Me ji zû de dixwest ku, em nêzîkî vê mijara xwe bibin, lê pir tişt û sedeman em didan şûn û belkî ji yên beloqtir ev bûn; Zor û dijwarbûna lêkolîneke ku, bivetiyên xwe pirin û dihêle yek bi tirs nêzîkî wê bibe, çi tirsa di hundirê mejiyê wî yê veşirtî de û çi jî tirsa ji derdor û hêzên civakê û nemaze ji olperestan, tevî ku, “Dazana Cîhanî ya Mafê Mirovan” dibêje: “Mafê her mirovekî heye ku, aza birame û ola xwe hilbijêre û ji mafê wî ye, ola xwe biguhêre.. û bi rengekî aşkere pê rabe, çi bi tenê yan jî digel hinên din.. .”{1}. Lê da ku, ev konevaniya nîv-perwerî, nîv-rasteqîniya ji miletan re tête pêşkêşkirin ne ya bi tenê be û hertim em bi mejiyê şivan û kerî neramin û bilî xwe jî weke nîv-mirov, nîv-rewşenbîr nebînin me ev kar da ber xwe.
Erê ew “Dazan” rê dide yekî ku, ew di warê olî de aza ye, weke di her tiştekî din de, lê xwediyên ramana kevneperest, wê yekê li piş guhê xwe dihêlin, û bi navê “Pîroziyê” şerê ramana pêşverû dikin; “Îdyologiya olî.. di destê kevneperestên Ereb de çekeke “dîtiye” ku, pê şerê hêzên pêşverû dikin”{2}. ? em di roja îro de karên wan ên teror dibînin. Sedema din ku, dihêle yek zû-zû nêzîkî karekî wilo nebe; Kêmjêderên di dest me de, helbet ên bi erebî, ji ber ku, bi zimanê Kurdî tiştek nîne, û ewên ku têne wergerandin bal zimanê erebî jî, ev rêjîmên zordar rê nadin ku, derbasî hundir civakê bibin.
Helbet hinek sedemên din jî hene; Çi zor û zehmetiya wergerandina her tiştî ji zimanekî din, û kêmdîtina zarawên ku, tu pê karibî ramana xwe bighînî xwendevan, û çi netêgihêştina ewê bi zimanê kurdî dixwîne, ji ber ku hîne xwendevanê me, helbet ne tev, di pileya elfabê de ye. ? tiştê din jî, pir caran kovar û dezgehên me newêrin mijarên wilo belav bikin.. û hwd. Evan tiştan dihêşt ku, em zû-zû nêzîkî vê mijarê nebin, lê piştî bizava “Rojnameya Deng”, em têgihêştin ku, civak û xwendevanê Kurd dikare digel van babetan bide û bistîne, lewre me wêrîbû xwe nêzîkî vê çêrokê bikira.
Bê gûman, dê sitûna yekem ji mijarê re, “Pirtûka Quran” ê be, û emê bendên wê li gor “daketin”, nivîsandina wan bixwînin, û ne weke ku, di pirtûkê de hatine, tevî ku, li ser wê yekê jî negihêştine hev; “.. ? li ser rêzkirina bendan negihêştin hev, ew lihevhatine yan jî zîrekiya hevlên pêximbere.. “{3}.
Helbet mebesteke me, ji wê yekê, heye; Ku em karibin, sertî û hişkbûna wan bendan, li gor çûyîna demê û avakirin û xortbûna dewleta Îslamî, nasbikin. ? di baweriya me de ev jî tiştekî girînge, ji ber ku, di bendên pêşîn de; Di dema ku hîne ola Îslamê qels bû, emê bibînin guftûgoya wan bi yê din re nerim e, lê her ku, hêza wan xortir dibe, deng û guftûgoya wan jî bi “Yê Din” re sertir dibe, û wan dixin bin darê zorê.
Mijarên olî ji zû de bala mirov kişandiye ser xwe, û hêştiye ku, ew gewreyeka fireh, ji bîr û ramanên xwe, bide wê yekê. Ango ew yeke ji babetên herî girîng ku, hêştiye mejiyê mirov pê mijûl bibe, û di derheqa wê yekê de, K. G. Yong dibêje: “Ol ji kevintirîn çalakiyên mejiyên mirovane û ya herî firehtire”{4}. ? em dikarin bibêjin ku, ew dihêle jiyan; Çi ya mirov be yan jî ya civakî, li dora wê bizîvire. Ango, sitûnê liv û tevgera jiyanê yê herî pêwîst, ol e, tevî ku di van sedsalên dawî de, zanyarî roleke girîng dilîze, û ewê di rojên pêşîn de zora olê bistîne, û têkeve şûna wê de.
Ji ber ku mijara me li ser ola Îslamê ye, emê xwendineke, bi lez, li civaka Qureyş bikin, û nemaze di warê olî de; Bê gûman civakeke weke ya wan ku, bingehiya xwe li ser êl û malbetan hatiye avakirin, dê cudayî û ne lihevkirin, navnîşana herî berz be, û em dikarin di vir de “Şerê el Dahês wel Xebra” bi bîr bînin. Tiştê din; Civaka koçeriyê û ji cî hilbûna hertim, û gera li cihekî nuh ku, av û şînkayî lê hebe, dê nehêle tu bibî xwedan bajar û şaristaniyê, lewra û weke ku, Dr. W. Beşor dibêje: “Heya ji berî zayînê û bi sed salî navê Ereban neketibû nav navên gelan, kesî bi wan ne bihîstibû”{5}.
Lê piştî damezrandina hin Imperetoriyên mezin, weke ya Pars û Roman, û bi xêra wan, hin xan û rûniştgeh li beyara Ereban têtin avakirin, da ku wan Imperetoriyên ji hev dûr bi heve bêtin girêdan, û bazirgan li wan deran şevên xwe biqedînin. Ev cih, û bi dirêjiya salan re, dibin bajarên weke Mekê, û jiyana bazirganiyê dihêle ew şaristaniyê, ol û Xwedêyên miletên din nasbikin, û hin pûtên wan ji xwe re bînin. “El Kelbî dibêje: Emro bin Lihe kahin bû û.. cina xwe pêşe wî dikir. Wan jê re got; Bilezîn û ji Tuhame derê.. were Sefa Cedê, tu yê li wir pûtin amede bibîne, wan bîne Tuhame û netirse, û bang li Ereban bike ku, nimêjê ji wan re bikin.. “{6}. ? eger ku em vegerin jêdera vê xalê, û bi zimanê erebî bixwînin, emê nasbikin ku, zimanê Quranê û wê, heya bi ku, ji hev ve nêzîk in.
Lewre di civakeke wilo de, û piştî ku, Qureyş ji civaka koçeriyê derbasî ya bajartiyê bûn, û bingeheke aborî xort hate danîn, û naskirina wan ji hin olên dîtir re, weke yên Ciho û Zaredeştiyan divyabû ku, ew jî rengekî bilindtir ji bîr û ramanê nasbikin. ? ewê vê yekê di riya Mihemed re ku, yek bû ji serekên bazirganan, nasbikin û ewê bihêle civaka Qureyş rengekî nuh ji têkiliyan binase.
