MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Giovanni Boccaccio: Bazê nêçîrê
  • Ernest Hemingway: Pîremêrê li ber pirê
  • Bilge Karasu: Çayxaneya taxê
  • Haşim Aslan: Heyfa meriv
  • Yilmaz Güney: Ji zarokên dîn re
  • Konê Reş: Vekirina Pirtûkxaneya Bedirxaniyan li Dihokê
  • Husein Muhammed: Em hemî xwefiroş in lê hin ji me nayên kirrîn
  • Jiyanname: Qencî û xirabî

  • ÇAYXANEYA TAXÊ
    Bilge Karasu


    Ji ber ku havînê seraqet diçûm li bexçê vê çayxaneya taxê a piçûk rûdiniştim, wê êvara ku ba û bagerê dinya dixwar, gava ez ketim hundir kesekî ez biyanî nedîtim. Çayxane li cihekî xewle bû. Berfê li ser dara biyê ya pêlên xwe weşandî û mêwa biç sê çar pelan mayî û hê jî wan dihejîne, wisa danîbû ku êvarên biharan, şevên havînê pir xweş dibe,xweşikiya ku bi ronbîniyeke nêzî mor ji binî ve rewşen dibe, gava ez ketim hundir min weha carekî berê xwe dayê lê gava li ber camê rûniştim û min guriya camê jê bir, êdî biç domdirêjî hişê min çû ser, him jî dil ketimê. Ev roniya mor wisa zû tarîbû ku hê çayxanê lembê xwe venexistibûn. Çaygerê ku di îskana noqzirav a herî xweşik danî ber min û çû got:

    -Zivistanê jî xweşik e, bexçe?

    Berfa li ser gulên daûdekan ên şînboyaxkirî nîşan dan, got:

    -Min bizaniya ku ev rapûl motmotê nakin min hê jî lembe vênedixist, lê te dît ku bû minmina wan. Çawa roniya çayxanê vêket ya berfa li devre vemir. Min çavê xwe li, devre gerand. Qey heft heşt kes hebûn, nînbûn. Sobeya sacî ku di devê wê î piçûk re guriyê davêt min dizanî ku hahaka wê aliyê wê yê çepê sor be, min dipa. Li ba min hinek bi tewleyê dilîstin. Kêlîkekê min li wan temaşe kir. Carcaran min guriya camê paqij kir û min eniya xwe pê ve zeliqand û li devre nihêrî.

    Kêlîka ez ji mal derketim min bêhis û dengiya devre, di vê bêhis û dengiyê de berfa ku bi gilokan dibarî dît, kurmê rêveçûnê hate min; min dev ji kolanên mezin, rasthatina hevalan, riyên qelebalix berdabû, min bi nêta biçim devereke ku berf lê zûtir dibare, paqijtir digire, devereke kêmirov xwe avêtibû tramvayê, ez hatibûm vir. Lê gava ez dihatim bi maweyê nîv saetê hewa guherîbû, bayê kur har bûbû, berfa gilokî wekî libên garisê sar û hûrik didewisî, hişk dibû.

    Ji çayger min pirsî:

    -Rojnameya îro heye?

    Rojnameyek dirêjîmin kir. Ji alîkî ve hişê min diçû ser bûyerên di hişê min de, ji alîkî ve min guh dida ser çayxanê. Mirov ji devreyî nîqaşên derbarê debarê de bi tiştekî nediaxivîn.

    Serê kêlîkekî deriyê çayxanê li ber bê vedibe, tevlî zilamekî vedibe, ew zilam hu dike destê xwe û dipeke hundirê çayxanê, piştî kul i ber sobê pişta xwe, ûrêxwe, singa xwe, kabokên xwe qenc germ kirin xwe dide aliyekî, an ji xwe re bîr ve diçe, aneku dibe alîgirekî partiya tewlelîzan a dukesî bêyî kul i nerazîbûnên wan guhdarî bike.

