MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • J I Y A N N A M E -10-
    Qencî û xirabî


    Pirrî car mirovên hişmend neçar dibin şopa xirab ya mirovên qenc sererast bikin.
    Viscount Halifax

    Du mirovên qenc hene: yek miriye û yê din hê nebûye.
    pendek çînî

    Nikarî demek dirêj qenc bî ger sedema qenciya xwe nizanî.
    Richard Carew

    Mirovê qenc cûnek heywanên kêmheyî ne.
    Giovan Battista Spagnoli

    Divê pirr bigerrî ta mirovek qenc bibînî.
    Pubilius Syrus

    Mirovê bi rastî qenc mîna teyrê fenîks diwelide, belkî carekê di pêncsed salan de.
    Lucius Annaeus Seneca

    Mirovên qenc bi rastî pirr kêm in; bi zor hindî deriyên Thebayê yan deravên Nîlê bibereket bin.
    Decimus Junius Juvénalis

    Qencî dijwar e.
    Pittakos

    Tevî ku ew raman ya Pittakosê hişmend e jî, nikarim hevbendê wê bim. Her kes baş e dema bextê wî baş be û xirab e dema bextê wî lê xirab bûye.
    Simonides

    Herdem hin sedem hene ku mirovan neçar dikin ku xirabiyê bikin.
    Ljuben Karavelov

    Rêbazek mezin e bersivdana xirabiyê bi qenciyê.
    ji tekstek sanskrîtî

    Bersiva xirabiyê bi qenciyê bide û bi camêriyê bikare kerb û kînan.
    Qur'an

    Wa dixwiye ku hûn hûn xirabiyê bi qenciyê û qencyê bi xirabiyê xelat dikin.
    Titus Maccius Plautus

    Lê Îsa got: yezdan, li wan negire. Ew nizanin ka çi dikin.
    Mizgîn (Incîl)

    Lêborîna li her tiştî jî bi qasî hindê zilm e ku li ti tiştî neborî.
    Lucius Annaues Seneca

    Her xirabî digihe heqê xwe.
    Seneca

    Di her qenciyê de hin xirabî heye.
    Alkaios

    Qencî û xirabî nikarin ji hev cuda bên ragirtin; herdem ew bi awayekî li hev rapêçayî ne.
    Eripides

    Me tek xweşî yan qencî jî nîne ku pilek xirabiyê têkil nebûbe.
    Michel de Montaigne

    Qencî û xirabî bi awayek hema qet ji hev venebin li vê dinyayê bi hev re şên dibin û digihin.
    John Milton

    Her tişt tevlihev e: bikêrî û bêwecî, qencî û xirabî, cewerî û bênirxî.
    Francis Quarles

    Cudatiya di navbera qencî û xirabiyê de herî zêde berhema xeyalên me ye.
    Thomas Fuller

    Her tişt wa ye wek ku em dipûnijin. Wê ramanê ya ku dibêje tu xeyidî yî, ji dilê xwe biavêje, û tu dê bibînî ku êdî aşt î.
    Marcus Aurelius

    Ti tişt ne qenc e û ne jî xirab e ta ku ew bi ramanan wa neyên sinifandin.
    William Shakespeare

    Tişta kesek giring bihesibîne giring e.
    William James

    Tişta ji hinan re xirab e, herdem ji hinan re baş e.
    Jane Austen

    Ti tişt ne wa xirab e ku ne ji kesekî re bikêr be.
    Midrash

    Ta xirabiya bêhed jî, ger tenê ew cokekê bibîne ku tê re biherrike, ji bilî qenciyê ti tiştî nake armanca xwe.
    Sofokles

    Sirişt ji xirabiyê qenciyê.
    Menandros

    Ji xirabiyek pirrî biçûk qenciyek mezin.
    Diogenianus

    Yekem waneya dîrokê: qencî çawan dikare ji xirabiyê çêbibe.
    Ralph Waldo Emerson

    Ti kes ji me ne bêguneh e.
    Lucius Annaeus Seneca

    Jixwe nîne mirov yê gunehan neke.
    Peymana Kevn (Tewrat)

    Bi vê kembaxiyê razî ne daku nekevî kembaxiyek xirabtir.
    Phaedrus

    Dest bernede ji ya te heyî: xirabiya nas ya herî baş e.
    Titus Maccius Plautus

    Herî baş tehemila xirabiya nas tê kirin.
    Titus Livius

    Li şûna xwe li yên nenas bicerribînî, tê bikoşe tehemila wî xirabî bike yê dinasî.
    Plutarkhos

    Herdem tehemila xirabiya nas û kevn baştir ji ya nû û nedîtî tê kirin.
    Michel de Montaigne

