MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


POZNÛÇE

Pozqirêj Kilmûşmêj

Mar bi gezandina jinikê mir!

POZNAME - HINDISTAN. Ji mêj de ez ji we maran re dibêjim, xwe nêzî me nekin lê ta niha we bawer nedikir. Ha ji we re nimûneyek ka em dikarin çi bikin:

Roja 13.8.2002 marekê xwe xwişand malek hindistanî û jinika bi zarokên xwe ve raketî gezand. Hurmet ji xewê şiyar bû, mar girt destê xwe û ta jê hat mar da ber gez û leqên devê. Mar bi geza xanimê mir lê jinik sirpîsax ma!

Ganên we me aciz dikin!

POZNAME - ÎTALYA. Hin ji rûniştvanên bajarê Îtalyayê Peglî doz li jin û mêrek cîranên xwe kiriye ji ber ku ew dema diçin nivîna hev gelekî bi dengbilindî karê xwe dimeşînin.

Angorî dozvekeran, ev jin û mêr derengî tên mal û dema gihan malê, dest bi ahîn û nalînên bi dengbilindî dikin û ev ahîn û nalînên wan pênc-şeş caran di şevê de dubare dibin û her carê bi maweyek nîvsaetî didomin.

Bo ku cîranên wan bikarin mijarê bi dadgehê bidin bawerkirin, wan dengê ahîna wan û çîrreçîrra text û nivînên wan tomarî kasetan kiriye û daye dest dadgehê. Dadgehê jî polîs bo vekolînên berfiretir seferber kirine.

Dizê şaşik û cemedaniyan bigirin!

POZNAME - KANADA. Polîsê Kanadayê li pey tawankarekî ye ku kar û sen'etê wî revandina şaşik û cemedaniyên sîxiyan (dînek/olek ji Hindistanê) e.

Bo zelamên sîxî bikaranîna şaşikan pêdivî û zerûrî ye û revandina cemedaniyên wan bûye sedema zivêrbûnek dijwar a giyanî.

Jina heştem li 96-saliyê!

POZNAME - NEPAL. Zelamek nepalî yê 96-salî ev caran heştan e dizewice. Jina wî ya nû 35-salî ye. Bapîrok bi xwe sedema zewicîna xwe wiha bo bûroya Ajansa Kevnçeyan a Poznameyê ya li Nepalê wiha ragihand:

"Min 30 keç û zêdeyî pêncî neviyan hene. Lê ji berî ez bimirim, dixwazim min kurek jî hebe daku dema ez bimirim û keçên min li ser gorra min bigirîn, kurê min ji wan re bibe xemrevîn."

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1