"Desthilatî mirov nexweş dixe, dike xweperest, an
jî xweperestiya ku di ruhê mirov de heye zêdetir dike." E. Azad
Maktgalen peyveke swêdî ye. Tê maneya “Dinê îqtîdarê” yan jî “Dînê desthilatdariyê”. Ev peyv ji bo wan kesên ku tim dixwazin li ser hikûm bimînin, her tim desthilatdar bin, tê gotin. Kesên ku xwedî mentalîteyekî otorîter in, yên ku nexweşiya li ser hikûm mayînê bi wan re heye re maktgalen dibêjin. Ev xisûsiyeta maktgalenîyê taybetîyekê mirovan e û ewrensel e, anku gerdûnî ye, navnetewî ye.
Gelek xisûsiyetên însanan gerdûnî ne. Hemû însan di gelek waran de dişibin hev, lê di hinek tiştan de jî ji hevûdu cuda ne. Hinek xisûsiyetên însanan bi çand, tradîsyon û rewşa civakî ve girêdayî ne. Li gor van tiştan şekl û şemal digre. Xisûsîyetên axlaqî yên her însanî wek hevûdu nîn e.
Çand, tradisyon û taybetîyên civakî yên civakên rojhilata navîn, rojhilata dûr, asya navîn û ewropîyan wek hev nîn e. Helbet di virde têgihiştina kultura demokrasîyê jî rolê xwe heye. Ferqîyeta îdeolojî û polîtîkayê jî li ser rewşa civakî û tevgera însanan tesîr dike.
Di hinek kesan de - bi taybetî jî kesên siyasetmedar de- nexweşîya anku dînîtîya desthilatdarîyê heye. Kesên weha -yên ku bi vê dînîtiyê ketine- hetanî xweşbin, dixwazin desthilatdar bin, di îqtîdarê de bin, serok bin, sekreter bin, serokwezîr bin. Çawa ku Şêx, Haham û Keşîş hetanî mirinê Şêx û Keşîş û Haham in, ev Şêx û Keşîşên sîyasî jî dixwazin hetanî ku xweş bin, weha desthilatdar bimînin.
Nexweşîya maktgalenê ji kesayetîya otorîter pêk tê. Kesên weha hemberê kesayetîya azad in. Hegel dibêje “Di rojhilatê de tenê despot azad in.” Kesayetîya despotîk li ser milên gel, civak û girseyên ku xwe ditewînin, serhildêr nîn in, bawerîya xwe bi kesayetîyên despot tînin, tên xulqandin. Kesên maktgalen agresîv in, êrişker in, lê di esasê xwe de tirsonek in. Feqet gel û civak bi cavek realîst rewşa wan maktgalenan nabîne û ji wan re serî ditewîne. Ev çanda serî tewandin û tirsonekîya gel hîmê îqtîdara kesên makgalen hîn qihîmtir dike.
Di pêkanîna çanda serî tewandina civakî de rola dîn -ol- gelek e. Ola Îslamê, Budîstan û Xaçperestan civakê di nav tirs û xofên cure de dihêle û bi wan serî dide tewandin. Kesên despotîk jî kultura xwe ji bingeha van olan digrin. Stalîn kultura xwe ya bingehîn ji kilîsê - dêrê- girtibû. A. Ocalan carna bi çavên pêxemberekî li xwe dinêre. Helbet tiştên ku ji alî kesên weha ve tê pêkanîn, ne tenê bi tesîra kultura dînî ve girêdayî ye. Tesîreke herî mezin jî di hêla xwerêxistinîya sosyal, civakî û sîyasî de jî heye. Mentalîteya sîyasî, hebûna îqtîdar û xîyerarşîyê, tevgirêdana wan a bi hevûdu re jî dibe sedem ku kesên maktgalen derdikevin holê.
Ji xwe re li rewşa serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît binêrin. Mêrik bi her awayî ji hal ketiye, bûye wek kesekî nîv mirî, lê dîsa jî dest ji serokwezîrîyê û serokatîya partîya xwe bernade. Di ruhê wî de maktgalenî, yanê dînîtîya îktîdarê heye û loma naxwaze dev jî îqtîdarê berde.
