Ji Urmiye tenê otobûsek diçe Kermanşan û saet 7ê êverê bi rê dikeve. Ji kinc û rûyên rêwiyên di otobîsa vê êvarê de mirov nedizane ka ew kurd, azer yan faris in. Otobûs ne yeke ji modêlên nû ye, lê ne xirab e. Yên tê de, 3 jinên bi kincên reşe îslamî ne tê de, hemî peya ne û bi pirranî zimanê farisî bi kar dihînîn, lê carine kurdî û azerî jî dihên bihîstin. Tevî ku tevahiya şevê payî dimînim jî ez çi sûdê ji vê rêwîtiyê nagirim. Ez li xwe hêrs dibim çimkî min hewl neda ku xwe bi şêweyeke din ji Urmiye bigihînim Kermanşan. Li gel ku hema-hema tevahiya rê di herêmên rojhilatê Kurdistanê re ye û li gel ku otobûs bi ser bajarine mezin yên wek Sine dikeve jî şevreşî nahêle mirov baş doraliyên xwe bibîne. Li dû 11 saetan otobûs katjimêr 6ê sibeya roja din digihê Kermanşan.
Têgihîştina zaravaya kurdî ya li vir dihête bikarhanîn ne hêsan e, heye ku ji ber wê yekê be çimkî li nik gellekan ji wan ziman pirr di bin bandora farisî de maye. Ji ewên ez li gel wan axiftim tenê çendek bi soraniyeke rêk û pêk diaxiftin, wek karmenda ofîsa otêlê. Ez gellekî dilşad dibim bi axiftina li gel wan çimkî em baş ji hev û din tê digihên. Min pirsî çima têgihîştina ji zimanê hin Kurdên wî bajarî ne hêsan e. Ji min re hat gotin ku gellek Kurdên rojhilat, bi taybetî yên li Kermanşan û bajarine din bi pirranî di malên xwe de farisî bi kar dihînin, kurdiya wan bi giranî ketiye bin bandora farisî.
Kermanşan bajarekî mezin e. Dîrokê wê xwe bi gellek şêweyan eleqedare Kurd û Kurdistanê dike. Dihlt gotin ku herêma ew tê de wek herêma “Kirmancan” berê dihat nasîn, lê navê wê dû re hatiye guhertin: Faris jê re “Kirmanşah” û kurd “Kirmanşan” dibêjin. Wek gellek bajarên Rojhilata Navîn aliyên wê yên kevin û yên nû hene. Çiyayên li doraliyên wê req û rût in û havînê li wir jî pirr germ e. Taxên li doraliyên Meydana Azadiyê mişt in, hem ji xelkê, hem ji otomobîlan, bi pirranî taksî. Li vir baş diyar e ku hejmareke ne biçûk ji xelkê ji bo jiyanê û xweîdarekirinê pirr diwestin, jiyana wan ne hêsan e, belengazî û perîşaniya gellekan diyar in.
Da ku derbas başûrê Kurdistanê bibim divêt berê biçim Qesrî Şîrîn. Şofêr, kurdekî ji herêmê, ji rewşê ne razî ye û wisa bawer e ku ji aliyê ekonomî û pêşkeftinê de rewş di dema Şah de baştir bû, ku recîma melleyan Îran paş ve biriye (Gellek kesên ku ez li Urmiye, Kirmanşan û Tehranê bi wan re axiftim, kesên kurd, faris û ezerî, hema-hema xwediyên eynî baweriyê bûn). Ew her weha ji rewşa kurd tê de û siyaseta dewletê ya di derbarê herêmên kurdî de bi gazinc e, lê di eynî demê de bi nefreteke kûr li dij recîma îraqî ye; dibêje ku di dema şerê her du aliyan de Qesrî Şîrîn tar û mar bû, ku firrok û topên îraqî tiştek li ser erdê nehîştin, ku bi encama wî şerî Îran hîn bi xwe nehatiye.
