Bi derbasbûna qonaxên demê re nifşên nû şûna yên ber xwe digirin û bi encamê ne tenê mirovên ku li gor şert û mercên dem û dewrana xwe dijîn ji holê radibin, lê her weha şêweya jiyana wan. Bi encama vê yekê di nav erf û toreyên civatekê de hejandin cîh digire û gellek peyvên zimanê wê civatê jî dihên jibîrkirin, çimkî endamên nifşê nû nema wan wek nifşên ber xwe bi kar dihînin.
Li wan welatên ku tê de ji mêj ve ye dezgehên dewletî xwe bi parastina bingehên toreyî û jiyanî yên civatê ve mijûl dikin parastina wan bo nifşên nû misoger dibêt, lê bo gelên ji dewlet û dezgehên neteweyî bêpar parastina her tiştê xwe bi nifşên par ve girê dide dijwar e. Wek nimûne, eger di qonaxa dîrokî ya îroyîn de kesek ji xwe bipirse, gelo çima di zimanê înglizî de gotina “it is raining cats and dogs” (pisîk û seg dibarine) dihêt bikarhanîn, dema baraneke pirr dibare, ew kesa dikare di derbarê vê yekê de lêbikole û agahiyan jî bi dest xe. Agahiyên dîrokî yên di derbarê vê yekê hatine nivîsandin radigihînin ku xelkê gundên Îngliztana îroj berê xaniyên xwe ji celbê (xwelî û av – li beşine Kurdistanê hîn îroj jî xaniyên ji celbê, ji kelpîçan, hatinî lêkirin hene) çêdikirin. Van xaniyan nizim bûn û serên wan bi pûş dihatin nixamtin. Seg û pisîkan gundiyan bi şev li ser wî pûşî diman, çimkî xwe ji ava ser erdê diparastin û xwe di nav pûş de germ hest dikirin. Eger baraneke pirr bibariya û bo demekê bidomanda van seg û pisîkan bi ser xwediyên xwe yên di hindir xênî de diketin. Ji lewre hîn îroj jî gotina “pisîk û seg dibarine” dihêt bikarhanîn dema baraneke wekî ku “ji derê kunan bihête der” bibare.
Çiqa di zimanê kurdî de gotinên wek ya li jore di înglizî de hebin jî lêkolîna di derbarê wan de mirovî nagihîne îspateke bi nivîs. Eger van şêwe gotinan li dû sed salên din di kurdî de bimînin jî, nifşên wê demê dê ji bingeha wan ne haydar bin heke di derbarê wan de tiştekî nivîskî nehête parastin. Li milê din, bi encama guhertina şert û mercên jiyanê ne tenê bi hezaran peyvên zimanekî, lê her weha erf û toreyên civateke neteweyekê jî dikarin di navbera qonaxên dîrokî de wenda bibin. Hema bala xwe bidin van mit û rehan: Sîvok, guhbel, qilçix, çîçekê mêst, kerbeş, hîzkî dimis, xeşûl, teqteqo, wehweho, mamîte, axbendir, sîrme, pûng, tolik, tehlik, kulindir, kereng, pîvok, bendik-nazik… Wek zarok min navên van mit û rehan û gellekên din qe nebe salê çend caran dibihîstin û ew bi çavên xwe jî didîtin. Dema ez sala borîn çûm serilêdana welêt min dît ku min navên hinekan ji wan ji bîr kirine û hinekên din tew nema li wê deverê dihên dîtin. Li herêmine Kurdistanê kilandina dêw, teşîrêstin, tevnçêkirin, çîtdanîn, heta nanê sêlê jî êdî ji holê rabûne; her weha xwedîkirina hespên kihêl û tajiyên nêçîrê. Bêyî qeydkirina şêweya jiyanê û toreyên qonaxeke dîrokî ya civatekê ew ê bi derbasbûna salan re bihên jibîrkirin.
Li dû vê pêşgotinê dixwazim bibêjim ku ez gellekî dilşad bûm dema ez di berhema Dewrêşê Evdî ya Eyüp Kiran de rastî gellek şopên şêweya jiyana Milan hatim. Di hin beşên pirtûkê de Eyüp Kiran ji heqê raberkirina alîne jiyana beşekî ji gelê kurd derketiye. Ez dikarim vê yekê bibêjim, çimkî min di salên zaroktiya xwe de hinek ji wan nimûneyan bi çavên xwe dîtine. Wisa jî em dikarin bibêjin ku di berhemê de gellek şopên jiyana Kurdan ya demên par hene, ji Qerejdaxê bigir ta erdê berriya xwe digihîne Reqaya îroj li aliyê sûrî li ser Ferêt.
