MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn.
    Ji rojnivîska Husein Muhammed (beşa 6, 2004)


    Wêje bi nûjeniyê hatiye fetisandin.

    Ez Bavê Neyê me.

    Ger şerrê birakujî bi zimanê kurdî bêt kirin, kurd dê êdî hemberî zimanê xwe ne xemsar bin.

    Negirî bo yên dema wan hatiye.

    Nivêj bo wan in yên wek din nikarin biçin biheştê.

    Jiyan her kurt e; gorî rojî û nivêjan neke.

    Evîn demdiz e.

    Dema pesna xwe didim, xelk bawer dike ku ez pozbilind im. Nizanin ku dema pesna xwe nadim, ji pozbilindiya xwe nadim.

    Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn.

    Camêriya te min aciz dike.

    Xwedê ez wiha çêkirime - ji nezaniya xwe.

    Pirr lezgîn im - bi berdewamî di ber şensê xwe re diborim.

    Jin dizanin ku ne hejî min in.

    Ger ne ji xweperestiya min ba, te dê ti sûd û mifa ji min wernegirta.

    Xwedê ti heq li min nîne ku min biavêje cehnemê.

    Diktator wiha çêdibin: gel wan ji xwe dûr dixe.

    Yê bibêje "tu nezan î", diyar dike ku ew nizane ku tu zana yî.

    Jin ditirsin ku kêrî min nayên.

    Olen oikea ihminen väärässä seurassa.
    (Mirovek durist im di civatek xelet de.)

    Baş bizanin: hez nakim ji yên ji min hez bikin.

    Her diktator ji alî gel ve hatiye afirandin.

    Hesûdî: Têkoşîna başkirina rewşê.

    Xelk bo xwe suhbetê dike û qet hay ji te nîne - û tu her gotina wan dijî xwe dihesibînî.

    Salekê ti mirovan nebînim, hest bi tenêtiyê nakim. Du deqeyan guhê min li suhbetekê be lê suhbetker min yekî ji xwe nehesibînin, bêkes im.

    Ti ronahî nikare tarîtiya dil.

    Xwendevan ne giring e.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1