandin) dest pê kirin delîlên têkiliya hin endamên taybet yên rejîma Seddamî û tawanên îdiakirî berhev bikin. Tişta niha pêdivî, li gor dadwerên di herdu tevgeran de, delîlek e ku Seddamî girê bide bi wan gorrên komikî ve yên ku piştî têkçûna wî hatine dîtin, vêca bi fermanan, bi govaniya şahidan yan bi awayine din be.
"Hê jî hin belgenameyên bingehîn hene ku li nik me peyda nabin", Joost Hilterman, yê ku lêkolerek berê yê Human Rights Watch (rêxistinek mafên mirovan e – kurdî) û nivîserê pirtûkek li ber derketinê ya li ser bikaranîna çekên kîmyawî li Iraqê ye, got.
Tawanên dijî kurdan bi saya teypên vîdyoyan û govaniya kesên saxmayî baş tên nasîn, bi taybetî bikaranîna gaza kujar ya hikûmeta Iraqê 1988ê li bajarokê Helepçe barand.
Komên mafên mirovan dibêjin ku wan bi berfireyî belge peyda kirine li ser kampanyaya Enfalê ya heman salê dijî kurdan ku hikûmeta Seddamî ji wê kiryarê jî bertawan e ji ber kavilkirina bi sedan gund û kuştina bi dehan hezaran mirovan li Kurdistanê.