
Sarah Kirsch di 16. Nîsanê, sala 1935an de, li Limlingerode/Südharz ji dayik bû û niha li Iyaleta Schleswig-Holstein dijî.
Xemgînî, cirnexweş, veşartî û bi serê xwe, cegerdar, yarîker, kenok û ji dil, jiyana helbestane ya Sarah Kirsch dirêsin û vedihûnin.
Piştî tewawkirina xwendina xwe, Sarah Kirsch di pir cihan de kar kiriye. Sarah, helbest, rêportaj, çîrokên zarokan, werger û kurteçîrok nivîsîne û dinivîse.
Suruşt û civak, têkiliyên hundirîn ên hûr-helbestane di deqên Sarah de rû didin.
Xwêner, zorê nakêşe ji bo ko di helbesta Sarah de, têbigihe.
Sarah bi xwe jî weha bîr û baweriya xwe li ser helbestê tîne zimên:
“ Di destpêkê de nûser bo xwe dinivîse, û hebûn, diyarde û bûneweriyên xwe derdibire, bi şûn de kar li ser deqê xwe dike, dinijinîne, êdî dixe mîzên û şihîna hunerî û ciwaniyê û ji xwe dipirse: - Gelo ev helbest bo tekane ye, fer e, kesayeî ye? Eger nivîskar bibîne, ko ev helbest pirîvat e, ji xwe cihê wê selika gilêşê ye, ji ber pêdiviya xwêner pê nîne û wî têkildar nake”
Bêguman, ev bîr û bawerî cihê guftûgo û gengeşê ne, lê ta çendî ev bîr û ra di gel helbest, dahênan û rola wergirtina deq û ciwaniya wî digunce, ev cihê behs û vekolanê ye.
Sarah li vir bi tinê ranawestê, lê her berdewam dike û dinivîse:
“ Min çend parizdank bo xwe avakirine. Dema helbestekê dinivîsim, bi hûrbînî lê vedigerim. Ev tê wateya ko li ser deq kar dikim.. lê ya rast û durust ew e, ko çend hevalên helbestvan hebin, ên di helbestê de têgehiştî bin û baweriya wî bi wan hebe.”
Sarah Kirsch 10 salan hevjîna helbestvanê elmanî Rainer Kirsch bû.
Di sala 1976an de, di gel hijmarek ji nivîskarên elmana rojhilat a berê (DDR), beyannameyek imze kirin, piştgiriya helbestvan û hunermendê elmanî rojhilatî Wolf Biermann, dema ew ji hevwelatiyê avêtin.
Sarah ne navê wê ê iseh e, ´navê wê Ingrid Bernstein e, lê di bin navê sarah de, helbestên xwe yeke-yeke dinivîsîn. Ji xwe ev rewşa pirtirîn nivîskarên, ko di welatên ne azad û ne demoqrat de dijîn.
Berhem:
1946 ”Gespräch mit dem Saurier = Guftûgo di gel Dînasor”,
1967 ”Landaufenthalt= rûniştgihmana Welat”
1973 ”Zaubersprüche= peyvên seherdar”
1973 (bayê Piştê = Rückenwind )
1979 "Der Dichter M. im Grünewald= Helbstvan M. di daristana kesk de"," "Viele Farben= pir reng."
1979 Drachensteigen bi kurdî “ Goya bi ser dikevin.
1980 Erklärung einiger Dinge „Ravekirina hindek tişt“.
1982 Erd-reich „ Dewlendiya xakê“.
1983 Papiersterne „ Stêrkên kaxezî“
1984 Katzenleben „ Jiyana pişîkê”.
1988 pexşan "Allerlei-Rauh. Eine Chronik= curecurên bê bêhintengiyê- Dîrokname".
1989 "Schneewärme = germahiyên berfê"
1990 wêne- bîranîn "Spreu= Zilor= Qirşqal"
1992 helbestê "Erlkönigs Tochter=Keça şah Erl".