Ez gellekî poşman dibim ku min rêya xwe bi ser Mehebadê nexist, ku dema min dê ji bo dîtina vî beşê Kurdistanê bi şêweyeke rêk û pêktir tunebe. Ez xwe bi wê ramanê aşt dikim ku ji bo vî beşê mezin serilêdaneke taybet rojekê amade bikim.
Li ser sînor 16 kes wê rojê derbas başûrê Kurdistanê dibine. Sînor wek deriyekî sînoran xuya nake. Li aliyê îranî çi xanî yan ofîs nînin, tenê şûna leşgerên di nobetê de. Li aliyê kurdî pêşmergeyên YNK hema di qubikekê de karê xwe dikin, lê berpirsiyar lêborînê dixwaze û destê xwe ber bi xaniyekî di lêkirinê de dirêj dike; dibêje dema ew bi seri bibe ofîsa wan ê rêk û pêktir be.
Kesê ji vir derbas be divêt berê tevdêra xwe kiribe û otombîlek ji xwe re wesandibe, çimkî çi otomobîl yan firoşgeh li wir tunen. Otomobîla ji min re hatî rêkirin li wir e û ez nuha xwe di Kurdistaneke serbixwe û azad de hest dikim. Ji sînor ta Sulêmaniyê rêwitiyeke bi dora du saet û nîvan divêt. Li hin aliyan rê tiji kort bûye, lê bi pirranî kêm-zêde baş e. Rê çawa be jî şofêrên vir li ser 100 -120an diajon. Ji genim û cehê zeviyên li ser rê diyar e ku li vî beşê Kurdistanê jî îsal baran pirr bûye, lê cotkar û xwediyên zeviyan nikarin bi hêsanî berhemên çandiniyê bifiroşin. Ji aliyekî ve ablokeya navneteweyî li ser tevahiya Îraqê heye û ji bo hewcedariya herêmî rêxistina Neteweyên Yekgirtî gênim ji derve dihîne. Dû re dema ez avbendên Derbendîxan û Dokan dibînim baştir diyar dibe ku van du salan baran pirr bûye. Avbend, bi taybetî ya Dokan, tiji ne û ava ya dawîn gellek newal û zevî girtine. Bi rê ve pêşmerge du-sê caran otomobîlê radiwestînin, lê rawestandinike rotînî ye, dirêj nake û ciwanên bi çek zimanxweş in. Pirraniya çiyayên li her du aliyên rê bêyî dar û ber in û hinek ji wan wekî ku ji komên axê hatibin çêkirin xuya dikin.
Bi ketina Sulêmaniyê re ez xwe gellekî bextiyar hest dikim û dema çavên min li polîsên li ser taxan dikevin hêstir bi wan dikevin. Yekemcar e di jiyana min de ku ez polîsên kurd dibînim. Ew bi qemîsên spî û pantilonên hêşin in. Ez mat dimînim dema çavên min li aliyekî taxê li nêşana MACDONALD dikeve. Lê dû re ez dibînim ku xwediyê xwaringehê nav kiriye MACDONALD li gel ku nêşan eynî wek MACDONALD e jî. Ez dipirsim, heke xwediyê xwaringehê ji wê yekê natirse ku MACDONALD ya emerikî proseyeke qanûnî li dij wî bi rê xe. Şofêr dibêje, xwedî dibêje heke tiştekî wisa cîh bigire ew ê baş be, çimkî ew ê wê xwebêjê bide ku Kurdistan bi şêweyeke navneteweyî wek dewlet dihête nasîn. Lê bi rastî jî MACDONALD ya Sulêmaniyê eynî wek MACDONALD e û hindir û dervayê wê êvaran bi mêvanan mişt dibin.