Wî; Mihemed û hîne ji berî ku, ew bibe xwediyê karwanekê, û dema ku bi amê xwe; Ebî Talib re tête Şam ê, ew li ba Rahêb Behîra hînî hin baweriyên olî dibe. Lê hînbûna wî ya bingehîn û berztir, ewa ku, di civaka xwe de, li ser hatibû perwerdekirin e. Bi gotineke din civaka Qureyş û weke ku, em dixwînin, pir Xwedê naskirin, ango ew ne civakeke rijbû weke ku, olperestên Muslman dibêjin. Di hundirê Keibê de sêsid û şêst pût hebûn, û yek ji wan bi navê “Elah” dihate naskirin, bavê Mihemed; Ebd-elah jî, nimêj ji wî re dikir, û bi wî Xwedayî ve hatiye girêdan.
Civakeke wilo pir Pût-Xweda, helbet dê pir zor be ku, tu wan Xwedêyan û bi carekê re bavêje. Lewre divyabû ew bi hişmendî û riyeke nerim, nemaze di destpêka banga xwe de, nêzîkî wan bibe û pir caran zor û kotekiya wan jî daqurtîne, û emê vê yekê, bi rengekî berz, di bendên pêşî de bibînin, weke ku ew di vê bendê, dibêje: “Bila arama te ji gotinên wan re hebe, û bi rindî ji wan bi dûrkeve”{7}. Ev bend ji yên pêşîne ku, li Mekê daketine ye, û em baş dibînin ku, dengê wî di vir de pir nizme.
Hîne mînakeke ji ya berê berztir, ewa ku têkiliyê bi “Yê Din” re nîgar dikê ye, di wir de dinivîse: “Bêje, ey gawirbazino, ewên ku hûn wan diparêzin ez naparêzim, û hûn jî yê ku, ez diparêzim naparêzin, û ezê neparêzim ên ku we parastine, û hûn jî naparêzin ê ku ez diparêzim, ola we ya we ye û ola min a min e”{8}. Li gor evî sûretî, ola muslmantiyê, zorê li tikesî nake da ku, dev ji ola xwe berde.
Eger ku, em ji destpêkê de, û heya bi dawiyê bala xwe bidin van bendan, emê baş têbighên ku, Mihemed û di rojên pêşî de ji ola xwe, dema ew hîne di pêçekê de bû, wî bi helwesteke nerim, bi “Yê Din”; Gawirbazên Qureyş, re di axive, û ne tenê wan bi zora şûr û xwînê nîne ser ola xwe, lê heya rê dide wan ku, her yek li ser ola xwe bimîne. ? ne weke ku, el Celalên dixwezin bibêjin; “Ku tenê ev yeka di wê demê de, di dema daketina evî sûretî de, rast bû”{9}.
Eger ku, wilo be gereke em pîroziya “Pirtûkê” ji seriyê xwe bavêjin, tevî ew û bi gotina ku, “ayetina ayetin pişaftin”, rê didin xwe ku, wan bendan li şûna xwe bihêlin, lê ev bi xwe jî kêmasiyeke berze ji yên Quran ê. Emê di pêvajoya mijarê de bibînin ku, Xwedê jî gotinên xwe diguhêre, û li wan poşman dibe; ? wilo yek dikare bibêje ku, ti cudayî di navbera wî û mirovan de tine ye.
Helbet ev guhartina gotinên “Xwedê”, yên Quran ê, dê ji alî me ve bihatana pejirandin eger ku, ew weke tiştekî pîroz bi me nehata danasîn. Ango me yê ev ton guhartin bi pejiranda, eger ku wan li pirtûka Quran ê biniriya, û ew weke her pirtûk û berhema dema wê bidîta ku, li gor civak û şert û mercên wê, ew dihate nivîsandin û guhartin; ? bendekê ya din, û li gor pêşveçûna demê, dipişifand.
Ew di devereke din de jî dibêje; “Ji Xwedê re navên wî û wan bîne zimên, û ewên ku, baweriya xwe pê neynin bihêle, û di dawiyê de, ewê seza xwe bibînin”{10}. Em di vir de jî dibînin ku, axaftina wî bi yê din re nerim e, tevî ku dibêje; Ewên gawir, dê di roja din de, seza nepêbaweriya xwe bibînin jî, lê dîsa jî negotiye wan bi darê zorê bînin ser ola mislimantiyê. Ew vê yekê di benda (190) î de, bêtir, bi cih dike gava ku, dibêje; “Tiştên hêsan ji sincên mirovan bibe, û bi rindî bang li wan bike, û dûrî nezana biçe”{11}. Gotina nezanan bi merema yê gawir tête şirovekirin, û wilo em tê dighên ku, heya wî karîbû gotina xwe bi wan re xweş dikir. ? ev jî, di nirîna me de, tiştekî normale ji ber ku, ev bendên me anîne yên ku, di destpêka mislimantiyê de daketibûne ne, û da ku, wan nêzîkî xwe bike gerek bû ew bi vî zimanî bi wan re bi axive.
Di bendeke din de jî dibêje; “Koleyên Xwedê.. . ? eger ku, nezanan deng li wan kir, gotin silav”{12}. Ango heya ku, bi nerindî û gotinên pîs avêtin ser wan, ew bi rindî ji wan re dibêjin aştî û silavên Xwedê li we bin. Ev yeka dihêle, em têbighên ku, mislimantî di pêşî de ola aştî û silavê bû, lê piştî avakirina dewlet û aboriyeke xurt, û hêzên leşkerî di bin serokatiya yên weke Omer de, gihîştin cihê biryaran, wan rû û bervê vê olê guhartin.
Eger ku, em derkevin sûretê el Şiira, emê bibînin ku, ew ne tenê bi zimanekî nerim bi wan re di axive, lê ew rê ji xwe û pêrewên xwe re vedike, û qelsiya xwe û nermiya gotina xwe bi kotekiya Xwedê bincil dike; “Belkî tu xwe, ji bo ku ew nebûne misliman, bikujî. Eger ku em bixwezin, em dikarin ayetekê ji ezmên daxînin ku, bihêle ustûyê wan jê re xûz be”{13}. Ew wilo bi pêrewên xwe dide fêmkirin ku, ev kesên gawir ne xwediyê vîna xwe ne, û eger ku, Xwedê bixweze dikare wan bi gotinekê bîne ser riya wî. Helbet ev tiştekî pêwîst bû, ji pêrewan re, da ku baweriyên wan neyên hejandin.
Tevî evê yekê jî û weke ku, em di pêvajoya vî sûretî de dibînin ku, guhartinek di helwesta Mihemed de çêbûye; Wî di sûretê pêşîn, el Kafîron de, rê dabû “Yê Din” ku, li ser ola xwe bimîne, û ew gunehbar dernexistibûn. Lê di vir de, û di ber dîtinên xwe de, bervedaniyeke fedyok dike, demê dibêje; “We ew derewîn derdixistin, lê salixin ê ji we re bên û bihêlin ku, hûn zanibin we tinaziyên xwe bi çi dikirin”{14}.
Ev bervedanî, ji aliyê Mihemed ve, tiştekî rewaye; Ji ber ku, ew di pêşî de bi awayekî pir tûj dihate civlandin, heya gihîştibû pileya ku, ew ji pêrewên xwe bixweze, bi dizî û di bin perda şevê de nimêjên xwe bikin û Xwedê bi bîra xwe bînin. ( Vegere ayeta 199 an, ji sûretê elEeraf). Qureyşiyan, nemaze serokên wan, didîtin ku, ola nuh bivetiyeke mezine li ser kargîrên wan, lewre wan şerekî xort bi wî, û ola wî ya nuh re vekiribûn.
