MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 56, rezber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Pîr Rustem: Îslam û kotekî
  • Tengezarê Marînî: Sarah Kirsch û 10 helbestên wê
  • Marûf Yilmaz: Daxwazên me ji rêxistinên navneteweyî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Xwendina bilind û bijartina meslekan bo kurdên derve
  • Konê Reş: Qamişlo û herêma Cizîrê
  • Nirxandin.com: Hevpeyivîn bi Lokman Polat re
  • Bûbê Eser: Ji me gotin...
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Seredanek li welat

  • Hevpeyivîn bi Lokman Polat re
    Nirxandin.com


    (PÊŞKÊŞÎ

    Ev hevpeyivîna li jêr ji alî malpera kurdî Nirxandin.com’ê ve bi min re hate kirin û di wê malperê de hate weşandn. Ez dixwazim vê hevpeyivînê pêşkêşî xwendevanên kovara Mehname jî bikim. Dibe ku haya gelek xwendevanên Mehnameyê ji wê malperê tunebe û ev hevpeyivîn nexwendibe. Lewre em wê di nav rûpelên kovara MEHNAMEyê de pêşkêşî xwendevanên kurd dikin.
    Lokman Polat)

    Merheba

    Nirxandin.com berhemên kurdî radixe ber xwendevanên kurdî û nivîskaran. Rûpelên berheman ji nû ve vedike û dinirxîne. Xwendevan û nivîskar bi hev re dadikevin kûrahiya behra edebiyata kurdî. Me hêvî heye ku em ronahiya dîtinên we jî tevî vê guftûgoyê bikin.

    Nirxandin.com

    Pirs: Wekî tê zanîn her bûyerek bi rengekî dibe. Ku mirov hezar carî heman kevirî ji heman cihî bavêje erdê jî, dê parçebûna kevirî her tim bi rengekî cuda pêk bê. Heke her bûyerek bi rengekî bibe, mirov dikare çawa gelek çîrokan bi heman teşeyî binivîse. Nivîskar li ser teşeyê çîrokê, bûyera çîrokê û awayê pêşkêşkirina wê divê çawa rawestin ? Heke hûn mamosteyê Atolyeya Çîroka Kurdî bûna, we yê ji, we yê ji şagirdên xwe re çawa rave bikira?

    Lokman Polat: Nirxandina her nivîskarek ya li ser berhemên edebî cûda ye. Heryek li gorê xwe berhemeke edebî, anku roman, şano, helbest û çîrokê dinirxîne. Nivîsandina berhemên edebî jî, li gorê her nivîskarekî/a edebî cûdabûnên wê hene. Her nivîskar li gor xwe xwedî stîleke nivîsînê ye. Her “nivîskar li ser teşeyê çîrokê, bûyera çîrokê û awayê pêşkêşkirina wê” metodên cûda bikar tîne. Lewre jî, hemû mamosteyên “Atolyeya çîroka kurdî” dê li gorê bîrûbaweriyên xwe yên edebî, li gor zanîna xwe ji şagirtan re rawe bikin. Ji bo pêşkêşkirina vî karî recete tunin, lêbelê metodên cûda hene ku divê bêne pêkanîn. Helbet hinek qaîde û pîvanên edebî hene ku divê her mamoste –anku nivîskar- li gorê wê çerçeweyê hareket bikin û zanîna xwe di vê çerçeveyê de pêşkêşê şagirtan bikin.

    Pirs: Li dinê gelek cureyên cihê yên edebiyatê derketin holê. Lê di kurdî de bi piranî trajedî heye. Jixwe jiyana kurdan jî trajedî bixwe ye. Gelo ev jî dide xuyakirin ku çîroknûsên kurdî ji qada navnetewî ya edebiyatê dûr in, an na? Her wiha komedî, absurd, polîsiye û hin cureyên din çima niha di kurdî de nîn in?