Rewşa trafîkê, şêweya çûn û hatina otomobîlan, ji ya gellek bajarên Rojhilata Navîn rêkûpêktir e. Hem Sulêmanî, û jê bêtir Hewlêr, tiji otomobîl in û otomobîlên di wan de ji yên li Îranê û Sûriyeyê nûtir û paktir in. Li her du bajaran jî înternêt dihête bikarhanîn û mirov dikare li navendên înternêt, “Internet Cafes,” kompiyûteran kirê bike û înternêt bi kar bihîne. Telefonên destan jî li her du bajaran dihên bikarhanîn, hejmara wan û şêweya birêvebirina teknîka wan di pêşveçûnê de ye.
Herêmên di bin desthelatdariya kurdî de, bi taybetî Hewlêr û Sulêmanî (Bêguma Dehok jî; mixabin dema min têre serilêdana wê nekir), ne tenê dewleteke kurdî dihînin pêş çavên mirovî, lê her weha welatekî pêşkeftî, bi kêmasî li gor standardên Rojhilata Navîn. Li van bajaran otêl, xwaringeh, baxçe û firoşgehên corbicor hene. Otêlên wan yên 4 stêrk û 5 stêrk bi kalîteyeke bilind in û standardên wan ji yên welatên rojavayî ne nizimtir in. Firoşgehên wan pak, balkêş û tiji ne. Pêşkeftineke mezin berçav e û hema-hema her tiştê mirov bixwaze heye. Wêneyên serokan, leşgerên li dij xelkê bi nefret û stemkarî di nav taxên her du bajaran de nînin. Tenê carine otomobîleke tiji pêşmergeyên çekdar derbas dibe, ew jî bi encama sabotac û kiryarên komikine terorîst û ajan ku carine cîh digirin. Lê navendên her du bajaran bi xelkê mişt in û mirov ne tenê xwe di nav Kurdistaneke azad û xweş de hest dike, lê her weha di nav civateke bi sharistanî de.
Bi encama şoreş û şerên başûr û stemkariya recîmên Bexdadê di serê min de ramanekê xwe bi cîh kiribû û li gor wê ez her wisa bawer bûm ku rewşa xelkê başûrê Kurdistanê ji ya Kurdên hemî beşên din aloztir û dijwartir e. Ta ber serilêdana xwe min wisa texmîn dikir ku daniştvanên vê herêmê û yên bakurê Kurdistanê di rewşên herî xirab de ne. Lê bi encama serilêdanê va baweriya min hat guhertin. Heke hesibandina şûnên min dîtinî wek pîvan di cîh de be, û heke mirov hemî aliyên jiyanê bide ber çav, ez nuha wisa bawer im ku rewşa Kurdên başûr di qonaxa îroyîn de ji ya Kurdên beşên din baştir e. Rewşa Kurdên bakur, li milê din, bi şêweyeke gelemper ji ya Kurdên rojhilat û binê xetê baştir e.
* * *
Soreklî, li gel serokê Zanîngeha Silêmaniyê
Zanîngeha Sulêmanî bi min ve wek zanîngeheke li welatekî rojavayî xuya dike. Serokê wê, Dr Kemal Xoşnaw, dibêje va zanîngeha tenê ye li Rojhilata Navîn ku hejmara keçên xwendekar tê de ji ya lawan bilindtir e. Dem dema imtîhanan e û rê ji bo min dihête dayîn ku biçim serilêdana şûnên imtîhanan. Imtîhanên beşên pijîşkî hemî bi înglizî ne û bi şêweyeke rêk û pêk dihên birêvebirin. Ciwanên xwendekar, keç dibin, law dibin, bi hev re dixwênin, dadinişin û kar dikin. Ne li zanîngeha Sulêmanî, ne jî li Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêr, min jineke rûnixamtî nedît. Li Zanîngeha Sulêmanî keçên sernixamtî jî pirr hindik in. Di nav zanîngehan de çekdar nînin. Li zanîngeha Selaheddîn ya li Hewlêr tenê li pêş deriyê mezin yek yan du pêşmergeyên çekdar hene, lê li zanîngeha Sulêmanî heta li pêş derî be jî jinên ciwan yên bi kincên fermî, lê bêyî çek, bixêrhatinê li mêvanan dikin.
