I
Berî rojava min wî dît, bi gavên biçûk û zû bi aliyê Belanqozê de dimeşiya, hingî wûsa ji xwe ve derbas bûbû haya wî ji min tune bû ko min silav dabûyê. Wec pêve nemabû, simbêlê xwe kur kiribû, çavên wî mîna miriyên di gorê de di kûr da çûbûn ko reşikên wan xuya nedibûn. Edî wek siyakê tarî bû rûyê wî, bê ken û bi hêrs. Di biniya malan ra, bi dest valayî berê xwe dabû roja nîv-çûye ava mîna gullaki sor li dora xwe ewrên xwînê di şûna evînê de belav dike, di nav kevirên reş de dûr dibû.
II
Di bin ronkaya çirê de peya û pîrek û zarok kom bûbûn, bêdengî tenê diliviya. “Divê em heyfa merivên xo hilînin, li Mêrikahmedê li çar heba civiyani.” Bi dengekî tije wêrekî û hişka Hecî got. Jina Hecî ji qehra ferek sola xwe ya naylon li erdê xist û “xelkê ser u piyê meriyê we şikyandini, ma hîn hûn ê rûnin?” got û rê da ber wan
Ji hemû xortan îşaretên êrişî û heyfhilanê bilind bû, di dilê wan de hissên egîtî û qehremanî diherikîn tamarên xortanî.
“Em nikanin ruyê xo têxîn bin nigê ometê u xo biki sosret.” jinek porspî “ko em bi şerefa xo herdem serbilind bûn, çawa emê bihêlin xelk qafî û qûçikê xo bi me biki.” dom kir. Gişt hemfikir bûn ko rahêlin keleşkofan û bersîvê bidin arên ji namlûyên gundê başûr ser wan de dibariyan.
III
Li Belanqozê çi peyivî bûn ne vekirî bû, lê tevî wî sê meriv ji rojava, sê jî ji rojhilat ketin nav malan. Di heywana mala Hecî de gihaştin hev, û ji her du aliyan peyvek hilat “Apê Hecî, ji eşîra me ji salan de vir da, em pê zanin bera we, a herî xurt û mêr i ji me. Bi xêra we em disitirin di nav van hovan de. Hûn payîtextê (serbajarr) me yi.”
Şerrberiyan bi vê pesinê xwe hîn xurt hissandin, wek devan hêc ketin, halan bilind bû ji ser xaniyê wan bi hevaltiya reqîn û teqîna derbên çek û tivingan.
IV
Ez û wî li pêşiya gaziyê di nav pirêzan re, di bin arê teqîna Gezolan de bi piştqulûsî gihaştin kozikan, her çiqwasî di dilê min de hebekî heyecan hebû û hinekî tirsiyam jî. Ji ber reqîn û teqînê, hevalên me li dû me man, min xwe bi dîtina şewqa namlûyên dijmin(!) li ser kozikê, avît erdê ber gomakî, wî wexta xwe hêdîka ser min ra hol kir, min bi şalê wî girt û dengekî pispisî “Bisekini!vani vani!” got, ji destê min filitî. Bihîstina min bihîst “Carcûrê derxi, carcûrê derxi, zû!” got wî û gulle bariyan. Gava dengê lingan hat “du heb..” gotin. Edî deng qut bû, kesî neteqand, wek ewilî kesekî bi hissên germ halan nedidan û port li xwe nedikir, kûçîkan jî dev ji ewtandinê berdabûn. Lebelê, min çavê xwe xeyrîîhtiyarî girt, dest û piyê min pûç bûn, tiştek di bîra min da tune bû, hew bi hawê xewnan, rojên ew pir ji wan diqeheri û hêrsa xwe ji wan bi awayê ko zarok li xwe kom dikir, radihîşt meterek benzîn û dîregên ji nav gund diçûn Xelitê dişewitand, derbas bû li ber çavê min. Ji nişkave, hişê min hat serê min, “Heval!” min di ber xwe de got. Berî Hecî bighêje min “Berhîm, Berhîm!” bi çend dengan min hêdî û hîşka bang kir, bersîv ne hat.
Agir di dilê me da pêl rakir. Hecî “Lawê mi!” quriya tevî hêsir, û xeyala du zarokên ne ruşd bê bav û jinek bî. Di tariyê de me wî, gulak di çavê çep de, xwîn di bin serî de, mîjo belavbûyî, serpiştê li erdî temaşe kir. Hew qîrîn û zarînên dê û bav û zarokan di tariyê de bilind bû û hêsirên bê deng tevî ewrê tarî li ser komiziya wan geş bû, wexta hîva xîlalî (hîvok) li ezmanan xeyidî û hêviya roja mirovahî ji xwedî hay bibe rûyê xwe bi xemgînî veşart.
Haşim Aslan
31 tîrmeh 2003 Ruha