Were, dixwazim xwe rûs bikim!
Ronahî nemaye, û ez
bi cilên xwe ve kerrixîme.
Min rûs bike, daku ew bawer bikin
ku mirime. Hemû şevê
rûs nivistim
dema wan nobe li xew(n)a min digirt.
Çiku spêdeyê zû
ez ê ji rûsatiya xwe derkevim
û çim ser çemî û xwe şom.
Şikilê min bide cilan,
dê her li bîra wan be.
Were mirin, ez zarrok im
û dixwazim xwe rûs bikim
çiku ronahî nemaye û ez
bi cilên xwe ve kerrixîme.