    Zilamên navsere a girane jî hatin li ba pîr û kalên li ser dîwanê rûniştin. Ew j imin dûr bûn. Dengê wan nedigiha min lê xembariyek li ser rûyê wan hebû. Bi demdirêjî vedihisîn. Min tê derxist ku ew qederek êdî bû ku mirov nedihatin çayxanê. Ji berk u berê saeta piçûçik a gilover li çayger bû dernedixist ka saet çend e. Kêlîkek ketiyê. Gelek mirov çûn. Axir çayger berê saeta xwe da min. Deh û nîv bû. Ez wisa xilmaş bûbûm, tevizîbûm ku b imin nedibû rabim herim. Çaygerê ku pê hisiya ez ji bo çûwinê xwe kar dikim, got:

    -Heke mala we nêzîk be lezê nekin. Em heta yekê vekirî ne. Ma hû ê cihekî ji vir çêtir bibînin?

    -Wa? min got. Naxwe çayeke din ji min re bîne… Terîşek lîmon jî.

    Tam di vê navê de yek kete huýndir. Berê li ser birû û mûjankên wî danîbû, wek ku çakêtekîspî li xwe kirî lê hatibû. Zilamê hatîber bi sobê meşî. Ser û cilên xwe weşandin. Xwe berda ser kursiyekî. Yekî ciwan, î pir ciwan bû. Gava berfa li ser heliya, rûyekî spî, gilover derket holê.

    Berî ew bê li çayxanê axaftin dibû, bi hatina wî re hemû kes vehisîbû. Wextê yên li keviyê jî lîstika xwe xilas kirin, tewleya xwe bi çirkeçirk pev de kirin, derketin çûn, ev vehisîn bêtir bû dirêj bû.

    Min li yê ciwan mêzand. Li ser kursiyekî rûniştibû, li ber xwe dinêrî. Pîr û kal sekan, giran, mûk ji xayinan nehiştibûn. Çayger serê xwe xistibû nav destê xwe li ocaxa çayxanê rûniştî bû. Li civatê vehisîna mirovan a deh deqa tiştekî tirsnak bû. Vehisîna dijwar dirêj dibû.

    Zilamê ciwan piyekî xwe davêje ser yê din, paşê wan diguherîne, dikir nedikir di cihê xwe de rihet nedikir. Ji kêleka wî û jor de dêhnê şagirtekî di ezmûnê de lê diket… Tirsewer dinihêrî, piyên xwe wek ku lîjneya azmûnê dê bibîne bi wê tirsê gih davêtin ser hev gihgih rast dikirin. Qetek lastîka ku pîneyên sorê sor bi binê wê ve daliqayî bi ser piyekî xwe ve kiribû, ev jî bi benikekî aliqandibû. Di yê din de kevnikek pêlava gokbazan a ku di binê wê î wekî devê torîkanvebûyî de ku hîn jî iskarayên wê dilewlibin hebû.

    Vehisîna li çayxanê didomî û hey didomî. Ez şaş bûbûm. Çi nemabû, ez li bendê bûm ku yek yan bibêje:

    -Şeytan bûrî!

    Aneku:

    Keçik çêbû!

    Pîkênî ê bi me gişan biketa.

    Hê jî deng ji kesekî çênedibû. Dîsa berê min ket mêrikê nûhatî. Min ne rûyê wî, eniya wî a fireh didît: Bê qermîçonk, bêmane bû. Çakêt li ser nîn bû. Bi tenê qutikekî spî bi xetîrên reş lê hebû. Di nav fanêreyekî spî, gemarî î bol de winda bûbû. Bestika wî bi derziyeke devgirtî pev dabû.

    Meraqdar bûbûm, şaşwaz bûbûm.

    Min xwe nediqeliqand.

    Di vê navê de deriyê çayxanê vebû. Zilamek ket hundir. Ber bi pîr û kalan çû. Got:

    -We dixwaze. Hiş li serî ye. Lê ez baş zanim dîkê sibê lê naxwîne. Carcaran dixebine, kûr û dûr diçe. Tu xwestî Elî Axa. Tu jî Mehmud Çawîş. Te divê tu jî were Hesen. Zahf ji te hez dikir.

    Sê kesê rûniştî rabûn. Bêyî ku bi keviya çan li yê li keviya sobê binêrin, dîsa jî bi dirûvekî wekî ku hişk lê binêrin derbas bûn çûn. Wekî ku bi qestî berê xwe didan yê ciwan, çavên xwe ên gir vekiribûn, bi bergerînî li yên ku diçûn dinêrî.

