Di nav mirovan de du terzên kesaniyê hene, yek bi xwemezinkirinê, sersemiya xwenasiyê û ezeziya bê dawî navekî ji xwe re di nav xelkê de pêda dike û yê din jî her bizava xwe dike, ku mezinahiya xwe bi nizimkirina xelkê pêda bike..
Ji aliyekî din ve, hinek hene ji bîr dikin, ku “Edebiyat” di koka xwe de ji “Edebê” hatiye û wêjevaniya ji sînorên vê kokê derkeve, êdî dibe pevçûneke kesanî ya, ku cihê wê ne di kovarên roşenbîrî de ye, ciyê wê kolan û siya dîwaran e..
Zanayê me yê kurd Perwîz Cîhanî di gotara xwe de
(binêre Pênûs 10, rûpel 24, buhara 2002ê) êdî ji rexnekariyê di warê pirtûka Alexander Jaba de (
Min tîpêd wê guhastine Kurdî û hêja Lokman Polat çap kiriye) ji nav zeviyê wêjevaniyê derdikeve warê nizimkirinê û cenga kesanî.. Ev teherê rexnekariya tûj ne tenê dij bi min kiriye, lê dij bi xanima niviskar û zimanzan Keça Kurd jî kiriye, pirtûka wê kiriye bêjing, wilo xuya kiriye, ku ev xanima hêja hîç bi Kurdî nizane..Keça Kurd yek ji niviskarên me yên namdar e, xwe gelek westandiye, bi şev û rojan xebat kiriye, da ji me re pirtûka “ZAYENDA Mê û Nêr” binivise..Wê jî wek miroveka xwedî bîr û bawerî, koşanî û berxwedan di ber pirtûka xwe de kiriye û di Pênûsê de, hejmar 10, rexneyên Perwîz Cîhanî berbad kirine û bi firehî li ser hinek xalikên pir giring rawestiye.
Bo vê yekê ez jî dixwazim hinek xalikan li ser pirtûka Alexander Jaba di vir de diyar bikim…
Perwîz Cîhanî dibêje ew min hîç nasnake, ne raste... Li xilatdayîna bo stûnê wêjevaniya kurdî, Hêja M. Emîn Bozarslan, li bajêrê Wuppertalê, me hevdu dît û em li ser gotara wî jî bi hev re peyivîn..
Min hîç carekê an li derekê ne gotiye, ku ez zimanzanim an lêkolînerim an jî ez çande û dîroka neteweya kurd dinasim, lê ew dibêje, ku ez di pirtûkê de, xwe wek zimanzanekî qerah didim nasîn.. Ew pirtûk jî tew ne li ser zimên e..
Min di sergotina pirtûkê de gotiye, ku bêguman wê şaşî û çewtî di tîpguhastinê de hebin û ez hîvîdarim, ku xwendevan me agahdar bikin, da di çapa din de wan şaşî bên rakin.
Ew dibêje û li ser gotina xwe pir rawestiye, ku ev pirtûk ne ya Alexander Jaba ye, ya Mela Mehmûd Bayezîdî ye, ku niviskarekî mezin û namdar e.. Min ta niha çi pirtûk vî melayî ne dîtine û ne xwendine û ez nizanim çima û çawa vê dibêje, tevî ku niviskarê pirtûkê Alexander Jaba bi xwe û zanayê navdar Lerch, ku pêşgotina pirtûkê nivisiye, wî melayî wek rêberekî û rêhevalekî niviskar di gera wî de li Kurdistanê didin nasîn û hîç li ciyekî ne gotine, ku ev pirtûk ji devê Mela Mehmûd hatiye bihîstin an jî ya wî ye.. Em dizanin jî, ku gelek kesên ne kurd metnên kurdî civandine û baş nivisandine û ji wan: Ferdinand Justî, Albert Socin, Eugen Prym, Thomas Bowa û hinek keşeyên ne kurd bûn..