    Lokman Polat: Edebiyata kurdî ya devkî gelek kevin e û dewlemend e. Lê, li bakurê Kurdistanê edebiyata kurdî ya nivîskî hêj nû ye. Di destpêkirina tiştên nû de bibe, nebe kêmanî hene. Heger îro di nav edebiyata kurdî de berhemên “komedî, absurd û polîsiye” tunin, ev bêsedem nîn e. Gelek sedemên vê kêmaniyê hene. Ez di vê bîrûbaweriyê de me ku, di nav pêvajoya pêşerojê de dê ev kêmaniyên heyî ji holê rabin û di van waran de jî berhemên edebî bêne afirandin.

    Sedemên ku di berhemên edebî yên kurdî de bi piranî trajedî hene, ev jî wekî ku we jî anîye zimên ji ber rewşa jîyana kurdan ya trajîk pêk tê. Civakeke ku di nav trajediyê de binale, pir normale ku ji alî nivîskarên wê civakê ve berhemên tradejîyê bêne afirandin. Bi min hêj jîyana trajedîk ya gelê kurd hêj tam nehatiye nivîsîn. Hinek bûyer li welatê me pêk tên ku, dema mirov dibîhîse, porê serê mirov tûk dibe. Bûyerên trajedîk ku di rastiya cîvaka kurd de pêk tên, hêj bi tevahî di nav edebiyata kurdî de cih negirtine. Helbet edebiyata gelekî tenê li ser mijara trajediyê nayê avakirin, divê edebiyat li ser babetên curbecur, pirreng û berfireh bê avakirin. Di edebiyata kurdî de, divê digel berhemên trajîk yên realîst, berhemên romantîk, avantgard, sembolîst, surrealîst û hwd, jî bêne afirandin.

    Pirs:

    Hejmara firotin û kirîna pirtûk û kovarên kurdî îsal 10 sal in ku qet naguherin. Li bakur ev yek bi siyaseta tirkî ve hate girêdan. Lê mirov dinihêre ku hejmara xwendekarên kurdî ji dîsa jî ji Başûrê Mezin pirtir e. Ev jî tîne hişê mirov ku hin bandorên din li ser hebin. Gelo li gor we tu têkiliya vê bi berheman re heye, an na?

    Lokman Polat: Rewşa firotin û kirîna pirtûk û kovarên kurdî hinek jî bi rewşa sîyasî ve girêdayî ye. Dema rewşa sîyasî ber bi başiyê ve biçe, rewşa bazara pirtûkên kurdî jî dê baş bibe. Heger di rewşa siyasî de kaos û tevlihevî hebe, di nav gel de bêbawerî û xemsarî hebe, dê li hemberê weşanên kurdî jî sariyek hebe û întreseya gel tunebe. Li gorê zanîna dîyalektîkê jî, hertişt bi hevûdu ve girêdayî ye. Bibe nebe, tişt li ser hevûdu tesîr dikin. Ev alîyekî meselê, li alî din, hinek tişt bi helwesta kurdan bi xwe ve girêdayiye. Wek mînak, heger weşanxaneyên kurdan li gorê pîvanên bazirganiyê weşanvanî bikin, dê firotina pirtûkên kurdî zêde bibe. Heger kovar û rojnameyên kurdan behsa naveroka pirtûkên kurdî bikin, li ser wan nivîsên danasîn û nirxandinê biweşînin, dê bala xwendevan bikşîne û xwendevanên ku întreseya wan li ser wê mijara naveroka pirtûkê hebe, dê miheqeq wê pirtûkê peyda bikin, bikirin û bixwînin.

    Li gor dîtina min, niha di nav weşanvaniya kurdî de valahiya herî mezin û berbiçav tunebûna kovara nirxandina berheman e. Kovarên heyî yên sîyasî ne û ew cih nadin nivîsên danasîn û nirxandina berhemên kurdî. Rojnameyên rojane yên kurdan ku bi tirkî derdikevin, -bi tirkî be jî- danasîna pirtûkên kurdî nakin, lêbelê danasîna pirtûkên tirkî dikin.

