MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 56, rezber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Pîr Rustem: Îslam û kotekî
  • Tengezarê Marînî: Sarah Kirsch û 10 helbestên wê
  • Marûf Yilmaz: Daxwazên me ji rêxistinên navneteweyî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Xwendina bilind û bijartina meslekan bo kurdên derve
  • Konê Reş: Qamişlo û herêma Cizîrê
  • Nirxandin.com: Hevpeyivîn bi Lokman Polat re
  • Bûbê Eser: Ji me gotin...
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Seredanek li welat

  • DAXWAZ Û BAWERÎYÊN ME, JI BO NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, DEWLETÊN EMERÎKAYÊ YÊN YEKBÛYÎ Û YEKITÎYA EWROPAYÊ
    Maruf YILMAZ: [email protected]


    Neteweyê Kurd, yek ji neteweyên kevntirîn yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku çarenûsa xwe bi destê xwe çareser bike; li ser axa welatê xwe, serbest û azad bijî û desthilatdarîya welatê xwe bi destê xwe birêvebibe. Mafê çarenûsa kurd, ne tenê ji Peymana Sevresê dihê der, herwisan jî, ji hemû bend û qanûnên rêxistinên navneteweyî jî...

    Bi hêvîya ku rola Neteweyên Yekbûyî, di derbareya Kurdistanê de piçekî bê guhartin. Organa Neteweyên Yekbûyî bikaribe bibêje ” dema Tirkiyê guhên xwe nede mafên kurdan, wan nasneke, em dê bikaribin bikevin nav meseleyê.”

    Têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê xurt in. Tirkiye îroj jî, bi Emerîkayê dide têgihîştandin ku kurd terorîst, çepên tûj û komûnîst in. Yekitîya Ewropayî zorê dide Tirkiyê. Lê bi ya min, divê em pêşî hîkarîyê(tesîr) li EMERÎKAYÊ (DYA) bikin; paşê li NY, YE, NATO û RÊXISTINÊN MAFPARÊZ YÊN NAVTETEWEYÎ…

    Me yekitîya xwe ya neteweyî pêkhanîn û gazî hemû hevwelatîyên Kurdistanê bikin û bibêjin divê kurd li seranserê Kurdistanê yekitîya xwe ya neteweyî pêk bihînin û hêzên xwe li dijî dagirkerên welatê kom bikin û li welatên Ewrûpayê bi hawayekî demokratîk kar bikin; politikaya dewleta Tirk vala derbixin.

    Divê em kurdên li Swêdê biryar werbigirin ku”Organîzesîyonên me li Ewrûpayê ” siyaseteka heþkere birêve bibin û li welêt jî propaganda legal be. Rêxistinên me li welatekî wek Swêdê heþkere bin. Xebata legal ji bo Swêdê derbas dibe . Çimkî tiştên ku em ji dewleta Swêdê veşêr in, tune ne û tiştên ku em jê bitirsin jî tune ne. Di derbareya Kurdan de siyaseta welatên Ewropayê ji hevûdu cûda ye. Kurd wekî netewe, bi hevre hêzên xwe li diji dagirkerên welatê xwe bikin yek û heşkere berê xwe bidin dagirkerên welatê xwe.

    Banga me ya duhemîn ev e; ew partî û kesên ku biserneketine, divê liberxwe nekevin û jinûve dest pê bikin, bixebitin. Divê em bal bikişînin ser îllegalîzma partîyê ku hin kes dixwazin bi ser navê îllegalîzmê desthilatdarîya xwe bidomînin. Lê divê pêşî ew rêyên pîs û qirêj werin girtin. Tiştên çewt bi xebatên rast, ji çewtiyên xwe derbasî ser rêya rast dibin.

    Damezradina partîyên me wek tradîsyona Stalînîstan, ji jor ve dest pê kirine û dûre bingekê, li gora xwe peyda kirine. Serokên partîyên me tucarî bi hilbijarinê nebûne desthlatdar. Serokê partîyê xwediyê partîyê bû. Wateya Merkezê partî bû. Divê her komîte li herêma xwe desthilatdar be. Wek dihê zanîn, pêywendîyên merkezê û herêman çewt hatiye birêvebirin(meşandin). Berpirsyarî jî tu kesî re nehatîye dayîn. Merkeza partîyê biryarname şandîye herêman û berpirsê partîyê jî bi cîh hanîn. Ew partî û kesên serhişk dan eşkerekirin ku Kurdistan bi dîtinên wan azad nabe. Ne jî çaxê wan û ne jî Kurdistan cîhê wan e.