1994 "Das simple Leben= jiyana sade" pexşan û helbest
Xelat:
1973 Heinrch Heine
1976 Petrarc ya toreyî
1980 Austuria a toreya welatên Europa.
1981 Roswitta ya bajarê Bad Gandersheim
1985 Hölderlin ya bajarê Bad Homburg1
1988 Xelata Toreyî a bajarê Mainz û xelata huner ya Schleswig-Holstein
1993 Xelata Peter-Huchel Ji bo pirtûka "Erlkönigs Tochter=Keça şah Erl" wergirt.
1996 Xelat bi 60.000 D-Mark ya Büchner ya akadîmiya elmanî ji bo ziman û helbestê. Herweha ya Birayan-Grimm pileya Professur li zanko û dibistana bilind li Kassel.
1997 wergirtina 25.000 D-Mark wek xelata Droste-Hülshoff ya kombenda zeviyên Westfalen-Lippe
1. Pirr
Çî din hîn heye?
Du çav, belkî sê:
Cênîka wê li ser ya min,
ban ji serê mêvanxanan radikirin,
spîndar,
çilo, çiya
giya
2. Lehî
Neynika reş, doppel-zevî ciwaniya yarîkaxezan
Ewr silavê li hevcêwiyê xwe dike, asîman xelekek e
Êlek, du zerezengên her darekê.
Ez bedena te me, tu bi xwe re dikenî.
3. Cotyar
Cotyariyek bi lingekî çerixkirî
Dabû nav firêza komirê, kumê xwe dihejand
Mîna ko bi kêf be;
4. Neynik
Neynika vala li mal.
Ne kesekî dêmekî ciwan. Ewr
Xwe tînin nav de. Ên milahîm, ên gewir,
ên bêhesab birûsklêdan in. Mîna ko
ew di cengê de be.
5.Tenêtî
Pîrejinên li ber xaniyên sor
kêmguhpêdanên sor dar şikandibûn
Bi comerdî, çayê bo min anîbûn.
Lalîk vegerandibûn, kişandibûn
Guhêzgeh û çavdêrîgeh
Di pişta perdeyên xişrokî vala de.
6. Don Juan berî nîvro tê
Don Juan berî nîvro tê
Weha di telegrama xwe de nivîsîbû tişta
Hiştibû biramim, min heyv hebû
Pîlan kiribû avweşînk niha
Pir dem nemabû ne carekê çav
Mezintir nîgar bikin lingan neşon
Rawestiyabûm li cihê ko wê dest pê kiribû bajar ew dîtibû
Di qapûtê ber bi ba diket de li ser duçerxekî cirîdê de
Destmala spî ji ser milan pirpirî
Jihevnêzîkbûna lêvan pekiya bû û çav
Xewir bûn min jê pirsî bû
Ji bo çi ew weha bi kêf e û bi şûn ve bawermend e
Hevdîtineke bi bedewiyê re
Ax çi dîtiye wî çerx berware(Xûz) danîbû
Li ber bayî kum rakiribû
Em herdû êxistibûn ser giya kartêl
Dest pê kiribû da hêja bibe balindeyekî ji laj(me,iden)
Kişandibû li ser destpêkê bistirîne
Dema ko cur bi cur mijara Mozart pêxistibûn
Ez dizanim wî gotibû û
Hemî qawin
Sîstemên ekter Schönberg û
ez dê te aniha.. û ew dê baş bibe.
7. Şev tiliyên xwe dirêj dike
Şev tiliyên xwe dirêj dike
Ew min di mala min de dibîne
Di bin mêza min de rûdine
Zikxişkê dike, dê mezin bibe, xwe dipêçe
Û keldûman melevaniyê dike di boşahiyê de
Li xwe zêde dike, dibe dareke bedew
ya bi hêsanî dikarim bişikînim, ez yeke nû dikêşim, êdî
Dê hemî hezhevalên xwe, ên li ser tiliyan têne hijmartin,
ji hesab bavêjim.
