Gelê Kurd, ji şerê Kendavê vir da, ev deh sal e, li beşekî welatê xwe yê parçekirî, li Kurdistana Başûr di rewşeke azad da dijî. Di saya biryara Rêxistina Milletên Yekbûyî û parastina “Hêza Çakûç” Saddam nikare destê xwe dirêjî vê heremê bike.
Tevî Saddam, hemû neyarên Kurdan li heremê, bi taybetî jî Dewleta Tirk, ji vê yekê gelek aciz in. Ev deh sal e ku ji bo xirabkirina aramiyê û hilweşandina saziya netewî ya Kurd li vî parçeyî, çi ji destê wan tê dikin. Ji dubendiyên nav Kurdan îstîfade dikin, carina wan berdidin hevdu, carina jî bi hêzên xwe yên eskerî dikevine mintiqê.
Dewleta Tirk, bi vî awayî, bi taybetî hebûna PKK li heremê kir mane û bi dehan car kete Kurdistana Başûr. Tevhevî derxist û gelek caran bombebaran kir.
Berpirsiyarên dewleta Tirk, ji parlamen û hukumeta Başûr gelek aciz in, serê gotinê dibêjin “em rê nadin dewleteke serbixwe ya Kurd!” Bi taybetî vê dawiyê, ku Amêrîka hazirî dike êrîşî ser Iraqê bike, ew jî şematê dinê dikin, dibêjin “Kurd haziriyê dikin dewleteke serbixwe çêkin.”
Kurd bi dehan carî gotin niyeta me tune ku em dewleteke serbixwe avabikin, lê em Iraqeke demokrat û federal dixwazin. Amêrîka û hevalbendên xwe Îngîlîzan bi dehan caran gotin em rê nadin dewleteke Kurd a serbixwe.. Lê dîsa jî ewqas soz û îqrar têra berpirsiyarên Tirk nake. Dibêjin: “Naa, Kurd haziriya dewletekê dikin û emê bikevin başûr, şer bikin!..”
Xuya ye niyeta berpirsiyarên Tirk, hêzên şovîn û êrîşger xirab e.
Digel vê jî, dewleteke Kurdî çêbe çi dibe? Çima herkesî ra dewlet minasib e, ji Kurdan ra na? Çima ji 100 hezar Tirkê Qibrisê ra, ji du mîlyon Çeçenan ra, ji du-sê mîlyon Boşnak û Kosowiyan ra dibe, ji 40 mîlyon Kurd ra na?.
Em bêjin Tirkiye tu heqî nade 20 milyon Kurdê Tirkiyê, heya heqê mektebê jî, lê ji Kurdên wî alî sinor çi dixwaze? Ma ev dinya malê bavê wan e?.
Ewqas dijminahiya Kurdan ma ne şerm e! Ka em Kurd û Tirk bira bûn?
Ew pirsa Tirkmenan jî ji xwe ra dikin mane ku têkilî karê Iraqê û Kurdistana Başûr bin. Bi rastî li Kurdistana Başûr pirseke han jî tune. Tirkmenên vir hindikahiyeke piçûk in, lê xwedî gelek heq û azadî ne ku 20 mîlyon Kurdên Tirkiyê jê pêpar in. Wek nimûne, partiyên Tirkmenan li Kurdistana Başûr serbest in, rojname û têlewîzyona wan heye, mektebên wan û saziyên wan ê çandî hene.
Lê niyeta şovîn û êrîşgerên Tirk her usa jî dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Di medyaya wan da bi salan e ev daxwaz xwe nîşan dide. Vê dawiyê jî Wezîrê Parastinê Çakmakoglu ev daxwaz wek mesûlekî hukumetê eşkere kir. Got:
“Kerkûk û Musil malê me ye, di nav sînorê ‘Mîsakî Mîllî’da ye, ji me bi neheqî hatiye stendin, divê em bistînin!..”
Ev yek jî nîşan dide ku, dewlet û hukumeta Tirk dev ji êrîşgerî û dagirkeriya xwe bernedaye. Ne ku tenê 20 mîlyon Kurdê Tirkiyê hêsîr kiriye, lê dixwaze beşên Kurdistanê yên din jî dagir bike, wek Qibrisa Bakûr îlhaq bike.
