MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 32, rezber 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê Bekirê Soreklî: Serîlêdana welêt
Adar Jiyan: Çand rastîniyeke dîrokî û civakî ye
Kemal Burkay: Dewleta tirk raya giştî dixapîne
Mehmûd Önder: "Kurtmen"
Lokman Polat: "Maktgalen"
Cankurd: Devavêtinek di ser re û di ber re
Lokman Polat: Qaîdeyên romantîzmê
Rojnameya Birayetî: Serdema gef û hereşeyan raborî
Daxwiyaniyek: Bi êrişgerî pirsgirêk çareser nabin
Platforma Kurdên li Ewropayê: Dilê me li başûrê Kurdistanê ye


ÇAND RASTÎNIYEKE DÎROKÎ Û CIVAKÎ YE

ADAR JIYAN: [email protected]

Wekî ku tê zanîn û gelek caran tê gotin ku Mezrapotan (Mezopotamya), jêderk û bingeha jiyana mirovahiyê û dergûşa şaristaniya gelan e. Mirovatî, li ser vê parzemîna kevnar û erdnîgariya adan, hevnasî jiyanê bûye.Wekî hemû gelên Rojhilata Navîn, gelê kurd jî xwecihê vê erdnîgariyê yê torintirîn û qedîm e.

Bi hezaran sal e ku xak, dîrok û çanda gelê kurd tê talankirin. Ziman, huner û toreya wî hatiye bişavtin, perwerdehî û hindekarî lê hatiye qedexekirin û astengkirin. Ligel van neyîniyan dîsa jî gelê kurd, gerdîş û kevneşopiyên xwe yên kevnar, dab û nêrîtên bav û kalan parastiye û diparêze. Ji ber ku hemû nirx û hêjahiyên xwe yên dîrokî li ser xaka xwe, bi ked û taba xwe, bi xwîn û xwêdana xwe û bi destê xwe afirandiye, ne bişavtinên dijwar yên xwecihî û herêmî û ne jî êrîşên navneteweyî yên kolonyalîst û împeryalîst, têra tunekirin, windakirin û têkbirina gelê kurd nekiriye.

Çand, huner û wêjeya gelan bi saya zimên tên parastin. Ji ber ku çand, huner û wêjeya kurdan hatiye qedexekirin, zimanê kurdî bi salan pêş ve neçûye. Belê bi rastî winda jî nebûye. Gelo çima ? Lewre gotinên pêşiyan, biwêj, stranên gelêrî, zêmar, çîrok, çîvanok, zargotin, mamik û metelok û ji bilî wê dûrik û dilokên dawet û civatan hemû bûne sedema parastina zimanê kurdî. Bi vî awayî û derî li peyv û gotinên bişavker hatiye girtin. Zimanê ku îro em pê diaxivin û dinivîsin, ji van çavkaniyên xwezayî dinisile. Her gotin û biwêjên ku ji nav dev û diranên gel derdikeve, wekî ava jiyanê diniqute ser co û robara zimên. Ew co û robarên pêldar jî ber bi omaneke bê ser û ber ve diherikin. Bi vî awayî çand, huner û wêjeya kurdî ber bi perisîn û geşedaniyê ve vedibe.

Her çend ku çanda neteweya kurd hatibe bişavtin jî dîsa li gelek herêmên Kurdistanê gel, gerdîşên xwe yên kevnare bi awayekî resen diparêze. Gava ku mirov herêm bi herêm digere, ji çarnikarê welêt çand û hunera kurd difûre. Çend salên dawî, bi saya tevgera mirovahiyê û her wiha têkoşîn û berxwedana neteweyî, gelê kurd , ji nû ve xwe daweşand. Li çarmedorên welêt, gel bi hestên neteweyî li çanda xwe, xwedî derket û xwe bi rihê kurd û kurdayetiyê rapêça. Belê mixabin hê jî li gelek ciyan, heman gerdîşên kurdan wekî yê tirkan têne zanîn û pejirandin. Stran, dawet, govend, reqs, şevên hineyan û gelşek gerdîşên kurdan bi tirkî hatine guhartin û wekî çanda tirkan tê nîşandan. Bi rastî mirov bi vê yekê pirr pirr diêşe. Lewre her gel, xwedî nirx û hêjahiyên xwe yên neteweyeyî ye. Her netewe xwedî çand û hunereke resen û taybet e. Her gel xwedî rûmet e. Her çand bi reseniya xwe hêja û bedew e. Wekî hemû gelên cîhanê, teqez gelê nirx û hêjahiyên gelê tirk jî hene. Bêgûman, divê mirov jidil rêz û giringiyê bide van nirxan. Belê gava ku mirov dibîne ku stranên kurdî bi tirkî têne gotin û kevneşopiyên kurdan û girêdayî vê yekê, dawet, govend û reqsa wan wekî ya tirkan tê nîşandan, dilê mirov ji her tiştî dimîne. Muzîk û hunera ku ji reseniya xwe dûr ketibe û bêhna muzîkê jê neyê, mirov nikare tu zewqê jê bigire.

