MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê Bekirê Soreklî: Serîlêdana welêt
Adar Jiyan: Çand rastîniyeke dîrokî û civakî ye
Kemal Burkay: Dewleta tirk raya giştî dixapîne
Mehmûd Önder: "Kurtmen"
Lokman Polat: "Maktgalen"
Cankurd: Devavêtinek di ser re û di ber re
Lokman Polat: Qaîdeyên romantîzmê
Rojnameya Birayetî: Serdema gef û hereşeyan raborî
Daxwiyaniyek: Bi êrişgerî pirsgirêk çareser nabin
Platforma Kurdên li Ewropayê: Dilê me li başûrê Kurdistanê ye


QAÎDEYÊN ROMANTÎZMÊ

Lokman Polat: [email protected]

Lokman Polat Dema min dest bi vê nivîsê kir, ji bo sernavê nivîsê ez hinek fikirîm; gelo ez sernavê nivîsê “Qaîdeyên Romantîzmê” daynim, yan “Prensîbên Romantîzmê”? Di kurdî de ji bo qaîde yan prensîb “rêbaz” û “sereta” jî tê gotin. Lê, ev peyv di nav gelê kurd de pir nayê bi kar anîn. Ez di nivîsên xwe de peyvên ku di nav gel de pir tên bikaranîn dinivîsim.

Peyvek koka xwe ji zimanekî din be jî, heger di nav kurdan de -di axaftina rojane de- tê bi kar anîn û heger kurdan kirasê kurdî li wê peyvê kirine, divê mirov wê peyvê di nivîsên xwe de binivîse. Mesela peyva “behs” an jî “qal” koka wan peyvên erebî ne. Lê, di nav kurdan de û bi taybetî di nav jiyana rojane a gelêrî de pir tên bi kar anîn. Hinek nivîskarên kurd di sûna van peyvan de peyva “çêl” bi kar tînin. Bi min peyva “behs” an “qal” rengekî gelêrî girtiye û loma jî bi kar anîna van peyvan ji bo zimanê kurdî tu xeterek tune ye.

Ji peyva “qaîde û prensîbê” peyva qaîde hîn pirtir di nav kurdan de tê bi kar anîn. Loma jî min sernavê vê nivîsê “qaîdeyên Romantîzmê” danî. Min li ser romantîzmê bi sernavê “Di Edebiyatê de Romantîzm” nivîsek nivîsîbû û ew nivîs di kovarên kurdî de derketibû. Niha, ez ê bi kurtahî li ser hinek qaîdeyên romantîzmê binivîsim.

Ez wek xwendevanekî edebiyathez ji berhemên edebî yên ku li gor ekola romantîzmê hatine nivîsîn gelek hez dikim û bi dilxweşî berhemên weha dixwînim. Romantîzm, hestên romantîkî, evînên romantîk, ruhîyeta ciwantiyê ye. Helbet evîn û evîndarî ne tenê karê ciwanan e. Mirov çiqas pîr be jî, dilê mirov ciwan dimîne. Mirovên navsal û kalepîr jî dikarin bibin evîndar. Ew jî însan in û dikarin jiyanekî evîndarî bijîn.

Ji bo ku mirov berhemên romantîk biafirîne, pêwîst nake ku mirov ciwan be. Nivîskarên kalepîr jî dikarin berhemên romantîk biafrînin. Nivîskarê navdar ê ekola romantîzmê Vîctor Hugo dema berhemên xwe yên romantîk afirand, bi emir bû, lê dilê wî ciwan bû.

Ji bo ku min di nivîsek xwe de behsa di edebiyatê de romantîzmê kiribû, ez naxwazim wan dîtinên xwe li vir dubare bikim, lê ez ê niha bi kurtahî behsa romantîzmê ya di muzîk, tiyatro, peyker û felsefê de bikim.

Di muzîkê de romantîzm şêweya azadîyê ye. Muzîkvanên romantîk muzîka fantastîk pêk tînin. Aşop (îmge), xeyal û fantazîyan derdixin pêş. Reng û harmonîyên xwezayê bi muzîkê ve dinexşînin. Muzîka bi heyecan û azadîxwazîyê diafrînin.