Pirr tilî ne, ên min ko hene, kêm heval mane
Dirêj dike şev tiliyan
Dibîne, ew min di mala min de
Keldûman melevanî dikir, di cîgehê vala de
mezin dibû, dibû dara
miştbelg bi peyvan
Peyv nêzîkahî li zûhabûnê kiri bûn
Kelek melevanî di nav şivîlan de dikirin,
ên ez vê rojê nema hildikişim ser wan.
8. Gund
Êvar bû, bêdengî gehîştibû gopîtka xwe
Biraştokê kunen xwe kerr kiribûn,
Li ser kendal
Dara maziya li pêş asîmanê soravê
reş rawestiya bû.
Ez hatibûm gund,
ji coyê di nav zeviyên çirîskane de çûbû,
stêrk û kevir ronî didan
di malan de, ronahî gurr dibû
toza dêrandî li kolanê
di bin lingan de,
mehfûrê havînrojê,
girêkan ji dergehekî radigihîne ê din.
9. Min xwesti bû şahê xwe bikujim
Min xwestibû şahê xwe bikujim
û dîsan azad bibim. Bazinê
ko dabû min, ê navekî spehî
Li ser bû
min jêkir û peyv avêtibûn, ên min çêkiribûn
Bide berhev
ji bo çavên wî, deng, ziman..
Min şûşeyeke vexwarinê vala ava kiribû,
Dagirtibû, berpeqînan, ji bo ew herdem nêçîr bigirtaya. Da
dijdarî temam bibûbaya
Min dergeh girtibû, çûbûm nav mirovan,
destbiratî li malê curecur girêdabû,
Belê azadî nexwestibû,
mezin bibûbaya
Ew heyok, giyan parçeyekî demoqratî ye,
ne tenê bêdeng mabû, nerimtir bibû
Dîlan gêrabû, dema min
serê xwe li dîwêr xistibû. Min nîq şopandibûn
Li xaka dijî wî peyivî bû, min sê bendên kêm di tewankê (Misenef) de, komkiribûn.
Newekhevî, min derew jî
kiribûn. Di dumahîka dawiyê de,
heme min xwestibû xiniziyê lê bikim.
Ez lê geriya bûm, bo pîlana xwe
bi dawî bînim,
min yekî din maçî kiribû, daqena
şahê min hew pêrgî wî hatibûya.
10. Zivistan
Ez xwedanasînê bi xwe re dikim, di vê demê de
xaniyê ko
bi kêmanî sê nifiş ji mirovan
dîtibûn, pencerên wan her vekirî bûn
li jor niçik”Xilozî”, dep zirav
hemen bo belgekarên di qazanan de çêbibe
Dîwar
mîna daran giloveriya salê
Radihêjin çînên kaxezên dîwaran
li jêrtirîn terzê xortaniyê, di navberê de
kelevajiyên nûçeyên rojnameyan
xwênerên matmayî bo hevalan
Du xêz Reichstag* sotayê pişt re
heyho hîn jî kaxezên dîwaran, pîşedest
sist bibû. An jî nêrîna banan ” hemen parçek asîman”
berî min jî di hizra wan de bû, bi guman
mîna befir û baranê, reşiya qîrê li hewşê,
dîwar ber bi sore ve biribû
hindeke din
gerek e bibînim, pişîkek
çend salan di gel min bû, çi
ji min dizane, ew hez ji parfüma min dike
an jî li vir baş rûnanim, lê
ez hînî sebrê bibûm, dema biçûk bûm li
nik rengê avê:
mirov bendewar namîne, dîmen winda dike
û carnan
dilê min xwe dilivîne di werîsên daleqandî de.
Wisa ye, dema devereke bêgane bibînim
Bo min li ser mêrxasan bipeyve an jî
Pirsekê bike;
Ez hez ji kurkê xwe ê cotyariyê dikim, ji cezmên xwe
Û ji dêmên xwe ê xemgîn.
* Perlemana elmanî ko ew navê wê ê kevin e.