Mirovê/a ku li gora sinc û rêpîvanên huner û hunermendiyê tevbigere û rêbaz û qaydeyên huner û hunermendiyê ji xwe re wekî rêpîvan bineqîne, tu car jî nikare bê destûr strana hunermendekî din bibêje an jî, gotin, awaz û şêwaza wî /ê biguhere an wergerîne zimanekî din û wekî malê xwe nîşan bide. Ev ne afîrînendetî û berhemdarî ye; kedxwarî û lasakerî ye. Em dibînin her roj, ji aliyê hunermendên tirk ( xwedê giravî ) –bi rastî pirrên wan kurd in- bi dehan bi sedan stranên kurdî, wekî malê mîrate bê tirs û destûr tevlî gotin, newa, awaz û şêwaza wan, rasterê li zimanê tirkî têne wergerandin. Bi rastî mirov nikare bibêje têne wergerandin jî. Stranên kurdî yên ku ji kul û azarên gel û civakê nimiyane û her wiha bi ked û taba mirovan hatine afirandin û hûnandin, bi carekê re qirçomirço dibin û li muzîkeke sosret –ne muzîk e jî- dadigerin. Ew berhemên bedew û hunerane, ji eyarekî derdikeve, dikeve eyarekî din. Mirov nizane û tê dernaxe ku gelo ew stran tirkî ye an kurdî ye.

Em gûman dikin ku îro bi dehan kom û bi sedan kesên ku li muzîk û hunera kurd hûr dibin pirrên wan di bin avadaniya sazî û dezgehên kurdan de yên wekî Hunerkom, Navenda Çanda Mezopotamya û Kurt-Kav’ê de xebatên xwe didomînin. Gelek stranên kurdî yên ku bi sedan sal e ku ji bav û bapîrên kurdan wekî mîrate maye û nifş bi nifş hatiye veguhesti, îro bi awayekî nûjen têne nirxandin û şirovekirin. Gelek stran,zargotin û û mamikên ku bi reseniya xwe kurdî ne, ji aliyê strnbêjên ku xwe wekî tirk nîşan didin ve tên herimandin. Îcar gava ku hunermendên kurd, van stranên kurdî dibêjin an şirove dikin, gelek kesên nezan û xwenenas, radibin dibêjin: “Ev stranên ku îro bi kurdî têne gotin ji ber starên tirkî hatine girtin...”

Mirov dikare bi dehan, bi sedan mînakên berbiçav nîşan bide. Belê babet û mijara me ne hevberkirina hejmara stranên kurdî û tirkî ye. Hevberkirina stranên kurdî yên ku bi tirkî têne gotin, an jî wergerandin û lewitandina wan, nîqaşa mijareke din e. Jixwe, ku mirov lê bikole pirên stranên tirkî, ji kurdî hatine wergirtin. Gotin û zimanê van stranan jî li aliyekî, îcar tu kes napirse û nabêje “Gelo we gotin, awaz, şêwaz û newaya van stranan ji ku anî ? An “Berhem a kê ye ?”, “We ev beste ji ku anî ?” Helbest aydê kîjan hunermendî ye ?...” Ev tişt nîn e.

Wekî din jî dibêjin “em derbarê muzîkê de pispor û têrzana ne” Ma muzîka çavkaniya wê, afirîneriya wê û reseniya wê, awaz û şêwaza wê ne diyar be, mirov dikare wê muzîkê wekî berhemeke hunerî û hunerane bipejirîne ? Bêşik na ! Çimkî, dev ji muzîkvanî û henermendîbûna wê ber de, ne tiştekî, sincî, exlaqî û mirovî ye jî. Carekê şerm, fêdî û her wiha serberjêrî û rûreşî ye.

