Weke hûn jî pê dizanin ku li vê cihanê tu tiştên veşartî nemane û namînin. Lê bi eşkerina bûyer, kiryar û pêkhatinên xerab, mirov pêşî li yên wê hîn biqewimin digire. Lewra jî gelekî girîng e ku mirov her yek di derbarê bûyer û kiryarên xerab yên ne di berjewendiya gelê me de bin, çiqasî zû eşkere bikin, wê ewqasî ji bona gele me bi xêr be. Ji ber vê yekê ye ku min jî weke gelek rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe, anî û tînim zimên; divê bûyer û kiryarên PKK kirine, yên li ser navê wê û bi destê dewletê ku ew bi xwe jî jê agahdar bûn pêk hatine, eşkere bibin. Eşkerekirina wan jî di destê ew kesên berê qadirên vê rêxistina ku dewleta Tirk çêkirî ye û niha bi wan re kar nakin de ne.
Hûn bawer bin, min gelek caran xwe bi xwe digot; ez ê li ser vê mijarê, yanî êdî ez ê di nivîsên xwe de behsa PKKê nekim. Lê çi dikim, nikarim bê helwest bimînin. Ev helwesta min, gelek caran zerarê jî dighêjîne şexsê min. Lê dizanim ku berjewendiya neteweyî di ser ya sexsî re ye, loma jî wîjdanê min dest nade ku bê deng bimînim. Weke nivîskarekî,weke rewşenbîrekî gelê xwe, li gor zanîn, kanîn û tê gihiştina xwe, çi tiştên nerast, dibînim, dizanim wan dibêjim û dinivîsînim. Min carekê weha biryara xwe daye, xuya ye heta ez hebin ez ê vê weha berdewam bikim.
Ji xwe erk û mercên rewşenbîran jî, yek jê ew e ku ew tim rastiyê ji gelê xwe re bêjin. Rewşenbîrên tenê di xetekê de bimînin, yên li hember kiryarên xerab ku hatine û wê bêne serê gel, bê deng bin, wê tu caran nebin rewşenbîr. Kesên weha dikarin bibin, dûvik, mirîd û dikarin tenê bi dû berjewendiyên xwe yên şexsî de herin. Loma îro gelekî girîng dibînim ku hemû rewşenbîr, nivîskar, zana, siyasetmedar û bi taybetî jî kadirên PKK yên berê divê bê deng nemînin. Ji ber ku bêdengî qebûlkirina bindestiyê û serî ji şaştiyan re danîn e.
Li gor vê; ez helwesta brêz Şukrî Gulmuş rast û pîroz dibînim, ku ew ji demekê û virde baş û qenc li hemberî wê xeleka qirêj ya PKK rawestiya ye ku wê baş veke. Lê weke tê zanîn ku bi gulekê bahar nayê. Her çiqasî ev gula di malpera www.nasname.com ê bi destê brêz Ş.Gulmuş hatibe danîn jî, ev têr nake, ji wêre av, zibil (gubre) nerîneke baş divê ku ew movêkin xwe veke, divê mirov li dor wê çend gulên din deyne û bexçeyek pêk bîne. Di vî baxçî de divê roj bi roj gul lê zêde bibin. Pêwîst e em hemû bi hevre hewl bidin da ku baxçeyekî ji gulên bê zerar deynin, di wir de renga reng gulan lê biçînin. Bi danîna baxçeyekî weha jî wê bê dîtin ku bi destê PKKê çawa baxçeyekî ji gulên bi jehrê hatibû danîn. Wê bê zanîn ku ew bexçe çawa bû sebeba gelek mirovên hêja ji nava me koç kirin, wendabûn, hatin kuştin. Ew bexçê ku ji gulên bi jehrê ku ji aliyê dewleta Tirk û bi destê PKK de hatubûn danîn, weke bombeyan miletê me tarûmar kir.
Loma dibêjim; kerem bikin û bê tirs weke brêz Ş.Gulmuş hûn jî ew kesên berê ku we jî li wî bexçê jehrê mêze dikirin, bêjin ku we çawan wan gulan bi jehr kiribin, bêjin ku bi destên kê û li ser esasê çi ew bexçê jehrê hatibû danîn. Bi gotin û eşkerekirinên xwe hûnê gelê me ji baxçên gulên bi jehr dûr bixin. Bi vekirina vê xeleka ne diyar, hûnê gelek kesên din ji ser rêya şaş vegerînin. Di dîroka gelê me de hatiye dîtin ku gelek caran ji miletê me, û li ser navê wî hin bi destê dijmin derketinin ku ji bona azadiya wî têk bibin, kar û xebat kirine û dikin. Loma jî niha gelekî girînge ku divê ev vebe, da ku carake din dijmin nikaribe tiştekî weha bikin. Vê vekin bila ev bibe ya talî ku êdî dijmin dê nikaribin bi lîstik û planên xwe, me bi hev bide kuştin. Bi vekirina vê hûn yên qadirên vê rêxistinê yên berê, hûnê ji gunehkriyeke mezin azad bibin. Qet netirsin û bêjin. Wê gelê we, we efû bike…
Loma ez dibêjim, ji me gotin û li we kesên dilsozên gelê xwe û bi taybetî jî qadirên PKK ên berê, li we jî kirin. Hûn jî guhdarî bikin, ne li gor ditîna çavên xwe, ne li gor bihistina guhên xwe, ne li gor zimanê xwe, li gor aqil û zanînî karên xwe bikin da ku em bi hevre bi ser kevin. Destên xwe bidin ser vijanên xwe, kumê xwe deynin ber xwe û ji nû de, lê li ser hîmê welatparêziyê, li ser esasê bi hev re karkirinê, bifikirin û xebatê bikin da ku Kurdistan şêrîn ji baxçên gulên bi jehr azad bibe…
Ji bona min wan nivîs û gotinên brêz Ş.Gulmuş û yên di malpera wî de giring in. Lê ez bawerim gelek kesên din henin ku ji wî bêtir tiştan dizanin, bila ew jî êdî bê deng nemînin û divê nemînin jî… Brano mirov ji kîdera zerarê vegere ew kar e. Hûn gelek in, hûn zana ne. Lê hûn ji ber kiryarên xwe yên berê fedîkar in. Xem nîne wan bêjin, ev miletê me yê cafakar wê we efû bike. Hûnê êdî bi awayekî azad bijîn, belkî karên baş jî ji bona gelê xwe bikin. Îro gelek tişt girêdayî we ne. Dest bidin hev bê tirs û fedî bêjin. Brêz Ş.Gulmuş got û bawerim wê hîn jî gelek tiştan bêje û veke. Gelo çima hûn bêdeng in. Ma ne bes e ev bêdengî. Her bêdengiyeke we dibe sedema kuştina welatparêzekî/ê nû. Gelo hûn qet li ser vê fikirîne…
Têbinî: Ez bi dil û can xebat û yekemînbûna koma folklara KOKMARê ya di cihanê de pîroz dikim. Dîsa wan, weke gelek caran, nav û dengê kurdan bi başî û delal dane nasin. Wan ala kurdistanê di nava alên cihanê de dane bilind kirinê. Hûn her bijîn. Divê hemû kurd xwedî li vê xebata we derkevin, binivîsînin û bêjin, lê mixabin…