MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • JI ZAROKÊN DÎN RE STRAN
    Yilmaz Güney


    Êvaran serseritiya min destpêdike. Bi Mehmûd re em diçin vedixwin. Mehmûd, gava sermest dibe behsa dildarên xwe dike.

    Piştê saet dehan em xwe winda dikin. Em ewlî Mehmûdê, dûre jî min digerin. Em fêr dibin ku Mehmûd ber bi stasyonê ve çûye. Otobes tije tije diçin. Em xwe bi yekê ve didaliqînin. Stasyon bi serê xwe tenê runiştiye, li benda me ye. Lokomotifek Bafrayê dû dike. Ray sermest. Maqesvan stranê dibêje. Ronahî şûnda diçin. Mehmûd slavê da lokomotîfekê. Lokomotîf xwe tewand, “Pir westiya me. Ji Bexdayê têm,” got. Mehmûd xwe, ji maqeswanê pirsî. Maqesvan bi xirabî keniya.

    Her saetê ku derbas dibe hinekê din bixew. Çîçekên pirtkalan mirov dîn dike. Hew mayê ku Mehmûd bigirî. Wê diya min li min xîne, dibêje. Ger ne bînim wê min nekin mal jî. Negrî lê, ma tu zarok î! Mêze ger tu yê bigirî ezê baranê bibarînim. “Tu min eciz bikî ez ê bibarînim,” dibêjim û dubare dikim. Qure qure dikene lokomotîfek. Mehmûd li lokomotîfê xeyîdî. Behsa dê û jin kir. Ew jî dijûn kir. Min nêrî wê bi hev kevin. Em jê dûr ketin.

    Em derbasê taxa Nû muneyêbûn. Mehmûd înyad kir, got; “Ez ê şibakeya vê xaniyê bidim ber keviran.” Li koşeyê du se bihev şa dibûn. “Em jî wisa şa bûbûyan ,” got Mehmûd. Se xeyîdî, “Þerm e şerm e,” got. “Ji bejna xwe fedî bike.” Dêlik jî “Pîsê heram” got û tifû kir. Mehmûd kuçikan da ber keviran. Dibêje; “Hadê em herin barê.” Diravê xwe dihesibînin. Têra ku em têkevin barê diravê me nîn e. Min ji Hesen Axayê deh lîre bi deyn girt. Bi Mehmûdê re jî pênç panqnot heyê. De hadê em biçin Yenî Barê…

    Nihat, sêşemiyên 18 Adaran. Dendikê zebeşan a Yenî Barliyê. Surafkên gîzer a duv dirêj. Me ew anî bîra xwe. Me Nihatê fikirî ... Li maseya ber me de sêvek hebû. “Vê bigre,” got Mehmûd. Min negirt. “Ger Nihat bûya wê bigirta,” got. “Nihat ji te serkêş.” Min serê xwe zivirand emrîkan barê. Mehmûd bi xwe. “Binêre Mehmûd” min got. “Tu li ku yî?” Nêrî. “Erê lê ez im,” got û bijirî. Mehmûd li navbera du keçikê runiştiye menteyê vedixwe. Em rabûn û çûn. Me ji nedîtinê hat. Me milê wî kuta. Wisa lime nêrî “Çi heye?” got. “Tu min dîtî?” min got. “Dilê wî lihev ketiye, li jor e.” got . Em firiyan jor.

    Dirêjî erdê bûbûm, dioriyam. Hilbû. “Min ji te re venexwe got, te vexwar ez çi bikim?” “Zêde li ser min neqîre, dûre ezê te berdim û biçim, tu jî wisa nîv merî bimînî… Mehê carekê min got ji te veqetim nebû. Ji te eciz bûm. Ji pirtûkên te, ji nivîsên te bezariyê dikişînim êdî. Bihêle êdî gor dilê xwe bijîm.” Ji bo gotinê min peyv nedît. Bi helkanî meşiya, li pê wî çûm. “ Min guhdarî bike,” min got. “Madem naxwazî bi min re bijî, cehnimê te kiri ye.” Mehmûd bi bez daket xwarê.

    Ezekî ji min derket, çû. Mehmûd naxwaze Mehmûd ya hundirê xwe birevîne. Ez zilamekî bi tolerans im. Zilamek dikare gor dilê xwe bijî…Gava ji derenceyê pêya dibû loq bû. Lingekê wî şikiya. Lingê şikiyayî yê minbû. Lingê şikiyayî avetê kutiya sergoyê. Bi lingekê mabûm. Bang li Mehmûdê kir. Ew jî li jêr bi xwe re pevdiçinî. Qiriyam. Garsonan ez rakirim. Mehmûd bi xwe re bû yek , hat. Piştê hinkê runişkandinê, em rabûn û çûn. Mehmûd; “Li şerabfroşê herê nêzîk, şarabê vexin,” got. Min ê hundirê min li çavê min nêrî. “Çawa dixwazî tevbigere,” min got. “Vexwe, hez bike, biqîre, stran bibeje…” “Nenêre” got. “ Min te eciz kir. Tu ji va stranên xwe nê qedexe yek bibeje.” Zarokên dîn, zarokên dîn… hey zarokên dîn… ji dilê min vîra vîra qirîn tê. Nihat çû eskeriyê, ew digre tê teskere.

    Em li hev hatin…

    Gava em ji taxa mirtiban derbas dibûn rastê Kemalê hatin. Kemal her tim li pê keçikên mirtiban digere. Kurikê dîn. Keçik jî dîn…Me ji kaniyê av vexwar...

    Birca Saetê li cihê xwe tuneye. Dizîne. Zarokên dîn, zarokên dîn… Birca saetê bînin. Hin mayê wê siba bibe. Ji ber ku saet windaye, ro hilnaye. Ger saetê nebinin, em ê di tariyê de bimînin… roja din êvarê me saetê dît… Ro hilat.

    Mehmûd li orta rê xwe dirêj kir. Min jî xwe danî cem. Em raketin.

    Ji tirkî: Mamoste Ruşen: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1