Piştî vê beyana bê pergal û bê dezge, li Kurdistana Başûr di kovara Birayetî da sernivîsek derket. Di sernivîsê da ev niyet û beyana êrîşger hat rexnekirin û hat gotin ku:
“Mûsil û Kerkûk ne malê Tirkiyê ye, tu heqê Tirkiyê tune ku têkilî karê Iraqê û Kurdistana Başûr be. Em naxwazin ku evder bibe wîlayetekî Tirkiyê û zarokên me jî wek yên Kurdistana Tirkiyê li Istembol, Izmîr û Enqerê bibin boyaxçî.. Divê berpirsiyarên Tirkiye ji dîrokê dersê bistînin, di dema Osmanî da çi pêkhatin, bînin bîra xwe… Di rewşeke han da emê welatê xwe biparêzin û Kurdistana Başûr ji dagirkeran ra bikin gorîstan.”
Ser vê nivîsê, berpirsiyar û siyasetmedarên Tirk û medyaya wan gelek aciz bûn, gotin “Çawa dibe ku Barzanî tiştên hanê dibêje!”
Lê ger ji gotinên han aciz dibin, divê ew bi xwe jî xelkê bi gotin û êrîşên xirab aciz nekin. Ew tiştê ku ew bi salan e dikin û dibêjin çi ye? Çima têkilî karê Iraqê û Kurdistana Başûr dibin? Çi heqê wan li ser Kerkûk û Mûsilê heye? Ma mêrasa Osmanî hemû ya wan e? Madem usa ye, bila Erebistanê û Balkanan careke din fetih bikin!..
Herkesek jî zane ku Kurdên Başûr di warê pêvendiyên xwe bi Tirkiyê û cîranên xwe yên dinê ra gelek maqûl in, nerm in, naxwazin wan biêşînin. Lê yê ku bêperwa ne, êrîşger in berpirsiyar û medyaya Tirkan e. Wan dev ji hewes û niyetên dagirkerî bernedaye. Duh Bakûrê Qibrisê girtin, nuha çav berdane Kerkûk û Mûsilê.
Wezîrê Parastinê Çakmakoglu, ji partiya şovîn û faşîst e. Ev kesana di saya vê şovînî û Tirkperestiyê da dijîn. Nuha jî hilbijartin nêzîk bûye û provokatorî dikin da ku rayan kombikin. Bapîrê wan Enwer û Talatê Turanî jî, bi vê aqliyetê ketin Serê Yekem, doza Kafkasan û Asya Navîn kirin û belayeke mezin anîn serê Dewleta Osmanî, ewê parçe parçe kirin…
Siyasetmedar û medyaya Tirk jî, li ciyê ku ji Kurdan aciz bin, divê berî hertiştî dijî helwesta merivên xwe yên şovîn û êrîşger derkevin.
Lê mixabin, ev kes careke din, şaşî û rûreşiya xwe nabînin, naxwazin bibînin, rastiyê vedişêrin û bi vir û derewan, bi laf û gefan dixwazin careke din çavê Kurdan bitirsînin.
Divê ev kesana baş bizanin ku êrîşgerî û dagirkerî ne usûlê vî zemanî ye û goştê her çivîkekê nayê xwarin. Bi vî şiklî pirs û problem jî çareser nabin.
Li himber êrîşgerî helbet heqê milletê Kurd e ku xwe û welatê xwe biparêze.
Em wek Partiya Sosyalîst careke din ji berpirsiyarên Tirk dixwazin ku dev ji zordestî û neheqî berdin. Têkilî karê Kurdistana Başûr nebin.
Pirsa wan ne li başûr e, li Bakûr e. Heya ew heqê 20 mîlyon Kurdên Bakûr nedin, ji wan ra rehetî û aramî tune. Divê ew dev jî siyasetên kevn û hovane berdin, rastiyê qebûl bikin û pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê çareser bikin. Da ku aşitî û demokratî bê welat û pirsên aborî jî çareser bin.
Riya çareseriyê ne êrîş û dagirkeriyên teze ne, lê aşitî ye bi Kurdan ra û bi cîranên dinê ra.