Di tiyatroyê -şanoyê- de romantîzm, tevgera azadîyê pêk tîne. Romantîzm li hemberê paşverûtîyê, monarşîyê û feodalîyê derdikeve. Di berhemên şanoyî yên romantîzmê de tevlihevî û pevçûnên dramatîk hene. Nakokî û têkoşîn heye. Ekola romantîzmê di tiyatroyê de şoreş çêkiriye.

Li Almanyayê Schîller, Goethe, Kleîst, li Rusyayê Puşkîn, Lermantor, li Polonyayê Slowockî, Krasînskî, li Fransayê Vîctor Hugo û A. Dumas nivîskarên berhemên romantîzmê ne. Gelek berhemên wan ên şanoyî hene.

Romantîzmê hîkariya xwe -tesîra xwe- li ser wêne û peykerîyê jî kiriye. Di wêne û peykeran de nexşên romantîk hene. Di wêneya romantîk de, hunermend bi hêza xeyalê wêneyan çê dike. Behr -derya- û xweza di wêneyên romantîk de ciheke girîng digrin.

Di hêla felsefê de romantîzm gelek bi tesîr e. Bandora xwe li ser sêweyên curbecur daniye. Di bingeha felsefa romantîk de mirovên azad cih digre. Yanî ev felsefe li ser pêkanîna mirovên azad pêk tê. Ev felsefe azadî û wekhevîya însanan diparêze. Di nav însan û xwezayê -naturê- de têkilî datîne. Felsefa romantîzmê li ser gelek fîlozof û nivîskaran, herwekî Blanquî, Proudhon, Fouer û Saînt Sîmon tesîr kiriye.

Niha ez ê çend xalên qaîdeyên romantîzmê pêşkêş bikim:


Modeya romantîzmê qet nabihûre.
Romantîzm tim ciwan e.
Zimanê herî zor zimanê evînê ye.
Pirrengî biharata romantîzmê ye.
Kirdeyên romantîzmê; agir, av, jin û mêr in.
Çawan ku pêwîstiya gulê bi avê heye, pêwistiya jinê jî bi romantîzmê heye.
Romantîzm li her derê ye, lê divê hûn lê bigerin.
Romantîzm di nav evîn û şehwetê de xetekî zirav dikişîne.
Ger hûn ji xwe xweşhal nebin, ji kesekî din jî xweşhal nabin.
Romantîzm tim mirov ciwan dihêle.
Şewqat ji bo herdu cinsan jî girîng e.
Bi raman bin.
Derkevin rêwîtiya xeyalî.
Dilê diya wê rabigrin, keça wê a we ye.
Di romantîzmê de yê ku leyistik bilîze, wenda dike.
Bi dilê kesî re qet neleyizin.
Evîna xwe bi helbestkî bînin zimên.
Ramîsanên nerm, şehwetê berşê dide (vedişêre).
Di mehên havînê de sînemayên havîngeh romantîk in.
Heger yek bibêje ez der û hundirê jinê dibînim, xeyal dibîne.
Peyv dikarin bibin alîkarên we.
Helbestên Shakespeare wek diyarî bidin hevala xwe.
Bi evîndara xwe re bibin heval.
Di evînê de tistê herî girîng sadakat e.
Dilsozîya rasteqîn romantîk e.
Riya ku diçe dilê jinê, bi rûkeniya wê ronahî dibe.
Hêz û qudreta jina evîndar heye.
Bexsandin hunereke zirav e.
Zewac bi zora qanûnê hersev bi hevre razandin e.
Heger jin nebana tu qîmet û maneya dewlemendiyên dinê tunebû.
Gilî û gazin mirina romantîzmê ye.
Hesûdî jehr e.
Romantîzm di hêza xeyalê de ye. Hûn çiqas xwedî xeyalan bin, hestên we yên romantîk ewqas xurt e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1