Dayîreyên fermî yên li Hewlêr û Sulêmanî bi pirranî bi şêweyeke rêk û pêk û şaristanî dihên birêvebirin. Karmendên gellekan ji wan keç û jin in. Li Sulêmanî ala YNK ya kesk li ser dayîreyên hukûmetê ye û li Hewlêr ala zer ya PDK. Lê li Hewlêr mirov li gellek şûnan ala Kurdistanê jî dibîne, ku her weha bi paşiya gellek taksiyan ve hatiye qemitandine. Dema mirov dikeve parlemana kurdî li Hewlêr çavên mirovî di eywanê de li ala Kurdistanê û wêneyeke mezin ya Mustefayê Barzanî dikevin. Li her du aliyan du ciwanên bi kincên rîsîn yên pêshmergeyên demên par wisa rawestiyane ku mirov dibêje qey ne zindî ne, yanê nalivin. Bi rastî mirov xwe weqa bextewer hest dike dema mirov berpirsiyar û karmend û dayîreyên parlemanê dibîne. Li vir mirov dibêje xwe, “heye ku Ecevît maf hebe bibêje: “li bakurê Îraqê dewleteke kurdî di çêbûnê de ye.”
Li Parlemana Kurdistanê, Hewlêr Wêne: Şahîn B. Soreklî
Li başûrê Kurdistanê, li herêmên di bin desthelatdariya kurdî de, mîdya ta radeyeke bilind azad e. Rojnameyên serbixwe, her weha dezgehên radyo û televizyonê yên di dest rêxistinên ji bilî PDK û YNK de hene. Pirtûk û weşanên corbicor, her weha kasêt û CDyên cudaşêwe dihên firotin, lê ez gellekî mat û seyr mam ku min li Sulêmaniyê yek kasêt yan CD bi zaravayê kurmancî nedît. Min seri li 6 -7 firosgehên kasêt û CDyan xist. Her şêwe kasêt û CDyên bi zaravayê soranî hebûn, her weha yên hunermendine ereb, faris û tirk, lê ne yeke bi zaravayê kurmancî. Ya rast li Sulêmaniyê, û ta radeyeke mezin li Hewlêr jî, mirov hema-hema rastî şopeke bi kurmancî nahêt. Axifgerên bi zaravayê kurmancî (“behdînî”) li Hewlêr hene, lê mirov hema-hema pêrgî çi berhemên bi kurmancî nahêt. Tiştê ez bêtir mat hîştim ew bû ku firoşkarên Sulêmaniyê tê nedigihîştin dema mirov dipirsî heke “berhemeke bi zaravayê kurmancî” li nika wan hebêt. Divabû mirov peyva “badînî” li şûna “kurmancî” bi kar bihaniya. Ji aliyekî din ve, ez li Sulêmaniyê, lê bêtir li Hewlêr, pêrgî gellek Kurmancan hatim ku bi soranî diaxiftin, lê min Soranek nedît ku bi kurmancî diaxift. Ji ber ku ez neçûm Dehok û Zaxo, mixabin ez nedizanim ka rewşa li wir çawa ye.
Li Hewlêr jî min pareke pirr ji dema xwe li Zanîngeha Selaheddîn derbas kir û li gel hinekan ji serok û berpirsiyarên fakûlteyan axiftim. Bi rastî jî akadêmiyên Kurdistanê, her yek li gor ku jê tê, wê bizavê dikine ku zanistiyê û proseya perwerdeyî ber bi pêş bibin, lê wan hewcedarî bi gellek alîkarî heye, bi taybetî di derbarê hevkariya zanîngeh û dezgehên perwerdekirinê yên welatên din de. Dr Seidî Berzencî, serokê Zanîngeha Selaheddîn dibêje, “wisa texmîn meke ku tiştên tu li ber çavan dibînî her wisa bûn, çimkî me ji sifir dest pê kir.” Heke mirov rewsha 3 zanîngehên bashûrê Kurdistanê, ku ji sifir dest pê kirine, û berhemên wan di nav deh salan de bi dest xistinî bide hember rewsha bi dehan zanîngehên welatine Asya û Afrîkayê, ku ji dehan sal û vir de serbixwe ne, mirov ê bikaribe gellek bersîvan di derbarê zîrekbûn û sharistaniya gelê kurd de bi dest xe.
