Tirk bi xwe dibêjên, ku listikên Osmaniyan xelas nabin. Rastî jî wisa ye, lîstikên wan xelas nabin. Ji ber ku mîrasê Osmaniyan, dewleta Tirk, êdî nikare siyaseta xwe ya derew wek her dem bi cîhanê bide xebûlkirin, loma dîsa dest bi fen û fûtên Osmaniyan kirin. Fen û fûtî û fîtne û fesadî pîşeya dewleta Osmaniyan bû. Loma wan hezar salî seltenata xwe bi hovîtî li ser gelan berdewam kir.
Dewleta devrût jî mîrasê bav û kalê xwe didomîne. Mirovatî, medeniyetî û şaristanî dûrî kevneşopiya wan e. Ew xwe mecbûr dibînin, di her kirinên xwe de bi hovîtî be jî ser bikevin. Winda kirin dûrî aqilê wan e. Gava dibînin, ku êdî qîmeta siyaseta wan li tu derê derbas nabe, dê winda bikin, berê bi tehdît û şantajan dest pê dikin. Dema ku tehdît û şantaja wan bi kêra tiçtekî neyê, îcar bi fen, fûtî, fîtne û fesadiyê berdewam dikin. Fen, fûtî, fîtne û fesadiya wan jî kêra tiştekî neyê, wê çaxê êriş, talankirin, hovîtî û qirkirina wan dest pê dike. Osmaniyan û mîrasê wan dewleta Tirk bi sal û deman e, ku bi vî awayî siyaseta xwe domandin û hên jî didomînin.
Teqinên bombeyan yên di rojên 15.11. û 20.11.2003an de li dijî Cihû û Îngilîzan, ku di van bûyeran de ji 60î zêde mirov jiyana xwe ji dest dan û ji 600 kesî zêde jî li Stenbolê birîndar bûn, roj bi roja baş eşkere dibe, ku dîsa tiliya listika Osmaniyan di nav de ye.
Ne tenê tiliya wan, rastî dest û lingê wan jî di nav van bûyeran de heye. Çimkî, ew rêxistinên ku qala wan têye kirin (Hîzbûlah û hwd.), hemû bi destê dewleta tirk hatine damezirandin, ku tevgera gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bişkînin û terorîze bikin, da ku gelê Kurd nikaribe pêşde here û ser bikeve.
Tirk bawer dikin, ku, ewê bi aqilê xwe yê çûçikan dinyayê bixapînin. Lê ez ji sedî sed bawer dikim, ku Îsraîl (Cihû), Îngilîz, Amerîka û dewletên Ewropa baş dizanin, tiliya dewleta Tirk di nav van bûyerên kirêt de heye û van bûyeran ji bîr nakin; û dê der mafê Tirkan de di pêşeroj de hêsabên xwe baş bikin û bersiveke wisa bidin, ku Tirk dê nizanibin ev çi felakete hatiye serê wan.
Wekî din dewleta Tirk bi taybetî di pirsa başûrê Kurdistanê/Iraqê û di pirsa Qibrisê de ketiyê komayê û nizane, ku ji van pirsan çawa xelas bibe.
Wek tê zanîn, Tiran bi rişwetan gotinên xwe heta niha bi Amerîka û Ewrûpiyan dane xebûl kirin. Lê belê ji ber ku Tirk roj bi roj ji berjewendiyên Amerîka û Ewrûpiyan re astengiyan derdixin, loma êdî qîmeta rişwta Tirkan jî li ba Amerîka û Ewrûpiyan nemaye. Tirk roj bi roj gogan davêjin qala xwe.
Leşkerê Amerîka li Silêmanî çuwal kire serê mehmetçik*, dîsa jî Tirkan ar nekirin. Tirkan xwe wek dîkan tix kirin, ku êrişî leşkerên Amerîka bikin, lê wan bala xwe dayê, êrişkirina Amerîka mêtrekî ji bejna wan dirêjtir e, loma bi xwe moral didin xwe û dibêjin, ku bila bûyerên wiha dubare nebin. Gelo di serê mehmetçik de dîsa çuwal derbas bibe, yanê bûyer dubare bibe, dê Tirk çi bikin?
Qet nikarin tiştekî bikin. Çimkî Tirk hên jî ji Amerîka re kole ne. Her çiqas jî navbera wan wek herdem ne baş be jî, Tirk dizanin, ku eger têkiliyên wan bi Amerîka re qut bibe, ev jî dibe sedemê felaketa pêşeroja Tirkan.
Bûyera çuwalê di serê leşkerên Tirk re hate derbas kirin, ji Tirkan re bûye birîneke pir mezin. Lê ger ew dest ji siyaseta xwe ya bi qirêj û dijminahî ya li dijî herkesî bernedin, dê hêj pir çuwal di serê mehmetçikên wan re derbas bibin.
________________________________
Mehmetçik: “Mihemedok”, bernavê leşkerên tirkan e. // MEHNAME.