Lê tevî evê yekê jî, û di ayeta nehan de, û weke ku, bixweze rê û têkiliya di navbera xwe û wan de nebire, dibêje; ”Xwedayê te yekî dilovane”{15}. ? yek têdighe ku, wateya gotinê eve; Tevî şerê we li dijî min û ola nuh, lê dîsan jî Xwedayê min we berat dike. Helwesteke wilo, du jêderên wê hene; An ew kesekî gelekî dilovan bû, an jî ew di rewşeke teng û qels dabû, û emê jêderên evê helwestê, di pêvajo û pêşerojan de, bibînin ku, çawa ew; Mihemed li wê vedigere, û bi carekê dilovaniyê dide alî.
Eger ku em sûretê elEnaam, bi rengekî hûr, bixwînin emê binasin ku, ew di du qonaxan re derbas dibe; Di pêşî, û di bendên (68-69-70) de ku, li Mekê daketine, ew dibêje; Gereke hûn bi yên ku, bi tinazî li ser ayetan di axivin re rûnenin, û dev ji civatên wan berdin. Helbet bêyî jê bixweze ku, ew şerê wan bike, û ne tenê wilo, ew dibêje; Ez hatime da ku, berevaniya “Xwediyên Pirtûkan” bikim. Ango, ew weke pişgir ji wan re hatî. Dema ew di benda (91) ê de, ayeteke Midînê ye, şerê wan dike ku, çima ew jî baweriya xwe bi wî nakin, ne ji ber ku, wan tine bike yan jî ew ne li ser ola rastin, na. Şerê wî bi wan re tête fêmkirin di angoya ku, dibêje; Ez hatim da ku, ez ola we tekûz bikim e.
Tevî ku, ew bendeke Midînê ye, û piştî demeke dûdirêj daketî, û Mihemed pir êş û zor ji Cihûyan dîtibû, em dibînin ku, ew dîsa jî bi zimanekî nerim, bi wan re, di axive û dighe ku, li devereke din binivîse; “.. Me tu li ser wan nekirî çavdêr, û ne jî tu li ser wan pêşkare”{16}. Ango, ew di kar û baweriyên xwe de serbestin, heya ji wî; Mihemed tê xwestin ku, sixêfa ji “Pûtên Qureyşiyan” re nede da ku, ew jî bi Xwedê re nebêjin. (Vegere bendên 108 û 109 an ji sûretê elEnaam).
Digel ku, guftûgoya wî heya bi vir, û weke me dît, pir nerim hatiye, lê dîsan jî yek dikare bibêje ku, ev sûret weke firkeke dîrokiye di bawerî, têkilî û guftûgoya wî bi “Yê Din” re. Ew di bendên (124-125-128) an de, ji vî sûretî, û piştî ew careke din dide xûyanî ku, bi ya Xwedê ye, ka kiyê baweriyên xwe pê bîne û kî pê nîne, ew vedigere û sezayê ji wan re dide nîşan. ? ev weke guhartineke nuh bû, di guftûgoya wî de ku, çawa ew gefûguran dide gawiran û dibêje: “.. Got; Agir dê êwira we be ta ku, Xweda dixweze.. “{17}. Em dibînin ku, ev seza ne hertime û dawiya wê yê bê, lê ta ku, Xwedê bixweze. Tevî wê jî û weke ku, ji guftûgoya Quran ê xûya dibe ku, ewî; Mihemed, daketiye gorepana şer, û li hember hevbeşan rawestiye, û seriyê xwe xistiye yê wan.
Di sûretê elZumer de jî, û piştî ku, Mihemed dide xûyan; Çawa ferman ji wî re hatiye ku, ew li pey Xwedê biçe û bibe yê herî pêşîn ku, xwe dispêre Xweda, û xûyakirina tirsa ji roja gir; “Roja Dawiyê” û salixdana, dê her kes li ser riya ola xwe bimeşe, û têderxistina ka kî rastbû û kî jî li ser riya şaşbû, ew vedigere û vê carê bi awayekî xortir sezayê ji wan re dide nîşan, dema ew dibêje: “Di jorî wan re qadên êgir û di jêrî wan re jî, wilo Xweda olperestên xwe pê ditirsîne, olperestên min xwe ji min bi parêzin”{18}.
Tiştekî din ê pêwîst di vir de heye ku, gereke em baş bala xwe bidinê ku, gotina olperest bi merema xwe ya fireh hatiye, ango guftûgoya wî ji hemû kesan re ye, û ne tenê ji yên ku, li pey wî dimeşin, weke ku el Celalên dixwezin bi me bidin bawerkirin; Ji ber ku, û eger wilo ba, dê ti merem, ji binî, ji wê gotinê-bendê re nemîne, û pêvajoya deqê jî vê yekê bi cih dike.
Di sûretê el Nehil, û piştî ku, Xweda pesnên xwe dide, û tiştên ku wî afirandine, dide dû hev, ew dibêje: “Xwedayê we Xwedêyeke û ewên ku, bi roja din bawer nakin dilê wan hişke, û ew bêvildirêjin”{19}. Biner çawa, û careke din, bi nermî bi wan; Gawiran re di axive, tevî ku ew dide xûyan ; Xweda, ji wan heznake, û ewên sezaya xwe bibînin; “Têkevin dergehên dojehê heya bi heya, cihê herî wêran ji bêvildirêjan re”{20}. Em li vir guhertineke nuh dibînin, ew jî; Sezaya “heya bi heya” ku, bi ya “heya Xweda dixweze” hatiye guhartin. ? li gor dîtinên me, ev yeka weke pileyekê bû da ku, ew derbasî pileya şerkariya li hember yê gawir bibe, û wan bi darê zorê bike misliman.
Ev guhartina dad û bendan bi hineke nuh, pir alozî û pirsgirêk derdixistin pêşiya Mihemed, û gihîşt pileya ku, wî weke kesekî derewîn bibînin; “Eger ku me ayetek bi yeke din guhart, û Xweda bi tiştên ku dadixe dizane, gotin: Tu derewan dikî..”{21}. Ne tenê wilo, lê gihîşt ku, hinek dengê xwe bilind bikin û bibêjin: Hineke din ji wî; Mihemed re bendên Quran ê dinivsînin, û dihêle ew di hin bendan de berevaniya xwe bike; “Bibêje wan ku, Cebraîl ji ba Xweda daxistî, ta ku dilê bawermendan rûne û ji mislimanan re mizgînî be. Em dizanin ku, ew dibêjin; Ewê li ber wî dixwîne miroveke, lê zimanê yê ku, bi ser de ditewînin Eceme û ev zimanekî erebî rewaye”{22}.
Herdu ayetên çûne, çêroka Mihemed û mamosteyê wî yê herî gewre Wirqa bin Newfel, tîne bîra yekî ku, çawa Mihemed, û bi xêra wî, pirtûka xwe ji Encîla Nesara wergerandî zimanê erebî; {...........}{23}.
Piştî van herdu bendan, û tazîkirina wî li pêş pêrewan, gerek bû ku, ew bizavên xwe bike, û wan bi êş û tirsa, ji roja din, li dora xwe kom bike, nemaze dema dibîne ku, hin pêrew jê bi dûr dikevin; “Ewên ku, piştî baweriyê ji ser rê vegerin, tenê ewên ku, bi darê zorê vegerîbin û dilê wan hîne bibawere, lê yên ku, sîngê wan bi nebaweriyê fireh bûbe, li ser wan xûrijiya Xweda, û ji wan re êşeke gire”{24}.