Tenê gava yek kûr be nabîne, ku min di sergotina xwe de navê Erziromê (Erzurum) nivisiye û di serpelê firensî de jî (Erzeroum) e lê di metnê Jaba de pir caran Erdirom hatiye..Mixabin! ew dibêje, Cankurd tew navêd êl û bajarên kurdan jî çewt nivisandine..Gelo! gava di vê pirtûkê de carekê Oromiye hatiye û carekê Oromî, gava navê Şikak (Şeqaq an Şekak) nivisiye, bi çi mafî ezê ku tenê tîpa diguhêzim wan navan bi terzê, ku Perwîz Cîhanî dixwaze, binivîsim..? Ma Perwîz Cîhanî ji ku ve dizane, ka navê rast Erzurom e ne Erdirom e?!
Ewên, ku bi Erebî xwendine baş dizanin, ku ev bêje ji (Erd) û (Rom) pêda bûye, lê ji ber ku li ba Kurdan (dad) a erebî tune, ewan dibêjin (Erzirum) an (Erzurom)..Cankurd jî wek cenabê hêja Perwîz Cîhanî axa!, van hûrikiyan dizane û dibe, ku pita wî ya rehmetî jî dizanî…
Ew xwe ditengijîne, ku navêd êl û bajaran ne wek zanîna wî ne, (Selmas bûye Silmas) lê mixabin di nav Kurdan de yek dinivîse: Diyarbekr, yê din dinivîse Diyarbekir, û wek wê van navan: Berzan (Barzan), Betman (Barman), Efrîn (Afrîn), Qamîşlo (Qamîşlok, Qamîşlî), Dihok (Dehok), Mardîn (Mêrdîn), Dêrsim (Dêrsîm) Şernex (Şernax, Şernaq, Şirnex, Şirnix…), Mahabad (Mehabad, Mihabad), Kobanî (Kobaniye)…Lê ta niha min kesek ne dîtiye, evqas bi hêrs û tundî dij bi niviskarekî derketiye.. Perwîz Cîhanî, tevî ku metnê Alexander Jaba bi xwe ne dîtiye, lê dîsa jî dizane wî navêd bajar û êlan çawa nivisandiye.. Diyar e ew sihirbazekî mezin e..
Ji aliyekî din ve, ka çi delîl bi dest de hene, ku navêd wan êlan di sedala 19ê de wek îro dihatin lêvkirin?
Gava ev pirtûk ji aliyê Mela Mehmûd Bayezîdî de ba, wê rojhilatnasan bigota.. Hîn di bergê pêşîn de mera lê hişyar dibe, ku niviskar Kurdî baş nizane..û di nav pirtûkê de gelek şaşiyên zimên hene û diyar e, ku niviskar bi Kurdî hîç ne xurt e.. Lew re gotina, ku ev pirtûk ya wî melayî ye bê bingeh e..Alexander Jaba nabêje sala (Isawî) an (Isoyî), lê dibêje (Isosî) ..Ew nabêje (Tercume kir) dibêje (Tercume dikir).. Ev jî diyar dike, ku niviskar ne Kurd e..Gava navêd bajar û êlan ne li dilê Perwîz Cîhanî bin, û berî bi sed salî ji aliyê hinek rojhilatnasan ve wilo hatibin nivisandin, ma gunehê min çiye? Ma mafê min heye ez biguhêrim?
Tê bîra min, ku hêja Lokman Polat ji min pirsî bo çi min navê niviskar daniye Aleksander ne Alexander? Min gotê: - Bira, wî bi xwe wilo navê xwe daniye, ezê bo çi biguhêrim!!?
Perwîz Cîhanî nizane, ku hene Kurd dibêjin: - Ew ne hat lora (lewra, lema, loma…) bavê wî miriye.. Eger ev zanîba wilo req henekên xwe bi min ne dikirin û wilo pircarkî li ser bêjeya loranî
ranediwestî.. Ew dibêje ev bêje (Lewranê) ye û loranî bi mebesta zarava Loranî ye.. Ma em jî nizanin, ku Loranî zarava Loran e..? Bila vegere pirtûka Fuad Heme Xorşîd, ku min ji Erebî wergerandiye bo Kurdî.. Navê Lor berê Lur jî dihat gotin..