Wêneya Şêx Mehmûd
Wêne: Şahîn B. Soreklî
Fersend her weha bi dest ket ku li Hewlêr biçim serilêdana Kurdistan Tv û li Sulêmaniyê ya KurdSat. Her du dezgeh jî, bi beş û stûdyoyên xwe ve, bi hacet û kamêrayên xwe ve, wek dezgehên dewletî ne. Berpirsiyar û karmendên wan bi dilgermî û rêkûpêkî karên xwe bi rê ve dibin.
Birêvebirina welatekî ku ji Lubnanê mezintir e û 3,5 milyon kes tê de dijîn ne hêsan e, bi taybetî dema va welata beşekî ji Kurdistanê be, Kurdistana ku beşbeş bûye, çi caran ne xwediya dewleteke serbixwe bûye û xelkê wê di nav 100 salên borîn de rastî stemkariyeke bêhempa hatiye; Kurdistaneke ku bûye çirûskeke ji bo hêviya neteweyekê, lê neyar û xêrnexwaz bi her awayî bizava dawîdana wê dikine, kom û komikên nezan û xwefirosh tê de bi cîh kirine, ji komikên îslamiyên neîslam û Kurdên nekurd bigir ta yên ji çend tirkmanên ji bo Enqereyê bûnî destikê tevşo pêk dihên. Li gel van astengan û tevî hemî dijwariyên ji rewşa taybet ya bashûrê Kurdistanê dizên jî gavên hatinî ranan û amancên hatinî bidestxistin li ser mirovê bi wûjdan feriz dikin ku bibêje: PÎROZ BÊT. Guman tê de nîne ku kêmasî hebûne û hene, ku şaştî hebûne û hene, lê divêt mirov li aliyên erênî xwedî derkeve, wan biparêze, û ji bîr neke ku bashûrê Kurdistanê ne li Ewropa ye... Hejmareke mezin ji hemwelatiyan ji hukûmetên kurdî wê yekê dipên ku bila va beşê Kurdistanê bibe modêla azadiyê û demokrasiyê, ku bila bibe behuşteke ne tenê ji bo daniştvanên herêmê, lê ya tevahiya Kurdan. Bêyî guman daxwazên wisa pîroz in, lê mixabin ji realîteyê dûr in. Gellek hemwelatiyên ku ez li gel wan axiftim, heta hinên di nav YNK û PDK bi xwe de jî, ji her du rêxistinan bi gazinc in ku çima li şûna hukûmeteke kurdî du hukûmet hebin. Bi dîtina wan, heke nakokiya di navbera her du rêxistinan de nebûya rewş ê gellekî baştir bûya, îslamiyên tundrê, alîne tirkmanî û komikine dine xêrnexwaz ê nikaribûna kêşeyan bi rê xin. Ber her tiştî hukûmeteke demokrate yekgirtî dê bêtir rêz ji hukûmetên biyanî û civata navnetweyî bi dest xistiba. Va rexneya yeke 100% di cîh de ye, lê li vir jî daxwaz ji realîteya rewşê bêtir yeke atifî ye. Bi dîtina min, yeketiyeke rêk û pêk di navbera her du rêxistinan de di nav paşerojeke nêzik de ne pêkan e, ne jî daxwazeke wisa di dema îroj de yeke bi mentiq e. Tiştê herî grîng ew e ku berjewendiya neteweyî ji bo hemî aliyan ya herî grîng be. Li gor min, li başûrê Kurdistanê bi xwe sîstêmeke federal divêt ku tê de sê hukûmetên biçûke herêmî hebin, yeke li Dehok, yeke li Hewlêr û yeke li Sulêmanî; û hebûna hukûmeteke federal ji bo siyaseta derve, ya aborî, ya berxwedanê û pirsên neteweyî. Lê çawa be jî PDK û YNK di van demên dawîn de bêtir ji gavên erînî ber bi pêş avêtin û siyaseta xwe ya dervayî, kêm-zêde, ber bi hev hanîn. Em hêvî bikin ku di nav paşerojeke nêzik de bêtir ber bi hev bihên, hilbijartinên nû çîh bigirin û parlemaneke yekgirtî bihête holê.