Tenê ne muzîk, divê jêderka çand, huner û wêjeya gelan bi awayekî zanistî were diyarkirin. Lêxwedîderketina nirxên neteweyî, ji bo mirovan tiştekî bi rûmet e. Belê mafê tu kesî tune ye ku li çand, huner û muzîka gelekî bibe xwedî û wekî ya xwe bihesibîne. Ey yek di tu wîjdan, sinc û exlaqên mirovî re derbas nabe. Yê ku çand û hunera wêjeyê diafirîne, gel e. Her gelek nirxek e. Û her gel bi hêjahiyên xwe yên neteweyî, tevkariyê pêşkêşî mirovatiyê dike. Heta mirov dikare bibêje, her neteweyek bi çand, huner û wêjeya xwe, her wiha bi muzîk û folklora xwe, bi şanoya xwe, heta bi cil û timtêlên xwe, nirxeke mirovî û gerdûnî ye. Ev hêjahiyên gelan û taybetiyên wan hemû bi saya zimên û perwerdehiyeke zanistî têne perisîn û parastin. Qedexekirin û astengkirina perwerdehiya zimên, hilqetandina reha jiyana gel e. Astengkirin û qedexekirina çand, huner û wêjeya gelekî, ji bo çanda mirovahiyê kêmaniyeke mezin e.

Ji aliyê din ve, îro bi dehan bi sedan gel, bi bişavtin û tunekirinan re rû bi rû dimînin. Bişavtina gelan, jiholêrakirina reng, deng û xweşikahiyên xwezayî û tunehesibandina nirxên mirovî û gerdûnî ye. Ji bo parastina van nirxan tevê mirovahiyê binbar û berpirsiyar e. Lêxwedîderketina nirx û hêjahiyên neteweyî, berpirsiyariyeke mirovî ye. Mirov, bi hêjahiyên xwe yên neteweyî û behremendiyên xwe yên taybet, dikare ji bo mirovatiyê gelek tiştên rûmetdar û sûdewar bike. Çi ne ev hêjahî ?: Çand, huner û wêje. Wekî din jî, muzîk, folklor û hin hêjahiyên din in.

Afirnadina hunerê, hilberîna muzîkê ne tiştekî asan û ketberê ye. Ji bo afirandina berhemekê, gelek ked û emeg têne serfkirin. Gelek cehd, xebat û hewldan têna dayîn. Ji bo wê, mafê tu kesî nîn e ku li ser vê ked û rûmetê rûnê û bibêje “ev berjhem a min e” an jî “min ev berhem ji ber xwe ve afirandiye.

Îro tiştê ku bi serê kurdan de hatiye (ji aliyê hêzên seedest û mêtinger ve) ne tiştekî hindik e. Tiştê ku hatiye serê kurdan, ango bêwijdanî û bêbaviyeke wisa, li darê dinê bi serê tu gelan de nehatiye. Çawa mirov xwediyê çand, huner, muzîk û wêjeyeke qedîm û bêhempa be, hinek rabin bi asanî û erzanî van nirxan ji ber mirov bigirin, birevînin, biguherînin û dîsa bifroşin mirov. Neheqiya herî mezin jî ev e û divê ku mirovahî li hember vê neheqiyê bêdeng nemîne.

Gelo ku gotin, awaz û newayên muzîka kurdî tunebe, mirov dikare behsa muzika tirkî ya gel (Turk Halk Muzîgî) bike ? Ji çend stranbêj û hunermendên tirk, ên Anatoliya Navîn ên ku lewjeyên Karacaoglan, Dadaloglu, Pîr Sultan Abdal û Yunus Emre dibêjin û çend ozan û hunermendên herêmî û neteweyî yên tirk ên mîna, Mahsûnî Şerîf, Neşet Ertaş, Ozay Gonlum, Sumer Ezgu û hwd. pê ve tu berhemên muzîka gel, ku ji kurdî nehatibe wergirtin nîn e. Ji bilî wan kesan ( û hin kesên din ên wekî wan) stranbêjên ku muzîka (tirk) dibêjin, pirên wan bi eslê xwe kurd in û heta vê muzîka kurdî tevlî awaz û şêwaza wê li tirkî werdigerînin. Divê erv qorsanî û miftexurî qet neyê pejirandin û heta divê hetîketiya mezin were pêşankirin. Lewre ji aliyê herdu gelan jî ne tiştekî erênî yê. Ev rewşa sosret, ne tenê muzîkê, çand, huner û nemaze zimên jî dilewitîne.