Weke em dibînin, ev yeka, firkeke tûje di rêveçûna ola nuh de, ku çawa rê li ber mirov û hilbijartina wî, ji ol û baweriyên xwe re, digre û gereke wî, bi darê zorê, têxe bin konê xwe. Ango, û bi van bendan re, zordariya olî derdikeve holê, û mislimantî dikeve qonaxeke nuh; Ewa dezgehên destlatdariyê û wilo, dengê cuda tête fetisandin. Lê tevî evê yekê jî, ew ne bi awayekî serast hate meşandin; Ango ne bi zora şûr û xwînê, ew bi sezaya “Roja Din” dihatin tirsandin. (Vegere bendên 125-126-127 an, ji sûretê el Nehil).
Şerê Uhid û kuştina amê wî; Hemze, mofirka navbera du qonxa ye. Qonaxa gotinên xweş û nerim; “Bi gotinên nerim û ayetan bang li wan ke, da ku bên ser riya Xwedayê te û bi guftûgoyeke, ji ya wan xweşiktir, bi wan re bi axêf.. “{25}. Ev qonax dê bi carekê bête ji bîrkirin, dema Mihemed candekê Hemze, û şûna cihê lêdanên şûr û riman lê dibîne, ewê wê hîngê bibêje: “Ezê, li şûna te, bi heftê kesî ji wan temsîl bikim”. Ne tenê wilo, lê ewê ji vir û pêve êrîşiyên giran bajo ser “Yê Din”, û bighe ku, ew rê bide pêrewên xwe ku, her tiştî têxin raja konvaniya şer; Heya gihîşt ku, ew darên wan ên xurmê jî qut bikin; Dema ew “Benî Nedîr” dorpêç dikin. (Vegere Ibin Hîşam, R. 180-183).
Ev yeka jî bêtir di sûretê el Beqera de aşkere ye, ew di vî sûretî de, û li gor dîtinên me bingehîna dewletekê datîne; “.. ? tê de sinc û pirnsîp û gerdişin nuh têne danîn, û yên kevin têtin pişaftin”{26}. ? ne dûre ku, ji ber vê yekê, ev sûret xistine pêşiya pirtûkê. Ji ber ku, emê ji vir û pêva bibînin ku, ew û bi dengekî bilind daxwaza şerê “Yê Din” dike; “Bi yên ku, ji bo riya Xwedê, bi we re şer dikin şer bikin, lê bi serde negrin, Xwedê ji radanseran hez nake. We ew li ku dîtin wan bikujin û wan ji cihên ku, hûn jê bi derxistine bi derînin, û agirdadan ji kuştinê wêrantire, û bi wan re li cem Mizgefta elHeram şer nekin ta ku, ew şerê we dikin, eger ku şerê we kirin, wan bikujin, ewe sezaya bêbaweran”{27}.
Ji van bendan tête fêmkirin ku, Mihemed û ola nuh derbasî çalakiyên şer bûne, û wan qonaxa xebata konevanî li şûn xwe hêştibû. ? ne weke ravekirina elCelalên, ewa dibêje ku; Quran ji mislimanan dixweze, ew ti carî dêst bi şêr nekin, û ne jî sitemê li wan; Bêbaweran bikin, û tenê yên ku, fêl û fûtan davêjin nav wan û ewên ku, êrîşên xwe dajon ser cîwarên mislimanan, yan jî nehêlibin ku, ew jî mîna hemû Qureyşiyan, di dora “Kevirê Reş” re bigerin û karnimêjên, “menasikên” xwe bikin.
Eger ku, em li sedemên daketina van bendan binirin, emê binasin ku, bi helkefta hatina Mihemed tevî pêrewên xwe, da ku têkevin bajarê Mekê û ew jî “Heca” xwe bikin. Lê Qureyş razî nabe, û piştî ku bi hev re “Peymana elHudeybiyê” îmze dikin, wan vedigerînin Midînê, da ku di sala din de vegerin. ? dema di sala din de, ew vedigerin û ditirsin ku, Qureyş careke din rê ji wan re veneke, Mihemed bersiva pêrewên xwe bi van bedên çûne dide, û ji wan re riya şer, di mehên qedexe, “heram” de jî, vedike. “Ji te dipirsin; Ka di heyva qedexe de şer çêdibe. Bibêje wan: Şer têde mezin e, yan rêgirtina riya Xwedê û Mizgefta Heram@. Bêbaweriya bi wî û derxistina xelkê, ji wir, li ba Xwedê mezine, û agirdadan ji kuştinê mezintire û ew hîne li we dixin da ku, we ji ola we vegerînin, eger ku karibin, û kî ji we ji ser ola xwe vegere ewê bêbawerî bimre, karên wî dê li vê dinê û li wê dinê li boşiyê here, ew xwediyên êgirin, dê hertim têde bimînin”{28}.
Tiştê din ku yek dikare bibêje; Ev bend, rê nade ewê misliman ku, ola xwe biguhêre, û ewê ku biguhêrê; “Dê karên wî li vê dinê, û li wê dinê li boşiyê herin”. Ev yeka, û bi rengekî aşkere, bi me dide naskirin; Ka ola Îslamê heya bi kîjan radeyê dûrî azadiya baweriyê ye, û ew ji wê yekê napejirîne. (Vegere pirtûka Dr. N. H. Ebo Zêd - Cergeyên Tirsê). Ne tenê wilo, lê heya bighe çêroka jinanînê jî, wî destê xwe xistibûyê de, û rê ji pêrewên xwe re venedikir ku, bi ewên bêbawer re bizewicin; “Jinên bêbawer mehir nekin.. koleyeke bi bawer ji yeka bê bawer çêtire.. ew bang dikin ku, we bibin êgir û Xwedê bang dike ku, we bibe bihuştê..”{29}.
Di vê bendê de jî, û careke din, bi rengekî veşartî şerê azadiya baweriyê tête kirin, dema dibêje: Jinanîna yeke bi bawer eger ku, kole be jî, ji yeka bê bawer ger ku, ji kebaniyên civakê be jî, çêtire. Ev bend dîtina Îslamê, ji qatên civakê re, bi me dide naskirin, ka ew çiqwasî “Yê Din” kêm û kole dibîne; Ji ber ku, çênedibû yê Ereb li ser ola xwe ya berê; “Pûtperestiyê” bimîne û cizyê bide, ev rê tenê ji “Yên Din” re; Ewê ne Ereb re çêdibû, û dihêşt ku xelk, û di bin darê zorê de dev ji ola xwe ya berê berde, û em wê yekê heya bi roja îro jî dibînin, û vaye li van çend salên dawî bi dehên gundên Ezdayî, û tenê li Efrînê bûn misliman, û dev ji ola xwe ya berê berdane.
Belê, tevî evê yekê jî wî rê nedayî pêrewê xwe ku, bi ya Ereb; Ewa bê bawer re bizewice. ? ev bi xwe, û bi rengekî berz, ji me re xûya dike ku, ola Îslamê ji azadiya baweriyê dûre, û ti carî rê ji pêrewê xwe re venake ku, ew bi xwe riya xwe hilbijêre, tevî ku, di bendeke din de dibêje: “Na ji kotekiya olî re, têgihîştin ji windabûnê hate naskirin, ewê ku baweriya xwe bi Xwedê bîne wî bi girêka hêztir girt, ew netê birîn û Xwedê bihîstyar û zanyare”{30}.
