Ez meha gulanê çûme seredana welatê xwe. Bi rastî welatê me gelekî xweş û rind bû. Min zehf hez kir. Çiyayê Bilican û Çiyayê Sîpan. Bi Xwedê dixwazim hûn jî biçin û bigerin. Rindiya wê bibînin. Lê ev kifş e.
Ez di vê gerînê de cem merivên xwe mam. Xwedê jê razî be mêvantîya wan gelekî baş bû. Meriv û lêzimên min zehf hebû. Hemî jî baş bûn. Min serlêdana hemî merivên xwe kir. Pêşî çûme Kopê ba apê xwe Ehmed. Ez hevnasîya pismamê xwe Farûq û Sînan bûm. Em heta şeva nîvî mijûl bûn. Li piştre ez, sibê çûme gundê Kekelî. Ap Memed min pêşwazî kir û bir malê xwe. Pismam Celal hat û li paşê bi terektora xwe ve min hilda bir gundê me yê Soktîlî. Me di vî gundê me de ser lêdana merivê xwe kir û paşê em çûne Goristana Soktîlî. Me li ser gora Mele Tahirê Hûseyn ê Kewê dûa û daxwazî kir û piştê vê yekê temaşeya gundê Soktîlî kir. Hest bûm. Hest bûna min gelekî tije bû. Belê gerîna min berdewam dibe. Ez zûde dixwestim biçim Panosê ba kurmeta xwe Celâl. Xwedê pelîse(nesib) kir ez sibê çûm Panosê. Kek Celâl min hilda bir malê xwe. Ez kekojin re hevnasî bûm. Kevanî Xetîce zehf baş bû. Hem kenok bû û hem jî jîrek bû. Spas bo wî re. Kek Celâl min Panosê de gerand û hevalê xwe yê Bîlâl re hevnasî kir. Kek Bîlâl mirovek rewşenbîr û zanyar e. Min wisa dit. Em zehf kêf hildan. Paşê em kek Celâl ve çûne başbûnîya pirê Şernas. Dotmamê min Şermîn jî li vir bû. Şermîn min dit û zehf şaş û şeqizî de ma. Destê min girt û ‘kek Metîn tu li vê derê çi digerî?’ Got. Em gelek axivîn.
Belê welatê me gelek xweş e. Lêbelê mirovên welatê me ev qas baş nîn e.(yê baş hene, lê ev li derveyê nivîsê me ye) Di ferheng û lûgatê ê wan de pêşketin û peresin tine ye. Ji ber ku, bavê me si sal berê me re rewşa welat vedigot. Sî sal berê li kû bû dema me ya niha li kû ye? Mixabin, rast e ku niha jî welatê me wisa ye. Zehf paş ve maye.
Min mirovê welatê xwe bêpêwend jî dit.(herî bêpêwendîyê hikûmet çê dike) mirovê kurd bêpêwend, hikûmet bêpêwend. Wisa nabe. Gere mirovê kurd bêpêwend nebe. Baldar û pêwend be. Mixabin hem xwe re nanêrin û hem jî gund û welatê xwe re nanêrin. Civandin, dan hev û kom kirina xwe bo welat û gundê xwe re nakin. Karên xwe kom dikin û diçin rajovayê dixebitinin. Herkez rêya revina welat dinêre. Kar û ramedanê xwe welatê biyanîya çêdikin.
Lê çawa welat perese û pêşketî bibe. Loma hejartî û xizantî tije ye. Mirovan ya betal û bêkar e, yan jî di ber qehwexane û çaygehan de rûnişvan e. Lê zaorkan jî, ya boyaxvan û gonîker e, yan jî betal û betal digere.
Hey li dest hevgirtin, welathezkirin, xwehezkirin û bo wan xebitîn… tu çi qas xweşî.