Dema mirov li kesên despot, li tîran û dîktatorên berê dinêre, di rûhîyeta wan de jî nexweşîya desthilatdarîyê, anku dînîtîya îqtîdarê hebûn. Serokkomarê Sowyeta berê, Brejnev bi batarîyan -pîlan- li ser lingan disekinîya. Ew hetanî ku mir jî serokkomar û serokpartî bû. Brejnev di wê halê xwe yê nexweş de qet nefikirîya ku ji serokatîya partîyê û serokkomarîyê îstîfa bike û cihê xwe bide yekî din.
Dîktatorên çep li gor fikr û ramanên “dîktatorîya proletaryayê” hatin ser hikûm, li ser navê proletaryayê dîktatorî pêk anîn û li serê karkeran bi xwe jî dîktatorî kirin. Lenîn, Stalîn, Mao, Enwer Xoce, Kîm Îl Sung, hetanî ku mirin, serok partî û serokkomar bûn. Fîdel Kasro çil û pênç sal berê bû serokkomar, temenê wî gihiştiye heştêyî, hêj jî dev ji îqtîdarê bernade. Partiyên komunîst bi dev, bi gotin "sosyalîst demokrasîyê" diparastin, lê di pratîkê de nedixistin jiyanê. Helweşandina Sovyetê û welatên rojhilatê Ewropayê di serî de ji ber nepêkanîna demokratiya sosyalîst bû.
Li rojhilata navîn, şahên Îranê û kralên dewletên ereban, dîktatorên wek Mustafa Kemal û Hafiz Esat hetanî mirin li ser hikûm man. Saddam Huseyîn hetanî ku bimre an bê kuştin dê li ser hikûm be.
Serokên partîyên Tirk, Faris û Areban jî weha ne. Bi taybetî jî serokên partîyên tirkan hetanî ku dimirin, serokên partîyan in. Ji bo ku di nav partîyên sîyasî de birêvebirinekî demokratîk pêk nayê, piştê ku serokên partîyan dimirin, hêj li şûna wan yekî din heldibijêrin. Carna jî, ji bo serokatîya partîyê li hevûdu bêbextî dikin. Bulent Ecevît li Îsmet Înunî bêbextî kir, niha dîrok dubare dibe û Husametîn jî li Ecevît bêbextî kir.
Di rêxistin û partîyên sîyasî yên kurdan de jî hinek neheqî û bêbextîyên weha çêbûn, lê ez naxwazim behsa wan bikim. Di nav partîyên sîyasî de dermanê anku panzehîra bêbextîyê pêkanîna demokrasîyê ye. Partîyekî sîyasî heger di nav xwe de demokrasîyê pêk bîne, rê li ber helwestên bêbextiyê jî tê girtin.
Li rêxistin û partîyên sîyasî yên kurdan binêrin! Ji roja ku PKK hatiye damezrandin heta îro A. Ocalan sekreter û serokê vê partîyê ye. Ew tê girtin, di destê dewleta tirk de girtiye, êsîr e, dîsa jî nabêje ku “wa ye rewşa min li holê ye, bila di şûna min de yekî din bibe serokê partiyê.”
Kemal Burkay ji roja damezrandina PSK (TKSP) ta îro sekreter e. Herçiqas -li gor gotina wî- çend car hewl daye ku dev ji serokîya partîyê berde jî, lê hêj jî sekreter e. Partî bi yek kesî nayê damezrandin, bi gelek kesan tê damezrandin. Lê, ew kesê ku dibe sekreter an serok, êdî tu dibêjî qey partî li ser hatiye tapûkirin. Hetanî heta li ser hikûm dimîne.