Erê, û weke em dibînin ku, ev bend bi rengekî aşkere bang li ne zordariya olî dike jî, lê eger ku, em li sedemên daketina wê vegerin emê bibînin ku, ew bi boneya herdu lawên elHesîn; Pêrewekî Mihemed e ku, wî xwestibû wan, û bi darê zorê bîne ser ola mislimantiyê. Lê Mihemed jê dixweze ku, wan li ser “dilê” wan bihêle. Belê, tevî evê yekê jî û eger ku, em li wê bendê bi xwe jî binirin, emê têbighên ku, ew zorê li “Yê Din” dike; Gava tu riya xwe bike ya herî çêtir, û gefûgura bide yê din. (Vegere pirtûka Cergeyên Tirsê).
Ji bilî êş û kotekiya ku, wan ji serane yê didîtin û dighîşt, û ji bo ku ji ser ola xwe venegerin; Ew ji “welatên” mislimanan baz bidin; “elEzdî dibêje: Yihiya elHereşî, ji kesên Mûsilê Xwest ku, ew seraneya salên çûne jî bidin, .. û tevaya pereyên ku, tenê di sala 181K. – 797Z. de komkiribûn gihîşt.. şeş hezar hezar dirhem“{31}. Ango tenê pere gihîşte şeş milyon dirhem, di demeke ku, du kesan mehekê, û li Hecyê, xwe bi (17) e dirheman debar dikir. Ji bilî xwarin û zad û.. sewalên ji wan distandin, û di bin darê zor û êşkinciyê de. Vêca, dê çawa yek ji ber wê yekê baz nede, yan jî ji ser ola xwe ya berê venegere.
Bi gotineke din; Ev nerim bûna wî, tenê bi olên mezin re bû, û ewên ku, baweriya xwe bi Xwedayekî tenê tanîn; “Pêximber bi tiştê ku jê re daketî bawerkir, û bawermend ewên ku, baweriya xwe bi Xwedê û ferîştan û pirtûkan û pêximberên wî dikin, û ti cudatiyê naxin navbera.. “{32}. ? wî; Mihemed bizavên xwe dikir ku, ewên dora xwe ji xwe razîbike, û hejmarên dijminên xwe pirtir neke, em dikarin vê yekê di çêroka daketina benda (62) an, ji sûretê elBeqera, de bibînin; Çawa Selman ji wî dipirse: Ka nirîna wî di Magos û agirperestan de çiye, û gava ew bi lez bersiva wî dide û dibêje: Ew di êgir de ne, û dibîne ku, li zora Selman tê, ew di roja din de bang li wî dike û dibêjêyê: Mizgînî ji te re; Vaye Xweda xwediyên te jî ji bawermendan dêjmêre. (Ji bo ferehkirina mijarê, em xwendevan vedigerînin “Şirovekirina elCelalên”, û benda (62) an ji sûretê elBeqera, û pirtûka Selman elFarisî, ya M. C. elFeqîh).
Belê, ev merc li ser “Pûtperestan” nedihat meşîn, û tenê du rê li pêşiya wan bû; Yan ji ser ola xwe ya berê vegerin û bibin misliman, ev jî li dijî azadiya baweriyê ye, yan jî divybû şer bikin, û ev yeka ne tenê li dijî azadî û serbestiya yekiye, lê ew li dijî jiyan û hebûna, “Yê Din”, bi xwe ye. ? vaye sûretê elEnfal dibêje: “Bawermendino eger we dît gawir êrîşî we dikin, pişta xwe nedin wan û nerevin”{33}.
Ew di vê bendê de bang li bawermendan dike ku, ew li hember gawiran rawestin û ev jî nîşana hin tiştaye; Bi hêzbûna civaka mislimanan, û guhartina rê û şêwaza berê, bi yeke nuh, û derketina ji cihê bervedaniyê, bo cihê êrîşiyê, û emê vê yekê di bendên pişt re bi rengekî beloq û aşkere bibînin, û nemaze dema dibêje: “Şerê wan bike da ku, doxmanî nebe û ta ku, hemû ol ji Xwedê re be.. “{34}. Ji vê bendê, em têdighin ku, Mihemed ji hemû olên din dixweze, ew baweriya xwe bi Xweda; Xwedayê bavê wî bînin, û dev ji Xwedayên xwe berdin.
Ew di benda (65) an de, û bi carekê, dev ji konevaniya bervedaniyê berdide û dizîvire cihê êrîşiyê, gava deng li pêrewên xwe dike û dibêje wan: “Pêximbero bawermendan bihirhutîn ta ku, şer bikin..”{35}. Şer û şer, yek dighe ewê baweriyê ku, evan camêran, ji bilî şer ti tiştî din nasnekirî. Lê di wan deman de, û di civaka beyarê, weke ya Ereban de ku, li ser şer û ceng û êrîşên ser hev de, dijîtin û ta ku, ew karibe birçiyên koçer têr bike, û hinekî barê ser milê pêrewên xwe yên bajarê Midînê sivik bike gerek bû ku, ew bang li rêgirêdan û talankirina karwanên bazirganan bike, û ew bibe karekî wan yê rojane, helbet ev jî piştî ku, hêzeke wan a leşkerî çêdibe.
Lê tevî wê yekê jî, ew bi rêzaniyeke nerim, bi çêroka şerê xwe bi êl û dijberan re, dide û distîne, rê li ber gotinê nagire û wê weke şêweyekê ji yên xebat û çalakiyan dibîne, da ku bi ziyaneke hindik, ewê din bîne ser riya xwe; “.. Bibêje: Min riwê xwe siparte Xwedê, û yên li dû min jî, û ji yên ku pirtûk jê re hatiye, û ji yên nexwenda re jî bibêje: We xwe sipart @. Eger ku xwe sipartin, ew hatin ser rê, û eger ku riwê xwe guhartin, ji te gotine.. “{36}. Wî bi vê yekê xwe ji şerê “Xwediyên Pirtûkan”, û heya bi demekê, parast.
Ewê temiya pêrewekî xwe; Seraq bin Midlecî bigre, li dijî êlên ku, bi hev re peyman danîbûn, şer neke. Tevî ku, hinek ji wan, û piştî şikestina mislimanan di Şerê Uhid de, ji ser ola Îslamê vegerîbûn, û evê yekê ji Mihemed dixwest ku, wan bi darê zorê vegerîne ser riya xwe, û wilo ew hineke din dide alî. ( Ewê bixweze bi awayekî fireh vê mijarê bixwîne, em wî vedigerînin sûretê elNîsai, bendên 88 û pişt re, û şirovekirina elCelalên ).
Lê ew, û di bin re, karûbarên xwe dike ku, careke din, hêza xwe bîne ser hev da ku, karibe ji nuh ve li ser xwe raweste. Lewre ew bang li pêrewên xwe; Ewên ku hîne ji Mekê derneketibûn, û nemaze yên xort dike ku, ew jî wek birayên xwe yên pêşî koçeber bibin, û ew bên Midînê. (Vegere bendên 97– 98 – 99 ji sûretê elNîsai).
Helbet ew bi vê yekê; Bi hatine hineke nuh ji pêrewan, û nemze ji nifşên xort, dê du-sê xalan bi destxîne; Ya herî pêşîn, ewê bihêle arîşeniya pêrewên wî bilind bibe, û ya dijmin jî jar bikeve. Tiştê din dê hêza xwe û dijminê xwe nasbike, û li gor wê yekê konevaniya xwe nîgar bike. Xala din jî û piştî ku, ewan xortan; Hêzên kar û xebatê, ji civaka Qureyş bidize, û kal û pîran; Ewên xwarin û vexwarinê, bi ser wan de bihêle, dê ziyaneke mezin bighîne aboriya wan. ? wilo wî karîbû baş rewşa civaka xwe bixwenda, û li gor wê pêre bida û bistanda.