Bivêt-nevêt min li başûrê Kurdistanê pêşveçûneke mezin dît. Li gor min, her du hukûmetên kurdî karekî baş dikine û divêt bihên pîrozkirin, lê ew nahête wê xwebêjê ku şûn ji bo baştirkirinê nîne. Divêt nehête jibîrkirin ku rewşa îroj li Kurdistanê, hem ji aliyê parastina ji recîma Bexdadê de, hem ji aliyê ekonomî de, di bin rehmeta aliyên derve de ye, bi taybetî Dewletên Yekgirtî yên Emerîka û rêxistina Neteweyên Yekgirtî. Birêvebirina siyaseta li gel wan jî ne hêsan e. Her du rêxistin û hukûmetên kurdî divêt her weha siyasetekê bi rê ve bibin ku hesabê dewletên dirawsê (cîran) bike. Va yeka hîn dijwartir e.
Ez li Sulêmaniyê û Hewlêr ne tenê çûm serilêdana berpirsiyar û dayîre û dezgehan, lê min her weha hinek ji dost û hevaline xwe dîtin ku min ji mêj ve nedîtine. Standara jiyanê li nik pirraniya wan yeke bilind bû, li gor standarda Kurdên li welatên rojavayî jî. Lê min her weha dît ku ji bo gellek daniştvanên herêmê bêkarî û belengazî hîn kêşeyên serek in. Lê çawa be jî, mirov dikare bibêje ku li herêmên azad yên başûrê Kurdistanê birçîtî nîne. Çiqa xelk di derbarê nezelalbûna paşerojê de xemgîn be jî jiyana bi hêvî didomîne. Bêyî guman hinên bêhêvî jî dê hebin ku di derbarê her tiştî de her û her bi gazinc in, lê ew tiştekî din e. Li herêmên azad bi hezarn malbat hefte li dû hefteyê derdikevin seyranan. Wek nimûne, rojên îniyê li dû nîvro bi hezaran ji malbatên Sulêmaniyê derdikevin dervayê bajêr û li doraliyên rêya di navbera kaşan de xwarina xwe amade dikin, dixwin, vedixwin, guhdare mûzîkê dikin û radibin helperke û dîlanê. Xwaringehên havînê yên li Sulêmaniyê û Hewlêr di êvarên dawiya hefteyan de bi xelkê mişt in û wê yekê raber dikin ku gelê kurd ji şaristaniyê û jiyanê hej dike.
Ez çiqa binivîsînim û bibêjim jî kêfxweşiya ku min bi encama serilêdana Kurdistana azad hest kir nikare di vê gotarê de bihête wesifkirin. Ez spasdariya bi dil û can ji hemî berpirsiyar û karmendên her du hukûmet û rêxistinên kurdî re, her weha ji dost û hevalên xwe re, pêşkêş dikim ku bi dilgermî hatin pêrgîna min û alîkariya min kirin. Hêvîdar im ew di kar û xebata xwe de bi ser kevin û va beşê Kurdistanê rast jî bibête behuşteke ji bo danistvanên herêmê û tevahiya gelê Kurd, herêmeke ku ji aliyê şaristaniyê û demokrasiyê de bibête nêşaneke serbilindiyê ji bo Kurdan.