Heta ber dora 30 salan jî dema li Kurdistanê dihat gotin ku filan kes li filan bajarî li zanîngehê dixwênêye pirraniya caran amanca wî xwendekarî ew bû ku bibe pijîşk yan advokat. Bêguman rewş îroj hatiye guhertin lê dîsa jî meraqa pirraniya bav û dayên kurd li welêt her ew e ku kurê wan bibe pijîşk yan advokatekî navdar. Min bi mebest got “kurê” wan çimkî, mixabin, li pirraniya beşên Kurdistanê fersenda xwendina bilind bo keçan hîn îroj jî gellekî bi sînor e.
Bav û dayên kurde li derve jî bi pirranî her wê meraqê dikin. Tevî ku gellek ji wan di nav civatên rojavayî de cîhwar in jî, ew bi dîtin û ramanên xwe her li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dimînin û mixabin ku gellek ji wan di derbarê rewş û fersendên xwendina bilind û meslekan de ne xwediyên haydariyeke rêk û pêk in. Tew beşekî ji wan ne ku tenê bi dîtin û ramanên xwe li Rojhilata Navîn dimînin lê li Rojhilata Navîn ya demên ciwantiya wan. Mebesta vê gotinê ne ew e ka dîtin û ramanên wan xirab in yan baş lê ew e ku dîtin û ramanên wan ji cîhana ku ew û endamên malbatên wan îroj tê de ne der in. Ev yeka jî encameke weha dide ku şert û mercên cîhana nifşê li derve tê de mezin dibêye û tiştên ku bav û day, bi taybetî bav, ji wan hêvî dikin li şûna ku bi hev re hêvan bigirin dibin egera afirandina dijwariyan û kirîzên malbatî.
Baş dihêt zanîn ku gellek bav ji zarokên xwe wê hêviyê dikin ku amancên wan bi xwe nikaribûn xwe bigihîninê bi dest xin. Bi gotineke din, bavê ku nikaribû li Kurdistanê bibe pijîşk, wek nimûne, wê hêviyê ji kurê xwe dike ku ew li şûna wî bibe pijîşk. Ev ne tenê bo pirraniya Kurdan weha ye lê bo endamên her neteweya ku tê de bidestxistina amancan û jiyaneke hêsan dijwar e.
Bêguman li welatine rojavayî jî gellek kes meraqê li xwendina şaxên wek pijîşkiyê, advokatiyê û yên wek wan dikin lê bav û dayên ku bo xwendina van beşan zextê li zarokên xwe bikin ê gellekî kêm bin. Bav û dayên ku siberoja zarokên wan bo wan grîng e helbet wê bizavê dikin ku bo bijartina mesleka siberojê bi zarokên xwe re alîkar bin lê gotina dawîn di dest zarokan bi xwe de dimîne. Ciwanên şehadeya kutakirina xwendina navend (lîse/bekelorya) bi dest dixin, yanê ciwanên ku temenê wan ê gihîştibe 17 yan 18 salan, bi xwe hêza xwe ya perwerdeyî dizanin. Li milê din, li pirraniya welatên rojavayî bidestxistina şehadeyên ji beşên pijîşkiyê û advokatiyê ne şertên serkeftina di jiyanê de ne. Jê bêhtir, bi sedan meslekên din hene ku belkî bo ciwanekî / ciwanekê balkêştir bin. Li welatekî wek Australya, wek nimûne, bidestxistina şehadeyeke bilind ji zanîngehan jî ne meraqa her kesî û kesê ye, ne jî şertê serbilindiyê û serkeftinê ye. Li van welatan aşpêjekî di karê xwe de serkeftî, wek nimûne, heye ku şûna xwe ji ya pijîşkekî yan advokatekî bilindtir be. Di xwendegehên teknîkî (Technical and Further Education / Technische Hochschulen) de bi dehan, tew heye ku bi sedan, meslek hene. Bo gellekan ji van meslekan tenê xwendina du salan pêwîst e. Bi gotineke din, bi destxistina şehadeyên van meslekan pirr caran hem kurttir û hem arzantir e.
Dema ku tê de xwedina bilind xurayî bû, belaş bû, derbas bû. Di rojên îroj de nerxê xwendina bilind û ya meslekî dikare bigihê bi dehan û carine bi sedan hezar dolar lê ji çakbextiyê, li welatekî wek Australya wek nimûne, xwendekar dikare van pereyan bêyî fayîz ji dewletê deyn bike. Dewlet pereyên kûrsên akadêmî dide û dema xwendekar xwedndina xwe bi seri dike û dest bi kar dike dewlet hêdî-hêdî pereyên xwe ji meaşê wî / wê digire.
Di rojên îroj de bi dehan meslekên balkêş hene ku xwendekar dikare bi rêya zanîngehan, xwendegehên teknîkî û xwendegehên dine bilind wan bi dest xe. Pirraniya caran xwendina şaxên van meslekan li dû kutakirina sinifa 12emîn dest pê dike lê meslekine hene ku xwendekar dikare li dû kutakirina sinifa 10emîn jî dest pê bike.