Di nav Kurdan de pir caran tîpên dengdar tên guhartin û li vê herêmê ev tîp ciyê wê tîpê digire.. Wek (çi
dibe çu) û carinan jî tîpên bêdeng tên guhartin wek (Cankurd dibe Cankurt) û ( av dibe aw)… û bi rastî gava ez binivîsim işol = kar (wek bi Almanî Ort an jî Osman) li ciyê şûl, wê kesekî wek Perwîz Cîhanî biqîriya û bigota: Ma tu kûrî, tu nabînî, ku ev şaş e?! Ew dixwaze me fêr bike, ku şûl (Şol) (ji şuxul hatiye) bi Kurdîya resen kar e..
Ew dipirse: Bo çi hişt ne heyşet? Gelo hişt, hêşt û hîşt tev ji hêştinê hatine, ew jî zeviyê, ku li derveyî kelehan ne, hatiye berdan û hêştin.. Ezê bo çi Heyşet binivîsim, gava hişt an heşt hatiye nivisandin. ? Eger di pirtûkê de heştê hatiye nivisîn, bo çi ezê heyştê têxînim ciyê wê ? Gava niviskar dibêje, ku ev pirtûk bi zimanê Kirmancî (Kurmancî) ye bo çi ezê texmîn bikim, ku ev bi teherê Farsî ye.. ?
Perwîz Cîhanî dibîne, ku zimanê pirtûkê pir zelal e, lê ev hîç ne rast e û wek me berê gotiye, tê de pir û pir şaşiyên zimên hene û ji ber vê yekê ez dibêjim ev pirtûk ne ya Kurdekî ye, û wek li ser bergê wê yê pêşîn jî hatiye xuyakirin, ew ya Alexander Jaba ye..Perwîz Cîhanî dixwaze bibêje, ku şaşiyên pirtûkê nînin, Cankurd ew tev çewt nivisandiye, ji ber ku ew bi Kurdî hîç nizane..Başe, ku ne gotiye : Cankurd tew ne Kurd e !!!.
Perwîz Cîhanî, ku xwe wek mezintirîn zimanzan dide nasîn, gava dev davêje me gişan û tenê zarava xwe dike bingeha zimanê Kurdî, bi dîtina bergê pirtûkê tenê hema fermanê dide, ku ev pirtûk bi çonivîsa Farsî hatiye nivisîn..Bo çi ne bi Kurdiya melayên Kurdistanê ye an jî bi Osmaniya kevin e an jî bi tîpên Erebî ye.. Di pirtûkê de hîç ne gotiye, ku bi teherê Farsî hatiye nivîsandin, l| gotiye (Bi zimanê Kurmancî ye) wilo em têdigihînin, ku tîp jî Kurmancî ne, ji ber ku li ba Kurdan jî tîpên Erebî ji zû ve bi kar hatine, ne tenê li ba Farsan.
Divê kesekî wilo qerahî û sermeziniyê di Kurdî de dike, berî her tiştekî metnê pirtûkê dîtiba û paşê li ser bipeyiviya.. Gelek niviskarên Kurd ev pirtûk xwendine, hinekan bo min gotine: Destên te sax bin, ev xebatek hêja ye.. Ji wan jî hene şaxnas û pêzanên wêjevaniya kurdî ne, ji an hene Profêsor û doktorên wêjevanî û zimanê kurdî ne..lê mixabin, ewan tev bi Kurdî nizanin û divê li ba Perwîz Cîhanî bibin xulam û şagird (şagirt)…
Min ta niha gelek stranên kurdî yên, ku ji aliyê (Socin û Prym) ve hatine civandin ji nû ve vejandine, zimanzanekî kurd, ku gelek pirtûkên wî hene, wan metin di ber çavan birin, hinek çewtiyên nivisandinê dîtin, lê li dawiyê pir pesna wê tîpguhastinê daye.. Ezê ji wî re jî bibêjim, bila biçe û navê xwe li dibistana (debistana) Perwîz Cîhanî defter bike ..