MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • Çîroka Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê

    Konê Reş

    Di şeva 10 / 11 / 1999 ê de, me li Kurdistan Tv yê temaşe dikir û ji nişkave peyamê vekirina pertûkxaneya Bedirxaniyan li Duhokê hat ragihandin û berçavkirin.

    Bi ragihandina vê peyamê re bi dîtina avahîya vê pertûkxaneya dîrokî re û bi pişkdarbûna wî cemawerê zexm re, di nav wan de Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan, tevzînok bi laşî min ve hilkişyan û ji kêfan re, wek çûkekî ji ser dilê min firya, pir kêfa min hat û kûr ramiyam, di dîroka Bedirxaniyan û Barzaniyan de û bê haj ev gotina pêşiyan hat ser zimanê min: (Mêr Mêran nasdikin), û min ji xwe re got:

    - Xwenek ji xwenên min hat cî...

    Bingehê vê pertûkxanê, Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan di roja 22 / 4 / 1998 ê de danî bû, roja ku yekemîn rojnameya Kurdî ji berî sed salî ve li Qahîre hatibû weşandin (roja 22 ê nîsana 1898 ê) ji rex Mîr Medhet Bedirxan ve û îro ev roj (22 ê nîsanê) bûye roja rojnamevaniya Kurdî di nav Kurdan de.

    Dergehê vê pertûkxanê di roja 9 / 11 / 1999 ê de hat vekirin ji rex Kak Nêçîrvan Barzanî û Sînmxana Mîr Celadet Bedirxan ve di gel kak Şewket Şîx Yezdîn wezîrê darayî û abûrî ve /hingê/ û kak A. Azîz Teyib Parêzgehê Duhokê yê gingê û Kak Ferda Toran serokê rêkxistina Diyakonya ya Siwêdî û gelek ji navdarên xelkê parêzgeha Duhokê.

    Di vekirina pertûxanê de Kak Nêçîrvan Barzanî gotinek balkêş derbarî malbata Bedirxaniyan û rola rewşenbîriyê di avakirina welatan de got, û bi firehî piştgêriya xwe ji nivîskar û rewşenbîran re da xuyakirin. gotina wî wek bangekê bû ji tev rewşenbîrên Kurd re, wek di vî perçî de got:

    (Li vir ez dixwazim ji rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe re bibêjim, li Duhokê bin li Zaxo bin, li Silêmanîyê bin, li Hewlêrê bin, ta ku li dervî herêma Kurdistanê bin, ez ji wan re dibêjim: ev delîveya ku îro li Kurdistanê bi dest me ketiye, ji dest xwe bernedin , divê hûn rahijin pênûsên xwe û ji nû ve babetên ferheng û toreyî bi nivîsînin û vejînin, çawa bin ew babet nexeme, nû bin, kevin bin binîvîsînin.

    Em wek Hukûmeta Herêma Kurdistanê amadene ji alîkarî, piîtgîrîya çi kesê ku pirojeyên ferhengî û toreyî li bal hebin...)

    Di baweriya min de ev yekemîn care di dîroka Kurdan de ku wiha pirtûkxane li Kurduistanê têne damezirandin, heger mirov li bingehê vê yekê bigere wê bibîne ku bingeh, rêbaza Barzanîyê nemire, xwîna bi hezaran şehîda ye, û encameke ji encamên şoreşa Îlûn û Gulanê.

    Hem ji bangeke ji xelkên cîhanê re, da ku nebêjin Kurd hovin, dûrî mirovatî û şaristanîyê ne û ev pirtûkxane nîşana şaristaniya Kurdayetîyê ye.

    Ji dil û can em vê pirtûkxanê li gelê Kurd pîroz dikin, û em piştgêriya xwe ji mamoste Enwer Mihemed Tahir re rêveberê pirtûkxanê pêşkêş dikin, çi ji me dixwaze em jê re amadene...

    Sibeha 11/ 11 / 1999 ê, ez ji mal derketim li ber derî, du cîranên min bi hev re diaxivîn, min silav li wan kir û bi wan re sekinîm.

    Yekî ji wan got:

    - Cîran! Te dît, şevê din di K. TV de, bê çawa Neçîrvanê Barzanî neda pêşiya Sînemxan keça Mîr Celadet Bedir-Xan (keça Mîrê Botan) welleh yabo esîle, ew jî ne kêmî Bav û Kalên xwe ye...

    Min lêvegerand û got:

    - Ma çendên wek te navên kurên xwe kirine Idrîs? û çima navê Idrîs di nav me de pir belave?

    Li min vegerand û got:

    - Welleh yabo, me navê rehmetiyê Idrîsê Barzanî li zarokên xwe kiriye, ka zilamên weke wî?

    Min lê vegerand:

    - Ev Şepal jî kurê wî Şêrî ye.

    Û min xatir ji wan xwest û ez bi riya xwe de meşiyam.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1