    Divê kurd di nav rûnê xwe de biqijîn û ji derdê xwe re ew bi xwe derman bibînin. Lewre jî kovareke nirxandina berhemên edebî yên kurdî pêwîst e û divê miheqeq kovareke weha bê weşandin. Divê ev kovar netenê kovareke elektronîk û di înternetê de be, divê ev kovar weke matbû li çapxanê bê çapkirin û li her derê welêt bê belavkirin.

    Pirs: We ji van romanan kîjan xwend ku hûn dikarin ji me re hinekî bînin zimên û bi çavekî nirxandêrî binirxînin. (Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Serhildana Mala Eliyê Ûnis, Şivanê Kurd, Jana Gel, Sobarto, Leyla Fîgaro)

    Lokman Polat: Min ev her şeş roman jî xwendine. Her şeş jî romanên kurdî ne, berhemên hêja ne. Weşandina van romanan edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Min li ser van pênc romanan nivîsên danasîn û nirxandinê nivîsiye. Ew nivîsên min di pirtûka min ya bi navê “Bîst Romanên Kurdî” de ne. Ev pirtûk li ber çapê ye. Di nav van romanan de min tenê li ser “Leyla Fîgaro” nenivîsiye. Lê, min li ser romana Îbrahîm Seydo Aydogan ya bi navê “Reş û Spî” nivîsiye û ew nivîs jî di wê pirtûka min de ye.

    Ji bo ku dîtinên min yên derbarê van romanan de di pirtûka min de hene, ez naxwazim wan dîtinên xwe li vir dubare bikim. Lê, ez vê bibêjim, min her şeş romanan jî bi dilxweşî xwendin. Ev şeş roman dewlemendiya edebiyata kurdî ne. Helbet kêmaniyên wan hene. Ew jî di nivîsên nirxandina li ser wan de divê bê destnîşankirin. Ev jî karê rexnegirên edebiyatê ye. Di edebiyata kurdî de rexnegirên edebî çend kes hene? Yên li ser berhemên edebî nivîsên rexneyî dinivîsin, çiqas rexnegirin? Di derbarê berhemên edebî de zanîna wan çiqas heye? Ev jî babeta minaqeşeyê ye û divê li ser vê mijarê jî minaqeşe bêne kirin.

    Pirs: We ji van kurteçîrokan kîjan xwend ku hûn dikarin ji me re hinekî bînin zimên û bi çavekî nirxandêrî binirxînin. (Jidilara-Fewzî Bîlge, Epîlog-Hesenê Metê, Bermeqlûb-Yaqûb Tilermenî, Bişirîna Şermînî -Dilawer Zeraq, Amîdabad-Fawaz Huseyn, Duaya Êvarê-Enwer Karahan)

    Lokman Polat: Min pirtûka “Jidilara –Fewzî Bîlgî” û ya “Bişîrîna Şermînî – Dilawer Zeraq” nexwendiye, lê yên din bi tevahî xwendiye. Di nav nivîskarên kurd yên ku kurteçîrok dinivîsînin de hinek jê hêvî didin mirov ku, ew dê bi berhemên xwe edebiyata kurdî dewlemend bikin. Pirtûkên Yaqûb Tîlermenî, Dilawer Zeraq, Enwer Karahan, Çîya Mazî, Ronî War û hinekên din ku niha navê wan di bîra min de nîn e, hêjayên pesnê ne û berhemên giranbiha ne.

    Binêrin di nav edebiyata kurdî de gelek berhemên nû ji alî nivîskarên kurd yên nû ve hatine afirandin, lêbelê li ser berhemên wan yek, du nivîs wêdetir nivîs nehatine weşandin, berhemên wan nehatine nirxandin. Ev jî dide xuyakirin ku di vê hêlê de bê valahiyeke çiqas heye...

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1