PDK - Bakur, mînakeke ecêb e. Serokê vê partîyê Hemreş Reşo nexweş e. (Xwedê jê re şîfa bişîne.) Divê îstirehet bike, kar û barê xwe sivik bike. Divê wî bangê hevalên xwe bikirana û bigotana “Hevalno, rewşa min diyar e. Ewqas ji destê min hat û min kir. Bila ji niha pêve yekî din berpirsiyarîyê bigre ser milê xwe û vî wezîfeyî pêk bîne, bimeşîne.” Lê, ew weha nabêje. Ji ber ku nexweşîya xirsa îqtîdarê pê re heye, ew jî dixwaze hetanî dawîya umrê -temenê - xwe wek serok bimîne û desthilatdarê partiya xwe be. Nexweşîya desthilatdarîyê, yanê maktgalenî di ruhê wî de jî heye. Kesên weha ji nifşên nû re, ji neslên ciwan re rê venakin, li pêşîya wan dibin asteng û ew bi xwe jî kar û amelek baş nakin û tiştek li ser bêjingê naxin.
Di nav sîyasetmedarên kurdan de protîpekî jî Şerefetîn Elçî ye. Mêrik bêyî serokîyê sîyaset nake. Ji bo sîyaset bike, îlla divê serok be. Ew û Hadep hewqas li dijê hev bûn, niha xwe nêzîkê wan kiriye. Heger Hadep bibêje “were bibe serok” dê ew çargavê baz de û biçe wir.
Hinek qadirên sîyasî yên ku berê di komîteyên navendî û polît buroyan de bûn, bi wan re jî dînîtîya endambûna komîteyan heye. Ew jî - ji bo ku sîyaset bikin - divê îlla di komîteyan de bin, endamê komîteya navendî bin.
Di partîyekî sîyasî de, divê serok an sekreterê partîyê ji du perîyodan zêdetir nebe serok an sekreterê partîyê. Serok û sekreterên kevn divê cihê xwe bidin nivşên nû. Di partîyê de, di organên wî de, divê xwenûhkirin hebe. Endamên komîteya navendî divê ji du perîyodan zêdetir nebin endamê “merkez komîteyê.” Hinek kes hene, bîst, sî salin ku tim û tim endamê komîta navendî ne.
Di partîyên sîyasî de, di şûna “Demokratîya navendî (demokratîk merkezîyetçîlîk)” ku eleqa wê û demokratîkbûnê bi hevûdu re tune ye û di pratîkê de, tenê navendîtî ye - divê otonomîya herêmî pêk bê. Yanê her herêm, yekîne (bîrîm), bi serê xwe bin, otonom bin. Bi emir û talîmatên navendî, bi telefonan neyên îdarekirin.
Îqtîdar û xîyerarşî li ser bingeha merkezîyetê - central, navend- tê pêkanîn. Rêxistinî, pevgirêdan, îskeleta rêxistinîyê dîkey e, ji jor ber bi jêr ve ye. Di wir de centralîzm heye, demokrasî tune. Dewlet, partî, belediye, sendîqa, komel hemû jî merkezî ne. Ev şêwe rêxistinî demokratîk nîn e.
Li hemberê vê şêweya nedemokratîk, şêweya rêxistinîya yatay anku ya ku dîrek demokrasîyê pêk tîne heye. Di dema me de, ji bo xwerêxistiniya civakî û siyasî, şêweya xwerêxistiniya otonom ya ku dîrek demokrasîyê pêk tîne baş e. Ev şêwe rêxistin, dişibe hevgirêdana “netwerkê”. Hemû herêm, yekîne û komîteyên partî an rêxistinê hem bi hevûdu ve girêdayî ne û hem jî herkê bi serê xwe azad e.
Herem an bîrimên otonom pirs û pirsgirêkên xwe bi xwe hel dikin. Di xwerêxistiniya otonom de kes xwedî şexsiyet in, her kes qîmeta wî, sexsîyeta wî heye. Ew xwedî însîyatîf in, li gorê emir û talîmatan na, li gor hizra xwe ya azad tevdigerin. Bi zanîstiya berpirsiyariya hevpar difikirin û ew jî dixwazin di pişkaftina pirs û probleman de, bibin şirîkê çareserîyê. Di xwerêxistiniya otonom de kes azad in. Bi min heger kurd vê şêweya xwerêxistinîyê di nav civaka kurd de pêk bînin, dê bi ser bikevin.