Mixabin ji dest nahêt li vir 317 rûpelên berhemê rêz bikim, lê ez ê bi we xwendevanên hêja re çend rêzên ji rûpel 35 ta rûpel 38 parvebikim, ku xwe bi nêçîrvaniyê û xwedîkirina hespan û tajiyan li nik Milan ve peywendîgir dikin:
“Wekî pêşdirên xwe Temir Paşa jî, ji nêçîriya xezalan pir hezdikir. Sê çar meh bûn ku nêçîriya welatê xwe ne dîbû, bêrî kirîbû. Bi rastî nêçîrî kêfek û zewqek pir xweş bû. Neçîrî hûnerîyek mezin bû.
Berîyê, xezal, kergoşk, betên mezin, beta fizo, qitik, pûr û kewêgozêl bêhesab bûn, xenî bûn. Goştê wan gelekî bi ekl bû, bi çejdar bû. Şîva ku ji goştê wan dihat çêkirin ji babêta dewlemend bû. Tu braştî û kibabê bibê, tu qeliyê bibê. Ji guna bav û kalan de ew karê nêçîriyê heye û ew ji ber vê yekê tahmên xweş jê derdikeve. Kevaniyên malan marîfetên rind ji goştê neçirîyê derdixin. Goştên nêçîriyê ji xwe ji goştên din bi ekiltir e.
Li civatan gelek car nêçîrî dihat qisekirin, Însanan serencamên serên wan de derbasbûyî di anîn ser ziman: “Me weha xezal rakirin, me berda ser pişta wan, me tîr avêtinê, me bi hespan ji erdê hilanî” û ne diqediyan. Hinek rast bûn hinek derew. Wer bi rengîn bahsa nêçîrîyê dikirîn ku, mirov gelekî bihezkirin gûhdariya wan dikir, devê mirov vekirî dima. Biçûk û mezin herkesî bi can û bi eşq guhdarî dikirin. Di nêçîriyê de dû ruhberê din hevalên wan bûn: ê yek hesp, ya din jî tahjî bûn.
Milan xwedî hespên beza û xurt bûn. Hespên wan bi cinas bûn, bavê hespan bêlî bûn, diya hespan bêlî bûn, hemî kihêl bûn. Çînasê wan an Sêlotê, yan Seklawî, yan negî bû, yan Hemdanî simrî, yan Rîşê bû, yan Çetilbêlix. Navên hespên wan zirav, serên wan bilind, guhên wan bel bûn, bujuyên wan drêj, dêlên wan di erdê re bûn, yanê dêl şerad bûn, gelek car dêlên wan grêdidan. Kirasên hespan yan şê bûn, yan kumêt, yan boz an sorboz, hespên wan carna sim kodin bûn, carna bêş.
Li hespên xwe rind mêze dikirin, rind xwedî dikirin, gelek car grêdidan, û ji ber grêdanê, hesp carris dibûn. Cilnê hespan hebûn, rengîn bûn, kevaniyan ji rîse rengîn çêdikirin. Berdilkên hespan hebûn, çil û berdilkên hespan bi guluk, bi biskul, bi rîşî bûn. Guluk û rîşî him navdengî bûn, dixemilandin, him jî nedihîstin mês nêzîngî hespan bibin, li ser hespan venin. Hespên wan rêhevalên wan bûn, ji bo gera dûr baskên wan bûn, şorêta wan bûn, di şeran de ruhxelasên wan bûn, di şênayan de, şayiyan de, dawêtan de navdengiyên wan bûn. Wexta çar gavan diçûn te digot wekî nigên wan li êrde nakevin.
Li berriyê kerîyên xezalan hebûn, gelek bûn, bê hesab biharî dizan, havînî karên xwe mezin dikirin, payîzî dibûn kerî, payîzxêr zû biketa nê dihatitin zeftê. Yên mezin bi qloç btui, mêzin bûna qloçê wan bi salên wan re grêdayî bû.