    Li şûna em ji du qenciyan yekê bibijêrin, pirrî caran em neçar in ji du xirabiyan yekê bibijêrin.
    Charles Caleb Colton

    Xirabî bêdengkirina qenciyê ye.
    Lauri Viita

    Qencî wek hilketina bi çiyayan ve ye, pêdivî bi têkoşînê heye.
    Kaibara Ekiken

    Bila hejar ji bîra me neçin - ti pare lê naçin.
    Mark Twain

    Jixwe armanca hemiyan qencî ye.
    George Bernard Shaw

    Ti kesê qedrê xwe li cem xwe hebe, hind xwe rezîl û riswa nake ku wî tiştî daxwaz bike yê ne wek diyarî para wî be.
    Publius Terentius Afer

    Ti car daxwaz neke wî tiştî yê bikarî bi zorê bistînî.
    Miguel de Cervantes

    Qencî ji xêran ya yekem e.
    Luc de Clapiers Vauvenargues

    Em nikarin bidin ti tiştî ji bilî yê ku ji me re hatibe dan. Em nikarin bidin ti tiştî ji bilî wî yê ku yê xelkê ye.
    Jorge Luis Borges

    Qencî ji mirovan re tiştek siriştî ye, tiştek di reftar û tevgera mirovan de rehgirtî ye.
    Meng-zu

    Qenciya li dema ne dirist xirabî ye.
    Quintus Ennius

    Ya ji hemiyan dijwartir ew e ku mirov neçar bibe tiştekî ji kesekî bixwaze.
    Salomo ibn Gabirol

    Nabe merdiya me ti car ji sinorên kirinên me derbikeve.
    Marcus Tullius Cicero

    Ger bixwazî ku kesek hest bi hejarî û nedariyê bike, hezar dolaran bidiyê. Êdî ew sed dolar, yên ku ew piştî wê xêra te bidest bixe, ji wî re ta ne bi nirxê deh dolarên berî danê werdigirtin jî ne. Dilê xwe pê bişewitîne. Xêrê lê neke.
    Henry David Thoreau

    Li xwe hişyar be ka qenciyê li kê dikî.
    Marcus Porcius Cato

    Tişta wî hebe, dide. Tişta dipûnije, dibêje. Lê merdiya xwe bi sexbêrî bi kar tîne.
    William Shakespeare

    Bêlê, merdiyê herdem sedemek heye ka çima tê dan; û ger nebe jî, ew dê sedemek baş bibîne.
    Publius Syrus

    Peyv siya kirinê ye.
    Demokritos

    Peyv tenê peqlîşk in, kirin dilopên zêrrîn in.
    pendek çînî

    Ger bidî, ne nîvî bide!
    Philip Massinger

    Ti kes nikare zikbirsî ji cîranê xwe hez bike.
    Woodrow Wilson

    Minetdarî barek e ku ti kes naxwaze demek dirêj li ser milên xwe hilgire.
    Denis Diderot

    Ne merd î lê merdî nesaxiya te ye.
    Epikharmos

    Barê minetkariyê giran neke yan dê zîtikan li te bide.
    Benjamin Franklin

    Yê carekê alîkariya te kiribe, dê car din jî baştir alîkariya te bike ji yê ku minetdarî te ye.
    Benjamin Franklin

    Ew, yên min herî zêde destek dayê, herî zêde ziyanê digihînin min.
    Sapfo

    Dema êdî ew ne hewceyî te bin, dê te wek pêlavên şekalbûyî biavêjin.
    Anthony Trollope

    Xulamî karê xwe kiriye, dikare biçe.
    pendek ewropî

    Peyv spasiyek vala ne.
    nenas

    Bêwec e li bendê bî ku dostaniya te carekê bi minetdariyê bêt xelatkirin.
    Homeros

    Minetdarî di cih de piştî welidînê mir.
    Zenobios

    Çi bi lez pîr dibe? Minetdarî.
    Aristoteles

    Seyê spasdar ji mirovê bêminet çêtir e.
    Se'diyê Şîrazî

    Ger seyekî ji mirina ji ber birsê xilas bikî û wî halxweş bikî, ew te naxwe. Aha ew e cudatiya bingehîn di navbera seyan û mirovan de.
    Mark Twain

    De bila lê dî, sirr û seqema zivistanê. Her ne xirabtir î ji bêminetiya mirovan.
    William Shakespeare

    Di pratîkê de ne gengaz e mirov qenc be lê dîsan jî dikare qenciyan bike.
    Benjamin Franklin

    Mirovê qenc dikare ducarî bijî ji ber ku jiyan hindî du jiyanan e bo wî yê bikare zewq û lezetê ji bibîranîna rojên xwe yên borî wergire.
    Martialis

    Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1