MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • Pîremêrê li ber pirê
    Ernest Hemingway (1898 – 1961)


    Zelamek pîr yê xwedî berçavkên milbendpolayî û cilên tozgirtî li rex rêyê rûniştî bû. Di ser çem re pirek berdemkî hatibû çêkirin û erebe, tirimpêlên barkêş, zelam, jin û zarrok di ser re derbas dibûn. Erebeyên hêstir û qantiran dikişandin hejhejokî bi evraziyê betena ber beravê ve hildiketin û eskeran bi defdanê alîkarî wan dikir. Kamyonan pirr hêz dida ta ku bi betenê ve hildiketin û ji wir dûr diketin û gundî pî ta bi gozekan di nav tozê re dimeşîn. Lê yê pîremêr li wir bê livîn rûniştî bû.

    Erkê min ew bû ku li pirê derbas bibim, stasyona serekî ya ber pirê seh bikim û tê derxim ka dijmin gihaye kû derê. Min wa kir û di ser pirê re vegerrîm. Erebe kêm bûbûn û yên bi piyan dimeşîn jî tenê çend kes diyar mabûn lê yê pîremêr her li wir bû.

    - Hûn ji kû tên? jê pirsîm.

    - Ji San Carlos, wî got û bişirî.

    Ew bajarê wî bû lew bilêvkirina wî navî dilxweşî dayê û ew bişirand.

    - Min heywan xwedî dikirin, wî ravekir.

    - Tu bi Xwedê kî, min hinekî ecêbgirtî got.

    - Welle, wî got, - jixwe ez li ber heywanan mam. Dawîn kes bûm ku ji bajarê San Carlos revî.

    Ew ne dişibî şivanan û ne jî gavanan. Min li cilên wî yên reş yên tozgirtî, li rûyê wî yê ji tozê gewr û li berçavkên wî yên milbendpolayî nerî û jê pirsîm:

    - Çi heywan bûn?

    - Heywanên cor-cor, wî got û serê xwe hejand. - Neçar mam wan bihêlim.

    Min li pirê û dîmena wek deverine efrîqî dixwiya çavek gerrand, pûnijîm ka hê gelek maye bo dema em dijmin bibînin, min guh dida dengên pêşîn yên nîşana wê bûyera têr-raz in ya navê wê hevgihîn, û yê pîremêr hê jî li wir rûniştî bû.

    - Çi heywan bûn? pirsîm.

    - Sê cûn heywan bûn, wî got. - Du bizin û pisîkek û çar cot kotir.

    - Ango neçar mayî wan bihêlî? pirsîm.

    - Belê. Ji ber agirê topan. Fermandar ferman da ku ji ber agirê topan birevim.

    - Ma te ti kesûkar nînin? pirsîm û min nerî serê dî yê pirê, cihê hê çend erebeyên dawîn bi lez û bez bi nişîviya betena beravê ve dadihatin.

    - Na, wî got. - min tenê ew heywan hebûn. Bêguman kitik ne di ti tengasiyê de ye. Pisîk dizanin matî ji xwe bikin lê nizanim ka dê çi bi serê yên dî bêt.

    - Bi siyasî tu çi yî?

    - Ez li kû û siyaset li kû, wî got. - Ez heftê-û-şeşsalî me. Deh-dazde kîlometreyan meşîme lê bawer nakim zêdetir bikarim.

    - Ne baş e li vir bimînî, min got. - Ger bikarî bi vê rêyê ve xwe bigihînî ser rêya Tortosayê, li wir dê kamyon hebin.

    - Ez ê hinekî bisekinim, wî got, - û paşî biçim. Ew kamyon kû ve diçin?

    - Berev Barcelonayê.

    - Ez li wê hêlê ti kesî nanasim, wî got, - lê malava bî. Her malava bî.

    Wî bê liv û westiyayî li min nerî û paşî - ji ber ku diviyabû xema xwe bi kesekî re parve bike - got: Ya pisîkê, ew dê her debara xwe bike, jê piştrast im. Ne hewce ye ji pisîkê xeman bixwim. Lê yên dî. Gelo bi baweriya te halê yên dî dê çawan be?

    - Êê... bawer im ku dê debara xwe bikin.

    - Tu wa bawer dikî?

    - Çima na? min got û nerî berava dijber, cihê êdî erebe lê nedihatin dîtin.

    - Lê gelo dê çi bi serê wan bêt li ber agirê topan madem ferman hat dan ku divê ez jî birevim?

    - Te deriyê rekeha kotiran vekirî hêla?

    - Belê.

    - Madem wa ye, ew dê jê bifirrin.

    - Belê, ew dê ji xwe re bifirrin. Lê yên dî. Hema baştir e li yên dî nepûnijim jî, wî got.

    - Ger te bêna xwe vedabe, ez tu bim, dê niha biçim, min şîret dayê. - Niha rabe û bi rê keve.

    - Malava bî, wî got û rabû piyan, bi herdu aliyan ve vehejî û paşî daket erdê û rûnişt.

    - Min tenê heywan xwedî dikirin, wî betilî got lê êdî ne ji min re. - Min tenê heywan xwedî dikirin.

    Ji min nedihat ti bo wî bikim. Yekşem bû û faşist ber bi Ebro pêş diketin. Rojek gewr ya ewrîn bû û ewr wa nizm û şorr bûn ku firrokeyên wan ne li hewa bûn. Ev yek û ew yek ku pisîk dikarin bi xwe debara xwe bikin tek tişt bûn ku wî pîremêrî dikarî pê bextiyar be.

    Wergerandin: Husein Muhammed, 01/2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1