    Çayger hê çayek jî nedabû yê nûhatî. Qasekê dû re ji cihê xwe rabû. Gava îskana li ber min radikir;

    -Çayekî bide vî rebenî jî, j ikîsî min, min got.

    Perdeyên çavê xwe hildan û danîn, bi awayekî seyr l imin nêrî. Ji min weyê çû çayê bîne.

    Gava di ber wî re bûrî kurik bi carekî re rabû piya. Bûbû ribanek di pêşiya wî de. Dema çayger wekî ku jê bêhay berê xwe ser guhart û wê de diçû, got:

    -Bavê min e, ne wisa? Li ber mirinê ye ne?

    Çayger bêdeng bû. Ev bêdengiyek janbar, dijwar, û xayin bû. Paşê wek ku dîlîniyek di nava wan de afirî lê dîsa jî bersiv ji min re bêwate, ji kurik re jî jandar bû.

    -Ew ne bavê te ye.

    Zilamê ciwan tiştek negot. Wek ku j itiştekî re nêta xwe xirakiribe bil ez meşiya. Kir nekir derî venekir.

    Çayger:

    -Nebî nebî tu biçî malê. Mixaletiyê te di devê derî de ye, wê te bicehimîne! Kurik hizirî. Hemû bîryarê wî firfirîbûn. Xetîrên qelsîtî, sistiyê di rûyê wî de diyar bûbûn. Bayê ku ew bi hundir de dahf dida wek ku qul bike derket çû. Demekî min newêrî tiştekî bipirsim. Pişta çayger bi min de bû. Bi qelebalix tiştin dişûştin. Ez li hêviyê bûm ku berê xwe bide min. Lê dikir nedikir karê xwe nediqedand. Axir berê xwe fitiland. Min got:

    -Ev çi bûye ji bo xudê?

    Hewl dide pêşmalka xwe derxe, wek ku li bersivê bigere diramî.

    Derî vebû. Zilamê gava din digel kalekî hat. Hê di derî de diket hundir:

    -Ruhê xwe da. Yê din xwe da alî?

    Çayger, wek ku destê wî li paş wî, bi benikê pêşmalê ve cemirîbin. Ji dêla veke, dîsa girêda. Ber bi maseya min hat. Wek ku pêwîst bû j imin re:

    -Kamîl Axayê erebecî, ew miriye… Ew toleyê gava din kurê wî bû. Bi boneya ku hişt xwîşka wî bikeve riya nerast, bavê xwe red kiribû.

    Dû re li wan zilamên din zivirî, got:

    -Ez nefilitim, ew ne ji poşmaniya xwe ji, ji bo mîrata wî ye.

    Zilamekî pîr bi madekî ji vê gotinê neqaîl got:

    -Poşman be jî nayê bexşandin.

    Pirsa hatî ser zimanê min çima, çawa min pirsî, nizanim. Min wek safikan, bêyî bandora ku wê bike pirsî.

    -Çi bi keçikê hat?

    Tiştekî seyr çêbû. Bêyî kul i hev binêrin, wek ku bi halê xwe li hev binêrin kirin. Tu his û deng derneket. Em ketin nav cureyekî vehisîna kêlîka berê.

    Ne di çavan de belê di vehisîn û lebt û liva divehisînê de:

    -Te çima ev pirsî?

    -Çi hewce bû?

    -Ma tu pirsên din nemabûn?

    -Tu çiqas meraqdar î!

    Ev pirs di rewşa wan de hebûn.

    Kesekî bersiv neda. Min pere danîn ser masê. Min li çayger nêrî. Serê wî di ber de difikirî. Zerheliyabû. Destên wî hîn jî di hewldana vekirina benikên pêşmalê de bûn. Min derî vekir. Min lêxist, çûm. Ez pê serwext nebûm bê çi ji keçikê hat, lê ma qey min tê dernexist ku çayger ew ji jiyana xerab derxistiye, gelo an?

    Ji tirkî: Brahîm Ronîzêr: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1