    Em kurd wekî neteweyê mezin, bangî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û Dewletên Amerikayê yên Yekbûyî bikin û bi wan bidin nasîn ku damezradina demokrasîyê li Rohilata navîn bi mafê çarenûsa gelê kurd ve girêdayî ye. Di demekê wisan da divê hemû hêz û rêxistinên kurd, hemû welatparêzên kurd dest bidin hev, mafên xwe biparêzin, çi lazime bikin. Li Rojhilata Navîn û cîhanê bûyerên mezin diqewimin, kevirên kuçe û kolanan ji cîyê xwe dilivin.

    Daxwazên me yên rojane (aktuell):

    1. Divê neteweyê Kurd biryar li ser hawayê ”Xwebixwe birêvebirinê” bide ku gelê Kurd li herêma xwe bi ”referendûmekê ”ku ew di bin çavdêriya”Yekitiya Neteweyan”, Yekitiya Ewropayê û Dewletên Emerîkayê yên Yekbûyî de pêk bihête.

    2. Zimanê kurdî di Kurdistanê de bibe zimanê fermî(resmî.

    3. Rakirina sîstema dehşan li hemû gundên Kurdistanê. Ev sîstem tovê nakokî û dijminetîyê davêje nav Kurdan û bira bi bira dide kuştin. Digel vê sîstemê, rêxistinên dewletê yên bi navên; Sîstema Cerdevanîyê li gundan. Di herêmên kurdan de bi pêkanîna sazîyên wek Walitîya Herêma Awarte, Tîmên taybetî û JÎTEM divê bên rakirin û paqijkirin.

    4. Meclîsa Kurdistanê ya neteweyî bihête serrastkirin. Ev meclîs li gorî bingehên wekhevîyê, giştî, veşartî û yekcar bihête hilbijartin.

    5. Kurdistan welatekî pluralîst e. Mafên hindikayîyên tirk, azerî, suryan, ermenî…bihête naskirin. Hemû ol û ziman serbest bibin. Herwisan jî kurmancî li heremên kurmancan bibe zimanê fermî û zazakî jî li herêmên zazayan bibe zimanê vê herêmê û kurmancî(kurdî) bibe zimanê yekemîn yê Kurdistanê. Herkes, bêyî tu cihêtiya nijad, reng, zayend, ziman, ol, ramana siyasî, ramana olî, civakî, xwediyê hemû maf û hemû azadîyên ku di Organên Neteweyên Yekbûyî de hatine bicîhkirin...

    6. Terbiya demokrasî bihête avakirin û bermayîyên nijadparêzîya tirk bihête paqişkirin; naveroka wê li gora qanûnên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî bihêne serrastkirin.

    7. Ji bo zarokên kurdan ji destpêka ta 18 salî terbîya bingehîn a bêgavî(mecbûrî) bihête danîn.

    8. Hukmeta kolonyalî ya Tirkiyê li ser axa Kurdistanê bihête rakirin û li welatê me l i gora qanûnên Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî, komareka demokratîk bihête sazkirin.

    9. Ji bo parastina gelê kurd meqarên NATO; Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî (DYA) li Kurdistanê bihête rawestandin. Armanca siyasî û civakî ya bingehîn li Kurdistanê damezrandina demokrasîyê be.

    10. Ordîya gelî bihête sazkirin ji bo parastina gelê me û dijî êrîşên derve. Wek çareya dawiyê, divê kurd li dijî zordarî û zilmê rabin. Ev rabûn divê li gorî rêbazîya Danezana Gerdûnî ya Mafên Merovan ya NY be.

    Em jî bilî Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayêû Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî, bangî neteweyê kurd jî dikin, ku piþtgirîya neteweyê xwe bike. Em kurd wek netewe, li dijî terorîzma PKK´ê û dewletê bi her hawayî xebatê bikin û daxwaz bikin ku pirsa kurd bi rêya aşitîyê çareser bibe.

    Rojên serkeftina neteweyê kurd nêzik in. Em dê welatê xwe, rizgar bikin, bigihijin azadî û biratîyê, demokrasî û jîyaneka pak saz bikin.

    Maruf YILMAZ

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1