Carekê gotinên gelek stranan, bi reseniya xwe kurdî ne. Belê bilêvkirina wan ne bi kurdî û ne jî bi tirkî ye. Bo nimûne : “canê” gotineke kurdî ye; belê bi tirkî wekî “cane” tê gotin û bilêvkirin. Her wiha peyva “nazê”; wekî “naze”, “nazikê”; wekî “nazike”, “xanimê”; wekî “hanime” bilêv dibe. Jixwe di tirkî de wateya van peyvan qet nîn e. Dibe ku bê gotin ”têkildariya navbera gelan û danûstandina peyvan tiştekî pêkan û asayî ye”, belê tiştê ku em li hember derdikevin ne ev e. Lewre, wekî ku me li jorê jî anî zimên, di serî de gotinên kurdî û peyre, çand, huner û muzîka kurdî, seranser wek3i muzîka tirkan tê nîşandan. Û ev jî ne bes , ziman, çand, huner, wêje û muzîka kurdî tune tê hesibandin. Her roj dibêjin “şerqiya kurdîlîhîcazkar” û hwd. û li aliyê din jî dibêjin “zimanê kurdî tuneye” an jî “zaravayekî tirkî ye.”

Bi rastî mirov naxwaze bi rûmeta gelan bilîze, an zimanê wan qels û lawaz nîşan bide, belê di mercên îroyîn de tiştê ku hatiye serê zimanê peza guran xwarî. Gelo di dema ku em tê de dijîn û nemaze li Anatoliyê zimanê tirkî li ku maye ? Jixwe, ku gelê tirk li zimanê xwe bibûna xwedî, îro ev tişt ne dihat serê gelê kurd û tirk. Zimanê tirkî bûye wekî mirişka ku di nav destê roviyekî de hatibe rûçikandin; tu tişt tê de nemaye. Bi vî awayî hem zimanê tirkî lewitandin û hem jî zimanê wekî din (kurdî, lazî, çerkezî, gurcî,erebî, asûrî û hwd.) hatine qedexekirin û astengkirin. Heke ku rêveber û rayedarên Tirkiyeyê, nirx û qîmet bidana zimanê tirkî, dê bidana hemû zimanên gelan ên din jî. Belê mixabin digel ku wan zimanê tirkî neparastine zimanê din jî manî kirine û li şûna biratiya gelan, dijminahiya wan dane nixafkirin. Ew bûne sedema ku gelê tirk ji aliyê zoran û serdestiya dinê bê eçiqandin. Îcar ji ber ku gelê tirk hatiye eçiqandin, wî jî gelên din, eçiqandiye û çand û zimanê wan biçûk dîtiye. Kes dibe civak dibe, di dîrokâ civakan de, teqez ên ku dieçiqe, dieçiqînin û didine eçiqandin jî. Her wisa ên ku çand û hunera wan têne astengkirin û qedexekirin, ew jî çand û hunera gelan qedexe dikin. Di dema dugela Osmaniyan de tirk û zimanê tirkî pir biçûk û kêm dihatin dîtin. Tukesî ew nedixistin şûna mirovan. Ji ber wê ew jî îro ro gelên rojhilata navîn wekî gelan û mirovên herêmê jî wekî mirovan nabînin.

Zêdeyî heftê salî ye, digel ewqa parastin, lêkolîn, dahûrandin û zagonên fermî, yên derbarê zimanê tirkî de têne kirin û girêdayî wê, axaftin, vegotin, bikaranîn û perwerdehiya wî, dîsa jî zimanê tirkî wekî boxçika heft pîne, her gotineke wî ji zimanekî biyanî hatiye wergirtin. Ne pêkan e ku mirov wekî kurdekî rabe bi vê yekê kêfxweş û şanaz bibe. Berevajiyê wê, mirov bi vê rewşa kambax pir diêşe û li ber dikeve. Lewre, mirov naxwaze ku tu gel û mirov ji nirx û hêjahiyên xwe yên neteweyî bidûr bikevin û çand, huner û wêjeya xwe i ser guhê xwe re bavêjin. Mirov her gav dixwaze, hemû gel bi yeksanî û biratî û bi hev re bijîn, her wiha digel çand, huner, wêje û muzîka xwe, ya gelên din jî biparêze û bide jiyandin.

