Beriya sê rojan, piştî ku qanûnên ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re li Meclisa Tirkiye hat pejirandin, gerînendeyê rojnameya Hurriyetê Ertuxrul Ozkok, nivîsarek bi ser nivîsa ''BIJÎ TIRKIYE'' nivîsand. Helbet Ozkok bi serê xwe wêrekî (cesaret) nekir û ew nivîs di qorziya xwe de nenivisand. Armanca wê nivîsê hebû; wer xuya dike, ku piştî hûrkolîn û şêwrên derdorên ''pêwendîdar'' ên dewletê Ozkok, ew sernivîs kir manşêt û di rojnameyê de weşand.
Ger em hinek li paş binêrin û çend deh salên borî bînin bîra xwe, wê armanca sernivîsên bi vî rengî baştir were famkirin û zelal bibe. Li Başûrê Kurdistanê kêm zêde ev 50 salin ku weşanên radyo ên bi zimanê kurdî bi destê dewletê tê birêvebirin. Piştî serhildanên kurdan ên li Başûr, carna navber hatibe dayin jî dewletê her tim weşanên radyoya beşa kurdî domandiye û hewl daye ku bi zimanê kurdan têkoşîna wan a azadî û mafên bingehîn pûç bike; hetta bi zimanê kurdan çîrê(gotinên ne baş) wan bike. Herwisa nifşa ku di navbera 1950-60an de jidayik bûne gelek caran di ardyoya Bexda ya beşa kurdî de sitranên weke ''Seddam Zêr e'' ji devê hinek hunermendên kurd bihîstine.
Sedema vê yekê jî hinek tevlihevkirina daxwaz û armancên bingehîn bû. Her çend kurdan digot ''Kurd û Ereb birane'' lê dewletê vê peyvê bilêv nedikir. Her tim hewl dida, ku ji aliyê herê qels-zeif kurdan têxe faqê û têkoşîna wan pûç bike. Paşê kêm be jî nifşeke wiha peyda bû û gelek caran ''cerdewan'' refên xwe guhertin û bûn sedema rewşeke şolî û ne ewle. Pirr baş tê zanîn, ku xêrnexwaz dema ku nikaribin ziman û çanda milletekî bi tevahî ji holê rakin, dest bi dekûdolaban dikin û bi zimanê wan dijbertiya xwe didomînin.
Ez naxwazim dur û dirêj li ser pêwistiya parastina ziman û rêkpêk.kirina wî rawestim, lêbelê li Tirkiyê jî niha rewşeke wiha derketiye holê û ger tedbîr neyên girtin, ''Kurtmenî'' bipêşkeve û paşê îşê te tine hewl bide ku pêşiya vê yekê bigrî. Dewletê mêze kir, ewê nikaribe ziman û çanda kurdan bi giştî ji holê rake, (dixwaze bila bi qanûnên ahengiyê ve were girêdan) nav çi dbe bila bibe, têrê neke jî wê destûrê bide kursên zimanê kurdî. Lêbelê ger mirov vî dewletê nas bike, divê pirr bi tedbîr tevbigere. Em baş dizanin, ku di van demê paşiyê de li Başûrê Kurdistanê, ji bo torbekî arvan nasnameya Tirkmenan li kurdan belav dikir, da ku ji aliyê siyasî ve bikar bîne.
Helbetn ên ku hinek bifikrin dizanin di encama çiqas berdêl û giranbihayiyan ev derfet derket holê. Lêbelê bi destûr dayineke kursên taybetî ên ji bo zimanê kurdî, divê em serxweş nebin û xwe wenda nekin. Li Bakurê Kurdistanê hetta niha polîtîkayên asmîlasyonê bi hemû leza xwe berdewam dike. Dewletê hewl bide, ku ji xwe re weke piştî bûyera Çerkez Ethem, ya li derdora bajarê Aydin û herêma Egeyê Tirkmen û yorukan peyda bike. Armanca min reşkirin an jî kêmdîtina Tirkmen û Yorukan nîne, lê ji aliyê siyasî ve divê mirov armanca dewletê baş bizanibe. Hetta niha weke gurê har ê ku li pez dinêre, dewlet jî bi vî rengî li pirsgirêka kurd û welatê kurdan mêze dike. Lewma hetta ku Ozkok nikaribe bêje ''BIJÎ KURD û WELATÊ KURDAN'' divê ti caran kurd sernivîsa Ozkok bikar neynin û nebin leyistok.
Herwisa li vê derê pêwiste sazî û dezgehên fermî û nefermî ên kurdan pirr baş pêvajoyê bişopînin. Berî ku ''nameya xwe bidin postê, divê herî kêm 24 saet di nava avê de bihêlin''. Li Başûrê Kurdistanê herêm bi herêm rewş diguherî. Li Bakurê Kurdistanê jî hinek rewş wisa ye. Ger em di rojname û sazî û dezgehên xwe yên bînêrî û herwekî din de, pêwistiya ziman negrin ber çavan, wê di rojên pêş de birînên wisa xedar derkevin holê, ku wê cebarkirina wan pirr zehmet be.
Helbet kurd li parçeyên ku dijîn, wê bi zimanê wî welat binivîsin û biaxêvin, lê ya girîng divê tevlihevî çênebe, nav bi kurdî, naverok bi tîrkî, sernivîs bi kurdî nivîs bi tirkî an jî bi zimanê serdestan nebe. Divê nav çibe, naverok jî bi wî zimanî be, sernivîs çibe nivîs jî bi wî zimanî be. Naxwe, helwesteke têkel wê di nava civakê de belav bibe, gumana nasnameya bingehîn peyda bibe û bêyî ku nsnameya te were naskirin têgehên ''Hemşerim Kurd Turk farqêtmez hepîmîz muslumaniz'' yanî ''Hemşeriyêmin Kurd û Tirk ferq nake em hamû Misilmanin'', serdest bibe.
Lewma bi taybetî piştî ku li Tirkiyê derfeta vekirina kursên bi zimanê kurdî peyda bû, divê mirov baştir û bi awayeke rastîn li ser zimanê kurdî raweste û rê nede şaşî û tevliheviyan da ku ser û guhê ziman neşkê. Em dizanin, ku dewletê hewl bide ku ji helwestên tevlihev û şolî hin ''kurtmenan' biafirîne.
Di dawiyê de ez dixwazim dîsa dubare bikim; hetta ku Ertugrul Ozkok nikaribe bêje ''Bijî Kurd û welatê kurdan û ji serokên wan re azadî'' divê kurd devê xwe şaş nekin û nekevin faq û qapanan (*).