Gellek xwendekarên ku di derbarê fersendên perwerdeyî de ne haydar in û bav û dayên wan jî hay ji şax û fersendên perwerdeyî nînin zû dest ji xwendinê berdidin û yan dibin karker, yan jî bêkar dimînin. Bo kesine din jî amanc her zanîngeh e û dema xwendekar bi encama radeyên nizim nikare têkeve zanîngehê, yan nikare têkeve beşê ew dixwaze, hemî hêviyên wî / wê û malbatê dişkên û ew dest ji xwendinê berdide. Ev jî şaştiyeke mezin e çimkî zanîngeh ne şûna tenê ye ku mirov dikare xwe bi rêya wê bigihîne amancên bilind. Li gellek welatan kesên îroj di warê makînêstiyê, necariyê, borîvaniyê, aşpêjiyê, karên danûstendina elektronî û gellek meslekên din de pispor ne tenê dikarin zû karan bi dest xin lê her weha di warê qezenca aborî de jî li pêş gellekan ji wan kesan in ku şehade ji zanîngehan bi dest xistine. Li welatên rojavayî pirr caran meaşê xwediyê / xwediya meslekeke pîşesazî ji yê xwediyên şehadeyên akadêmî bilindtir e.
Divêt nehête jibîrkirin ku li xwendegehan mamûrên meslekî hene ku dikarin di derbarê bijartina şaxê xwendinê û meslekan de alîkariya xwendekaran bikin. Li gel ku wek bav û day me hêviyên mezin ji zarokên xwe hene jî zor grîng e ku ciwan bi xwe di warê bijartina şaxê xwendinê û babetên meslekî de xwediyên rola mezin bin çimkî ew in yên ku ji hemiyan bêhtir xwe û pêkaniya li cem xwe dinasin. Li milê din, xwendekarên îroj şaxekî ji xwendina bilind yan meslekekê dibijêrin dikarin dû re bi rê ve wan şax û meslekan biguherin. Di dem û dewrana îroj de gellekî hindik in ew ên ku bi dirêjiya salên jiyana xwe di karekî yan di meslekekê de bimînin. Ji lewre mirov îroj gotina “multi skill,” zanistiya pirralî, dike û divêt bo guhertinê her amade bêt.
Bo me Kurdên li derve cîhwar bûnî her weha pirr grîng e bizanibin ku li welatên pêşkeftî cudatiyeke ew qas mezin di derbarê meslekên bo lawan û bo keçan de nîne. Li van welatan keç û jin dikarin hema-hema bibin xwediyên her meslekê, ji pijîşk û advokat û pîlot bigir ta leşger û makînêst û şofêr. Heye ku yek ji me nexwaze keça wî bibe makînêst ji ber ku li welatê me keç û jinên makînêst nebûne, wek nimûne, lê rastiya rewşê ew e ku ne em li welatê xwe yê berê ne û ne jî keça me. Dem jî ne heman dem e. Li welatên pêşkeftî û di cîhana hemdemî de rola keç û jinan ne roleke nîvçe lê yeke tiji ye. Li milê din, ew ramana ku keç ê mêr bike û mêrê wê dê di nav malbatê de berpirsiyarê aliyê aborî be nema ramaneke realîst e. Jina li welatên pêşkeftî dijî û endama malbateke xweşrewş e pirraniya caran ne tenê day e lê her weha di derbarê qezenca aborî de xwediya rolekê ye ku ji ya mêrê wê ne kêmtir e. Ji lewre me pêdivî bi wê yekê heye ku em ne tenê realîst bin û siberoja zarokên xwe bi şêweyeke mentiqî bidin ber çavan lê her weha li ser me erk e ku em xwe di derbarê fersendên perwerdeyî û meslekî de, û di derbarê rêyên bo zarokên me li pêş in de agahdar bikin.
Gotina dawîn: Temenê mirovî çi be jî, jin dibe, mêr dibe, ew dikare her dem xwe perwerde bike û zanistiya li nik xwe kûrtir û firehtir bike. Fersendên pêşvexistina zimanî, bidestxistina şehadeyên xwendina navend û bilind û zanyariya di gellek şax û waran de bo her kesî û her kesê, temenê wan biçûk dibe, mezin dibe, li welatên pêşkeftî hene. Bicîhbûna li welatekî rojavayî bi serê xwe pêşkeftin û serkeftina me û zarokên me di jiyanê de misoger nake, ne jî hêviyeke mentiqî ye ku em bexteweriya xwe hildin ser serkeftina zarokên xwe di jiyanê de. Heye ku baştir be her yek ji me berê ji xwe ve dest pê bike û di derbarê rewşa zarokên xwe de ne tenê adilmend lê her weha realîst û alîgir be.
(8/04)