Bi rastî jî armanca me ne ew e ku em zimanê tirkî wekî zimanekî qels û lawaz an kêmgotin bide nasandin. Em dixwazin wekî zimanê hemû neteweyan, zimanê tirkî jî, xwe ji bin bandora zimanê mêtinger û desthilatdarên dinê rizgar bike û bi hemû reseniya xwe di nava koma zimanê civakên dinê yê hemdem de cih bigire.

Îcar em dinêrin gelek zimanzanên (qaşo) tirk hene ku hay û bayê wan ji rewşa ku zimanê tirkî tê de ye qet nîn e. Ji bo wê mirov dikare ji van xweşmirovên ku bi salan e mandelekirina zimanê kurdî ji xwe re kirine kar û emel û dibêjin “zimanê kurdî, ji farisî, tirkî û erebî pêk hatiye” çend pirsan bike û bibêje : “Gelo hûn dizanin bê zimanê tirkî ji çend zimanên herêmî pêk hatiye ?”, “Gelo hûn dizanin ku navê ‘Dûgela Tirkiyê’ bi xwe ne bi tirkî ye ?” , “Gelo di hevoka ‘Turkiye Cumhuriyeti bir hukuk devletidir’ de çend gotin jê bi tirkî ne ?” Dîsa wekî mînak : Gelo di hevoka “Haftalik Ders Programi” de kîjan peyv bi tirkî ye ? Heke ku kurd, peyva “hefte”; ereb, peyva “ders” û ewropî jî peyva “program” li tirkan qedexe bikin, dê li şûna vê hevokê kîjan hevokê saz bikin, bikar bînin an binivîsin ?

Ev rewşa kaöbax ji bo gelê tirk, kurd û heta ji bo hemû gelên cîhanê bêsiûdî û sosretiyeke mezin e. Hemin ku tê gotin “gel bira ne û di navbera gelê kurd, laz, çerkez, ereb, û gelê tirk de cudayetî nîn e.” lê çima bi qasî ku gelê kurd, laz, çerkez, gurcî, ereb û asûrî bi tirkî dizanin û diaxivin; gelê tirk ewqasî (heta qet) nizane/naxwaze nêzîkî van zimanê gelan bibe û bi zimanê xwîşk û birayên xwe yên kurd, laz, çerkez, gurcî, ereb û asûrî biaxive ? Carekê ji bo ku di navbera gelan de aştî, biratî û yeksanî pêk were, divê ku gel ji zimanê hevdu fêm bikin û bi zimanê hevdu biaxivin. Her wiha divê ku hemû gel, ji çand, huner û wêjeya hevdu hezbikin, li muzîk û stranên hevdu guh bidêrin. Qene rêz û giramiyê bidin nirx û hêjahiyên hevûdin. Gelo îcar li Tirkiyê feraseteke wisa heye ku hêviya aştî, biratî û yeksaniyê bide gelan. Mixabin na ! Çimkî her tişt berevajiyê wê, pêk tê û rû dide. Bihêl ji bo biratiya gelan, ji bo ku gel ji hevûdin bidexisin û li pişt paniya hevdu bin, her tişt tê kirin.

Ji bo ku azadî , biratî, û yeksanî pêk were; ji bo civakeke lihev û aştiyane were afirandin, jihevduhezkirin û hevtehemulkirin hewcetiyeke çarenîn e. Ev yek ji bo dahatuya gelan û nifşên nû yên dinê jî tiştekî jênager e. Ji bo damezrîna hezkirin û biratiya navbera gelan û hezkirin û berjewendiyên mirov û mirovatiyê, her gav pêdivi bi çand, huner û wêjeya gelan heye. Çimkî, çand, huner û wêje, wekî navgînên xwezayî yên ragihandin û pêwendiyên civakî û komelayetî, di her dem û dewranê de, suxrevanî û binbariya mirovhiyê dikin. Ji bo wê divê çand û hunera gelan ji aliyê her takekes û civakê de bêne peresandin û parastin.

Ji bo civakek lihev, jiyaneke azad û cîhaneke aştiyane pêk were hewcetî bi gelek tiştan heye. Heta ku hîmê biratî, aştî û demokrasiya gelan neyên danîn; heta ku mercên lihevhatinê neyên afirandin; heta ku têkilî pêwendiyên mirovan ji dêvla ku li ser riknê rik û kudûriyê, li ser riknê rêz û hurmet û hezkiririnê neyê rûnandin, ne pêkan e ku dexesî, pexîlî, zikreşî û çavnebariya navbera mirovan ji halê rabe.