Kergoşk jî bêhesab bûn. Him li berriyê bi cîh bûn, him serê zivistanê ew jî ji zozanan dihatin berriyê. Ji bela avis bûn û zayîna wan kesî zivistanên derengîn û bihar[î nêçîrîya wan ne dikir. Havînî ji xwe kesî nêçîriya wan ne dikir, him kêzat bûn, him jî goştê wan bîna samî jê dihat. Payîzî û zivistana ewilîn seyda wan di bû û goştê wan bi ekil bû
Hesp û tahjî aletê wan ê nêçîriyê bûn. Li ser hespan, li kêlekê wan tahjiyên wan, wexta li erdê bêpîvan didan ser pişta xezalan bihev re diçûn carna siwar derbasî pêşiya tahjî û xêzalan dibûn xezal bi ser tahjiya de vedigerandin. Kêf û zewqek gelekî mêzin bû.
Ji bo seydê, tahjiyên rind, yên bi cinas xwedî dikirin. Dê û bavên tahjiyan jî belî bûn. Wexta dêlikên tahjlyan dihat teleb, (Hatina teleb, niyan xwestina dêlê tahjî û kûlçîka, lhtiyacê biyolojîk, tebîî.) bi tahjiyek bi cinas ve di zeliqandin û pişt re grêdidan, ji bo ku kuçîk û tahjiyên din pê ve nezeliqin. Wexta teliqandina (Teliqandin, zaylîna tahjî û heywanetên kûçikîn.) wan cewrê wan ji dest hev direvandin, divêt ku peyman pêş de bihata girtin, tahjiyên rind bav ne dida law, bira ne dida bira.
Cewrên tahjiyan heta şeş mehî wekî dergûşan dihat xwedlkirin. Cilên wane rengîn hebûn, zivistanê cihê, havlînê cihê. Cilê havînî tenik bûn yê ziviztanî qalind bûn. Ji bo çavên wan ji biçûktî de ne tirse, şeş mehî dibûn hîn dibirîn nêçîrîyê Bi tahjiyên mezin re dielimandin, hîn dikirin. Li nêçîrîyê, rovî bela serê wan bûn.
Goştê roviyan ne dihat xwarin, çmkî Milla henefî bûn. Wexta rovî ji ber wan radibûn, tahjiyan dida ser piştê. Rovî û tahjî di hey dialiqîn. Roviyan tahjî perîşan dikirîn, qîlê diranê wan hîn tûj û zexm bûn. Cewrê tahjiyan di elimiandinê nêçîriyên de li roviyan rast bihata çavên wan ji nêçîrîyê ditirsiya. Roviyan pozê cewrê tahjiyan gezdikirin, qîlên diranên wan cîh bigirta hetanî dereng bernedidan. Cewran xwe ji rûviyan xelas dikir, kaze kaza wan bû, êdi neweribûn biçûna ser kergoşkan jî. Ji bo vîna tahjî gelek car di seydê de bi meras bi xwediyên xwe ye grêdayî bûn. Di stuyên tahjiyan de hertim xelêtên bi kespikan xemilandî hebûn.
Payîzê tahjiyan her sibe li ber malê li ser neynûkan dilîst. Li çavên xwediyên xwe mêze dikirin, çavên wan li serî direqisîn, guhên wan yek radibû, yek dadihat, li ber wan dilîstin, xwediyên xwe dialastin, hima tu bibêje li ber xwediyên xwe digeriyan û digotin “xéra xwe me bibin seydê"
Li berriyê bêyî xezal û kergoşkan babetek kewê gozelên mezin hebûn, firek tenê difiriyan, siwaran didan pey, fira din nikaribûn bifiriyana, siwaran hişk pêdigirtin.
Paşayê Milan çaxa diçû nêçîriyê, nêzika pencî siwarî bi xwe re dibir. Siwarên pê re gişkî tevgrêdayî, hertim ji bona şer amade bûn. Erdê berriyê jî bêpîvan bû. Car hebû şevder diman. Çi dibû, çi ne dibû.
Hevalên wî yê nêçîriyê ji eşîrên Dodikan, Bergûhanan, Kumnexşan, Kuran û Şerqiyan bûn. Hevalên wiyê nêzîk Evdê Milhim û Mistê Fêrhê bûn. Evdê Şerqî bû, ji eşîra Dênnayî bû çaxa wi re bû.“