Rojnameya "Ortadogu" ya tirkî di hejmara roja 19ê gelavêjê de nivîsiye ku Sabahaddin Çakmakoglu, wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê, ragihandiye ku "navandina herdu bajarên Kerkûk û Mûsil, ku pirraniya rûniştvanên wan tirkmen in, wek bajarên kurdan ji alî Mesûd Barzanî de, ku serokek kurdan e li Bakurê Iraqê, karek red- û mandelkirinê ye". Herwiha rojnameyê nivîsiye ku wezîrê berevanî wiha jî gotiye: "Divê Kerkûk jî di nav de, ew ji aşop û xeyalên xwe biavêjin, û raya giştî jî dizane ku em dijî damezirandina dewletek kurdî li Bakurê Iraqê û dijî her pêkhatinek nû ne li wê navçeyê. Û bi ti şêweyekî jî em ne qayil in ku ev herdu bajar, ku berî çend sedsalan beşek ji niştimanê Tirkiyeyê bûne, wek bajarên kurdî bên binavkirin."
Heyamek dirêj e ku rayedarên tirk ketine wê bangeşeyê ku qaşo Amerîka biniyaz e ku piştî guherandinên nav Iraqê dewletekê bo kurdan dabimezirîne.
Tevî ku ev propagandayên rayedarên tirk bi hemî awayî ji alî desthilata kurdî de hatiye bersivandin jî, tevî ku di gotûbêjên duqolî de jî ji mêj ve ye Enqere hatiye têgihandin ku tiştek wisan li hol û arayê nîn e jî, tevî ku Amerîkayê jî Tirkiye dilniya kiriye ku ti proje û bernameyek wê ya bi wî awayî li ber destan nîn e, tevî ku Tirkiye baş pê piştrast bûye ku damezirandina dewletek kurdî di dorê de nîn e, lê dîsan jî rayedarên tirk ji bang û hewaran newestîne. Tenê ew partiyên tirkmenan, ên ku di bin sîwana Hukumeta Herêma Kurdistanê de parastî ne, xwedî bi dehan îmtiyazên giring in. Dîsan jî heman propagandaya rayedarên tirk berdewam e.
Li vir em pêdivî dibînin bipirsin, gelo rayedarên tirk wê propagandayê bo çi dikin? Û gelo di şerê tê pêşbînîkirin ê Iraq û Amerîkayê de ew dê bikarin armancên xwe bi cî bînin? Qet ne veşartî ye ku rayedarên tirk berê xwe ji wilayeta Mûsilê (Herêma Kurdistana Iraqê) nagirin, wê wek bermayiyek ji dewleta Osmanî ya kolonî dihesibînin, û di budjeya xwe ya salane de lîreyek tirkî bo terxan dikin (!) bê ku li ber çav bigirin ku wîlayeta Mûsil angorî peymanên navneteweyî beşek ji Iraqa niho ye û ku ti mafê Tirkiyeyê tê de nemaye. Û ew wîlayet qet ne amade ye jî xwe bide dest dewletek wek Tirkiyeyê ji ber ku rind tê zanîn ku çarenivîsa zarokên wê dê bibe mîna feleka zarokên Kurdistana Tirkiyeyê û zarokên wê dê bibin boyaxkerên sol û pêlavan li bajarên mîna Stembol, Îzmîr û Enqereyê.
Ayende û pêşeroja Kurdistanê jî gorî û qurbanî rayedarên tirk û mirûd û peyrewên wan nayê kirin. Niha cangoriyên Kurdistanê û hokerên navdewletî (ku rayedarên tirk nikarin wan bi paş guhê xwe ve biavêjin) û hemî amaje jî di berjewendiyên gelê Kurdistanê de ne.
Hêjayî dên- û baldanê ye ku di demekê de ku rayedarên tirk bergeriya serxwebûnê bo çend hezar kesên xwe li Qibrisê û Kosovoyê dikin, mafên kurdan mandele û feramoş dikin û di heman demê de bi hezaran kurd bi destê hukumeta wan dibin qurban.
Pêwîst e ku rayedarên tirk bi aqil, hişmendî û hikmetane helwêsta xwe li gor bûyer û rûdanan bidin û sûd ji ders û waneyên dîrokê bigirin û hertim çarenivîs û feleka leşkerê dewleta osmanî li Kurdistanê li ber çavên wan be, êdî qet zimanê gef û hereşeyan bo dagirkirina bajarên Iraqê û herêma Kurdistana Iraqê bi kar neînin çimkî wan di vê rojgara me de nirx û bihayê xwe nemaye. Lê heke dîsan jî birik û serhişk in li ser vê helwêsta xwe, bila dubare çarenivîsa xwe li Kurdistana niho biceribînin. Hingê ew ê bi çavê xwe bibînin ka çawan ev gel dê xwe bide kuştin bo parastina pîroziyên xwe ku Kurdistan e û ka çawan dê welatê xwe bike gorristan bo wan ên destdirêjiyê lê bikin. Em ji wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê re, ku maşella ji partiyek pirr "demokrat" e, bi xwe jî dibêjin ku qet ne bajar û ne jî bajarokek Kurdistanê an Iraqê ne para wî ye, û em kurd jî dê ne tenê berevanî li bajarê Kerkûkê, ku dilê Kurdistanê ye, û Hewlêrê, ku serbajarê Herêma Kurdistanê ye, lê herwiha li Mûsil û ta Bexdayê jî bikin.
Ji hejmara rojnameya "Birayetî" ya roja 21.8.2002 hatiye wergirtin.