Bi rastî jî hemû gel, xwîşk û bira ne û gel nabine dijmin. Belê yên ku gelan li hevûdin sor dikin û wan ji hevûdin re dikin dijmin, do jî hebûn, îro jî hene û dê sibê hebin. Ên ku li ser şer û pevçûna navbera gelen jiyana xwe ya kirêt didomînin, nemaze îro ro bêtir gelan bi hevûdin didine kuştin, bêtifaqî û dubeniyê dixin navbera wan û ji hevûdin diqetînin. Ên ku dijminahiya gelan dikin, herwisa dijminahiya mirovahiyê jî dikin. Ji bilî çend kes û hêzên desthilatdar, mêtinger û zoran pêve, hemû mirov xwîşk û bira ne. Nîjad, netewe, ol û zayenda wan çi dibe bila bibe, mafê her mirovî/ê heye ku bi yeksanî, ji siruştê sud û fêdê wergire; bê tirs û saw û wekî azad bijî û hebûna xwe bidomîne. Belê çand, huner û wêjeya xwe ; muzîk û folklora xwe ; nirx û hêjahiyên xwe yên neteweyî biparêze û pêşve bibe.

Bihêlin perwerdehiya zimanê zikmakî û guhdarîkirina muzîkeke bi zimanê gelan îro ro tê astengkirin û manîkirin. Dîsa îro ro du mirovên ne tirk; belê îngilîz, fransî, japonî û hwd. ne tê de , gel û hemwelatiyên Tirkiyeyê yên kurd, laz, çerkez, gurcî,ereb û asûrî bi hêsanî nikarin li metropolên Tirkyeyê di hundirê otobûs an mînîbûsekê de nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Çima ?

Lewre, ji roja ku Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û heta îro, bi awayekî fermî, tu kesî ji bilî axaftin, muzîk, şano, sînema, radyo û televîzyona tirkî tiştek nedîtiye û nebihîstiye. Ji bo wê tu mirovên tirk semax û tehemûl nakin ku ku ji bilî tirkî bi tu zimanê din bê axaftin. Gava ku bizimanekî din –nemaze kurdî- tê axaftin çavên mirovên tirk diçin nav serê wan; wekî ku Tirkiye ji aliyê dijminê bav û kalên wan de hatibe dagirkirin, diqehirin; bi çav û bizavên xwe helwesta xwenîşan didin û êrîş dikin. Bi ser de yên ku ji bilî tirkî bi zimanekî din daixivin an jî stranekê dibêjin jî wekî kesên nelirê û cudaxwaz têne nîşandan û pêşandan. Peyre dibêjin “Hêzên derveyî, ji bo ku yekîtî û yekbûniya Tirkiyê û bihevrebûna me ya neteweyî xira bikin, hemwelatiyên me yên ku bi eslê xwe kurd in, disiqilînin.”

Nabêjin ku me bi destê xwe bizir û tovê kîn, rik, dexesî, pexîlî û dilreşiyê reşandiye navbera gelan û me gelê tirk û kurd û her wiha gelên cîjhanê ji hevûdin re kirine neyar û dijmin. Ji aliyekî ve behsa xetereya hêzên derveyî dikin û ji aliyê din ve jî zêç û zarokên xwe bi zimanê biyaniyan (ewropiyan) perwerde dikin. Ji aliyekî ve dibêjin “perwerdehiya zimanê kurdî û zimanê hindikahiyan dê bibe sedema parçebûna welêt” ji aliyê din ve jî ji ber ku zarokên wan fêrî zimanê biyanî bibin, kurs û dibistanên taybet ên zimanê biyanî vedikin. Heta bi hezaran şagirt û xwendekarên tirk, li dibistan û zanîngehan de, ji ber ku nikarên di dersên zimanê biyanî bidin, ji dibistan û zanîngehan têne avêtin. Bila tu kes xwe nexapîne. Baş tê zanîn ku tu kes ne dixema parçekirina welêt û bişavtina gelan de ye. Bi salan e ku Tirkiyê ji aliyê hêzên derveyî yên dagirker ve tê birêvebirin û parçekirin. Xwediyê vî welatî yên rastîn ew in ku xaka Enetoliyê û Mezopotamyayê bi xwîna bav û papîrên wan hatiye strandin. Belê dîsa sed mixabin, îro ev welat li neviyên wan hatiye qedexekirin û dane û xenîmeyên welêt ji berwan hatiye hemandin. Ango ji bilî hemwelatiyên vî welatî, her mirovê biyanî dikare li ser vê xakê, bi her zimanî biaxive û perwerde bibe û li gor adilê xwe bijî ; belê mixabin hemwelatiyên vî welatî nikarin mafên xwe yên rewa û hemwelatiyê bikar bînin. Ên ku demogojiyan dikin û dibêjin “em ji vî welatî xîçikekê jî nadin kesî.” bi xwe ev welat pêşkêşî mêtingeriya cîhanê kiriye û xîçikek tenê nemaye ku gelên birçî yên Tirkiyê, pê bistirê û debara xwe bike.