Mihemed digel evê tevdîra xwe jî, tirseke mezin dixe zikê pêrewên xwe, gava dibêje wan: “Bawermendino; Kî, ji we, ji ser ola xwe vegere, dê Xwedêyê miletekî bîne ku, jê hezdike û ew jî ji wî hezdikin, ew.. ji bo riya Xwedê, bê tirsa ji tikesî, dixebitin.. “{37}. Ew ne tenê wan weke kesekî ditirsîne, lê weke êl, civak û milet jî, da ku wan bêtir bi ola nuh ve girê bide.
Ta ku wan bihevoje, û dilê wan bêtir li ser ola nuh, û bervedaniya ji ber ve, gerim bike, ew di bendeke din de dibêje: “Di xwestin û dûketina wan de jar nebin, eger ku, hûn têşin ew jî,weke we, di êşin û hêviyên hûn ji Xwedê dikin, ew nakin..”{38}.
Belê, û piştî ku wî hêza xwe, ji nuh ve, anî ser hev, û perwerde kirineke derûnî ji bo şer, ji pêrewên xwe re çêkir, ew vê carê û bi rengekî berz û dengekî bilind, bang li şêr dike. Eger ku, em li sûretê elTewbê; Yê herî dawiye, ji Quran ê, binirin emê bibînin ku, ew di destpêkê de, xwe ji hemû soz û peymanên ku, bi ewên din re berdabûn dişo, û çar heyvan weke derfeteke dawî dide wan ku, ew ji ola pûtperestiyê vegerin û bibin misliman, an jî ji bilî şer ti rê din li pêşiya wan dê tinebe; “Xweda û Pêximber ji ewan peymanên ku, bi pûtperestan re berdane beratin”{39}.
Ew ji despêkê de rê ji xwe re vedike ku, şerê wan bikin heya dighe ku, ew vê benda dawî, bê “navê Xwedê” daxîne, û elCelalên wê yekê bi angoya ku, Gawir sûdê ji dilovaniya Xwedê nebînin şirove dike, û ta ku ew ji şûr neyên parastin. ? tenê eger ku, em li navê evê bendê binirin; Eltewbê, “Berai”, û hinekan jî navê wê kiriye “Benda >şê”, emê têbighên ku, wî bi carekê dest ji konevaniya vexwendina, bi gotinê, kişandî; “Şerê ewên ku, bi Xweda û roja din bawer nakin, bikin; Ewên ku.. ne li ser ola rastin, ewên ku, pirtûk jê re daketine ta ku.. “{40}. Em dibînin ku, ew ne tenê bang li şerê bi “Pûtperestan” re dike, lê şerê bi “Xwediyên Pirtûkan” re jî.
Ev bend, û weke elCelalên dibêje: Di sala nehan, piştî koçkirinê, daketî. Di wan salan de Mihemed cihê xwe girtibû, û hêza wî ya leşkerî xurt bûbû, lê tevî wê yekê jî nedixwest şêr li ser hemû eniyan veke, lewre wî bi hinekan re peymana xwe dişkand, û bi hineke din re jî rûmeta wan peymanan digirt, ta ku roja wan jî tê, û yek bi yek ji pêş xwe bide alî.
Di vê demê de jî, du tişt bêtir gerek wî dibûn; Zêdekirina hejmara leşkerên xwe, lewre me dît banga wî ji ewên ku, dikarin zehmetiya rê bikşînin re bû. ? ya dudiwan jî; Bi destxistina bingeheke aborî xort ku, karibe li ser lingan bimîne; “Leşker li ser zikên xwe dixuşin”, û ev yeka jî dê bi riya serane û êrîşên ser hin êl û karwanan bihata bi destxistn. Lewre wî rê ji yên ne Ereb û “Xwedî Pirtûk” re hêştibû ku, ew li ser ola xwe ya ne rast jî bimînin, bes di bin merca dandina seraneyê de. (Veger benda 29 ji sûretê elTewbê).
Ew bi evî sûretî, dawiya çêroka azadiya baweriyê datîne, û rê li ber “Yê Din” digre; Ji bilî baweriya bi Mihemed û ola wî ya nuh, ti riyên din namînin, bi rengekî taybet ji yê Ereb re, ta ku ew ne be ji yên kole, “Mewaliya”, û vê riyê tenê ji “Yê Din” re dihêle. Lê ji berî ku, em mijara xwe bi vê nirînê kuta dikin, emê hinek têbîniyên xwe bînin zimên.
Ji berî her tiştî û weke ku, me ji berî vê kêlîkê jî gotiyê ku, riya koletiyê tenê ji “Yê Din” re dihate pejirandin, û ev jî sinceke wê civakê bû ku, ewê din, û dema welatê wî dihate dagirkirin, dibû yekî kole, û ola Îslamê jî ev sinc weke yasayeke civakî-konevanî bi kar aniye. Ji ber wê, û tevî ku, di sûretê elBerai de, nirîna xwe bi ewên din; “Xwedî Pirtûkan” dide ku, ew ne li ser riya rastin jî, lê dîsa jî ew li wan zor nake, weke ku, li Erebên “Pûtperest” zordike.
Tiştê din; Dema ku tu gef û guran bide “Yê Din”, û tu wî bi êş û “Roja Din” bitirsîne, ev bi xwe dikeve bin konê kotekî û zordariya ku, li ser ewê din tête meşandin, û wilo tu azadiya baweriya wî vala dike, û wî mecbûrî hinek rê, û baweriyên din dikî. ? gotina; “Bibêje em bi.. çi tiştê ji me û Ibrahîm û Îsmaîl û.. û çi ji Mûsa û Îsa û.. daketî, bawerin.. “{41}. Gotineke bê merem be. Lê, û li gor dîtina me eger ku, Mihemed û bi derbasbûna hnndir Kaibê, ew pût neşikinandana; “Bi serê Kevana xwe, li çav û riwên wan dida“{42}. Dê nikarîba ola xwe ya nuh ava bikira.
Tiştê din jî, gereke em sinc û bûyerên wan deman li gor mercên wê çaxê bixwînin; Ku kuştin û talankirina welat û miletan, yek bû ji mercên hebûn û avakirina Imperetoriyan, û ola Îslamê jî ne dikarî xwe, ji bin akama evê mercê bi parasta; “.. ? piştî ku, Rom û Pars, di riwê vexwendina Mihemed, û ewên di dû re hatine, rawestîn. Mislimanan şerê wan kir”{43}. Belê, dive em wan ferman, û kiryaran li gor wê demê bixînin, û ne li gor roja îro, û “Dazana Mafê Mirovan” weke ku, hinek ramyarên mislimanan dixwezin bixwînin, û bi me bidin fêm kirin ku, ola Îslamê, bi “Baweriya Azadiyê” re bû, û ew mercên avakirina Imperetoriyan, û nemaze yên wan deman, ji bîr dikin, ku ew li ser kuştin û tinekirina “Yê Din”, radibe.
Lê tevî evê yekê jî, yek rastî pir bendan tê ku, ew bang li “Azadiya Baweriyê” dike; “.. Ji were ola we û ji wan re ola wan”. ? yek nikare evê dijberî û cudatiya di navbera bendên Quran ê de fêm bike eger ku, em gotina Îslam bi angoya sipartinê fêm nekin. ? wilo Mihemed, û nemaze di destpêka vexwendina xwe de, ola xwe ya nuh, weke xeleka dawî ji wan olan didît. Tiştekî din dihêle ev dijberiya van bendan bête pejirandin; Ew jî ku, ev bend ne li gor demên nivîsandina wan, û heya di hundirê sûretekî de, hatine rêzkirin. Yan jî, ew di bin akama yekî şerker de, weke Omer bin Xetab, hatibin nivîsandin.