Roja ku Komara Tirkiyê hate damezrandin, bi qasî ku gelê kurd, laz, çerkez û ereb xwîna xwe rijandin, ser xaka Enetoliyê û Mezopotamyayê, keda wan li ber çavan bihata girtin û mafên wan ên rewa û hemwelatiyê li gora qanûnên bingehîn bihata parastin, îro gelê tirk li kuçe û kolanên bajaran, zimanê birayên xwe yên kurd, laz, çerkez, ereb û hwd. nedieyibandin û ew nedilomandin. Sedem çi ye ? Tu kes zêde lê nakole û nabêje “ Bav û kalên van gelan xwîna xwe tevlî hevûdin kirin û bi salan li hember hêzên dagirker û împeryalîst şer kirin. Gelo ji bo çi îro neviyên wan ji hevûdin sar bûne û heta hevûdin tehemûl nakin?”

Bi dehan sal e ku hemwelatiyên vî welatî bi rojev û guftûgoyên çêkirî û spartekên nederbasbar têne ewirandin. Dîsa bi dehan sal e ku hemwelatiyên vî welatî ji aliyê rêveberiya Tirkiyê û konevaniya wê ya kirêt de, pirsgirêkên Tirkiyê, wekî lêkdana “kurd-tirk”, “elewî-sunnî”, “laîk-antîlaîk” tê binavkirin û gel bi van dek û dolaban tê xapandin. Wekî ku her gav tê gotin ‘Pirsgirêkên Tirkiyê’ yek jî ne pirsgirêkên derveyî ne; hemû pirsgirên hundirîn û navxweyî ne. Ji bo wê, divê pirsgirêkên Tirkiyê ji hundir de bêne çareserkirin. Heta ku têkildariyên gelan li ser hîmê wekhevî, biratî û demorasiyê neyên danîn, ne li ser xaka welêt, ne li herêmê û ne jî li ser rûyê erdê aştiyeke mayinde nikare pêk bê.

Carekê divê gel ji hebûna hevûdin re rêzê bigirin û nirx û hêjahiyên hevûdin biparêzin. Cudayetiya navbera ziman, çand û hunera gelan tiştekî sirûştî ye. Û ev yek nabe sedem û egera cihêbûn û cihêxwaziya navbera wan; bervajiyê wê, ji yekîtî, pevkelijandin û hembêzkirina re dibe qasid û navgîn. Ger ku gel bikaribin bi awayekî yeksan zimanê xwe bikar bînin; çand, muzîk û hunera xwe biparêzin, dê yekîtî û bihevrebûna wan hêsantir û hêza wan xurtir û zêdetir bibe. Belê beriya wê, divê ku gel bi yeksanî û azadî bi hev re têkiliyê deynin û bi vîna xwe tev bigerin. Bêşik dê bi vî awayî, li şûna çanda şer û pevçûnê, çanda aştî, biartî û yeksaniyê pêk were.

Wekî encam; çand, rastiyeke dîrokî, civakî û komelayetî ye. Bişavtina çanda gelan, tunehesibandina dîrok û çanda mirovahiyê ye. Mafê her gel û mirôvî/ê heye ku bi rengê xwe, bi dengê xwe bijî. Mafê her neteweyê heye ku bi zimanê xwe, bi çand û hunera xwe derkeve qada cîhanê û bikeve nava malbata gelan. Mafê herkesî heye ku dibin sîwana mirovahiyê de cihê xwe bigire; ziman, çand û hunera xwe biparêze û muzîka xwe bi zimanê xwe pêk bîne û bide rewandin.

Ziman xîmê çandê; çand, navgîna pêwendiyên civakî û pevkelijandina navbera gelan; hebûna gelan jî misogeriya dahatûya mirovahiyê ye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1