Lewre, û ji ber evê têbîniya çûye em dikarin bipirsin; Eger ku ev olên din, di demên pêşî de dihatin pejirandin, û hêştiye Mihemed nameyan ji serekên wan re bişîne û bibêje; “.. Kê bi Xwedê û pêximber bawer kir, dê li wê dinê, xelata wî ji yên serketî be, û yê li ser ola xwe bimîne em wî dihêlin, û kotekî di olê de nîne, û ev pirtûk “name” ji xwediyên mala Selman re ye.. “{44}. ? Ibin Hezim jî dibêje: “..Ew rastiya tenê bese ku, Pêximberê Xwedê(S.) serane ji wan; Magos dibir”{45}. Belê, çi hêştiye ew gotina xwe biguhêre, eger ku ew yeka ne weke tektîkeke wî ya konevanî bû.
Têbîniyeke din; Ew jî di bin navnîşaniya tewşiya karê mirov de tête nasîn. Ango hemû karên me valane û eger ku, Xweda nexweze yek baweriya xwe bi ola nuh bîne ti kes, heya bighe Mihemed jî nikare wî bîne ser wê riyê; “Ji te netê xwestin ku, tu wan bîne ser rê, lê yê ku Xwedê bixweze dê bîne ser rê.. “{46}. Vêca çima ewê; Xweda dê di “Roja Din” de bê û hesabê wî bike, û ev yeka jî dê were pejirandin, tenê ku, em li hemû karên Xwedê, li jiyanê, weke hebûneke tewş binirin.
Lê ev hemû kar û tevdîrên di pêşiya mislimantiyê de, û di bin siya Mihemed de; Weke komkujiya ku, anî bû seriyê Benî Qureyza, û Benî Nedîr; “? pêximber gawiriya wan naskir, û xwe ji şer re amede kir, û bi şevan ew dorpêç kirin û.. . Dîtin mislimanên darên wan ên xurmê dibirin”{47}. ? heya guftûgoya wî ya nuh ku, bang li şer dike; “.. ? zanibin ku, Buhişt di bin siya şûran de ye”{48}. Dê li ber kar û komkujiyên ku, mislimanên paşin aniye seriyê “Yê Din”, tiştine biçûk bin; Bilazirî dibêje: “Dema ku, Ebdelah bin Amêr ji vekirina Cor vala bû, wî êrîş bir ser Istexir û ew piştî şerekî giran û lêdana menceniqan vekir, û wî tê de 40 000 Ecem kuşt.. ? pir kes ji Kereman revîn.. Ereban jî, mal û erdên wan ji xwe re birin”{49}. ? li devereke din jî; “E’yad bin Xenem, dê bibêje: Xak ji me re ye.. û me daye dest we, lê hûnê serane yê bidin me”{50}. ? dîrok ji me re dibêje ku, ewê Kurdistan vekirî, E’yad bû.
Ne tenê wilo, lê dighîşt ku, ew “Peristgehên” olên ji berî xwe hilweşînin, û yên xwe li şûnê ava bikin, û em dikarin “Mizgefta elImewî”, li bajarê Şamê weke nimûne bînin; “? li Entakiyê Keniştek.. ku, kevirên wê pir biyan hebû, û Welîd bin E. bin Merwan hin sitûnên ji mermer û.. , ji bo mizgefta Şamê, hilkirin”{51}. Tevî ku, em dizanin destpêka evê mizgeftê peristgeheke kevine, û bi navê Beil dihate naskirin, û di pişt re û bi dagîrkirina Şamê, ji aliyê Roman ve, wê dikin kenişteke xaçeperestan, û di dû re ewê bibe “Mizgefta elImewî”.
Me çêroka ne lihevkirina kêşeyên mislimanan, û şerên di navbera wan de jî, ne anî zimên; “Xalêd bin elWelîd, Malêk bin Niweyra, dikuje û îşa bi jina wî dike”{52}. ? me ew yeka weke ne lihevkirina ji bo mal û pere û destlatiyê jimart, tevî ku, hemû şer û çengên çûne, û yên bên, dê ji bo wê yekê bin jî. Lê tenê, û eger ku , em şerê di navbera herdu kêşeyên Sinî û Şîiî bi bîr bînin; “Tenê di Sifîn de heftê hezar hate kuştin”{53}. Emê zanibin ku, van camêran çiqwas xwîn rijandî, û hêştine bi sedê hezaran bêne kuştin, û dighe ku, yekî weke Dr. Ferec Fodê, bibêje: “Demokrasî li ba mislimanan nayê pejirandin”{54}. ? eger ku, tenê em banga elSefah, di roja ew destlatiyê bi dest dixîne; “Ez kuştyar lawê kuştiyara me”, bi bîr bînin, emê zanibin ku, Dr. heya bi ku rast çûye.
Helbet ne tenê misliman, di evê riya kuştin û tinekirina “Yê Din” de, çûne. Ew yeke, ji sinc û rewşa wê civakê ye, û heya civaka me ya îro jî. ? eger ku, em li Tewrat û Incîlê jî vegerin, emê vê yekê, bi rengekî yan jî yê din, têde bibînin; “Biçin hemû deveran û mizgîniya Incîlê ji hemûyan re bibin, ewên baweriya xwe pê anîn, hatin parastin û ewên ku, pê neynin, dê werin gunehbarkirin”{55}.
Di dawiyê de, û weke ku, Muhsên elEmîn dibêje: “.. Wilo yek têdighe ku, ti rojan û ne ti kes, di raman û kar û belavkirina gotinê de azad bû, hertim xwendin û lêkolînê, û di hemû deman de, dihêşt ku, yek li ser xwe bitirse”{56}. Hêştiye, bi hezaran zanyar û ronakbîr, jiyana xwe bi ser din. Lê eger ku, Galîlê seriyê xwe ji keniştê re bi tewan da, da ku, wî ji “Meqselê” biparêze; Dê îro zariwên me yên, di dibistanan de, nexwenda ku, “Zemîn gokî ye û li dor rokê digere”.
Gotina dawiyê ku, em dikarin bibêjin; Mihemed karîbû nîgara civak, û sincên wê demê bixwenda, û li gor ewê yekê hevbendiyên xwe avakirana, ta ku dem û heyameke din derdikeve, û li gor mercên nuh kovaniyeke nuh bimeşîne. Helbet wî yê nikarîba di demên pêşî de ku, ew nuh ji Mekê hatibû Midînê, û li ber Ciho yan; Xwediyên bajêr û oleke dîrokî, şer bikira. Lewre wî, di pêşî de, bi gotina nerim bang li vexwendina xwe ya nuh dikir; “.. ? Pêximber nivîsek di navbera koçer û pêrewiyan de nivîsand, û têde soz da Ciho yan, û li ser ol û pereyên wan erêkir”{57}.
Piştî ku dijminên biçûk dixe bin baskên xwe, û dikare hêzeke leşkerî xurt komî ser hev bike, ew li evên din; “Xwedî Pirtûk” jî dizîvire, û wan dixe bin darê zorê, û ewê wilo karibin Imperetoriyeke nuh ava bikin ku, heya roja îro, û tevî ku “Dazana Mafê Mirovan” wî mafî dide te jî, lê, tu yê newêribî, di çêroka “Azadiya Baweriyê” de, bi axivî û ne hîne tu bi rengekî azad ola xwe biguhirî.
Lê tevî evê rastiyê jî û weke ku, jiyana me ya rojane bi me dide naskirin ku, her-roj ramana olî, û li pêş zanyariyê bi şûn ve diçe, û hol û meydanê jê re dihêle, û dê rojekê bê ku, ew; Zanyarî bibe sitûnê jiyan û tevgerê, û emê weke ku, me Mîtologiya ji rûpelên dîrokê re hêştiye, ramana olî jî ji wan rûpelan re bihêlin. Lê ti tişt bê dayîn û qurbanan nayê holê, û dive hinek xwe bişewtînin ta ku, hineke din di ronhiyê de bijîn, û hêviya me ew ku, me karîbe mûmeke nuh di vê riyê de pêxistibe.
Têbînî:
Divê, xwendevanê vê mijarê têbighe ku, demên em tên û van çêrokên Îslamê û daketina Quran ê û Cibraîl.. û hebûna Iblîs, didin xwendin. Em wan weke çêrokên efsaneyan dixwînin, û ne weke bûyerin dîrokê, yên rasteqîn.
Gîre:
1- Dazana cîhanî ya mafê Mirovan. Mada {18}.
2- Rexnekirina Ramana Olî - Dr. Ferec Fodê. R – 7.
3- Xwedî du ronahî Osman bin Efan. R - 87.
4- Ol di bin ronhiya zanyariya derûnî de, K. Yong. R - 9.
5- Efsaneya Aram, Dr. W. Beşor. R -
6- Rexnekirina zanyarî û zanyaran, Ibin elCozî. R – 53.
7- Pirtûka Quran ê. Sûretê elMuzemêl, benda -10.
8- “ Sûretê elKafîron, bendên (1-6).
9- Şirovekirina elCelalên. R – 649.
10- Pirtûka Quran ê. Sûretê elEeraf, benda -180.
11- “ 190.
12- “ elFurqan, benda – 63.
13- “ elŞiira, bendên (3-4).
14- “ “ benda – 6.
15- “ “ 9.
16- “ “ “ elEnaam, bend - 107.
17- “ “ 128.
18- “ “ elZumra, bend 16.
19- “ “ elNehil, bend 22.
20- “ “ 29.
21- “ “ 101.
22- “ “ “ bendên 102-103.
23- Keşe û Pêximber
24- Pirtûka Quran ê. Sûretê elNehil, benda – 106.
25- “ “ “ 125.
26- Dr. Reşîd elXeyon. R- 20.
27- Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera, bendên (190-191).
28- “ “ “ benda – 217.
29- “ “ “ 221.
30- “ “ “ 256.
31- elXîrac, Dr. X. Katibî. R (250-255).
32- Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera, benda 285.
33- “ elEnfal, benda 15.
34- “ “ 39.
35- “ “ 65.
36- “ Al Omran, benda 20.
37- “ elMaîde, benda 54.
38- “ elNîsai, benda 104.
39- “ elBerai, benda 1.
40- “ “ 29.
41- “ elBeqra, benda 136.
42- elMîlel welNîhel, Ibin Hezim. Cildê 1, R – 59.
43- M. C. elfeqîh. R - 103.
44- Çêroka Ol an, S. Mezher. R – 499.
45- Ibin Hezim. Cildê 1, R- 114.
46- Pirtûka Quran ê. Sûretê elBeqera, benda – 272.
47- Çêrokên Quran ê, M. elMewle. R – 306.
48- Riyad elSalihîn, elNiwewî. R – 328.
49- Osman bin E’fan. R (94-95).
50- elBilazirî. R – 275.
51- elMesodî. Cildê 2- R. 199.
52- Şibil elDewlê. R (123-125).
53- elMesodî. R – 361.
54- Ferec Fodê. R – 92.
55- Pirtûka Incîlê, Incîla Murqus, Îshaha 16.
56- Muhsên elEmîn. R. (204-205).
57- Ibin Hîşam. R- 123.
:المراجع والمصادر
1- الإعلان العالمي لحقوق الإنسان
.
2- نقد الفكر الديني _ دê صادق جلال العظمê دار الطليعة للطباعة والنشر _ بيروت، لبنان _ الطبعة السادسة _ مارس 1988
.
3- ذي النورين عثمان بن عفان _ محمد رضا _ بيروت ط2: 1402_1982
4- الدين في ضوء علم النفس _ كê غê يونغ _ العربي للطباعة والنشر والتوزيع _ دمشق ط1: 1988
5- أساطير آرام
6- نقد العلم والعلماء أو تلبيس إبليس _ للإمام أبي الفرج عبد الرحمن بن الجوزي القرشي البغدادي _ دمشق 1396هجري-1976ميلادي
7- كتاب القرآنê مطبعة ومكتبة الملاح _ دمشق1379هجري-1960ميلادي
8- تفسير الجلالينê العلامة جلال الدين بن احمد المحلي والعلامة جلال الدين بن أبي بكر السيوطي. دار شوكت _ دمشق الطبعة الأولى 1410هجري
9- قس ونبي
10- دê رشيد الخيون _ جدل التنزيلê منشورات الجمل _ الطبعة الأولى، كولونيا_ألمانيا2000
11- دê نصر حامد أبو زيد _ دوائر الخوف (قراءة في خطاب المرأة)
12- دê غيداء خزنة كاتبي، الخراج (الممارسات والنظرية) _ مركز دراسات الوحدة العربية _ سلسلة اطروحات الدكتوراة _ بيروت، ط1 _ 1994م
13- سلسلة اركان الأربعة – سلمان سابق فارس (سلمان الفارسي)ê تأليف: الشيخ محمد جواد آل الفقيه _ دار الفنون للطباعة والنشر والتوزيع، الطبعة الثانية 1401 _ 1981 بيروت
14- الفصل في الملل والأهواء والنحل للإمام أبي محمد علي بن أحمد بن حزم الظاهري وبهامشه الملل والنحل للإمام أبي الفتح محمد بن عبد الكريم الشهرستانيê دار المعرفة، بيروت 1403 هجري _ 1983 ميلادي
15- قصة الديانات _ سليمان مظهرê الطبعة الثانية 1418 هجري _ 1998 ميلادي
16- تهذيب سيرة ابن هشام _ عبد السلام هارونê الطبعة الثانية، بيروت 1402_1982
17- الكتاب المقدس، العهد الجديدê دار الكتاب المقدس _ بيروت، لبنان
18- رياض الصالحين _ للإمام أبي زكريا يحيى بن شرف النووي الدمشقي
19- فتوح البلدان _ للبلاذري (أحمد بن يحيى بن جابر بن داود)ê منشورات وزارة الثقافة _ دمشق 1997
20- مروج الذهب ومعادن الجوهر _ للمسعوديê دار المعرفة _ بيروت، لبنان
21- قصص القرآن _ محمد أحمد جاد المولىê منشورات دار القلم العربي _ حلب، الطبعة الثانية 1414 هجري_ 1993 ميلادي
22- مؤتمر علماء بغداد _ حوارات عقائدية بين الأشاعرة والإماميةê تأليف شبل الدولة مقاتل بن عطية الحجازيê الطبعة الثانية 1424 هجري_2003ميلادي. مؤسسة التبليغ العالمية _ بيروت
23- الحقيقة الغائبة _ دê فرج فودةê الهيئة المصرية العامة للكتاب 1992